Serhedolojî…

Ji bo van peyvên mehelî, qet nebe em malperekê vekin da ku em pê bizanin li kîjan cihî/gundî/bajarî çi peyv bi çi maneyê tê bikaranîn. Feydeya vî karî pir e. Peyva ATOL “sêvaxîn” (îng. Jerusalem artichoke) balkêş e. Di rastîyê de ev peyveka gurcî ye.

Di zimanê gurcî de ატოლი atolî, “dobelan” e (îng. truffle). Dobelan, sêvaxîn û petat/kartol di gelek zimanan de li şûna hev têne bikaranîn yaxud tevlihev dibin/bûne. Meselen Kartoffel “kartol, petat” a almanî jî esera dîsîmîlasyonê ye ku ji Tartuffel “dobelan” a îtalî tê.

Her wisa binavkirinên wekî alm. (Nemse) Erdapfel û fr. pomme de terre jî (herfîyen “sêva erdê”) wek netîceya vê tevlihevîyê dixuyin. سیب‌زمینی sêb-zemînî “kartol” (herfîyen “sêv-erd”) a farisî jî bi texmîna min, tercimeya ji frensizî ye. Li vir tiştekî balkêş heye.

Di azerbaycanîya başûr de (Îran) wekî farisî ji bo kartolan “yêr-alması” tê gotin ku bi îhtimala qewî ev ji farisî hatiye wergerandin.Lê îcar ev peyva tercimekirî careka din ji azerbaycanî vegeriyaye farisî. Di kurdîya Bokan û Mehabadê de jî ji bo kartolan “yêralmasî” tê gotin

Resim

“Dobelan” di farisî de (zimanê standard) wekî دنبلان dombelan tê emilandin. Li gora qinyata giştî ev ji tirkî “domalan” (azer. dombalan) deynkirî ye. Restoranên saheya farisîaxêv, ji bo “hêlikên heywanan” dibêjin “dombelan”.Divê ev xweştabîrek be (euphemism). Wekî tr. “billur”

Resim

Zal Mazî nivîsand

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Paşdaçekên ”Da” Û ”Ra”yê Di 24 Xalan Da I Bahoz Baran

1️⃣ Çi ye mijara dengê paşdaçekan? Paşdaçek di nav bazinedaçekan da hêmana dawî ye. Paşdaçekên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *