Îxanet an xîyanet?

Bilêvkirina #kurdî “xîyanet” e û bilêvkirina #tirkî “îxanet” e.

Kurdên rojavayê Kurdistanê dibêjin, “xîyanet”, tenê niha di bin bandora Kurdên bakurê Kurdistanê de “hin kes” dibêjin, “îxanet”.

Peyv bi xwe erebî ye.

Tirkan peyv ji gelek zimanan birine û bandora zimanê tirkî li wan peyvan hatiye kirin.

Ji wan jî peyva “şkence” ku peyveke îranî ye, di tirkî de bûye “îskence, îşkence” û hin Kurd jî peyvê wekî bilêvkirina tirkan dibêjin û dinivîsin.

(Bilêvkirin cuda ye ji kurdîkirina peyvê, mirov dikare wê bike kurdî, anku li gor rêzimana kurdî, “xayintî”. xayin+tî

Ev form jî heye “xayintî”, lê “Xîyanet” qalibê erebî ye.)

 

Mihemed Keleş

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply