Forum

Sermawêz, 2021

  • 18 Sermawêz

    Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de

    Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de The Istanbul Period in the Modern Kurdish Literature Ev gotar ji beşeke teza doktorayê ya bi navê Di Rola Ekola Hawarê Di Binecîkirina Cureyên Edebiyata Kurdî ya Nû De (Li Ber Temaya Modernîteya Ronakger) hatiye hilberandin. Ramazan ÇEÇEN Remezan Alan, xwendekarê doktorayê PUXTE Edebiyata Kurdî ya modern, di serê sedsala bîstan de …

  • 16 Sermawêz

    Alî Gurdilî: ”Meyla min li ser felsefeyê hertim hebû”

    Di mijara fikrandin û bingeha fikrînê de her çiqas ku li ser axa qedîm, kurd xwedî bingeheke xurt bin jî ev bingeh wek felsefeyeke bi rêk û pêk û nivîskî derneketiye pêşiya me. Îro li çar parçeyên Kurdistanê (her çiqas ku hin cerebeyên li ser çavkaniyên felsefeya cîhanê hebin jî kêm in) kurd ji bo felsefe, feylesof û têgehên felsefeyê …

  • 15 Sermawêz

    ÇEKUYA “KURSΔ

    Biyî new serrî keyepelê Zazaki.net fealîyet de yo, 2700 ra vêşêr metnî tede weşanîyayê, zafê înan Kirdî yê. Newepel de 2500 ra vêşêr metnê muxtelîfî estê, pêro saf Kirdî. Şewçila de qasê 300 eserê edebî weşanîyayê, meqaleyî estê, pêro Kirdî. Weşanxaneyê Roşna ra 72 kitabî vejîyayê; 6 Kurmancî, 2 Tirkî, 64 hebî saf Kirdî. Enê pêro qasê kulîyatêk ê. Her …

  • 14 Sermawêz

    Gundê Kelhê û Koçerên Mîran

    Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye. Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewşenbîrên delal re, me ji Qamişlo, rêka Dêrika Deşta Hesinan girib …

  • 13 Sermawêz

    Xwenasîn

    Tim têgeha xwenasinê derdikeve pêşberî me. Ji Platonê Yewnanî bigire heta Celadet Eliyê Kurdan hemû mirovên aqilmend behsa xwenasinê kirine û gotine: Merivno! Ewil xwe binasin. Yên xwe nenasin tiştekî bi dest nexin. Dibêjin: Li ser deriyê akademîya Platon “xwe binase” hatiye nivîsin. Jixwe me bixwe di kovara Hawarê de xwendiye ku Celadet Elî tim behsa xwenasinê kiriye. Ez jî …

  • 13 Sermawêz

    Hevpeyvîna Asya Dawid Li Gel Zilkif Ergun

    Piştî ”Diyalogên Bêedeb” îja min xwe li sohbetek pirr bi edeb rakişand; mêvanê min Zülküf Ergün e. Ew yek ji wan mamostê beşa zimanê kurdî ye, ku li zanîngeha Mêrdînê mamosteyekî qedir bilind û xebatkarê zimên e; herweha em karin bêjin ku bi gavên saxlem ber bi zîrweya (bandev) qariyera xwe de hildikişe. A.D: MIN JI XWENDEKARAN PIRSÎ; ZÜLKÜF ERGÜN …

  • 11 Sermawêz

    NIVÎSKARÊ KURD YAN KURDÊ NIVÎSKAR?

    Kurdên ku bi kurdî na, lê bi zimanên din pirtûk dinivîsin, berhem diafirînin, ew nivîskarên kurd in yan na? Ev minaqeşe hêj jî didome. Herî dawî dema Burhan Sonmez bû serokê PENa navnetewî/înternasyonal minaqeşe hîn pirtir hate kirin. Burhan Sonmez kurdê Haymana ye ku girêdayê paytextê komara tirkan Ankara ye. Li Ankara, Polatlî, Haymana, Kirşehîr û li navçe, gund û …

  • 10 Sermawêz

    Çima zaroktiya me nayê bîre me?

    Her ku em mezin dibin, mirov, bûyer û cihên ku em di zarokatiyê de pê re rû bi rû mane jî ji bîr dikin. Îcar çima? Kesayetiya me di zarokatiya me de çêdibe, lê çiqas îronîk e ku em bi zorê dikarin bîranînên xwe yên çend salên pêşîn bi bîr bînin? Ev ji bo her kesî derbas dibe, û tewra têgehek fermî …

  • 10 Sermawêz

    Nivîsa li ser pirtûka “Gogerçîna Perbiçîn a Mehmet Oncu”

    Gogerçîna Perbiçîn A Mehmet Oncu   I-Berf We tu caran bihîstiyê ku berfê bi denga xwe yî ziravik û tenik, spî û spehî sitran gotiye. Lê di Gogerçîna Perbiçîn de berf sitranê xwe distrê, yên guhberfîn, denga sitranê berfê dibihîzin.   Beşa I. Di bin berfekê bêserûber de Stiya S ji hevalên xwe vediqete û riya xwe şaş dike. Stiya …

  • 8 Sermawêz

    Rêzehevpeyvînê Jina (19) – Hinara Tajdîn

    Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Hinara Tajdîn – Ez li dewleta Êrmenîstanê ji dayîkê hatime rû dinê.   Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Hinara Tajdîn – 13-14 salîya xweda min dest bi nivîsandinê kirîye lêbelê bi tîpên ermenî, lê fikir û mitalên min bi kurmancîbû, ez zû derbasî ser alfabêya zimanê …