Tim têgeha xwenasinê derdikeve pêşberî me. Ji Platonê Yewnanî bigire heta Celadet Eliyê Kurdan hemû mirovên aqilmend behsa xwenasinê kirine û gotine: Merivno! Ewil xwe binasin. Yên xwe nenasin tiştekî bi dest nexin.
Dibêjin: Li ser deriyê akademîya Platon “xwe binase” hatiye nivîsin. Jixwe me bixwe di kovara Hawarê de xwendiye ku Celadet Elî tim behsa xwenasinê kiriye.
Ez jî dixwazim xwe binasim. Bi navê hadîsê Pêxember gotinekê gelek balkêş gehiştîye me: Yên xwe dinasîn yê Xwedeyê xwe binasin.
Ji xortaniyê de min tim xwestiyê ku ez xwe binasim. Gelo ez kî/çi bûm? Ji bo çi hatibûm dinyayê? Peywîra min a dinyayê çi bû? Soz û peyama min çi bû? Ji mirinê şûnde çi heye? Gelo ez nebûmaya çi dibûya? Bi hatina min ve çi hat guherîn/çi nehat guherîn? Ez li ser kîjan guherînê çê bûbûm? Herakleitos bi fikr û ramanên xwe ve heta ku derê mafdar bû?
Vêca di rêwîtiya xwenasinê de riya min li ber deriyê du Almanan de derbas dibû. Yek Johann Wolfgang von Goethe ye yê din jî Walter Benjamîn e. Herdu jî tiştên girêdayî hev ji min re dibêjin. Gelo çi dibêjin ew Alman?
Ewil Goethe ji min re dibêje: Divê “kelhayek te yî hundirîn” hebe. Bêyî kelhaya hundirîn tu nikarî bibî xwe, nikarî xwe binasî, nikarî mîna mirovan bijî.
Kelhaya hundirîn dihat çi manaye? Hemû jîyana derveyî dihat manaya “kelhaya derveyî”, lê jîyana mahrem û şexsî dihat kelhaya hundirîn î. Di kelhaya hundirîn de tenê xewn û xeyalên te, xwestek û daxwazên te, sir û razên te, rê û rêwitiyên te hene. Mîsal rêwîtiyên qerbalix bi yên din ve dibin, rêwitêyên mahrem û şexsî bi tenê dibin. Mirov bi yên din ve masîyan digire lê tenê bi serê xwe durreyan bi dest dixe. Belkî bi yên ve di riya kadîzê de dimeşî, lê divê di kelhaya hundirîn de stêrkek te hebe, stêrkekê tenê aîdê te, tenê haya te jê heyî.
Di kelhaya derveyî de tu dikarî debara xwe bikî, lê di kelhaya hundirîn de tu dikarî jîyana xwe geş bikî, ruhê xwe biparêzî, xewn û xeyalên xwe bixemilinî. Meriv li kelaha derveyî dikare bêhêvî bijî, lê di kelhaya hundirîn de bêhêvîbûn nabe. Jixwe kelhaya hundirîn bixwe hêvî ye, hêvîbûn e.
Benjamîn jî behsa ji malê firarbûnê dike. Dibêje: Divê mirov mala xwe biterikîne û tevlî jîyana bêserûber bibe. Li vir mal tê manaya hêlîn, malbat, cemaet û civakê. Li gor Benjamîn divê meriv wêrek bibe. Di destpêka jîyana xwe de hemû malên xwe biterikîne, paşê xwest dîsa lê vedigere. Lê ewil her kes û her tişt terîkandin pêwîst e. Em wan neterikînin nikarin xwe binasin, rastîya jîyana xwe bizanin û perdeyê li ser rûyê dinyayê rakin. Divê em ji behra xwe derkevin, herin di behrên din de avjeniyê bikin. Xwenasin wusa dibe. Yên tim di eynî behrê de avjeniyê dikin, tu caran nikarin xwe binasin. Rastîya mirov di neynika yên din de ye. Pêwîste mirov di neynikên yên din de li xwe binêre, xwe bibîne, xwe nas bike. Lê em çi dikin? Tim di neynika mala xwe de, di neynika malbata xwe de, di neynika hêlîna xwe de, di neynika cemaet û civaka xwe de li xwe dinêrin, li xwe digerin. Ew xwe xapandin e. Ew serdanpê çewtî ye.
Em tim di eynî riye de dimeşin. Belkî rastîya me di riyên din de be.
Em tim bi eynî zimanî diaxivîn. Belkî heqîqet bi zimanên din tê bilêv kirin.
Em tim di eynî pencerê de li dinyayê dinêrin. Belkî di pencereyên din de em rûyê dinyayê dibînin.
Eger ku dinya tiyatro ye bi qewla Shakespeare.
Ji bo çi em aqilê yên din bikarneyînin?
Em tim bi aqilê xwe qayîl in.
Belkî jî ew qayîlbûn nahêle em hemû rê û rêbazên beredayî biterikînin.
Dinya bi guherînên dibe dinya. Dîsa Herkaleitos. Lê em tim eynî rê û rêbazan bikar tînin. Aqilê ku aqilê din re nabe hevkar, kêrî xwediyê xwe nayê.
Mirov bi wî aqilî her kesî û her tiştî diterikîne û xwe dinase, riya xwenasinê li ber xwe vedike.
Faik Ocal
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…