Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de

Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de
The Istanbul Period in the Modern Kurdish Literature

Ev gotar ji beşeke teza doktorayê ya bi navê Di Rola Ekola Hawarê Di Binecîkirina Cureyên Edebiyata Kurdî ya Nû De (Li Ber Temaya Modernîteya Ronakger) hatiye hilberandin.

Ramazan ÇEÇEN
Remezan Alan, xwendekarê doktorayê

PUXTE

Edebiyata Kurdî ya modern, di serê sedsala bîstan de li bajaran peyda bûye. Ev bajar yek didu ne tê de, tev jî biyanî ne, li derveyê Kurdistanê ne. Xasma bi bicihkirina polîtîkayên merkezî yên Dewleta Osmanî re, li Kurdistanê otorîteyên Kurdî yên arîstokratîk ji holê rabûne û di encama vê yekê de li vê cografyayê bajarekî ku bibe cihê rêvebirinê, cihê cazîbeyên fikrî, edebî, siyasî û pêşketinên modern nemaye. Di şûna bajarekî wisa de Stenbola kolonyal û kozmopolît a ku van cazîbeyan dihewîne, derketiye pêş. Lewma ev bajar bûye mekanê çalakiyên ronakbîr û edîbên Kurd û herwiha dergûşa destpêka edebiyata Kurdî ya modern û rûdana hin cureyên wê yên nû.

Bêjeyên Sereke: Mekanên edebiyata Kurdî ya modern, bajar, Stenbol, çîrok, helbest, şano.

ABSTRACT

The modern Kurdish literature was born in the beginning of the 20th century in the cities. Apart from a few, these cities are all outside the realm of Kurdistan. In this century, especially due to the policies of centralization conducted by the Ottoman State, the authority of the local Kurdish aristocracies was eliminated and the formation of an urban locale which would serve as a center of power along with intellectual, literary and political attractions was frustrated. Instead of this, Istanbul which was a colonial and cosmopolitan capital came to the fore. Istanbul, therefore, became a scene of activity for the Kurdish intellectuals and authors and served as the crib for the beginning of the Kurdish literature and its new genres.

Keywords: Spaces of modern Kurdish literature, city, Istanbul, story poetry, theatre.

  1. DESTPÊK

Di navbera mekan û edebiyatê de têkiliyeke nêz heye. Ya rast edebiyata nivîskî, di nav hin şertên guncaw ên mekanekî de peyda dibe. Mekanên herî guncaw ên edebiyateke wisa bajar in. Ji ber ku li bajaran digel ewlehî, refah, edalet û îhtişama avadaniyê[1] fersendên baş hene ji bo kesên xwenda û ehlê pênûsê. Herwiha li vê derê insanekî biker ê ku ji astên jiyaneke maddî û manewî hayedar zûtir peyda dibe. Edebiyat û afirandinên hunerî, encamên vê rewşê ne.

Bi awayekî nerasterast jî be di nav alema Îslamê de hin mitefekkir derbarê vê behsê de çend tişt gotine. Mesela li gor Farabî (2001:79,80) ji ber îhtiyaca kamilbûn û arîkariyê, insan civak pêk anîne ku ji van civakan sê lib ên kamil/tam in: Civaka mezin, ji hemû insanên dinyayê; civaka navîn, ji miletan; axir civaka piçûk jî ji ehlê bajaran pêk tê. Civakên xwedî-qusûr/noqsan gund, tax, sikak û mal in ku ew nikarin bêyî bajêr bijîn, ew tabiê bajar in. Eve bajar jî wekî bedenê, bi her beşên/uzwên xwe, di nav nîzamekê de ye, her beş (ji hukumdar bigire heta colanger) li gor derece û mewqiya xwe dixebite. Rêzikeke wisa insan digihîne dilşadiya rasteqîn. Insan ancax li bajarên wisa dikare bigihîje qencî û kemala herî bilind. Li gor İbn Haldun jî (1988: 143) bajar, yanî civaka medenî, ji bo insan û beqaya wî zarûret e; her çend di destpêkê de bajar ne xwediyê avahiyên pêşketî jî be, bi demê re, şaristaniya wê ya beşerî (umran) bi pêş ve çûye û vê yekê cazîbeya wê zêde kiriye; bi hatina hunermend û hostayên gûzîde re avadaniya bajêr berbiçav bûye. Huner ango sanayî, bajaran bi pêş ve dibe û jiyana bajarî jî vê yekê teşwîq dike. Jixwe avadaniya bajêr li gor hunerên wek colangerî, qezazî, merengozî û hesinkariyê ku mexsûsê debarê ne; li gor hunera karên leşkeriyê ku mexsûsê siyasetê ne û li gor hunerên wek sehhafî (karê îstinsax û cildkirinê), muxannî (mûzîk), şi’ir û zanistê ku mexsûsê fikrê ne, çêdibe (İbn Haldun, 1991: 723). Di dawiya dawîn de ew ilmên ku ji bo çand û şaristaniyê lazim in, encax li wî cihê ku umraneke mezin û herareteke bilind hene, peyda dibin (1991: 1018-1019).

Çawa be bajar cihê kombûna şiyan, bîr û baweriyên ciyawaz e û qada rêkxistina qabiliyetên maddî û manewî ye; çerxa jiyana bajarî di nav dîsiplînekê de ber bi armanceke diyarkirî ve areste dibe û di encama wê de bi destê mirovê bajarî, di asta ruhî û eqlî de nirxên mirovî yên mîna zanist, huner û edebiyatê peyda dibin. Şaristaniya bajarî, cihê jiyana baş, zewq, zanîn, axaftina xweş, zerafet, rehetî, xweşî, mîmarî, huner, edebiyat û şanaziyê ye (Ergün, 2014: 18,50).

Hele di dewra modern de têkiliya bajar û edebiyatê girîfttir lê di heman demê de şeffaftir dibe. Sikak û bulwarên bajarên modern[2] ji bo hêzên psîşîk û civakî dibin qadên azad, enerjiya şayîk a van deran dibe ya insanê esrî û dibe edebiyata ku vî insanî ji xwe re dike mijar (Berman, 2003: 201,260,261).

Îhtimaleke mezin girîftbûna riyên derbirînê, yanî rûdana cureyên nû yên edebiyatê, li bajaran derketiye meydanê. Lewra astên tesewir û ronakbîriyê, di nav reqabeteke dildarê îqbalê û mekanekî teşwîqkarê guftûgoyan de zûtir û zêdetir bi pêş dikeve. Rengîniya cureyên edebiyata klasîk li gor a gelêrî û çeşnên edebiyata modern li gor a klasîk û gelêrî, bi vê rastiyê dikare bê îzehkirin. Di dewra Îslamê de edebiyata Kurdî ya nivîskî, li bajar û bajarokên ku mîr û begên Kurdan lê hukumran bûn, dirûvek wergirtiye. Ev dirûv, bi rêya edebiyatên Erebî û Farisî, li ber kêşeyên estetîkî û metafîzîkî yên Îslamî kemilî bû. Mekanê van bajar û bajarokan kêm-zêde li gor formeke Îslamî xwe organîze kiribû: Di nav kelehê de seray, tax an taxên bajêr hebûn; merkeza bajêr mekanê qamûyê bû, li wê derê xan, bazar, bedesten û mizgefta mezin hebûn. Medrese pêşî di nav hucreyên mizgefta mezin de, piştre bi awayekî serbixwe çêbûn.

Eve li van medreseyan digel zanistên dînî, zanistên wekî serfûnehw, beyan, belaxat, meanî, erûz û şi’r jî dihat xwendin; bi saya vê yekê di nav şagirdên medreseyan de li ser çandeke hevbeş a xwendin û zanînê, edebiyateke Îslamî çêbû (Ergün, 2014: 113). Eve têkiliya seray û medreseyê, piştgiriya feodalî ya ji bo wê, taybetiyeke sereke ya vê edebiyatê ye. Ji ber ku di vê dewrê de mîna xalên li ser nexşeyekê li kîjan deverê îqtidar û medrese an tekya hebûye, li wê derê ji bo edebiyata Kurdî mekanek peyda bûye. Wekî ku Abdurrahman Adak jî dibêje (2015:195) bi tifaqa Kurd û Osmaniyan, li Kurdistanê seqamgîriyek çêbû, di nav sîstema medreseyan de perwerdeya Kurdî bi cih bû û di encamê de ev bûn du sebebên sereke yên peydabûna edebiyata Kurdî. Lewma dema ku mirov çi li gor mîrektiyên Kurdan an çi li gor sedsalan vê dewrê tesnîf dike (Adak, 2015: 187-190), dîmen zêde naguhere: Di navbera hukumranî û çêbûna mekanê edebî de têkiliyeke organîk heye.

Lêbelê li gor sîstema patronajê (piştgiriya mîr an feodalekî ji bo helbestvan) ya Ereb, Ecem û Tirkan, patronaja Kurdan dîsa jî zeîf e. Qet nebe hinek gazindên Ehmedê Xanî yên dîbaceya Mem û Zînê nîşan didin ku rêvebiriyeke Kurdan a ku pişta zimanê xwe digire, di vê demê de jî tam nekemiliye. Jixwe bi têkçûna feodalîteyê re, li hemû dinyayê rengê patronajê guheriye. Bi qewlê Fischer (1990: 43) bi serdestiya burjuwaziyê re hunermend, ji berê zêdetir bû yekî “azad” û muxetabê wî bû bazareke nediyar a ku jê re qamû/rayagiştî tê gotin. Di vê serdemê de huner, yanî qabîliyeta estetîkî, bû metayek. Di nav şertûmercên wisa de hunermend jî mecbûr ma ku li vê qamûya têr-reqabet debara xwe bike. Li Stenbolê mişawirxasiya Koyî ji bo Emîr Bedirxan (zarokên malbata Bedirxanî), bi Erebî û Farisî dersdariya wî ji bo edîbên Osmanî (Abdullah Cevdet, 1913-54: 1211), nimûneya vê rewşa nû ye. Êdî di vê serdemê de dê bi rêya kovar û rojnameyan, şair û hunermend dengê xwe bigihînin cemaeteke ku jê re “xwendevan” tê gotin. Ev têkilî di dewra modern de bi temamî guherî û ji bo Kurdan rengekî taybet wergirt. Ji ber ku li meydanê ji bo Kurdan hukumranî û bajarekî ku vê têkiliyê bihewîne nema.

Li dû Stenbolê elbet mekanên din çêbûn. Peydabûna van mekanan jî dîsa bi şertên curbicur ve girêdayî ne. Mesela di nav rêvebiriyên mandater de li Iraq û Sûriyeyê ji bo Kurdan çêbûna hin fersendan, Silêmanî, Şam û heta dereceyekê Bexda derxistiye pêş; di wextê Şerê Cîhanê yê Yekem de cîwarbûna hin eşîrên Êzidî li Qefqasyayê, Rewan (Êrîvan) kiriye navendek; di dema cuntayên leşkerî de koçberiya ber bi diyasporayê ve, hin bajarên Ewropayê lê xasma Stockholm derxistiye pêş; di dema şerê sar de avabûna komareke temenkin li Mehabadê wahayeke edebî welidandiye; bi geşbûna têkoşîna Kurdî re li Kurdistanê çêbûna hin reform û destkeftiyan, cardin Stenbol, Silêmanî, Hewlêr, Amedê wek mekanên senkronîk ên Kurdî derxistiye pêş. Ev bi tena serê xwe diyarker in ku rengê vê edebiyatê di nav van sebebên siyasî û civakî de şiklek wergirtiye. Di heman demê de vê diyardeyê ji bo edebiyata Kurdî ya modern bi awayekî paradoksî hem cografyayeke berfireh a xwediyên temasên nû welidandiye û hem jî ji bo vê edebiyatê dîrokek çêkiriye ku tê de tesîra van mekanan bi sînor û qutbûyî maye.

Li gor armanca vê gotarê em ê niha li pey peydabûna qonaxa yekem a vê edebiyatê bikevin û binê çend taybetiyên nimûneyên vê destpêkê xêz bikin.

  1. PEYDABÛNA QONAXA STENBOLÊ

Ne li bajarekî Kurdistanê, lê li Stenbolê peydabûna edebiyata Kurdî ya modern, xwediyê hin sebebên dîrokî û siyasî ye. Ji van sebeban yek jî merkezîbûn e. Bi polîtîkayên merkezî re ji aliyê siyasî, çandî û aborî ve Stenbol bihêz bûye, merkezên din jî zeîf bûne. Di eslê xwe de beşeke van polîtîkayên merkezîbûnê, bi hewildanên ewropayîbûnê re têkildar in. Ji ber ku di serdema modern de merkezîbûn, di warên îdarî, malî û huqûqî de standartbûn û avabûna kontrola dewletê ye û ev dewlet muhtacî burokrasiyeke pispor û hêzdar e. Ji perwerdekirina wê re dibistanên nû lazim in. Bi vê mebestê di dewra Mehmûdê Duyem de sîstema fermî û giştî ya perwerdeyê ji bo çêkirina burokrasiya sivîl û leşkerî cardin hatiye islehkirin; mesela di şûna Yenîçerî Ocaxî de artêşeke Ewropî (Asâkîrî Mensûreî Muhammediye) hatiye avakirin, ji memûrê “Qeleman” re mûçe hatiye girêdan, bi rêya Ewqaf Nezaretî sinifa ilmiye bûye memûrê padîşah (Doğan, 2011: 509).

Lêbelê ji bo guherandin û islehkirina van karan pere diviya û pere jî bêtir bi bacê çêdibû. Eve di vê dewrê de hewla Dewleta Osmanî ya ku dixwest li Kurdistanê dawî li îqtidara mîr û began bîne, pala xwe dida vê rastiyê. Merkezîbûn di heman demê de têkbirin û serîtewandina îqtidarên çeperî ye, tunekirina hêzên reqîb e. Lêbelê sebeba sereke, rewşa erdên “yurtluk-ocaklik” e. Wekî ku tê zanîn, zemîna huqûqî ya van erdan bi rêkeftina di navbera Îdrîsê Bedlîsî û Sultan Selîm de çêbûbû. Li gor vê rêkeftinê erdên “ocaklik” ji bo beg û mîrên Kurdan; erdên “yurtluk” jî ji bo serokeşîrên Kurdan hatibûn terxankirin. Li gor vê rêkeftinê xwediyên van nedihatin ezilkirin an ji bo yekî biyanî dayîna van erdan li dijî qanûnê bû*** hukûmet û senceqên van tîmaran ji aliyê îdarî û huqûqî ve serbixwe bûn (Erdost, 1989: 146,147), ji bacê jî mûaf bûn. Lê Mehmûdê Duyem ji bo dabînkirina mesrefên merkezîbûnê çav berda van erdan. Bi tesfiyekirina sîstema yurtluk-ocaklik re hem berterefkirina hêzên çeperî pêk dihat, hem dahatek çêdibû ji bo mesrefên xezîneyê û dabînkirina weadên hin xalên Fermana Tenzîmatê. Elbet van polîtîkayan li ba mîr û begên Kurdan bêhuzûriyek çêkir. Ev rewş bû sebeb ku li gor hin lêkoleran (Gencer, 2010: 86) ji 1833an bigire heta 1849an, li gor hinekan jî (Doğan, 2011: 511-517) ji 1827an bigire heta 1839an çend îsyan û serhildan rû bidin. Di encama van serhildanan de ji Erzîromê bigire heta Şengalê, ji Colemêrgê bigire heta Xerzan û Ruhayê mîr û begên Kurd şikestin. Li Silêmanîyê mîrên Baban; li Rewandûzê, Soran; li Colemêrgê, Hekarî; li Amêdiyê, Behdînan, li Cizîrê, Ezîzî ji holê rabûn, piraniya van mîrektiyan tevî malbatên xwe sirgûnî Stenbolê bûn (Minorsky, 2004: 99; Celil, 1992: 53-80). Erê ji wan û zarokên wan re mûçeyek hat girêdan, lê teserrûfa erd û dahatên wan derbasî paytextê bû. Bi vî awayî hem mekanê arîstokrasiya Kurdî guherî û hem jî bi vê tesfiyeyê re li Kurdistanê bajarekî ku ji daxwazên îdarî û edebî re bibe qibleyek nema. Rêvebirina bajarên Kurdistanê bi gişti ket destê walî û miteserrifên dewletê, hêza merkezê li van deran zêde û berbelav bû.

Sebeba duyem pozîsyon û avantaja Stenbolê bû. Wekî her paytextê, Stenbol jî cihê fikrên nû, nîqaşên ronakbîrî û netewî, ticaret û dewlemendiyê, ji bo fersendên nû cihê îtîbarên bilind ên edebî bû. Lewma kesên wekî Nalî û Koyî hê di nîveka sedsala 19an de berê xwe dabûn vê derê. Wekî ku Casanova jî dibêje (2010: 38,40) paytext di heman demê de himbêz e ji bo penaberên siyasî, tolerans e ji bo biyaniyan; merkeza edebiyat, huner, luks û modayê ye jî; cihê îtîbara edebî, parvekirina payeyên meşrû û piştgiriyê ye. Her paytext li wan warên ku pêbendî wê ne, dixwaze otorîteya xwe bê nîqaş bide qebûlkirin, ji vê girîngtir dixwaze bi perwerdeya xwe, bi zimanê xwe, bi edebiyata xwe di karê teqdîskirina edebî de li wan erdên kontrolkirî bibe tekel û hêzek (2010: 134). Di serê vê sedsalê de Stenbol wek “kozmopolîs”ekê hêlîna cemaetên curbicur û pêkhateyên wek Tirk, Ereb, Kurd, Arnawûd, Çerkez, Ermen, Boşnaq û Rûm e. Çawa ku neteweperwerên Polonî, Çekî û Kûbayî, Parîs kiribûn cihê daxwazên xwe yên serxwebûnê û ronakbîrên wan bûbûn pêşengê edebiyat û hunera xwe ya neteweyî (Casanova, 2010: 45), Stenbol jî di vê dewrê de ji bo Kurdan bi vî awayî paradoksî, bûye cihê çalakî, berhevbûn, enerjiya Kurdî û herwiha keşfa nasnameya neteweyî. Ji ber ku heman hukûmeta Stenbolê/Derseadetê bû ku li Kurdistanê bihêzbûna merkezên Kurdî tune dikir.

  1. RÛYÊ EDEBÎ YÊ VÊ QONAXÊ

Dikare bê gotin ku di destpêka sedsala 20an de asoya edebiyata Kurdî, bi birrek helbestên nû, bi nimûneya kurteçîrok û şanoyekê fireh bûye. Heta dikare bê gotin ku beriya nimûneyên ku di rojname û kovarên wekî Kürd Teavûn ve Terakki, Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jînê de çap bûne, hin helbestên Hacî Qadirê Koyî pêşengê vê nûbûnê ne. Ji ber ku Koyî di hinek helbestên xwe de, mîna dengekî ku bi kêşeyên dewra xwe ya esrî re hemhal bûye, derdikeve pêşiya me û belkî ji vê wêdetir, naverokeke ku bi mîrasa Ronakgeriyê re têkildar e pêşkêşî me kiriye.

3.1. Helbesta Nû: Hacî Qadirê Koyî û Ebdurrehîm Rehmî Hekarî

Wekî tê zanîn ji Hacî Qadirê Koyî (1815-1897) tenê dîwanek maye. Her çend Abdullah Cevdet di rojnameya Serbestiyê de (1919-485: 1) dibêje ku dîwana Hacî Qadir a ji 3000 xezelan pêk tê li ber çapê ye jî halê hazir dîwana li ber destan ji berhevoka Dîwanî Hacî Qadirî Koyî ya Serdar Hemîd Mîran û Kerîm Mistefa Şareza ye ku tê de 83 xezel, 11 çarîn û 17 parçe-helbest hene (Zêrevan&Hirorî, 2004). Ger gotinên Cevdet rast bin, diyar e ku ji mîrasa mezin a Koyî encax ji %5 gihiştiye roja me. Wekî din helbestên wî di kovarên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd de weşiyane an bûne parçeyên merama hin gotarên Xelîl Xeyalî. Dîsa jî di nav vê rêjeya piçûk de nêzîkî 10-11 helbest hene ku ji aliyê naverokê ve bi têra xwe nûjen in. Ji bo vê yekê mesela helbesta wî ya ku bi peyvên “Xakî Cizîr û Botan” dest pê dike, gelek tîpîk e. Koyiyê ku metirsiyeke dîrokî kiriye mijara vê helbestê, destnîşan dike ku ger hin xalên Peymana Berlînê (1878) pêk bên û li ser axa Kurdan Ermenistanek ava bibe, dê felaketên mezin bên serê Kurdan. Eşîrên Kurdan ji german bimirin jî dê nikaribin herin zozanan; dê keç û êtîmên wan ji destê wan bên stendin; dê mescîd ciyê xwe bide dêrê, dê rehban li ciyê miftî rûne; dê bi vî rengî hemû îqlîm bibe tofanek, tofaneke ku di behra wê de top, tifeng û insan li bin guhê hev dikevin; ger ew kesên ku beyana helbestvan tehqîq bikin dê rewşa kambax bibînin; Romî jî wekî benê mû zeîf bûne, Kurd bila pişta xwe nedin wan jî; bila Kurd wan dewrên ku azad û serbixwe bûn, sahibê milk û millet, artêş û îrfanê bûn, bînin bîra xwe; lê niha tiralî, peydanekirina esbabên şer ên esrî, tewekkul û lavayeke vala, Kurdan jî û malmezinên wan jî bêmecal kiriye; hal ew e ku di esreke wisa de şûr û qelem şirîkê hev in; rêya felatê se’î û xîret e; ne tenê dewleta Romî ya ku wekî benê mû zeîf bûye, ehlê Sûdan û gelên ku bi qasî eşîra Baban nînin jî (Bulxar, Sirb, Yonan, Ermen û Qeretax) bi xêra xebat û xîretê îro xeznedar, tebîb û siltanê xwe ne; bi musteqîlî û dewletbûnê re mirov dibe xwediyê her tiştî; ji bo muyesseriyeke wisa jî yekîtî/tifaq lazim e ku divê Kurd di vê behsê de li Ermenan binêrin, lewra ew xîretkêşê hev bin, doza xwe bi şûrekî dibin serî û ji bo fenê herb û sin’etê û ji bo rêkûpêkkirina milet, bi biçûk û mezinên xwe ve berê xwe didin Ewropayê (Koyî, 2004: 83-86).

Elbet li gorî mijarên statîk ên helbesta şerq-îslamê (wekî rindî, pesnê rindiya yarê, evîn, siruşt, hîkmet û exlaq), di nava yekparebûna temayê de, bi dîrokê re têkilîdanîneke bi vî rengî, helwesteke nû ye. Jixwe ev helbest destnîşankirina van sê tesbîtan hêsan dike: 1. Li gor helbesta berê, mijara vê helbestê peywendeke dîrokî û guftûgoyeke rojane ye. 2. Mijar, di nav yekparebûnekê de hatiye neqişkirin ku helbesta kevin gelek caran, ji aliyê naverokê ve wekî mehrûmê yekparebûnê dihat rexnekirin. Bi gotinên Tanpınar (1985: 14) li Xerbê yekîtî belavî hemû menzûmeyê dibû, lê li Şerqê gelek caran beyt esas bû, alema maneya şair li wir dest pê dikir û diqediya. Di vê helbestê de yekparebûnê, mane belavî hemû helbestê kiriye. 3. Di vê helbestê û gelekên din de Koyî qaîdeyên kevin ên belaxatê daniye aliyekî, zimanekî sade yê ragihandinê bi kar aniye. Wekî ku li jorê jî hat behskirin, di kakilê naveroka vê helbestê de bûyereke rojane heye: Ger li gor Peymana Berlînê û xala wê ya “wîlayetên sîtte” Ermenistanek ava bibe li ser axa Kurdan, dê felaketek dest pê bike! Yanî mijar, “mijareke wergirtî” nîne, bi tecrûbeyekê ve têkildar e. Heta ziman, di nav vegotina gotareke îçtimaî de diherike. Li vir êdî ziman ne wek helbesta kevin aîdî peyvê ye, malê tecrûbeyeke rojane ye. Tê zanîn ku di helbesta kevin/klasîk de peyv/kelam qûdsî bû, lewma her peyv ne layîqê helbestê bû. Lê bi hizra modern re haleya qudsî ji ser peyvê rabû. Di şûna belaxatê de derbirîneke sade ya nêzîkî axaftina rojane peyda bû. Bi terkkirina belaxatê re mirina bikerê lîrîk rû da û rê li ber siyasîbûna helbestê vebû. Evîna şexsî jî tê de, teqlîda îtîbarî ya tecrûbeyên nefsî ji maneyên xwe yên sembolîk, alegorîk û exlaqî ber bi zemîneke dinyewî ya mişexxes ve şemitîn. Lewma ne xerîb e hin helbestên Koyî yên derbarê evînê de jî “Em Seganey” em rastî mecazên hîcwî û peyvên wek gawan, şiwan, seg, segane, segewan, ker, kermîz hwd. tên. Dîsa misrayên wek “Heywane dezê, seg dewerrê, ker dezerrê” an “Kurdekan bar deken weku maker” li cem Koyî tiştên jirêzê ne.

 Ji aliyekî din ve Koyî ji meyla serdema xwe baş hayedar bû. Xwendin, çavdêrî û danûstandinên wî şibakên vê hayedariyê bûn. Mesela di vemirîna çiraya nezim û helbestê de rola rojname, matbaa û çapxaneyê baş fêm kiribû. Di dewra wî de roman û rojname dawî li selteneta nezmê anîbû: Çiraxî nazim û munşî kujawe/Le dewrî ême roman û cerîde. Bi peydabûna matbaayê re karê munşî (katib) zeîf ketibû, nezim, yanî helbest, şûna xwe dabû roman û rojnameyê. Em dizanin ku dema Koyî digot: “Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê/Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan” hê roman û rojnameyeke Kurdî tunebû, lê haya wî ji guherînên cîhanê û Dewleta Osmanî hebû. Wî ferq kiribû ku çi çerxa vê guherînê digerîne. Mesela di çêbûna artêşeke modern de hêza ilm û fennê baş ferq kiribû. Wî dibihîst û dixwend ku li cografyayeke din, japonên çil milyonî, axa çîniyên çarsed milyonî “bi xêra fen û sanayiyê” ji xwe re kiriye xak: Ehlî Japon be fenn û sin’etî çak/Seyrî çon Çînî girt û kirdiye xak.” Hemin dewr, dewra xebat û xîretê ye, tewekul û lavakirineke şaş dê pere neke. Tiralî karê hîz û bêxêran e û destê westiyayî û keddayî encax li ser zikê têr e; hîç kesek rizqê kesekî nade; Ewrûpa bi fennê gihiştiye mu’cîzeyan, lê Şerq hêj xerîkî rimûz, naz û niyazê ye. Ev feraseta ku “insanekî nû”, qet nebe insanê dewra xwe destnîşan dikir, bawerî pê dianî ku bi kirinê insan dikare gelek tiştan biguherîne, ji fiêlên xwe berpirsiyar be. Lewma hinek helbestên wî ne bi qodên tradîsyonel, pratîka Îslamî û realîteyên dînî dixwînin, ew bi qodên serdemeke ku wê realîteyê car din vegerandiye cewhera wê diaxivin. Dîsa di hînbûna ilm û xwendinê de dema ku hedîseke pêxember dikeve nav helbestê, nebûna ferqa jin û mêr û bêhukmiya fitûyeke ku ferqek dixe navbera wan wiha tê ziman: “Bo çî fermûyetî nebiyî emîn/‘Îtlubu ‘îlmekum welew fî-s Sîn’/Nêr û mê lem hedîse ferqî niye/Ger mela nehî fermû dînî niye (2004: 105).

Elbet karakterekî pozîtîvîst hevalê vê fêhmê ye. Hemin pêşketin tiştekî maddî ye û di warê ilm û fennê de berceste bûye, tu qusûr û şaşî nîne ku mirov wê wergire û jiyanê pê saz bike. Jiyana ku pê saz bibe, dê berpirsiyariya şexsî, mesûliyeteke îradî wekî temînkarekê derxe pêş. Ku ev berpirsiyarî jî muhtacî xebat û xîretê ye û ji tewekuleke vala dûr e. Şopên vê nêrîna ku nêzîkî naverokeke ronakger e, di hin beytên helbestekê de hene ku bi peyvên “Udeba Çak e” (2004:105) dest pê dike:

To were fennê fêr be çît e le we
Gawir e hindû we weyaxo cû we

Lazim e xul bixoy weku berdaş
Hemû qernêk degorrê emrî me’aş

Ehlî cennet ne şiwan û gawan e
Sahîbî fenn û ‘îlm û ‘îrfan e

Faîdeyî ger bidaye zikr û du’a
Debûwe Qarûn geday ser rêga

Herçî bêbehre ye le kesbî kemal
Debite derwêş û margir û hemmal

‘Îşqebazî û heway derwêşî
Milletî xiste feqr û bêîşî

Di ber van de rexneyeke daîmî jî heye di helbestên Koyî de. Wî hêj li Koyê dest bi rexnekirina şêxan kiribû, lê hatina wî ya bi Stenbolê re û îhtîmaleke mezin bi naskirina fikrên vejîngerên Îslamî re, dereceya rexneyê dijwartir bû. Tiştê ku dihat rexnekirin, elbet ne Îslama resen bû, pratîkeke dîrokî bû ku di destê şêx û melayan de dîn texrîf dikir. Di nezera wî de ev zumre xwediyê fitûyên şaş bû; hestên insanên sade suîstîmal dikirin; çavbirçî, nezan, jinperest, kedxwir bûn; xwe qutb zen dikirin, lê ew qutbê aş bûn û aşê wan bi av û ni’metê xelqê digeriya; terîqet û tekya jixwe bûbûn cihê te’lîma tembeliyê; evên ku ji aliyê ilm û merîfetê ve yek ji yê din reş û rûttir bûn, xwe Hz. Suleyman û xelkê jî mûrî dizanîn; dinyanedîtî û nezan bûn, lê wisa tê digêhan ku dinya li Stenbolê her padîşahê Rom e û li Tehranê jî şahê Ecem e.

Elbet li kêleka vê rexneyê, yeka din heye di van çend helbestên nû de: Halê umera û zumreya xwenda ya Kurdan. Ji ber ku bêtifaq bûn, ne dîn û dewletê tekmîl û ne jî ilm û hikmetê tehsîl dikirin; di ber de jî ne qedrê nezma Kurdî dizanîn, ne pişta şairên xwe digirtin. Yanî di meseleya “kitêb û deftera Kurdî” de ev kes ummiyê zimanê xwe bûn, cewhera Kurdî ji destê wan çûbû. Kesên wekî Selaheddînê Eyûbî, Ezîziyên Cizîrê, Erdeşêr, Deysem, Qubad û Baz û mîrên Erdelan ku tev Kurd bûn, ji ber vê “bêdefteriyê” winda û fanî bûbûn. Hal ew e ku bi zimanê xwe binivîsandana, heta roja mehşerê nav û nîşanê wan dima.[3] Koyî di vê behsê de hin fikrên Xanî wek tûtiyekî dubare nake, di ber fêhma serdema xwe de car din şiklekê dida wan. Nakokiyên wî jî taybet in: Ji aliyekî ve dibêje ji zû ve ye ax û xweliya gewremalên Kurd ne îksîr e, lêbelê bêyî Baban û Bedirxaniyan dewleteke Kurd jî nayê bîra wî. Erê dem û dewran guheriye, divê tifaqek bê peydakirin ku tê de ferqa şivan û gavan û mîr tunebe; lê bê hêza şecereyî serxwebûna miletekî nafikire. Digel vê nakokiyê, daxwaza dewleteke serbixwe, taybetiyeke din a modern e ji bo fikrên Koyî. Wekî ku tê zanîn Şoreşa Fransayê ne tenê îdealên azadî, wekhevî û biratiyê derxistibûn pêş, herwiha fikra netewetiyê, mafê welatî û mirovan, avakirina netewe-dewletekê jî teşwîq kiribû. Jixwe aliyekî modernîteyê jî bi awayekî xurt peydabûna fikra netewetiyê ye û herwiha di helbestê de rûdana vê temayê ye (Ghaderi, 2014: 43-50; Ergün, 2015: 17). Di nav ronakbîrên Kurd de bi awayekî girseyî geşedana vê fikrê, rastî serê sedsala 20an tê. Lê balkêş e ku Koyî derveyî vê resmê ye. Ew bi awayekî eşkere û di ber dengekî hêrsbûyî de ji her derdî re derman dewleteke serbixwe dixwaze ji bo Kurdan (2004: 85):

Binwarre sa’î û xîret êsta le dewlletî Rom
Xoyan xezînedar in, xoyan tebîb û sulltan

Her diwênê ehlî Sûdan hestane pê wek şêr
Êstêke musteqqîll in mahsûdî kullî edyan

Bulxar û Sirp û Yunan, hem Ermen û Qeretax
Her pêncyan be te’dad, nabin be qeddî Baban

Her êke musteqîll in kullêkî dewletêk in
Sahîbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan

Li vir rengê nasnameya Koyî eşkere û yekceleb e: Bi saya xîret û xebata ji bo serxwebûnê gelek milet (çi mezin, çi piçûk) tebîb û siltanê xwe ne, xwediyê her tiştî ne! Hal ew e ku nifşê Kurdan ê meşrûtiyetê (1908) xwediyê du nasnameyan e: Îslamperwer û Kurdperwer. Di qada siyasî de xerca vê Îslamîperweriyê jî Osmanîperwerî bû. Lewma di nivîsên rewşenbîrên Kurd ên vê serdemê de ax û waxeke berbiçav heye ji bo her têkçûna dewleta Osmanî û jidestçûna her bost xaka wê ya emperyal. Lê di nezera Koyî de Romî/Osmanî bêgane ne; zeîf bûne wekî benê mû, ew niha ketina dawiya xwe, sergêj bûne, ne wacîb e mirov pişta xwe bide wan.

Di nav karakterê pozîtîvîst ê modernîzasyonên der-ewropî de daxwazek jî nûkirina teknîkî ye. Ji bo vê çareya pêşîn vekirina dibistanên fennî be, ya duyem jî birêkirina xort û mîrzayên jîr bû ji bo Ewropayê da ku di warê siyasî, îdarî û leşkerî de bi ilmekî kêrhatî vegerin welatê xwe. Di Dîwana Koyî ya li ber dest de sê caran peyva “ceyş”, yanî artêş, derbas dibe. Di cara pêşîn de ceyş malê mazmûneke kevin e bo porê yarê: “Ceyşî hebeşî zullfî le gel xettî be şerr hat”. Lê di vê helbesta “Xakî Cizîr û Botan” de ceyş her du caran jî di wateya xwe ya rasteqîn de ye: “Kiwa ew demey ke Kurdan azad û serbexo bûn/Sulltanî mulk û millet sahîbî ceyş û îrfan”. “Her êke musteqîll in kullêkî dewletêk in/Sahîbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan” (2004: 84,85). Yanî artêş wek elametekî serxwebûn û quwetê tê dîtin ku esbabên wê jî top û tifeng û hawan[4] in. Ev, techîzatên artêşeke modern in. Lewma dikare bê gotin ku pêşketina fennî û Ewropî, di serê Koyî de jî kêm û zêde diyardeyeke leşkerî ye. Jixwe rengê leşkerî yê fennê, di beyteke din de sabît e: “Bo fennî herb û sen’et, bo zept û reptî mîllet…” Serdem, serdemeke wisa ye ku şûr û qelem şirîkê hev in, artêşeke bêyî çekên fennî qels e. Û Koyî vê artêşê ji bo diyardeyeke din a serdema xwe, ji bo musteqîliyê/serxwebûnê dixwaze.

Li cem Koyî serxwebûn ew çend dermanê hemû derdan e ku mewziyeke piçûk a serhildanekê hêjayî pesnê ye. Ji ber ku dema dibêje “Her diwênê ehlî Sûdan hestane pê wek şêr/Êstêke musteqqîll in mahsûdî kullî edyan” nîşan dide ka bi serxwebûnê re mirov çawa dibe xwediyê îmkanên berfireh. Û dîsa ev beyt cardin nîşan dide ka Koyî çiqas ji qewimînên dinyayê hayedar e. Ji ber ku ev beyt bi eşq silavek dide wê serhildana[5] ku bi pêşengiya Muhammed Ahmed Mehdî çêbû li dijî Îngilîzan û serkeftina wê ya emirkinê jî wekî musteqîliyê nîşan dide. Ev serhildan diyar e bi rêya hîdîviya Misrê jixwe Dewleta Osmanî eleqedar dikir û dihat di rojeva rewşenbîr û rayagiştî ya Osmaniyan de cih digirt. Lê balkêş e ku Koyî şûna ax û wax bike, pesnê gelê Sûdanê dide û wek nimûneyeke baş serhildana wê pêşkêşî Kurdan dike.

Ji van îzahan derdikeve ku bi hinek xezelan Koyî mijareke yekpare, zimanekî dûrî belaxetê, dengekî şexsî yê ku li gor çavdêrî û tecrûbeyan diaxive, hişekî ku ruhê serdemê û ni’metên serxwebûnê fêhm kiriye datîne ber me. Di edebiyata Kurdî de ji bo rûdana hemû wechên helbesteke modern wext divê, lê taybetiyên navborî vê fersendê dide ku em behsa welidîna wê bikin.

Bêguman di vê dewrê de helbest, wek cureyekî modern bi Ebdurrehîm Rehmî Hekarî (1890-1958) re gihiştiye îstîqrareke berdewam. Ev şexsiyetê ku di dewra duyem a jiyana xwe de ji Kurdan û Kurdî dûr ketiye û qelema xwe ji bo hukmên nimêj, rojî, paqijî, cenaze, helal û heram û hasilî mijarên ilmîhalî xebitandiye, di vê maweya Kurdperwer de ji aliyê dirûvî ve jî xwediyê taybetiyeke esrî ye. Mesela ji yên Koyî û Pîremêrd cihê, navekî helbestên E. Rehmî hene: “Nezanîn”, “Hewar”, “Yekbûn”, “Selaya Şevê”, “Bang”, “Xebat”, “Eşqa Welat”, “Nûr” hwd. Ku ev nav, meyla dewrê ya ku pêbendê îdealên fikriyateke ronakger in jî eşkere dikin. Ji ber ku naveroka helbestên E. Rehmî yên ku bi navê Gaziya Welat (1919) gihiştiye qewareya kitêbekê, gelek tîpîk in. Digel fezîletên dînî, di helbestên wî de temayên hezkirina welat, cehda ji bo xilasbûna cehaletê, banga hişyariyê, pêdiviya yekîtiyê, feqîrî û perîşaniya ji penaberiyê jî berbiçav in. Ji bo naverokeke wisa, normal e ku dengek hebe “şîret” li muxatabên xwe bike. Di kakilê helbesteke wisa de (1918-17: 16) dê edayeke dîdaktîk li dar be:

Ey cehl û nezanîn, tu yî dijmin, tu yî xaîn
Zulma te ye hêlan hemî bêsen’et û bêdîn

Qehra te ye wêran kirî ah… wetenê min
Kîna te ye bêlane kirî cîsm û tenê min

Serwet te ji me istandiye bê mal û dirav in
Em mayîne belangaz û feqîr, xanebelav in

Elbet gelek caran di ber şîretê de psîkolojiya teyaqqûzê jî serê xwe derdixe. Xwediyê deng, ji muxebatan bi awayekî lezgîn cehd û xebatê daxwaz dike ku pêdiviya “demê” bînin cih (1918-5: 14):

Ey milletê sahibnîfaq
Lazim ji bo te îttîfaq
Tesîs nekin em yek wîfaq
Mehwiyyet e bîl-îttîfaq
Aqilê xwe berhev kin hemî

Wext, zeman pir nazik e
Bêîttîfaqî tehlûk e
Xelqan hemî digel me rik e
Mehwiyeta me bê şik e
Aqilê xwe berhev kin hemî

Mirov dibêje qey ev helbest gotina “esreke wisa ye, tê de razana saetekê jî ji bo miletekî mirin e” (Bir Kürd, 1918-1: 6) îcra dike. Ji ber ku zeman teng e û ger Kurd ji xewa xefletê şiyar nebin, mehwbûn li ber derî ye. Paşmana ji esrê, dê zebûniyê jî bi xwe re bîne, zilm û tariyê li her derî belav bike: “Gelo rabin, zeman teng e/Xewa cehlê weha reng e (…) Xewa xeflet zebandin em/Ji vê esrê revandin em (…) Ji dinyayê tefandin em/Di bin zulmê civandin em” (1918-6: 19).

Welatevînî ango niştimanperwerî, êdî temayeke sereke ya vê helbestê ye. Ne tenê dubarebûna peyvên wek “welat” û “weten” nîşaneya vê yekê ne; helbestên wek “Eşqa Welat”, “Girya Welat”, “Loriya Welat”, “Kew”, “Bihuşt”, “Zozan”, “Deng”, “Loma Ji Bilbil”, “Weslet” rasterast vê temayê vediguhêzin. Portreya vê welatevîniyê ji halên jiyanê pêk tê. Ew welat çiqas di bin zehmetiyan de bike nalenal, çiqas li wê derê jar û penaberî serî ji aramiyê standibe, çiqas objeya bêrîkirin û nostaljiyê be, heta çiqas ciyê hemû xweşî û şadiyan be, di rojên teng û tarî de ewqas hêjayî canfedakirinê ye jî (1918-3: 15):

Dibêjin welat bo dijmin e
Ez bim qet mimkun e!
Xîret, hemiyet zamin e
Eşqa wî mêhvanê min e
Qurban j’ wî ra mêrgê min e
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlaka me pat.

Bi peydabûna fikra netewetiyê re niştimanperwerî jî wek temayeke sereke tev li helbestê bûye. Heta ev tema di helbestên kesên wekî Qazîzade Mistefa Şewqî, Lahûtî, Qazîzade Letîf, Dawer Ardelanî, Mihemed Mîhrî de ku ji her yekê çend helbest mane, berdewam e. Heta bi rêya nezmê eşkerekirina pêdiviya vê guherînê, bi vê beyta Qazîzade Letîf (1919-7: 18) navdar e: “Şairî Kurdan, meken behsî uzar û zulfî yar/Behsî behsêkî biken bo Kurd l’ eme w paş bête kar”. Li gor xwediyê vê beytê miletê Kurd ji ehlê Gurcistan û Ermenistanê pirtir e, malmezinên wan xwediyê qesr, sifre û ni’metan in, lê ji ber ku ne hakimê xwe ne, malê wan ji tirk û tetaran re dibe fêkî; erê tiştekî çak e ku ji wan leheng, şair û alimên mezin derketine, lêbelê ger îro Kurd ji xwe re meclîsekê, yekdestiyekê ava nekin, dê tarûmar bibin.

Mijara helbestê û wezîfeya nû ya şair êdî ew e ku “ji berê cudatir” behsa babeteke kolektîf bike. Wekî “Hemûman”a Dawer Ardelanî (1919-20: 18), divê Kurd dev ji min û tu berdin û bibin yek, jêrdestî ji bo wan zîllet e, ji bo çi dê êsîrê xelqê bin, eqwam bi emrê hezretî Wîlson xelas bûne, serbest û azad in. Helbesta ku ji bo ruhê piçûkên Kurdan hatibe nivîsîn jî (Lahûtî, 1919-23: 16) dê behsa “hubbî weten”, “esl û neseb”, “qîmeta xwendina tarîxê” bike… Her wekî “rica”ya Baban Abdulazîz qebûl bûbe, helbestê rûyê xwe ji babetên kevin badaye. Baban Abdulazîz ji edîban rica kiribû ku (1913-4: 14) dev ji pesnê mîr û wezîran, bedewiya hûrî û cariyeyan berdin, faydeyê bibêjin û qewmê xwe îqaz bikin ji bo metirsiyan; bi raya Baban Abdulazîz, dema huner ne ji bo xwe, ji bo faydeyê be, dikare tiştên qenc nîşanî insanên xwe bide; jixwe di serkeftinên Almanya, Îtalya, Yewnanistan, Sirbistan, Bulxaristan û Japonyayê de paya edîbên wisa hene ku bi vê wesfê edebiyatê îcra dikin.

Ev cure terkkirina belaxatê, normal e ku bi xwe re mirina bikerê lîrîk bîne û bibe destpêka siyasîbûna helbestê, heta helbesteke ku di heman mijarê de bi awayekî palempsest xwe dubare dike (Yekdeş&Erdem, 2014: 343). Wekî ku hat gotin, di vê maweyê de êdî niştimanperwerî temayeke sereke ya helbesta nû ya Kurdî ye, lêbelê heman tema ye ku rûdana aliyekî din ê vê helbestê dereng dixîne: Şexsîbûn! Bi rastî jî zehmet e mirov rastî dengekî şexsî bibe ku xwe qiset dike. Di şûna vê de, bêtir cînaveke kolektîf (em/me) heye ku li ser navê civakê xeber dide. Lê wekî ku hate ziman, daxwaza ji edebiyatê ku ji kêşeyên civakî ne dûr be jî bergeheke (riwangeh) nû ye. Ev daxwaz di heman demê de keşifkirina civakê, kêşeyên wê yên neteweyî ye. Dibe ku ev alî, bûbe guvaşek li ser rûdana kêşeyên takekesî. Lewra heta astekê peydabûna helwesteke nû, sebebê derengketina peydabûna taybetiyeke din e. Di helbestên Koyî, Pîremêrd, Ebdurrehîm Rehmî, Qazîzade Mistefa Şewqî û heta Şêx Nûrî Şêx Salih de kêmbûna dengekî tekane (singulier), heta dereceyekê bi rûdana vê temaya kolektîf re têkildar e.[6]

3.2. “Çîrok”a Fuad Temo

Ji aliyê edebiyata modern ve xaleke din a vê qonaxê, peydabûna çîroka nû ye. Di nav xebatên edebiyata Kurdî de qenaeteke giştî ye (Shakely,1998: 26; Ahmedzade, 2004: 190) ku Çîroka Fuad Temo (?-?), nimûneya yekem a vî cureyî be. Ev metna ku di jimara yekem û duyem a Rojî Kurd de çap bûye, wekî hin nimûneyên Meseley Wijdan û Le Xewmaya qonaxa Silêmaniyê nîvçe maye. Dîsa jî ev nimûne, di heman kovarê de ji nimûneya “Çîrokê Kurmanca” ya Kendo (1913-3: 31) û ji “Çîrok”a Babê Rewşo (1913-4: 31-32) cudatir, afirandineke şexsî û xwediyê bûyereke asayî ye. Temoyê ku kurê Tewfîq Begê mebûsê Wanê û aktîvîstekî Kurd ê komeleya Hêviyê bû, bi vê metnê dîmenek ji jiyana Şewêş, bavê wî, hezkirin û piştgiriya navbera gundiyan pêşkêş dike.

Ji çîrokê diyar dibe ku Şewêş kurekî deh salî ye, dêya xwe ya mirî nedîtiye, bavê wî şivanê gund e; feqîr in, di mala wan de tiştek tuneye; meteke wî ya pîr heye. Şewêş zarokekî qenc û bêdeng e, lewma hemû gundî jê hez dikin û rîspiyê gund xwedîtî lê dike, gelek caran dibe malê, xwarinê didê. Şewêş jî her êvar diçe ser rê, li hêviya bavê xwe dimîne, dema ku bav tê, baz dide diçe pêşiya wî, destê wî digire û maç dike. Dîsa êvarekê diçe pêşiya bavê xwe, lê bav dereng dimîne, tarî dikeve, Şewêş di nava tariyê de tenê dimîne, gazî bav dike, lê ji tu derê deng nayê, li ciyekî rûdinê û di nav tirsê de ji bo bavê xwe digirî. Lê piştî demekê ji aliyê tewlê de kerî û şivan xuya dikin, Şewêş dibaze pêşiya bavê xwe û bi girî jê dipirse ka çima dereng maye, qey ew nizane ku li malê kesekî wî tune. Ji bersiva şivan diyar dibe ku wê rojê pez têr nexwariye û ew jî hinek westî bûye. Lê ji girîna kurê xwe şivan jî diltenik dibe, digirî, kurê xwe himbêz dike û radimûse. Paşê pez dikin hewşê, berê xwe didin malê. Roja din dema şivan şiyar dibe, ferq dike ku gava rakirina pez bihuriye û ew jî nexweş e. Vê kêliyê rîspiyê gund (ku lehengê sêyem ê çîrokê ye, lê wekî şivan nivîskar navek nedaye wî jî) li derî dide ka heta vê demê çima pez ranekiriye. Rîspî dibîne ku şivan nexweş e û jê rica dike ku wê rojê yekî din di şûna wî de bişîne ber pez heta ku deriyekî hêviyê li rûyê wî jî vebe. Dema Şewêş ji nexweşî û nalîna bavê xwe diltarî dibe û digirî, rîspî dilê wî aş dike ku nexweşiya bavê wî ne giran e, piştî çend rojekê dê baş bibe û heta wê demê dê xulamê wî Rizqo here ber pez. Rîspî, Şewêş bi xwe re dibe malê, zikê wî têr dike, amanekî tije xwarin dike ku ji bo şivan bibe û çend şîretên qenc lê dike ku ji gotina bavê xwe dernekeve, dilê wî neşikîne (1913-1: 25-26;1913-2: 24-25).

Her çend di jimara duyem a Rojî Kurd de ji bo wê “dawî heye” hatibe gotin jî halê hazir di tu metnê de heta niha lêkoler rastî dewama wê nehatine, lewma aqubeta lehengan nediyar e. Lê ji terza wê diyar e ku dewama çîrokê hebûya dê bêyî rûdaneke nişkegav an girêkeka pevçûnî, çend halên din ên jiyana vê malbetê û gund pêşkêş bikira. Nebûna navê wê, nebûna navê her du lehengên sereke (şivan û rîspî), kêmiya hêmanên derûnî û teswîrên ku mekan muşexxes dikin, çend qelsî ne ji bo aliyên wê yên modern.[7]

3.3. Şanoya Yekem: Memê Alan

Nimûneya pêşîn a şanoya Kurdî jî di vê maweyê de peyda bûye. Memê Alana Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, wekî piyeseke du perdeyî di jimara 15 û 16ê Jînê de (1919-15: 24-28; 1919-16: 15-19) çap bûye. Mijara wê ev e: Ji bo parastina Qudsê Siltan Selaheddîn senceq vekiriye, mîrê Hekariyê tebaya xwe agahdar kiriye ku dê biçe arîkariya wî. Memoyê kurê Çavreşê jî biryar daye ku here vî şerî pîroz. Perdeya yekem vê biryara Memo, haletê ruhiyeya jina wî ya ku bûka hefteyekê ye û fikrên dêya Memo qiset dike. Perdeya duyem jî vegera Memo ji şer, sihêtîkirina sedaqata jinê û aqubeta trajîk a Memo qiset dike ku dêya wî ji vegera kur ne xeberdar e û ji ber doza namûsê bi şaşî lawê xwe yê li bal bûkê razayî dikuje.

Leheng, bi niyeta Ebdurrehîm Rehmî tije ne, lewma ne xwe, lê fikrên nivîskar îcra dikin. Mesela di perdeya yekem de dema Memo destûr ji dêya xwe dixwaze da ku biçe şer, dêya wî şûna ku bibêje neçe, ez bi serê te me û tu hêj zavayê hefteyekê yî, wiha dibêje: “Kurê min, di rêya dînê xwe û di rêya welatê xwe de eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal naket. Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê bêtin. Min tu ji bo rojekê weha xwedan kirî. Ku tu wî ciyî ji bo dîn û welatê xwe bigirî, navê kurdîtiyê, kurmancîtiyê îla bikî, min şîrê xwe helal kir.” (1919-15: 25). Ji aliyê dayikeke adetî ve ev gotinên ha elbet zorakî ne, leheng ewçend realîst nehatine xêzkirin. Xezala jina Memo jî ku di perdeya yekem de ji ber çûna mêrê xwe digirî û xemgîn e, di ya duyem de dema li cem Kurdan qedrê mêvanan tê rojevê, dikeve nav xîtabeke antropolojîk. Heta di metnê de anakroniyeke berçav heye dema ku Çavreş wekî dêyeke niştimanperwer diaxife. Lewra nivîskar ji bîr dike ku di salên parastina Qudsê de (1189) fikra kurdayetiyê, heta belkî peyva “welat” jî peyda nebûye. Bi ser de ji xeynî kurdayetiyê bi rêya cîhad û xezayê dîndarî, li cem Kurdan qedrê mêvanan û di dawî de jî hesasiyeta namûsê tev li vê metna piçûk bûye. Her çend nefesa metnê, di ber van temayên mezin de teng bibe jî nivîskar bi qerar e ku van mijaran parve bike û peyama xwe bigihîne me. Lewma hem di diyalog û hem jî monologên wan de, ev fezîlet (kurdayetî, dîndarî, qedrê mêvanan û namûs) dibin naveroka metnê. E. Rehmî Hekarî, şanoyê wek enstrûmanekê dibîne. Dixwaze bibêje ku Kurd her daîm amade ne herin cîhadê, ew niştimanperwer û mêvanperwer in û di doza namûsê de gelek hesas in. Li vir xwediyê metnê ji nivîskarekî zêdetir, wekî aktîvîstekî neteweyî tevdigere. Lê jixwe ne xerîb e ku li binê sernava metna Memê Alan di nav kevanê de ev hevok hebe: “Tiyatroya Kurdan fezîletê Kurdan noşî didit.”

3.4. Wergera Edebî

Her çend werger ne cureyekî edebî be jî di destpêka modernbûna edebiyatê de çalakiyeke taybet û girîng e. Ew temaseke rasterast e bi çand û edebiyatên din re. Werger, çalakiyeke taybet û girîng e, ji ber ku tesîrek li edebiyata heyî dike û îstiqametekê didê (Tanpınar, 1985: 287-288). Bo nimûne di dewra Tenzîmatê de wergerandina hin berhemên Ewropî, têrî kiriye ku edîb hêdî hêdî ji edebiyata Dîwanê dûr bikevin û berê xwe bidin pêvajoyeke afirînertir (Paker, 2003: 31). Bi qewlê Tanpınar (1985: 286) ev werger çiqas bê pusile, bê şiûr û keyfî bin jî bi demê re îqamekirina formên edebî yên nû hêsan kirine. Ev kar, wextê Komara Tirkiyê di salên 1940î de bi Tercüme Bürosu (Saziya Wergerê) re geştir bûye û hema bibêje ji bo hemû pratîkên modernîzasyonê du armancên karakterîstîk wergirtiye: “Ji bo memleket, anîna fikir û hessasiyetên alema medenî” û “dewlemendkirina zimanê tirkî” (Gürçağlar, 2003: 49-51).

Pêşî ji bo bidestxistina fikir û hesasiyetên esrî û dûre ji bo dewlemendkirina zimanê xwe, rola saziyên fermî yên wek Tercüme Odasıya Tirkan[8] û Merkez-î Terjome-î Saltanata Farisan[9] gelek e. Lêbelê ev sazî li cem Kurdan nînin ku li gor bernameyeke çandî ya dewletê bi rê ve biçin. Lewma dîsa di tunebûna îmkanên dewletê de wekî gelek baran, ev bar jî maye ser pişta hin edîb û ronakbîrên Kurd. Bi ser de ji bilî Tirkî nezanîna zimanekî biyanî û duzimanîbûna (Kurdî û Tirkî) ronakbîrên vê demê, fersend nedane ku asoya edebiyata Kurdî bi wergerên curbicur fireh bibe.

Lewma di vê maweyê de hin xebatên sade yên Xelîl Xeyalî (1865-1946) derdikevin pêş. Ev kesê ku di maweya Meşrûtiyeta Duyem de li hemû saziyên Kurdan xebitiye, di kovar û rojnameyên Kurdî de gotarên civakî nivîsiye û elîfbayek ji bo kurmancî amade kiriye, du wergerên edebî jî kiriye: “Hewar û Fîzar(a) Misilmanî” (Rojî Kurd, 1913-2: 32) û “Ey Şairê Şêrîn Zimanî Rûmî Tahiru’l Mewlewî” (Hetawî Kurd, 1914-10: 14-15). Ya pêşîn ji Mehmed Akîf Ersoy e, ya duyem jî ji Tahir Mevlevî ye. Ev, du wergerên serkeftî ne, ji ber ku bi giştî qaîdeyên rûxsarî û naverokî pêk anîne. Lêbelê di hilbijartina wan de ji hesasiyetên edebî bêtir, yên olî rolek lîstine. Ji ber ku mijara helbesta Ersoy nakokî û nîfaqên nav misilmanan e; ya duyem piştî şerê Balqanan ka çi hatiye serê misilmanên Rûmeliyê ji xwe re kiriye mijar.

Bêguman beriya Xelîl Xeyalî di Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi de (jimar 2, 3 û 6) tecrûbeyeke Haydarîzade Îbrahîm (Efendî)[10] heye ku wî gotareke Alphonse de Lamartine a derbarê Hezretî Pêxember de kiriye helbesteke dirêj. Lêbelê ev manzûme, bi Tirkî ye. Dîsa piştî Şerê Cîhanê di kovara Jînê de (jimar 6 û 12) em rastî tecrûbeya Suleymaniyelî Tewfîq (Pîremêrd) tên ku ji Nalî û Mihemed Axay Derbendfeqereyî helbest wergerandine, lêbelê zimanê van wergeran jî mixabin bi Tirkî ye, lewma ew nikarin bibin malê edebiyata Kurdî. Wekî ku hate gotin, ji bilî tirkî nezanîna zimanekî biyanî û duzimanîbûna ronakbîrên Kurd, pêkerên vê encamê ne. Bi rastî jî heta qonaxa Rewanê û piştre jî ya Şamê, em ê rastî wergerên edebî neyên.

  1. ENCAM

Edebiyata Kurdî ya modern, di serê sedsala bîstan de, bi giştî li bajarên derveyî Kurdistanê peyda bûye. Tunekirina otorîteyên herêmî; parçebûna duyem a Kurdistanê; di nav rêvebiriyên mandater de li Iraq û Sûriyeyê ji bo Kurdan çêbûna hin fersendan; di wextê şerê cîhanê yê Yekem de cîwarbûna hin eşîrên Kurd ên Êzidî li Qefqasyayê; di dema cuntayên leşkerî de koçberiya ber bi diyasporayê ve; bi geşbûna têkoşîna Kurdî re li Kurdistanê çêbûna hin reform û destkeftiyan hwd. çend sebebên vê rewşê ne. Lê sebeba sereke, tunekirina navendên Kurdî ne ku ew nebin cihê daxwazên siyasî. Bi vê niyetê Dewleta Osmanî bi polîtîkayên merkezî re statûya yurtluk-ocaklik a erdên Kurdan guhertiye. Di encama vê yekê de li Kurdistanê bajarekî ku bibe qibleya rêvebiriya Kurd û daxwazên wî yên edebî nemaye. Wek paytextekê, Stenbolê ev rol lîstiye. Ev cihê ku otorîteyên çeperî û reqîb tune kiriye, bi awayekî paradoksî ji bo heman unsûrên çeperî û reqîb bûye cihê çalakiyên edebî û daxwazên siyasî. Lewma di vê sedsalê de ji miletê Kurd gelek şexsiyet li Stenbolê berhev bûne û ew ji bo edebiyata Kurdî kirine mekanek. Di dawiya vê rewşê de jimara wan kêm jî be, ew xwediyê hin acemîtiyên destpêkê bin jî hin cureyên nû yên wek çîrok, şano, wergera edebî peyda bûne, fêhm û feraseteke nû hatiye helbestê. Ger di şûna Tirkî de Kurdî bihata tercîhkirin, dibe ku jimara çîrok û wergerên edebî yên vê periyodê zêdetir bûna. Lê dîsa jî bi hêsanî dikare bê gotin ku şexsiyetên wekî Hacî Qadirê Koyî, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Fuad Temo, Xelîl Xeyalî pêşengên edebî yên vê qonaxê ne.

  1. ÇAVKANÎ

Cevdet, A. (1913), “Ermeniler ve Kürdler”, İctihad, 14 Şubat 1326 (27 Şubat 1913), j. 54, İstanbul.

Cevdet, A. (1919), “Kürdçe Yeni Bir Eser”, Serbestî, 4 Mayıs 1919, j. 485, İstanbul.

Adak, A. (2015), Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, ç.3, İstanbul: Nûbihar.

Ahmedzade, H. (2003), Ulus ve Roman, fars ve kürt anlatısal söylemi üzerine bir çalışma, werger: Azad Zana Gündoğan, İstanbul: Pêrî Yayınları.

Baban, A. (1913), “Edebiyyâtımız ve Udebâmızdan Bir Ricâ”, Rojî Kurd 1913, (amd.) Koma Xebatên Kurdolojiyê, 2013, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 4, 13-14/212-213.

Rewşo, B. (1913), “Çîrok”, Rojî Kurd 1913, (amd.) Koma Xebatên Kurdolojiyê, 2013, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 4, 31-32/229-230.

Berman, M. (2003), Katı Olan Her Şey Buharlaşıyor, werger: Ümit Altuğ- Bülent Peker, ç. 6, İstanbul: İletişim.

Bir Kürd (1918), “Kürdler Uykuda Değil”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild I,1985, Uppsala: Weşanên Deng, 1, 6/188.

Casanova, P. (2010), Dünya Edebiyatı Cumhuriyeti, werger: Saadet Özen, Filiz Deniztekin, İstanbul: Varlık Yayınları.

Celil, C. (1992), 19. Yüzyıl Osmanlı İmparatorluğunda Kürtler, werger: Mehmet Demir, Ankara: Özge Yayınları.

Ardelanî, D. (1919), “Hamûman”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild V,1988, Uppsala: Weşanên Deng, 20, 18/908.

Doğan, C. (2011), “II. Mahmut Dönemi Osmanlı Merkezileşme Politikasının Doğu Vilayetlerinde Uygulanması”, Turkish Studies, 6/4, rr. 505-521.

Erdost, M. İ. (1989), Osmanlı İmparatorluğunda Mülkiyet İlişkileri, asya biçimi ve feodalizm, ç. 2, Ankara: Onur.

Ergün, Z. (2014), Bajar, Edebiyat û Cizîra Botan, İstanbul: Nûbihar.

Ergün, Z. (2015), “Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de”, Nûbihar Akademî, 4/1, rr.11-40.

Farabi (2001), El-Medinetü’l Fâzıla, werger: Nafiz Danışman, Ankara: MEB Yayınları.

Fischer, E. (1990), Sanatın Gerekliliği, werger: Cevat Çapan, ç. 6, Ankara: V Yayınları.

Temo, F. (1913), “Çîrok”, Rojî Kurd 1913, (amd.) Koma Xebatên Kurdolojiyê, 2013, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê,1, 25-26/121-122; 2, 24-25/155-156.

Gencer, F. (2010), Merkeziyetçi İdari Düzenlemeler Bağlamında Bedirhan Bey Olayı, teza doktorayê ya neçapkirî, Ankara: Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü.

Ghaderi, F. (2014), “Hacî Qadirê Koyî û Hilatina Neteweperweriya Kurdî”, wer. Fexriya Adsay, Zarema, jimar 2, rr.43-50.

Gürçağlar, Ş. T. (2003), “Tercüme Bürosu Nasıl Doğdu, Birinci Türk Neşriyat Kongresi ve Çeviri Planlaması”, dnd. Çeviri Seçkisi I: Çeviriyi Düşünenler, (amd.) Mehmet Rifat, İstanbul: Dünya Yayıncılık.

Koyî, H. Q. Dîwan, (amd.) Arif Zêrevan, (sererastkirina latînî) Newzad Hirorî, çapa dijîtal, Sweden: Nefel.

Haydarîzade, İ. (1918), “Bir Hasbıhal”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild I, 1985, Uppsala: Weşanên Deng, 1, 3-5/185-187.

Hekarî, E. R. (1919) “Memê Alan”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild III, 1986 û cild IV, 1987, Uppsala: Weşanên Deng, 15, 24-28/674-678;16, 15-19/725-729.

İbn Haldun (1988), Mukaddime, werger: Süleyman Uludağ, cild I; û İbn Haldun (1991), Mukaddime, werger: Süleyman Uludağ, cild II, ç. 2, İstanbul: Dergah Yayınları.

Karadeniz, Y. (2012), “İran’da Tercüme Faaliyetleri ve Tercüme Edilen İlk Kitaplar (1830-1904), Uluslararsı Sosyal Araştırmalar Dergisi, 21/5, rr.178-191.

Kendo (1913) “Çîrokê Kurmanca”, Rojî Kurd 1913, (amd.) Koma Xebatên Kurdolojiyê, 2013, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 3, 31/196.

Lahûtî (1919), “Le Ber Rohî Kurde Biçûkan”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild V,1988, Uppsala: Weşanên Deng, 23:16/976.

Minorsky, V. (2004), Kürtler-Kürdistan, werger: Kamuran Fıratlı, ç. 2, İstanbul: Doz.

Paker, S. (2003), “Tanzimat Döneminde Avrupa Edebiyatından Çeviriler”, dnd. Çeviri Seçkisi I: Çeviriyi Düşünenler, (amd.) Mehmet Rifat, İstanbul: Dünya Yayıncılık.

Shakely, F. (1998), Modern Öykü Sanatı, werger: Rohat Alakom, İstanbul: Avesta.

Qazî(zade), L. (1919), “Xezel”, Jîn Kovara Kurdî-Tirkî Kürdçe-Türkçe Dergi 1918-1919, (amd.) M. Emin Bozarslan, cild II,1985, Uppsala: Weşanên Deng, 7:18/380.

Tanpınar, A. H. (1985), 19uncu Asır Türk Edebiyatı Tarihi, ç. 6, İstanbul: Çağlayan Kitabevi.

Xeyalî, X. (1913) “Hewar û Fîzar Misilmanî”, Rojî Kurd 1913, (amd.) Koma Xebatên Kurdolojiyê, Stenbol: Weşanên Enstitûya Kurdî ya Stenbolê, 2, 32/163-164; Xelîl Xeyalî (1914), “Ey Şairê Şêrîn Ziman Rûmî Tahiru’l Mewlewî”, Hetawî Kurd, İstanbul, 10, 14-15.

Yekdeş, Ö. F. & Erdem, S. (2014), “Bölücü Bir Edebiyat mı Bölünmüş Bir Edebiyat mı?: Geç Osmanlı Dönemi Kürt Edebiyat(lar)ı”, dnd. Tanzimat ve Edebiyat Osmanlı İstanbul’unda Modern Edebi Kültür, (amd.) Mehmet Fatih Uslu – Fatih Altuğ, İstanbul:İş Bankası Yay, rr. 329-357.

Extended Abstract

There is a close relationship between literature and the town. This relationship has produced an individual who has built a wider rapport with the material and non-material layers of life, refined aesthetical and intellectual tastes and become open to new contacts in cities whichhave come to enjoy relative ease in the areas of security, public works and literacy with the advent of the modern times. In modern literature, which is mainly the occupation of an individual of such qualities, new genres have appeared and the old ones developed new themes. Modern Kurdish literature which came to being in Istanbul, that is, situated so far away from Kurdistan shares such a fate. This literature gained life in an environment containing foreign and different contacts and with new people. Having said that, Istanbul which served as the crib of modern Kurdish literature was later joined by other centers that came into existencedue to historical and social causes. Suleymaniye, Damascus, Baghdad, Yerevan, Mahabad, Stockholm and some other Kurdish towns and colonial capitals again developed into literary spaces because Kurdistan underwent a second dismantling in the First World War, Kurds found some period of opportunities during the mandate rule in Syria and Iraq, Ezidis who migrated to the Caucasus and the Kurds resident in the Soviet Union gained cultural rights there,they established a short-lived autonomy in the Iranian Kurdistan, some intellectuals became refugees due to military coups and they found opportunities to further literary work in the diaspora, and there were some political reforms that were realized after the Kurdish struggles gained social currency. The literary milieu and space which was formed by means of all these social and political factors, contributed to the tone and identity of modern Kurdish literature. This process has brought about a new space in which Kurdish literature made new contacts and also posed a historical threshold which limited and even fractured contact between these different spaces.

Nevertheless the most pronounced factor in all of these is the policy of centralization conducted by the Ottoman State in the twentieth century. Due to the success of this policy, the Kurdish aristocratic powerholders were eliminated, and because of this, urban development in Kurdistan was frustrated which otherwise would have resulted in a focus for intellectual, literary and political attractions and would have also posed as a political center. Instead of that, Istanbul became a substitute as a host of various attractions, and turned into a literary and political space for the exiled Kurdish aristocracy and the literate Kurds of all walks of life. This has turned Istanbul into a location where modern Kurdish literature was born and also new genres were raised. Despite their small number in current actuality, new genres such as drama, story, literary translations were born here, and a new poetry with its roots in the past also developed here.

The new genres first appeared during the Second Meşrutiyet (1908) by means of the Kurdish newspaper and periodical press but the old poetry first becomes visible in the gazals of the pioneer Hacî Qadirê Koyî. Because in these gazals, we see less of the rhetorics of the past, but more of the vernacular language, more of the experienced life rather than the things taken for granted, more of the usage of the contemporary thoughts, a desire to observe and protect the context, and paying respect to some extent to critical thinking, which is considered by someas a child of modernism.

When it comes to new structure, besides new content, the examples are to be drawn from Ebdurrehîm Rehmî Hekarî. His poems display modern tendencies in, for example, possessing titles, and a point of view. They are usually didactic product following the view of enlightenment. In these poems, with such themes as eliminating ignorance, waking up from a sleep of stupor to start working, sacrificing for the sake of one’s country and for people in distress, homesickness, being a refugee and poverty, the lyrical individual is weakened to a great extent, and it is replaced by the individual who speaks for the common good and possess a political and social voice. In fact, this state is very much like a price paid by Kurdish poetry that has assumed a new voice and became political. Because the personality of the poetic voice which is also a sign of modernity, was present in such poets as Qazîzade Mistefa Şewqî, Lahûtî, Qazîzade Letîf, Mihemed Mîhrî who had produced very little in poetry. However, the same social tone was borne by the text of the Memê Alan by E. Rehmî Hekarî which is considered to be the first Kurdish play. In this tragic story, Memo, who had got married only a week before, obeys the call to arms ofthe beg of Hakkari for the defense of Salahaddin Ayyubi at Jerusalem. The author takes drama and the theater as a space where certain virtues (martial glory, patriotism, hospitality and decency) are going to be taught.

Despite its certain blunders, the most personal product of this period is by Fuad Temo and his incomplete work. “Çîrok” which is the very first example of the modern Kurdish storytelling, focusses on the orphan Şewêş, his poor shepherd father, and the old well-to-do villager. This work which takes two days in the lives of these people, is a story of section and is interesting in its aspects, because in many nations the story is supposed to have the conventions of introduction, crux and resolution.

The literary translation oeuvre from this period is by Xelîl Xeyalî. In both of the two poems he had translated from Mehmet Akif (Ersoy) and Tahir Mevlevi (Olgun), due to their religious sensibility, Xeyalî remained mature in both structure and content. After these two examples, the literary translation would not be attested again until the stage of Yerevan and Damascus (the Hawar tradition).

____________________________

[1] Her çend temaya helbestê cehda peyameke niştimanperwer bike jî çi ecêb e îhtişama avadaniya bajêr û li ber vê îhtişamê haîm û heyraniya insan, mîna diyalogên sahne-teswîrekê dikeve nav xezeleke Hacî Qadirê Koyî jî. Şairê ku bi devê yekem xeber dide, dibêje li Romayê (Stenbol), kesekî haîm û heyran ket ber çavê min, min ji şêweya wî derxist ku Kurd e, çûm balê û min jê pirsî birader xelkê kîjan cihî yî, ji ku hatiyî? Ev kes giriya û got, Baban. Min got bavkê min, em hemû li vir bêkes in, heyf e, negirî wekî baran. Wî kesê got, ji ber xurbet û rûtiyê nîne efxan û hawara min, ji ber şan û şewketa tirkan û pestiya welatê min e ku niha seray û eywanên wê bûne hêlîna kundan (2004: 87).

[2] Ji bo tesîra sikak û bulwarên bajarên modern li ser nivîskarên wek Baudelaire, Balzac, Puşkin, Dostoyevski, Osip Mandelştam, Gogol, Çernişevski û berhemên wan du beşên kitêba Marshall Berman, “Baudelaire: Sokaklarda Modernizm” (r. 181-232) (Baudelaire: Li Sikakan Modernîzm) û “Petersburg: Azgelişmişliğin Modernizmi” (r.233-382) (Petersburg: Modernîzma Kêmpêşketî) gelek izahker e.

*** …temesükatları mucibince azl ve nasbı kabul eylemezler…hariçten kimseye verilü gelmemiştir… ahara verilmek hilaf-ı kanundur…(Erdost,1989:146).

[3]Selaheddîn û Nûredînê Kurdî/Ezîzanî Cizîr û Mûş û Wanî

Muhelhel, Erdeşêr û Deysemî Şêr/Qubad û Baz û mîrî Erdelanî

Emane pakyan Kurd in, nihayet/Le ber bêdefterî win bûn û fanî

Kitêb û defter û te’rîx û kaxez/Be Kurdî ger binûsraye zubanî

Mela û şêx û mîr û padîşaman/Heta mehşer dema naw û nîşanî (2004: 60)

[4]Ger top û tifeng ne amrazên ewçend nû bin jî hawan bi têra xwe nû ye. Ji ber ku hawan li gor topên giran û sabît, ji sala 1673an vir ve hatibû sivikkirin, di nav artêşê de bi hêsanî dihat veguheztin; ev çek di navbera 1861-1865an de, di şerê navxweyî yê Amerîkayê de ji aliyê her du artêşan ve bi awayekî aktîf hatibû emilandin. Yanî tam di wextê Koyî de hawan popûler bûbû.

[5]Di dawiya sedsala 19an de dema Sûdan kete bin hikmê Misira di destê Îngilîzan de, feqîrî, zilm, ticareta koleyan li dar bû. Sûdaniyên nerazî di 1881ê de, bi pêşengiya Muhammed Ahmed Mehdî serî hildan. Li gor vî kesî ku xwe xelîfe îlan kiribû, misliman di bin banê mezhep û terîqetan de zeîf ketibûn; lazim e kitêbên mela û faqîhên ku hestên misilmanan suîstîmal dikirin, bihatana şewitandin; çare ew bû ku misilman car din vegeriyana Qur’an û sunetê û jiyaneke sade bijîyana… Ev serhildan ji bo Misrê ji ewlehiya ticareta Nîlê re û ji bo Îngilîzan jî ji ewlehiya Behra Sor re metirsiyek bû. Lê artêşa Muhamed Ahmed Mehdî di 1881 û 1883an de çend caran zora yekîneyên Îngilîz û Misiriyan bir. Heta vê artêşê salek şûnde berê xwe da Hartûmê, piştî abluqeya salekê bajar bi dest xist û gelek serbazên Ewropî kuştin û dîl girtin. Lê Muhamed Ahmed di 1884an de ji tîfoyê mir, ji qumandarên wî Abdullah Îbn Muhamed wekî xelîfe kete şûnê û serhildan heta 1898an dewam kir. Belam artêşa Îngilîzan a ku ji top û tifengên modern hatibû pê, di 1898an de dawî li vê bizava mehdîrew anî û îqtidara Îngilîzan jî li Sûdanê heta sala 1956an li ser pêyan ma.

[6] Elem Çiçekleriya Kemal Fewzî (li gor jimara 16an a Jînê ew kitêbeke 95 rûpelî ya helbestan e) heye û wisa diyar e bi tirkî ye. Li gor katalogeke zanîngeha Princetonê (http://library.princeton.edu/find/all/Hizanizade%20Kemal%20Fevzi) ev kitêb di 1919/1335an de li Stenbolê, li matbaaya Necm-i Istiqbal çap bûye, lê halê hazir ew ne li ber destê me ye, lewma derbarê wê û Les Fleurs du Mala Charles Baudelaire de em nikarin qiyasekê bikin ka şexsîbûna ku wead dike çiqas werger e an çiqas îlham e.

[7]Ger “Bir Kürd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti”ya (Mijûliya Sibehê ya Dîlbereke Kurd) Ebdurrehîm Rehmî Hekarî (Jîn, 1919-4: 10-12) û “Bir Hikâye”ya (Çîrokek) Dersîmlî Hûznî (Jîn, 1919-11: 10-11) bi tirkî nebûna, dê wek nimûneyên din ên vî cureyî behsa wan jî bihata kirin.

[8]Li gor Ahmet Hamdi Tanpınar (1985: 142-143, 285), di dewra Tenzîmatê de Tercüme Odası, Encümen-i Dâniş û hin qelemên ku li ber serê van ava bûne (Mabeyn Kalemi, Tophane Kalemi, Gümrük Kalemi), ne tenê rê li ber paşa û edîbên nûhez ên wek Ali, Fuad, Saffet, Edhem Pertev, Ziya Paşa vekirine; di heman demê de bûne amadekarên îdealeke siyasî ya nû jî. Bi xêra wan, di nav xortan de hînbûna zimanên ecnebî zêde bûye, ku van ciwanan rojnameyên Frensî û nivîskarên sedsala 18an ji eslê wan dixwendin, li ser fikrên wan diketin nav guftûgoyên germ û axir di muhîtên xwe de jî bi jiyana xwe dibûn amîlê îrfana xerbê. Yên ku Sefîller, Télémaque, Topal Şeytan, Robinson Cruzoe, Monte Cristo, Atala, Paul ve Virginie wergerandine ji nav van derketine.

[9]Li gor Yılmaz Karadeniz (2012: 181-189) di dewra Qeçeran de li Îranê, bi avabûna Tercüme Odası re (1871), karê wergerê bi pêş ketiye. Wergêr, ji bo ku di warê meşrûtiyet û islehetê de gel sewq û îdare bikin, werger kirine karekî rojane. Wergêr bêyî ku lê binêrin ka metna li ber destê wan edebî, felsefî an dîrokî ye, ji aliyê civakî û çandî ve ew kirine amrazeke guherînê û pê ji bilî kitêbên dîrok, cografya, teknîk û huqûqê, yên edebî (çîrok, roman, tiyatro) jî wergerandine. Di vê dewrê de berhemên Alexsandre Dumas, Voltaire, Balzac, Fenelon, James Morie, René Lesage, Tolstoy, Turgenyev, Cervantes, Moliére, Shakespeare û ji erebî Be Hezari Yek Şeb tev li edebiyata Farisî bûne.

[10] Em ji nivîsa “Bir Hasbihal”ê (Jîn, 1918-1:3-5) derdixin ku xwediyê wê Haydarîzade Îbrahîm, Kurdek e.

Derbar Rêvebir

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply