Hevpeyvîna Asya Dawid Li Gel Zilkif Ergun

Piştî ”Diyalogên Bêedeb” îja min xwe li sohbetek pirr bi edeb rakişand; mêvanê min Zülküf Ergün e. Ew yek ji wan mamostê beşa zimanê kurdî ye, ku li zanîngeha Mêrdînê mamosteyekî qedir bilind û xebatkarê zimên e; herweha em karin bêjin ku bi gavên saxlem ber bi zîrweya (bandev) qariyera xwe de hildikişe.

A.D: MIN JI XWENDEKARAN PIRSÎ; ZÜLKÜF ERGÜN KÎ YE? GOTIN:
Em nikarin bêbextiya bikin. Mamosteyekî jêhatî ye û di ser xwe re ye. Lê tabî (helbet) ev nayê wê ma’neyê ku bejna egoya wî du bihostan ne di ser bejna wî re ye. Temam, di gotinê de dersê bi awayekî objektîf tîne zimên, lê carna fikrên xwe jî li ser me ferz dike. Bes henek li aliyekî, helbet ew xizmetkarê zimanê me ye û taca serê me ye:)
Yekî xebatkar e, dîndar e û pirr durist e…

A. D: BIRCÊ TE ÇI YE?
Z. E: Cotik.

A.D: RENGÊ KU TU JÊ HEZ DIKÎ Û ÇIMA TU JÊ HEZ DIKÎ?
Z.E: Rengekî diyarkirî tune, lê carna wisa harmoniya rengan çê dibe; mesela sipî û şîn li hevhatî, ne, rengê behrê û ewrê spî ye, ez ji van rengan hez dikim.

A.D: TU JI KÎJAN LÎSTIKÊ HEZ DIKÎ?
Z.E: Lîstika min a zaroktiyê fûtbol e.

A.D: TU JI KÎJAN CUREYÊ MUZÎKÊ HEZ DIKÎ?
Z.E: Ez ji popê hîç hez nakim, ji muzîka nerm hez dikim, di vê çarçovê de ji muzîka farisî hez dikim û kêfa min jê re tê, piçekî sofîstîke ye, lê nerm e. Di muzîkê de ji gotinan zêdetir ji muzîkê hez dikim, ya ku karîgerî li ser min çê dike deng e. Loma jî gava ez ji stranekê hez bikim hema lê guhdarî dikim. Wek nav jî ez ji muzîka Şehram Nazerî hez dikim.

A.D: TU JI KÎJAN XWARINÊ HEZ DIKÎ?
Z.E: Min berê ji dolman hez dikir, lê niha jê aciz bûme. Niha zêdetir ji kelepaçe û goştê biraştî yê li ser savarê hez dikim. Yanê tehma devê min tehmek kurdî ye.

A.D: TU ALÎGIRÊ KÎJAN TAXIMÎ YÎ?
Z.E: Çaxa biçûk bûm ez alîgirê Fenerbahçeyê bûm. (NIHA AMED SPOR E GELO?) Na, niha tu tîmekê naşopînim. Ez wek helwesteke polîtîk alîgiriya futbolê baş nabînim. Lê hîn jî kêfa min ji topê re tê…. :).

A.D: TU JI KÎJAN NIVÎSKARÎ HEZ DIKÎ?
Z.E: Ji kurdî kêfa min ji helbestên Goran re tê, E.Pêşew, Şêrko Bêkes, hin helbestên Rojên Bernas û Arjen Arî.
Di romanê de kêfa min ji romanên Hesenê Metê û Jan Dost re tê, ji Başûr jî Bextiyar Elî.

A.D: TU JI KÎJAN NIVÎSKARAN HEZ NAKÎ?
Z.E: Hin kes hene em nav nedin baştir e.

A.D: TU NIVÎSKARÊN JIN ÇAWA DIBÎNÎ?
Z.E: Gulîzer, Kejal Ehmed û Fatma Savci helbestvanên baş in. Di warê romanê de mixabin ez rastî nivîskareke serkeftî nehatime.

A.D: TU BI HEVOKEKÊ XWE BIDÎ NASÎN EW HEVOK ÇI YE?
Z.E: Ez ji bo paşerojê (dahatû) dijîm. Ev baş e, xirab e, nizanim, lê li gor min jiyana baş dê sibe be. Ev gelek car ne baş e jî, ez nikarim îro bijîm, lê herhal bi kurdbûnê re eleqedar e, ku rojên baş wê hîn bên, çi zanim.

A.D: MIROVÊN KU DI JIYANA TE DE NE HERÎ ZÊDE TU QÎMETÊ DIDÎ KÊ?
Z.E: Wele çaxa nû aşiq bûm min pirr zêde qîmet dida hevala xwe, bila denge min neçiyê lê bi demê re ew germahî jî diedile. Demekê kesên polîtîk bûn. Lê niha tu kes tune. Bi dîtina min mirov mirov in divê mirov zêde rû nede mirovan.

A.D: KÊLIYA TE YA BI KÊF Û YA XERAB?
Z.E: Li gor niha gava ez ber bi qedandina gotarekê ve têm gelek kêfa min tê, wek yek ji jor ve kîsek zêr ji min re biavêje. Lê gava dem kurt be û ez xwe mecbûrê nivîsînê bibînim, wê çaxê ez diçirrim; ew kêlî jî bo min zehmet in.

A.D: TU XWE DIŞIBÎNÎ KÊ? AN YÊN DERDORA TE TE DIŞIBÎNIN KÊ?
Z.E: Bi xwedê pirr baweriya min bi derûdor nayê, mirov nizane bê çend ji dil in. Lê ez xwe naşibînim tu kesî.

A.D: TU HEYWANAN XWEDÎ DIKÎ?
Z.E: Na, xwedî nakim. Lê bavê min karê heywanan dikir, loma jî ji berxik û karikan pirr hez dikim. Lê ji pisîk û kûçikan nefret dikim. Dijminatiya min a pisîkan ji ber diya min e, dev mevên xwe dixistin xwarinê û teşta nan. Ya kûçikan jî ez dibêjim belkî ji mezhebê me tê (Şafîtî) ku dijminatiya wan xistiye zikê me. Helbet tirsa êrîşên wan jî ez ji bîr nakim.

A.D: TU KÎJAN KOVARÊ DIŞOPÎNÎ Û BI YA TE KÎJAN SERKEFTÎ YE?
Z.E: Alternatîf pirr zêde nînin. Di dema xwe de min NÛBIHAR û Wyê dişopand. Piştî min berê xwe da akademiye, ez zêde kovarên populer naşopînim. Niha zêdetir kovarên akademik bala min dikişînin. Mixabin em hîn negihîştine wê astê ku kovarên ji her alî de têr û tijî çap bikin.

A.D: TU TELEVIZYONÊ TEMAŞE DIKÎ? JI KÎJAN BERNAMÊ HEZ DIKÎ Û DI SER TE RE NARE?
Z.E: Ez bernameyên siyasî dişopînim. Carna jî di bin tesîra hevala xwe de dimînim û li rêzefilîman jî temaşe dikim. (FAVORIYA TE, MAMOSTE?) Na yaw ez nebêjim, (muhteşem yüzyıl). :)!!!

A.D: TU APOCÎ YÎ, BERZANÎCÎ?
Z.E: Ez ne Apocî me. Sempatiya min ji Barzanî re heye, lê baweriya min bi rêveberiya malbatî nîne. Ji ber ku Barzanî xwedî gotareke kurdewar e ez jê hez dikim. Ez bawer dikim pêwistiya kurdan bi gotareke neteweyî heye. Belkî nostaljiyeke dîrokî be lê bêhna esaleta serdemên berê ji Barzanî tê. Lê wek rêvebirî divê xwe reforme bikin.

A.D: TU JI KÎJAN TÎPAN QICIXÊ DIGRÎ?
Z.E: Ew kesên ku tiştekî nizanin û xwe di ber her tiştî de radikin, qet tehemula min ji wan re tune. Lê ji wan qurreyan hez dikim ku bi rastî bikarin heqê wê bidin. Bêguman eger dilnizmî û hêjatî bi hev re bin baştir e û ne ez, herkes ji mirovên weha hez dike.

A.D: QOLEKSIYONA TE HEYE?
Z.E: Niha tune. Ez gava biçûk bûm xarên min hebûn, min di goreyan de vedişart.

A.D: HOBIYÊN TE ÇI NE?
Z.E: Bi xwedê divê ez bifikirim :). Dixwazim li cîhanê bigerim, lê heta niha bi destê min neketiye..

A.D: YÊ KU DIXWÎNE PIRR ZANA YE YAN YÊ KU DIGERE?
Z.E: Yê ku dixwîne û digere zanatir e.

A.D: TE DIXWEST ÇI KARÎ BIKÎ?
Z.E: Ez wexta di lîsê de bûm, heywanên me hebûn û min dixwest ku ez bibim beytar. Lê piştî demekê min dest bi xwendina Mesnewiya Mewlana kir, min xwest bibim mamoste û ez bûm jî. Ji bilî mamostetiyê nizanim, dema min dev ji vî karî berda ez dê biryarekê bidim.

A.D: TU DIXWAZÎ ÇI BIJÎ, AN ÇAWA BIJÎ?
Z.E: Min qet negotiye ez pirr dewlemend bibim. Ez jiyaneke weset dixwazim û bi qenaeta min ez gihîştime armanca xwe.

A.D: POŞMANIYEK TE HEYE?
Z.E: Şexsî nîne, lê xwezî min di mektebên baştir de bixwenda û ez hînî çend zimanên biyanî bibûma. Ez li Licê mezin bûm, di nav şerr de mezin bûm û ev halê min ê niha mucîze ye, li gor wan mercan divê ez niha ne li vir bûma.

A.D: TAYBETIYEK TE KU KES PÊ NIZANE?
Z.E: Ez ji derve de pirr sert xuya dikim. Jixwe ev di genetîka xelkê Licê de heye, lê di miameleyê de ne wiha me, dilê min nerm e. Carna muzîkek û awireke melûl jî dikare min hestiyar bike.

A.D: TE TOBE KIRIYE, TE KIRIBE BO ÇI TE KIRIYE?
Z.E: Min kiriye helbet. Jiyan bê tobe nabe. Gava mamoste bûm ez carekê mecbûr mam û min li xwendekarê xwe xist. Lê piştre ez poşman bûm û min tobe kir. Ez dilê însanan dihêlim carna, lê poşman dibim, lê axir ez pirr li ser toba xwe nasekinim 🙂

A.D: SALA ÇÛ DI ‘EYDA QURBANÊ DE TE ÇI SERJÊKIR?
Z.E: Tu tiştek.

A.D: TU JI ÇI ACIZ DIBÎ? TU ÇI DIKÎ BO TU BI SER KEVÎ? BI SER NEKEVÎ ÇI DIBE?
Z.E: Ez ji bêbextiyê aciz im. Ji derewan aciz dibim. Yên ku helwestên wan zû diguherin ez ji wan aciz dibim. Dema ez rastî neheqiyekê bêm û bê sedem bêm rexnekirin dîsa ez aciz dibim.

A.D: FIRSETEK TÊKEVE DESTÊ TE KU TU DI JIYANA XWE DE TIŞTEKÎ BIGUHERÎNÎ WÊ ÇI BE?
Z.E: Ez ê bêhna xwe piçekî firehtir bikim. Ez ji bêhntengiya xwe aciz im.

A.D: DI KURDÎ DE KÊMASIYA KÎJAN CUREYÊ BERHEMAN HEYE, TU WEK AKEDEMÎSYENEKÎ BINIRXÎNÎ?
Z.E: Gelek helbest, çîrok û roman hatine nivîsîn. Şano belkî kêmtir be. Lê helbet niha pêdivî bi teoriyê heye da ku kûrahiyekê bixe nav ronakbîriya kurdî û di rexneyê de kêmasî pirr zêde ye.

A.D: DI NIVÎS AN AXAFTINÊ DE PEYVÊN ARGO ZÊDE BÛNE. TU BI KAR TÎNÎ AN?
Z.E: Di tirkî de bi kar naynim, lê di kurdî de ez rehettir bi kar tînim.

A.D: NAVBERA TE Û SÎNEMAYÊ ÇAWA YE?
Z.E: Ez temaşe dikim, ez ji filîmên dîrokî û romantîk hez dikim. Yên fantastîk bala min nakişînin. Carinan hin filîmên psîkolojîk jî bala min dikişînin.

A.D: EGER TU FILÎMEKÎ BIKŞÎNÎ WÊ TEMA ÇI BE?
Z.E: Ez dê hewl bidim di navbera sê deman de têkiliyekê saz bikim. Di kurtedemekê de puxtkirina borî niha û paşerojê. Ez bawer dikim eger mumkîn bûya mirov di kêliyekê de van her sê deman jî zeft bikira wê demê deme dê nêrîna mirov li ser diyardeyan bi tevahî biguheriya.

A.D: TIŞTÊ KU TU DIBÊ QET’IYEN EZ NAKIM? TE KIRIBE SEBEBA GUHERÎNA FIKRA TE ÇI YE?
Z.E: Ji ber hezkirin û tirsê, tiştên qet’î tên guhertin.

A.D: TU NIHA DIXWAZÎ LI KU BÎ?
Z.E: Ji deryayê pirr hez dikim. Ku pala min li daristanek gurr be û berê min li deryayeke şîn be, dê temenê min dirêjtir be. Lê mixabin li welat kêm cihên weha hene.

A.D: ÇILGINLIKA KU TE DI JIYANA XWE DE KIRIYE ÇI YE?
Z.E: Qet nayê bîra min, ji ber ku min nekiriye. Lewra ji biçûktiyê ve derûdora min digotin tu baqil î û ev tişt ne hêjayî te ne û nizanim çi… pêşî li “çilginlikan” girtin.

A.D: YEKKIRINA ELFABEYÊN KURDÎ BIRYAREKE DI CÎ DE YE GELO?
Z.E: Helbet yekkirina elfabeyê û danîna ferhengeke neteweyî pêngaveke pêwîst e û dê ji bo paşeroja zimanê kurdî tiştekî baş be.

A.D: REWŞA SIYASÎ ÇAWA YE?
Z.E: Tu têkiliyeke min a organîk bi rêxistineke siyasî re tuneye. Ez jî wek kurdekî dilşewat rûdanan dişopînim. Bi dîtina min derfeteke gelek baş li pêşiya me ye. Eger em bikarin jê sûd wergirin.

A.D: FIRSETEK TÊKEVE DESTÊ TE TU YÊ KURDISTANEK ÇAWA AVA BIKE?
Z.E: Ji ber nebûna welatekî û biçûkdîtina me ez bawer dikim hemû kurd xwe wek mirovên nîvco dibînin. Ji aliyê polîtîk ve em negihîştine asta mirovbûnê loma jî em li pey mirovbûna xwe ketine.

A.D: NAVBERA TE Û MEDYAYA CIVAKÎ?
Z.E: Tuneye. Tenê facebooka min heye, ew jî ez zêde ne aktîf im.

A.D: TU JI XWENDEKARÊN XWE MEMNÛN Î? AYQIRI TÎP DI NAV WAN DE HENE?
Z.E: Bi giştî ez ne memnûn im. Pirranî, dersê wek bar dibînin. Ez ji yê ku dixwîne û dipirse hez dikim; lewra ez jî ji wan hîn dibim gava dipirsin, lê xwendekarên min qe napirsin û ders wek xutbê derbas dibin. Lê qîmeta mamosteyê xwe pirr digrin, ji wî alî ve ez nikarim heqê wan bixwim.

A.D: ÇIMA JI TE DITIRSIN?
Z.E: Nizanim, lê weha dibêjin, halweha min tiştek bi yekî jî nekiriye.

A.D: LI GOR AGAHIYÊN DAWÎ, DIBÊJIN KU EW ME DERBAS NEKE EM Ê LAWÊ WÎ MÎRO BIREVÎNIN?
Z.E: Bi kêfa xwe ne, dê zirareke mezin bikin, ji ber ku pir digirî û dê wan ji hiş û guhan bike.

A.D: TU BI HEZKIRIN ZEWICÎ AN LI GOR ŞUXLÊ BAV Û KALAN?
Z.E: Na na, bi hezkirin. Di lîseyê de ez bûm evîndarê xanima xwe. Piştre têkiliya me xirab bû. Piştî demekê malbata min got êdî bes e, divê tu bizewicî. Keçikên nîşanî min didan nediketin serê min. Ez diçûm dihatim tim ew di hişê min de bû. Ez zû germ nabim, lê gava germ dibim jî zû bi zû sar nabim, şansê wê ji ber vê yekê bû. Piştre em li hev hatin û em zewicîn.

A.D: HERÎ ZÊDE TU KARÎ ÇI BIKÎ BO WÊ?
Z.E: Oooo, min gelek tiş kirine. Helbet ev tişt carna bi zorê jî dibin:).

A.D: KÎ SERDEST E?
Z.E: Em di ber hev de didin 🙂

A.D: ZEWAC ASTENG E?
Z.E: Tebî’eta jin û mêran ji hev cuda ye. Helbet gerek mirov lingên xwe bi fesal biavêje. Gava zarok çê dibe tiştekî acayîb e, ya sitar. Loma jî kesên ku dil dikin bizewicin bila careke din bifikirin, jixwe yên ku zarokan dixwazin bila du caran bifikirin.

A.D: TU POŞMAN Î?
Z.E: Bi Xwedê gava ez bi hezkirin lê dinêrim, na. Lê çaxa ez dixwazim bixebitim, barekî giran e.

A.D: NIHA LI BA TE BE TU YÊ ÇI BÊJÎ JÊ RE?
Z.E: Ez dê bêjim ”Gulê, min aciz meke” :).

A.D: TE ÇI JI XWE FAM KIR HETA VÎ ‘IMRÎ?
Z.E: Jiyan kêliyek e. Ez 36 salan jiyame, tenê kêliyek e, yên din xewn in.

Ev hevpeyvîn ji Malpera Ria Taza hetiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply