Nivîsa li ser pirtûka “Gogerçîna Perbiçîn a Mehmet Oncu”

Gogerçîna Perbiçîn A Mehmet Oncu

 

I-Berf

We tu caran bihîstiyê ku berfê bi denga xwe yî ziravik û tenik, spî û spehî sitran gotiye. Lê di Gogerçîna Perbiçîn de berf sitranê xwe distrê, yên guhberfîn, denga sitranê berfê dibihîzin.

 

Beşa I.

Di bin berfekê bêserûber de Stiya S ji hevalên xwe vediqete û riya xwe şaş dike. Stiya S, raste guran tê û gurekî dikuje û di riya xwe de dimeşe. Çîroka “Mihemed Heravî”  tam di cîh de hatiye vegotin, bi rewşa Stiya S re hatiye kêlijandin. Ev beş bi şapeyekê dawî dibe. Tabî, êv şape dibe destpêka bûyerekê din.

 

II-Dara Kizwanê

We tu caran ditîye ku dara kizwanê heyat ji desta mirinê filitandiye. Min dît ku Stiya S rûyê xwe bitûmî ber bi mirinê ve kiribû, lê dara kizwanê gotibû, raweste Stiya S, diçî ku derê! Dara kizwanê paçikên mirinê bi guliyên xwe ve girêdabû.

 

Beşa II.

Bi şape re Stiya S li ser berfê diqulîbe û li dara kizwanê dibe mêvan. Yanî êv dar jiyana Stiya S difilitîne. Piştre Stiya S behsa jiyana xwe dike: Çawa û çima tevlî refên gerîlayan bû? Roj û şevekê (36 saet)  li ser dara kizwanê dibihûrîne Stiya S. Piştre derbasa şikeftê dibe. Çîrokên Mihemedşah û “bazirganê dewlemend û bilbilê wî” çêjekê cûda didin vê beşe.

 

III-Şikeft

We tu caran ditîyê ku şikefta derveyî têkeve hundirê însanekî û ev însan şikefta di hundirê xwe de kifş dike. Min dît û şaş û metel bûm. Çimkî dawîyê şikeftên hundirîn tune bû. Yek diçû, didu dihatin; didû diçûn deh dihatin… Min fehm kiribû ku însan tenê xwe di şikeftên hundirîn de dibîne û kişf dike.

 

Beşa III.

Stiya S şikeftê dinase, lê digere, jiyana xwe ya di şikeftê de radike û datîne. Çimkî dizane ku dê heta zemakî jiyana xwe li vê şikeftê biborîne. Piştre kevokekê spî li dafika dagirtî dikeve. Êv bêş bi kifşkirina sê tiştan dawî dibe: Masî, bişkul û dehlîz.

 

IV-Rojnivîsk

We tu caran rojnivîskên ku hemû sir û razên însanekî tê de tên vêşartin, xwendine. Min xwendin û ez lal bûm. Stiya S hemû êş û azarên xwe, xewn û xeyalên xwe radestî rojnivîska xwe dikir, piştre pişta xwe dida axa sar û reş. Tê de dinivîsand: Rojnivîska min, ez ê rojekê herim an bimirin, qet ferq nake; bes tu şûna min bigire.

 

Beşa IV.

Bi xatireyên xwe yên berê, bi rêwîtîyên rojanê yên şikeftê em-xwîner teşe û dirûvê Stiya S hîn baş dibînin. Piştre bi xatireyên dapîra xwe ve Stiya S riya xwe dibîne. Di dawîya vê beşê de gundek ji Stiya S re xuya dibe.

 

V-Baran

Hûn tu caran bi baranê re axivîn. Di her demsalê de baranekê min heye. Di her demsalê de baranê min bi zimanekî din diaxîve. Ez, Stiya S, ya dimeşim yan jî dirawestim. Ez rêwitîya xwe ya jiyan û mirinê gorê baranê eyar dikim. Dizanim hukmê baranê li ser min heye. Dizanim heqê baranê li ser min heye. Mecbûr im ku gora baranê bimeşim û rêwîtiya xwe bidomînim.

 

Beşa V.

Stiya S diçe gund, li malekê nas dibe mêvan. Di vê beşê de karekterên nû, bi çîroka xwe ve der dikevin pêrgî me: Lezgîn, Berfîn, Rojîn, Gulçîn, Salîha, Mam Evdilsemed. Di dawîya beşê de Stiya S digehîşe hevalên xwe.

 

VI-Pere

Pereyên qirêj dibarin di ser welata min a belengaz de. Li her derê pereyên qirêj hene. Pereyên qirêj dibin sedema têkçûna jiyanan. Pêlê pereyên qirêj dikin çar heval. Li çaralîya welata min çar çira vêdixin çar hevalên min. Eşkere bû: Agirê çar çirayan dê hemû pereyên qirêj bişewitandina.

 

Beşa VI.

Em hevalên Stiya S nas dikin: Guhderz, Kerro. Kej. Refa ku Stiya S tê de dixwazin sercerdewanê pîr ciza bikin, bikujin. Wî dikujin jî. Piştre bi pêşniyara Kerro, her kes sedema xwe ya tevlî refên gerîla vedibêje. Her çar heval serpêhatiyên xwe vedibêjin.

       

VII-Dil

Evînek tê, dest û lingên min digire, nikarim bilivim, bi dest û lingên girêdayî ber bi qedera xwe dixûşim. Evînek dîrokeke, evînek birîneke, evînek hişyariyeke. Xencî dilê min di rûyê evînê de diavêje, bi destpêkeka nû.

 

Beşa VII.

Dûndarê Tirk ku di pêvçûnekê de Stiya S û hevalên wê jiyana wî bexişandibûn wî, bi tesîra evînekê bênav û bêziman tê Amedê û li Amedê di alîyekî de îş û karên xwe dike, di alîyê din de Kurdî hîn dibe, kurdewarîyê dinase. Xwîner pê digihîşe ku Dûndar aşiqê Stiya S bûye, ketiya li ber bahozê eşqê.

 

VIII-Kemend            

Neyarên min kemendekî reş û tarî, stûr û sar, har û qalind li nava min girêdan. Min dawîya riya xwe didît: Îşkence, zindan û mirin. Lê kemend tiştekî din digot, tiştekî dişibe êşa evînê, tiştekî dişibe sira şevê, tiştekî dişibe çerxa felekê. Diçûm bi kemenda nava xwe ve. Li ba kemendê nava min, evîn û mirin wek hev bû, lê dîsa kemend dest bi çîrokekê din dikir.

 

Beşa VIII.

Di vê beşê de du mijar hene: Yek, em malbata Stiya S, bi rabirdû û kelepora xwe ve, bi çîrok û serpêhatiyên xwe ve, bi ferd û endamên xwe ve dinasin. Didu, di çalakiyê de Stiya S, bi saxî tê girtin, desteserkirin.

 

IX-Hesti

Hîn haya min ji qedera min tune bû, lê giyana min di navbera îşkencexane û seferatxaneyê de asê mabû. Ez bi hestiyê lingê xwe ya şikestî, di navbera herdu xenayan de diçûm û dihatim. Tim bedena min li îşkencexane û giyana min li seferatxaneyê dima. Mayîn û rêv! Bi êşa hestiya lingê xwe ya şikestî dijîyam.

 

Beşa IX.

Di vê beşê de mijarek tenê heye, ev jî îşkenceyên li Stiya S tên kirinin. Îşkenceyên cûr bi cûr li Stiya S tên kirin, lê dîsa jî Stiya S nabe îtrafkar. Yanî Stiya S daxwaze dewletê neperijîne û riya mirinê hildibijerê, lê jiyan bi surprîzên xwe ve dibe jiyan, jiyan bi surprîzan xwe ve jiyane. Çimkî Stiya S hemwelatiya Almanyayê, (bi riya heval û malbatê wê) seferatxaneya Almanyayê rewşa tendiristiya Stiya S dipirse.

 

X-Şikev

Di şikeva Diyojên de me, hemû bîr û zindanên ûmrê min, bi min re ne. Di şikeva Diyojên de birînên xwe ya ruhî tedawî dikim, şoreşgeriya xwe dikemilînim, xewn û xeyalên xwe qewî dikim, rê û rêbazên xwe tekûz dikim. Şikeva Diyojên di hundirê min de ye, bîrên azadiya min li der in, zindanên wan li wir in. Ez Gogerçîna Perbiçîn a dapîra xwe me, bawer dikim ku ez ê ji şikeva Diyojên derkevim, hemû bîr û zindanan li dû xwe bihêlim.

 

Beşa X.

Stiya S li zindan Amedê ye û ew xwe di giyanê Gogerçîna Perbiçîn de dibîne, dest bi rêwîtiya xwe ya xeyalî dike. Di vê rêwîtiyê de rawestgehên wê (Stiya S-Kevoka Perbiçîn): Dara Tûyê, Nebî Ûzêr, Lavê Zîvar û Ava Zelal.

          

XI-Kitêb

Ez bê nan dikarim bijîm lê bê kitêb nikarim bijîm. Çimkî kitêb azadiya min e, kitêb xweseriya min e, kitêb yekane dostê min a sadiq e, kitêb pencereya di alîyê din de vedibe ye. Bi kitêban çavên min ên derûnî vebûbûn, dixwazim dîsa bi kitêban re çavên xwe li ser dinê bigirim.

 

Beşa XI.

Di vê beşê de mijarek tenê heye. Ev jî di zindana Amedê de nivîngeha Stiya S tê de dimîne ye. Vebêjer ewil atmosfera nivîngehê bi me dide nasîn ku nivîngeh, nivîngehekê siyasî ye, piştre bi nav û çîrokên xwe ve hevalên Stiya S yên nû bi me dide nas kirin.  Navê wan: Sosin, Gulbîn, Beybûn, Perîxan, Esmer, Rojbîn.

 

XII-Name

Tu nameya min a nehatî nivîsin î. Tu nameya min a dawî yî. Tu nameya min a bi mohrekê biziman û bêzeman hati mohrkirin î. Ne ez dikarim te binivîsînim ne jî tu dikarî min bixwînî. Nivîsandin guneha min e, xwendin sûca te ye. Nivîsandin jiyana min e, xwendin mirinê te ye. Nivîsandin mayîna min e, xwendin çûyina te ye. Ez nikarim xwe bigirim. Bi her nameyê re parçeyekî dilê xwe ji te re dişinim. Parçeya paşî, destpêka jiyanekê din e, destpêka mirinekê din e, destpêka evîna min a pak û paqîj e.

 

Beşa XII.

Bi hewldanên osta Qedrî, têkilî bi midûrê zindanê re tên danîn. Yekane armanca Dûndar ditîna Stiya S ye. Bi bertîlan midûrê zindanê hevditîna Dûndar û Stiya S diperijîne. Herdu aşiqên bêîmkan û bêziman, hevdu dibînim, qirar didin ku ji vê şûnde bi riya nameyan têkiliyên xwe bidomînin.

 

XIII-Karton

Li ser kartonan her tiştî dinivîsînim lê dîsa jî girêkên di dilê min de venebin. Berevajî wê,  her ku tiştekî ji rojên berê dinivîsînim girêkekê din li dilê min zêde dibe. Heke ku risma çiyayekî li kartonê xez dikim, girêkekê berz li dilê min zêde dibe. Heke ku risma behrekê li kartonê xez dikim, girêkekê şîntarî li dilê min zêde dibe.

 

Beşa XIII.

Di vê beşê de em bi piralî nivîngeha Stiya S û hevalên we dinasin. Nasîn bi nîqaşên di derheqa Kurdî û Tirkî de destpê dike, piştre bi hewldanên çandî û zimanî didome.

 

XIV-Balîv

Di bin balîva min de her tişt heye. Di bin balîva min de hêsirên min ên nepenî, milên min ên benda derî, şevên min ên zindanî, xewnên min ên kurdewarî, xeyalên min ên evînî, hevokên min ên kêmnetewî, şibakên min ên virnî, sitranên min ên rûnûxamtî, awazên min ên mişextî hene. Di bin balîfa min de jiyan û mirina min, gor û goristanên min, ketin û rabûnên min, serkeftîn û têkçûnên min, çûyîn û mayînên min wek hev in. Di bin balîfa min de dilê min bi nameyên şewitî hatiye rapêçandin.

 

Beşa XIV.

Di vê beşê de ji Stiya S re du name tên, yek ji bavê we ye, yê din jî ji Dûndar beg e. Piştre Stiya S bersiva Dûndar beg dide, ew jî nameyekê ji Dûndar beg re dinivîsîne. Em xwîner di navbera sînoran de agirê evînekê derasayî hest dikin.

 

XV-Titûna Cêlikan

Ez her dem titûna Cêlikan dikêşînim, li ber dîwaran, li ser sînoran. Jixwe tu tiştê min a asayî nîn bû. Bi hêsirên xwe şil dikim û bi hesretên kwîr dipêçim kaxeza cigarê, bi keserên kûr berdidim dûmanê wê. Xelek xelek dikêşî jiyana min, gor bi gor li ber min vedibû mirina min. Mîna kaxeza titûnê dişewite dilê min.

 

Beşa XV.

Ev beş li ser hewldanên bavê Stiya S Awzerê Hemê Cewê didome. Xwaringeha Awzera Hemê Cewê li Berlînê ye. Endamên meclîsa Almanyayê yên wek Frau Berîn, Fraulein Lena û Herr Adelhard tên xwaringeha bavê Stiya S. Awzerê Hemê Cewê ji bo azadbûna qîza xwe Stiya S, têkiliyan bi endamên meclîsa Almanyaya datîne.

 

XVI-Gogerçîn

Ez gogerçînekê perbiçînim, li asîmanên Ewrûpayê, li asîmanên Amerîkayê, li asîmanên Asyayê. Li her derê dinyayê li xwe digerim. Ez gogerçîna perbiçîn im, sirgûna axa xwe, kesera welatê xwe me. Di her perîyekî min de êşakê min hatiye mişextkirin, xeyalekî min hatiye nûxamtin, hêvîyekê min hatiye veşartin. Di her periyekî min de çîrokekê min a janbar, serpêhatiyekê min a windayî, xatireyekê min a efsûnî heye.

Beşa XVI.

Ev beşa dawî ye. Di vê beşê de Stiya S tê darizandin û dadrês cizayê sih salan dibire, ji Stiya S re. Lê li Berlînê bavê Stiya S Awzera Hemê Cewê vê biryarê neperijîne, dest bi hewldanên polîtîk dike ku qîza xwe ji zindanê derxîne ku we teslîma hukmeta Almanyayê bikin. Di kurtedemekê de jî wusa dibe. Gogerçîna Perbiçîn li asîmanên Berlînê difûre.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply