NIVÎSKARÊ KURD YAN KURDÊ NIVÎSKAR?

Kurdên ku bi kurdî na, lê bi zimanên din pirtûk dinivîsin, berhem diafirînin, ew nivîskarên kurd in yan na? Ev minaqeşe hêj jî didome. Herî dawî dema Burhan Sonmez bû serokê PENa navnetewî/înternasyonal minaqeşe hîn pirtir hate kirin.

Burhan Sonmez kurdê Haymana ye ku girêdayê paytextê komara tirkan Ankara ye. Li Ankara, Polatlî, Haymana, Kirşehîr û li navçe, gund û bajarên Konyayê gelek kurd hene. Piraniya wan asîmîle bûne lê hinekên wan bi kurdbûna xwe dizanin û kurdî diaxifin. Bi taybetî jî piraniya kurdên Konyayê di kurdî peyîvîn û hest û ruhê kurdayetiyê de hêjayê pesnê ne.

Hinek dibêjin heger berhem/pirtûk, roman, çîrok, helbest behsa kurdan bike, di naveroka wê de kurd hebin, leheng, figur û kesên di berhemê de ne kurd bin ew aîdê edebiyata kurdî ye. Ev dîtin ji binî ve şaş e. Pirtûka Karl May ê Almanî nave wê “Li Çiyayê Kurdistanê” ye. Qada romanê û bûyerên ku pêk tên li Kurdistanê ye, lê nivîskar alman e û pirtûka xwe bi almanî nivîsiye. Ev roman aîdê wêjeya almanî ye.

Hinek jî dibêjin heger nivîskar kurd be, çi binivîse bi kîjan zimanî binivîse ew nivîskarekî kurd e. Ev dîtin jî şaş e. Kurdê nivîskar (ne nivîskarê kurd) ku bû serokê PENa navnetewî Burhan Sonmez romana xwe ya bi navê “Yên Masûm” bi tirkî nivîsiye wê diyariyê jineka bi nave “Kejê” kiriye û di romanê de dabeşeke bi sernavê “Kejê” heye. Lê ev roman romana kurdî nîn e, aîdê edebiyata tirkî ye.

Nivîskarên ku bi eslê xwe, bi koka xwe kurd bin û bi zimanekî din, bi zimanê dagirkerên Kurdistanê ango bi tirkî, arebî û farisî binivîsin yan jî bi zimanê biyaniyan, bi îngilîzî, fransî, almanî, swêdî binivîsin berhemên wan nabe aîdê edebiyata kurdî û ew nabin nivîskarên kurd. Mirov dikare ji bo wan bibêje kurdên nivîskar ên zimanê, biyanî, tirkî, arebî, farisî.

Niha li sernavê va gotara min binêrin; nivîskarê kurd yan kurdê nivîskar? Ferqa navbera van herdu navlêdanan de yekî ku bi eslê xwe kurd be û nivîskar be, lê bi kurdî nenivîse ew nivîskarê kurd nîn e, kurdekî nivîskar e. Nivîskar bi kîjan zimanî nivîsiye nivîskarê wî zimanî ye.

Yaşar Kemal demeke hatibû Stockholmê û wî bi devê xwe got: ”Ez kurd im lê ez nivîskarê kurd nîn im. Ez nivîskarê zimanê tirkî me.”

Min di pirtûka xwe ya bi navê “Romanên Kurdî / Rexne, Nirxandin, Şîrove” de bi berferehî vê mijarê nivîsiye û min rexne li pirtûkeke weşanên “Aryen” girtiye. Loma jî ez naxwazim tiştên ku min di pirtûka xwe de nivîsiye li vir dubare bikim.

Hinek kesên edebiyatzan û edebiyatnas dest biavêjin vê mijarê û lêkolîn bikin yan jî derbarê vê mijarê de dîtin û ramanên xwe binivîsin, fikrên xwe pêşkêşê xwendevanan bikin gelek baş dibe.

………………………….

Dema min vê gotara li jor dinivîsî di malpera “Bernamegeh” de nivîseke bi sernavê “Ji bahozê pêve ji yê Kurd re tune” nivîsek hate weşandin. Wergerê nivîsê Fawaz Ebdî ye. Di nivîsê de gelek pesnê Selîm Berekat tê dayin. Helbestvanê Filîstînî Mahmûd Derwîş jî gelek pesnê Selîm Berekat dide.

Di nivîsê de tê gotin ku; “Selîm Berekat di nivîsandina erebî de xwedî şêweyeke wêjeyî taybet û ciyawaze; çi di helbestê de û çi xweşxewan. Di derya zimanê erebî de ew gemîvanekî jêhatî û pêkhatiye, kaptênekî bêhempaye. Ew dibêje: Zimanê erebî mala min e, komara (cumhûriyeta) min e.”

Bala xwe bidine gotina dawîn, “Zimanê arebî mala wî ye û komara wî ye.” Selîm Berekat 34 pirtûk bi arebî nivîsiye û yek rêzek jî bi kurdî nenivîsiye. Selîm Berekat 22 salin ku li Swêdê ye û heger bixwesta dikaribû fêrê kurdî bibe û bi kurdî pirtûk binivîse. Nivîskarê kurdên bakur Îlhamî Sîdar berê bi kurdî nizanibû, bi tirkî roman nivîsî, paşê bi kurdî fêr bû û bi kurdî gelek romanên hêja nivîsî û weşandin. Suzan Samancî jî berê bi tirkî nivîsî, bû navdar jî û paşê dest pê kir bi kurdî nivîsî.

Selîm Berekat 20 roman û 14 pirtûkên helbestan bi arebî nivîsiye, ji wan tenê du romanên wî li kurdî hatine wergerandin. Ez arebî nizanim lê min romana wî ya wergerê ya bi navê “Sîsirkê hesinî. Jiyannameya zaroktiyê.” xwendiye. Bi sedan romanên xwerû bi kurdî ên nivîskarên kurd hene ku ji romana S. Berekat baştirin, serketîtir in. Romanên nivîskarên kurdên binxetê Helîm Yusif, Jan Dost, Merwan Berekat, Vejîna Kurd û hwd, jî ji vê romana wî ya bi navê “Sîsirkê hesînî” baştir û serketîtir in.

Di wê nivîsa di Bernamegehê de dibêje : “Selîm Berekat ê kurd ko di derya zimanê erebî de avjeniyê dike…” Lê ji derya zimanê kurdî dûr e. Qet bi yek rêzek jî xwe têkilê nav derya zimanê kurdî nekiriye û hinek kurd pesnê wî wisa didin, wî dinepixînin, diwerîminin. Di wê nivîsa malpera Bernamegehê de tê gotin ku : “Helbestvanê iraqî  Seidî Yûsif li ser wî gotiye û ew bi Gewretirîn Kurd e piştî Selahiddînê Eyûbî pesin daye.” De ka binêrin ma ewqas jî şelafî nabe. Selîm Berekat li ku, Selahiddînê Eyûbî li ku…Ev kurdê gewre(!) ji bo kurdî, ji bo doza kurd, ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî çi kiriye ku ewqas gewre bûye…

Mahmûd Derwîş di gotara xwe ya ku ji bo Selîm Berekat nivîsiye de dibêje : “Nasnama min zimanê min be.” Baş e, Nasnameya Selîm Berekat çi ye? Mahmûd Derwîş bi arebî nivîsiye bi Îbranî, bi zimanê cihuyan/yahudiyan nenivîsiye. De bila Selîm Berekat jî wekî Mahmûd Derwîş bikira bi zimanê neteweya xwe binivîsiya ne ku bi zimanê dagirkerên areb.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply