Wergera Pirtûkên Tirkî Ji Bo Kurdî

Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê neteweyan werger rolekê gelek girîng dilîze. Hinek zimanên qels ji xêra wergerê re îro bûne zimanên dewlemend.

Parêstvanê doza netewa kurd û dostekî dilsoz ê gelê kurd rêzdar Mamoste Îsmaîl Beşîkçî du nivîsên hêja li ser edebiyat û zimanê kurdî nivîsiye. Wî herdu nivîsên xwe de jî rastiyê aniye zimên. Wî di nivîsa yekem de diyar kir ku; pirtûkên ku ji alî kokkurdên nivîskar ve bi tirkî hatine nivîsîn aîdê edebiyata kurdî nînin, ew aîdê wêjeya tirkî ne.

Mamoste Beşîkçî di nivîsa xwe ya duyem de jî bal dikşîne ser wergêrên pirtûkên edebiyata cîhanê, wergera pirtûkên nivîskarên klasîk û herweha wergera pirtûkên kokkurdên nivîskar  ku bi tirkî dinivîsin. Mamoste Î. Beşîkçî pêşniyaz dike ku pirtûkên kokkurdên nivîskar yên bi tirkîne ji bo kurdî bêne wergerandin. Bi min ev daxwaz û pêşniyazeke maqûle û ji bo dewlemendî û pêşketina çand, edebiyat û zimanê kurdî tişteke hêja ye. Lêbelê digel vê jî divê pirtûkên nivîskarên kurd jî li tirkî, arebî, farisî, îngilîzî, fransî, almanî, swêdî û li zimanên din werine wergerandin. Bi wergerandina pirtûkên kurdî li zimanên din, wêjeya kurdî ji alî raya giştî û xwendevanên wan zimanan were nasîn. Bi riya wergera berhemên kurdî li zimanên din wêjeya kurdî li cîhanê dikare were nasîn.

Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê neteweyan werger rolekê gelek girîng dilîze. Hinek zimanên qels ji xêra wergerê re îro bûne zimanên dewlemend. Zimanê Tirkan, Tirkî yek ji wan e. Dema ku komara Tirkiyê hate damezrandin, wan bi navê “Tercume Burosu – Sazgeha Wergerê” dezgehek vekirin û hemû berhemên edebî yên klasîk wergerandin Tirkî. Hêj jî wek polîtîka wan ya dewletî ye, ji zimanên neteweyên cihanê her sal pirtûkên nû werdigerînin Tirkî. Tirkan ji xêra wergerê re zimanê xwe pêşve birin, dewlemend kirin.

Divê kurdî jî bi wergerê bê dewlemendkirin û pêşbikeve. Divê hemû cure pirtûk li kurdî bêne wergerandin. Ji bo bi şêweyeke profesyonelî karê wergerê bi rêk û pêk were weşandin pêwistî bi dezgehên, sazgehên wergerê heye. Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê Kurdî rola kovarên Kurdî û malperên kurdî (weşanên elektronîk yên bi kurdî) gelek girîng in. Hem ji bo dewlemendiya naveroka kovar û malperan werger pêwîst in. Hem jî ji bo pêşketina çand, edebiyat û zimanê kurdî werger pêwîste.

Pêwîstî bi wergera pirtûkên nivîskarên kokkurd jî heye. Min bi xwe çend sal berê li ser vê mijarê gotareke nivîsîbû. Sernavê nivîsa min ”Divê berhemên kokkurdên nivîskar bêne wergerandin û weşandin” bû. Ev nivîsa min di weşanên elektronîk – malper – û weşaneke matbû – rojnama Firatta Yaşam – de hatibû weşandin. Min di nivîsa xwe de bi kurtahî weha gotibû :

” Wek tê zanîn gelek nivîskarên ku bi eslê xwe Kurd in, lê bi zimanê neteweyên serdest berhem diafirînin hene. Piraniya wan nivîskarên kokkurd bi Tirkî û hinek jê jî bi Farisî û Erebî berhemên edebî nivîsîne û dinivîsin. Ev nivîskarên kokkurd û di serî de jî Yaşar Kemal û Selîm Berekat bi berhemên xwe zimanê Tirkî û Erebî dewlemend kirine.” Mamoste Î. Beşîkçî jî di nivîsa xwe de vê rastiyê tîne zimên.

Mirov wexta li hinek berhemên wan nivîskarên kokkurd dinêre; her çiqas zimên Kurdî nebe jî, naveroka berheman û temaya wan li ser Kurd û Kurdistanê ye. Bûyerên ku di van berhemên edebî de derbas dibin bûyerên ku di Kurdistanê de, di nav gelê kurd de çêbûne têt zimên. Gava ku mirov berhemên van nivîskarên Kokkurd dixwîne dibîne ku girêdayiya van nivîskaran bi Kurdistanê ve qihîm e. Serçaviya berhemên wan Kurdistan e. Hîmên naveroka bûyerên berhemên wan civaka Kurd e. Honandina berhemên xwe li gor bûyerên civaka Kurd dihonînin. Lehengên berhemên wan Kurd in. Kurdên baş in, Kurdên mêrxas in, şoreşger in, welatparêz in. Lê ji bo ku ew berhem bi kurdî nehatine nivîsîn aîdê edebiyata kurdî nîn in.

Romanên Yavuz Ekinci, Metîn Aktaş, Mehmet Sebatlî, Hasan Bildirîcî, Omer Polat, Munzur Çem, Suzan Samancî û hinek beşên romanên Yaşar Kemal wehane. Min hemû romannên van nivîskarên kokkurd bi dilxweşî xwendiye. Divê romanên van nivîskaran li kurdî bêne wergerandin û bi kurdî bêne weşandinê. Her çiqas di serî de ew roman bi tirkî hatine nivîsîn jî, dikarin bên wergerandin û bi kurdî jî bêne weşandinê. Divê kurdên wergêrvan van berhemên edebî wergerînin Kurdî.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply