Qutiya Çopê

Ji nava nivînan derket. Çû mitbaxê. Perdeya şevê da alî. Hêkek danî binê cewzeyê, av bera ser da. Demlig nîvî av kir. Hinek çay avêt binê demligê. Cewze û demlig li ser çaviyên tupê bi cî kir. Berî bikeve serşoyê binê demlig û cewzeyê pêxist.

Kincê xwe ji xwe kir. Di neynikê de ket temaşeya bedena xwe. Bişirî. Memikên xwe firikand… Bask bi lûfikê ketin. Tilî û pêçiyên bikef berî dan newaloka bigirûz, hilm bi avê ket… Heta bêhna bedena ku bûbû warê nalînan hat ber di bin avê de ma. 

Ji bin avê derket. Bornoz li xwe pêça. Çû mitbaxê. Çaviya binê cewzeyê reş kir. Çay dem kir. Berî da odeya xwe.

Hêdî hêdî taştê xwar. Derê mitbexê girt pace vekir. Dîsa rûnişt. Cixareyek pêxist. Çavek li têlefona xwe gerand. Çend peyam bersivand.

Çû odeya xwe. Nivîn da hev. Soravk li lêvên xwe kir. Parfum reşand ser xwe. Çente avêt pişta xwe. Ji sarincê qutiyek şîr derxist di kisîkê di dest xwe de bi cî kir. Ji mal derket. Dev ji asansorê berda û ji nêrdewanan bilez xwe bera jêr da.

Derê texsiya xwe vekir. Komek pisîk li dorê civiyan. Ji kîsik sê tebaxên plastîk tije êmê pisîkan kir û danî ber koma pisîkan. Qutiya şîr derxist bera sê tebexên din da. Tûşkanî rûnişt, bi dor pişta pisikan firkand. Pisîk li dora wê, êm û erebê diçerixîn. Qederekê bi mistdana pisîkan re bilî bû. Ji çenteyê xwe selpak derxist, devê pisikan pak kir. Bermayî xist kîsikê naylon. Derê texsiyê girt. Bi kîsikê bermayiyan re hêdî hêdî ber bi qutiya çopê ve meşiya, derî rakir jor kîsik avêtê û bi gurminiyê re camên avahiyan hatin xwarê.

diyarname.com
Dilşêr Bêwar
dilserr.bewarr@gmail.com
Twîtter: dilser_bewar
Facebook:dilserbewar

Derbar Rêvebir

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply