Forum

Sermawêz, 2023

  • 7 Sermawêz

    Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

               LI GORÎ POETICSA ARÎSTOTALES ANALÎZA TRAJEDIYA MEMÊ Û EYŞÊ Bozkır, N. (2023). Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1320377. Nuh BOZKIR Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, nuhbozkur7@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0178-2812. KURTE Trajedî wekî cureyeke vegotinê ya dramayê, bûyerên biêş, xemgîn û …

  • 6 Sermawêz

    Cengnameyeke Kurdî: Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî

    Cengname yek ji wan cureyên edebî-qehremanî ye ku behsa şer û cengê dikin. Di nav edebîyata rojhilatî de cureyeke berbelav e. Mînakên vê cureyê di edebiyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek caran têne dîtin. Bi taybetî di edebîyata Tirkî de gelek berhem bi vê cureyê hatine nivîsîn. Di edebîyata Kurdî de jî mînakên vê cureyê têne dîtin. Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî yek ji cengnameyên Kurdî ye. Mela Yasînê Alikî yek ji wan helbestvanên sedsala 20 em e û li Panosê hatiye dinyayê. Alikî li cem gelek kesan perwerde wergirtiye û ders daye çendîn kesan. Alikî alim û melayekî serdema xwe bûye. Alikî li dû xwe 5 helbest û berhema xwe ya bi navê Xezwetu Huneyn hiştine. Berhema navborî behsa şerê Huneynê dike ku di serdema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Xezwetu Huneyna Alikî Cengnameyeke Îmamê Elî ye. Cengnameyên Îmamê Elî ew berhem in ku behsa qehremanî û şervanîya Îmamê Elî dikin. Di Xezwetu Huneynê de Îmamê Elî şervanekî bêhempa ye. Berhema Alikî bi awayekî menzûm hatiye nivîsîn û bi tevahî ji 373 bendan pêk tê. Ev berhema Alikî berhemeke girîng e û di cureya cengnameyê de valahîyeke muhîm tije dike. Sê nusxeyên destnivîs ên Xezwetu Huneynê hene û di vê xebatê de dê ev berhem bi berfirehî were nasandin û ji hêla naverok û teşeyê ve were analîzkirin.

  • 6 Sermawêz

    Qesîdeya Bihûştê

      Çi muamaya, çi aşqe, çi belaye ey mela Têm xepandin bi qedehek û ramûsanekê Ev lêv, ev sîng, ev gerden çiye ey mela Her kes bi derd e, kes nîne şerh bikê Ey zahid ji min neke gazinan Şîretên te nakevin dilan Awirên wan dilberan Hiş nahêlin li seran Ey mela carek were bi me re meyxanê Tê bibînê …

  • 5 Sermawêz

    Romana Semerqand – 40 (Amîn Me’lof)

    Ez ji “Qesra Vale” derketibûm û tirsiyayî dimeşiyam. Kolanên Tebrîzê qet ne germ bûn. Min berê xwe neda rêkurtikan û ez rast ketim ser rîya karwansarayê. Ji bo gihaştina wê derê, min qet lez nedikir. Kêferata şevê, di dilê min de neqediyabû. Dîmen, lebat û dengê pispisandinê di serê min de dihat û diçûn. Ez şadbûm? Min ew jî nedizaniya. …

  • 5 Sermawêz

    Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba

    Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba Yakup Aykaç, Wan: Peywend, 2023, Çapa 1, 222 rûpel. ISBN: 978-625-6963-35-1 Ertaş, H. (2023). Vekolîneke Berawirdî Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-… Halit ERTAŞ Mardin Artuklu Üniversitesi, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı,  Yüksek Lisans …

  • 1 Sermawêz

    Sedem û Encamê Feqîrî û Dewlemendiyê

    Gelek sedemên newekheviya dahatiyê di nav mirovan de hene. Hin faktor li derveyî kontrola ferdî ne, hinên din jî di bin bandora bijartin û kiryarên mirov bi xwe de ne. Hin faktorên ku bandorê li newekheviya dahatiniyê di nav mirovan de dikin ev in: 📌Perwerde: Mirovên baş-xwende îhtîmal e ku karên bilindtir/baştir bidestbixin. 📌Zehmetiyên kar: Kesên ku jêhatîbûnên kar ên …

  • 1 Sermawêz

    Derûnî û Mirovê Nexweş

    Di jiyana dinyayê de, mirov bi gelemperî li gorî şert û mercên jiyana herema lê dijîn de ji hêla psîkolojîk ve nexweş in. Ji ber ku ji yekê zêdetir sedemên nexweşiya psîkolojîk henin, ku mirov bi ewlekarî nikarin bifikirin û tê nagihîjin encama rewşa xwe ya pîskolojîk bigrin binê qontrolê. 📌Sedema yekem: Encama herî bi tesîr di jiyana mirovan de …

Cotmeh, 2023

  • 30 Cotmeh

    Romana Semerqand – 39 (Amîn Me’lof)

    Li welatê Xeyam, rojên reş û tarî diboriyan. Gelo mizginiya ji Rojhilat re hatî dayîn ev bû? Ji Isfexanê heta Qezwînê û ji Şîrazê heta Hemedanê, ji devê herkesî heman deng derdiket: “Mirin! Mirin!” Êdi Ji bo gotina peyvên azadî, demokrasî û edaletê, diviya mirov xwe veşêrê… Dahatû, xewnek qedexekirî bû. Li kolanan berdidan pey kesên makezagonparêz. Navendên “Benîademan” hatibûn …

  • 30 Cotmeh

    Gelo lîstikên komputerê bandoriyê li ser zarokan dikin?

    ‏Di dema me de, lîstikên komputerê ji bo zarokan bûne‏ ‏şahiyek pêdivî ye. Piraniya malbatên ku kompîturê wan hene‏ ‏gazinan dikin ku nikarin zarokên xwe ji kompîturê dûr‏ ‏bixin û yên ku komputer li mal tine jî zarok israr dikin ku komputerê bikirin. Wekî din, zêdebûna vê‏ ‏dawiyê ya lîstikên tundûtûjiyê malbatan neçar dike ku li ser‏ ‏bandorên neyînî yên …

  • 26 Cotmeh

    Reîs Remezan

    Ne tenê di edebiyata Kurdî de. Di edebiyata cîhanê de jî kêm berhem hene ku bi kêmtirîn rûpel van zef tiştan bêjin. Ferhad Pirbalê ku bi rastî rewşa edebiyata Kurdî ye, bi şêwaza xwe, bi sekna xwe ronakbirekî feylozof e. Bi çendek rûpelan cihanek xurt cim cimandiye. Bi honandinek cihêreng. Him rexneyê li pergala desthilatdar dike, him jî rexneyê gelê …