Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba

Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba
Yakup Aykaç, Wan: Peywend, 2023, Çapa 1, 222 rûpel. ISBN: 978-625-6963-35-1
Ertaş, H. (2023). Vekolîneke Berawirdî Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…

Halit ERTAŞ
Mardin Artuklu Üniversitesi, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı,  Yüksek Lisans Öğrencisi, halitertas0000@gmail.com0, Orcid:0002-2743-2394.

Merema vê xebatê nasandin û nirxandina berhema bi navê Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba ye ku ji layenê Yakup Aykaç ve hatîye amadekirin. Ev berhem li Wanê, ji çapxaneya Peywendê hatîye weşandin di sala 2023an de. Pirtûk ji 222 rûpelan pêk hatîye; ji bilî destpêkê û encam û çavkanîyan, ji çar beşên serbixwe pêk hatîye. Di pêşekîya kitêbê de hatîye dîyarkirin ku vê kitêbê berî her tiştî xwestîye giringîya mecmû‘eyên helbestan derbêxe pêş. Li dû hindê, dîyarkirina qîmeta keşkûl û mecmû‘eyan e ji bo Edebîyata Kurdî ya Klasîk. Her weha ev pirtûk bi hûrgilî danasîn, tewsîf û tîpguhêzîya mecmû‘eya Kurd 36ê ye ji Koleksîyona A. August Jaba ku li arşîva Zanîngeha Leningrad (bi navê kevn St. Petersburg)ê tê parastin. Cihê gotinê ye ku Zanîngeha Mardin Artukluyê kopyayên dîjîtal ên Koleksîyona Jaba hemû bi komîsyonek taybet kirîn di sala 2013an de. Di vê koleksîyonê de şeş mecmû‘e bi hejmarên Kurd 26, Kurd 27, Kurd 28, Kurd 29, Kurd 36 û Kurd 45 hatine qeydkirin. Li gorî dîyarkirina Aykaç, di mecmû‘eya Kurd 36ê de neh helbestvanên kurd hene ku bi rêzê weha ne: ‘Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Muradxanê Bazîdî, Husên, Esamî, Durfeşanî. Digel vê yekê jî 26 xezel, 5 qesîde, 3 menzûmeyên dirêj û murebbe‘ek, museddesek û texmîsek heye ku bi hemî vêkre dikin 37 helbest.

Mecmû‘e peyveke erebî ye û ji koka cem‘ hatîye dariştin ku wateya wê berhevkirin, civandin, komkirina li ser hev, dayîna ser hev û wateyên li dor vê yekê ne. Peyva mecmû‘ jî ji heman raderê darijîye ku dîsa wateya tiştên berhevkirî, kombûyî û civandî dide (Aykaç, 2023: 13). Her çi qas wateyên cur bi cur ên terma “mecmû‘e”yê hebin jî di edebîyata klasîk de mecmû‘e, ji wan berhevokan re tê gotin ên ku ji yekê zêdetir menzûm û helbestên edebî di nav du bergan de kom dikin. Ev berhem carinan wekî “mecmû‘e”, “mecme‘”, “sefîne”, “keşkûl”, “gulçîn”, “guldeste” yan jî “dewre” jî hatine binavkirin (Adak, 2015: 452).

Her wekî li jorê jî derbaz bûyî ev kitêb ji çar beşên serbixwe pêk hatîye: Beşa yekem, behsa têgeha mecmû‘eyê, derketina wê, cureyên wê, geşedan û taybetîyên wê dike. Her wesa di edebîyatê de çawa reng vedaye û giringî û nimûneyên wê di Edebîyata Kurdî de.

Beşa duyem, ji bilî têgeha kurdolojîyê bi giştî bala xwe daye pêvajoya derkeftin û geşedana xebatên rojhelatnasan ên li ser Kurdî. Li pey vê yekê li ser jînenîgarîya rojhelatnas û xwedîyê koleksîyonê û bikirê van mecmû’eyan Aleksandre Jaba hatîye sekinîn û agahîyên giring hatine dayîn. Bi heman rengî jîyan û xebatên mustensixê mecmû‘eya berbehs Mela Mehmûdê Bazidî hatîye sekinîn ku bi teşwîqên Jabayî, Bazidî ev berhem dane hev û îstinsax kirine û Jabayî jê kirîne. Her di heman beşê behsa hevnasîna wan hatîye kirin ku Jaba bi alîkarîya seydayê xwe Mela Mehmûdê Bazîdî hem hînî zimanê kurdî bûye hem der bareyê gelê kurd de bûye pispor û ew nas kirine, berhemên kurdî dane ser hev ku îro gelek ji wan li bajarê Leningradê yê Rûsyayê ne. Heta dikare bê gotin ku bi xêra wî, Bazîdî berhemên xweser jî nivîsîne. Divê li vê derê em kevanekê vekin û tiştekî lê zêde bikin ku di vê beşê de nivîskar gava behsa kurtejîyana A. Jaba dike, wî bi sifetên “Daxwazker û bikirê mecmû‘eyan” û her weha Mela Mehmûdê Bazîdî jî bi sifetên “Mustensix û murettibê mecmû‘eyê” pênase dike. Ji vê derê bi awayekî nepen nivîskar derketin û nivîsandina van mecmû‘eyan wekî hunerekê nirxandîye, mesele anîye erz-telebê û himayeyê ku di esasê xwe de ew hizir û raman jî xwe dispêre doktoraya nivîskarî ku wî teza xwe li ser sîstema patronajê ava kiribû.

Di beşa sêyem de ev mecmû‘e (anku Kurd 36) bi hûrgilî hatîye nasandin û tewsîfa wê hatîye kirin. Anku agehîyên der bareyê rûpelsazî, berg û ebadê de hatine dayîn, heta rengê hibirê û hwd, yanî agehîyên li ser ruxsarîya mecmû’eyê. Taybetîyên wê hatine nîşandan. Têkilîya wê bi mecmû‘eyên din ên Koleksîyona Jaba re hatîye dayîn. Li ser îstinsaxa van mecmû‘eyên koleksîyona Jabayî hatîye sekinîn. Pişt re bi rêya tabloyê klasorên mecmû‘eyên helbestan di koleksîyona Aleksandre Jaba de hatîye nîşandan. Hemû mecmû‘eyên helbestan ên Koleksîyona Jabayî di vê tabloyê de hatine nîşandan (r. 40). Nivîskar, di vê tabloyê de navê şairên heyî yek bi yek nivîsîne û ka di kîjan mecmû‘eyê de kîjan helbest an jî menzûmeyeke wî ya dirêj heye hemû dîyar kirîye. Bi xêra vê tabloya rêber, lêkoler dikarin rasterast xwe bigehînin destnivîsên resen yên helbestan. Li paşîka vê beşê tabloyeke din jî hatîye dayîn ku tê de ji bo her helbestê li gel nimûyek ji beyta ewil, mexles, hejmara beyt û bendan, teşeyê nezmê, behr û wezin hatîye dayîn. Helbet tayînkirina behr û weznan rihetîyek daye ji bo kesan ku di îlmê arûzê de zehmetîyê dibînin û nikarin jê derbikevin. Ji xeynî van, wek dûmahîk çend xalên giring hatine destnîşankirin ku em ê paşê li jêrê li ser wan bisekinin. Dîsa di vê beşa sêyem de nivîskar ji alîyê tertîb û naverokê ve li ser helbestan hûr bûye, bal kêşaye ser xalên muhîm û herî dawî jî behsa şairên vê mecmû‘eyê kirîye. Ji rîsaleya Mela Mehmûdê Bazîdî ya bi navê Şair û Musennifên di Kurdistanê agehî hatine wergirtin der bareyê Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û Muradxanê Bazidî de.

Beşa Çarem, beşa tîpguhêzîya helbestên mecmû‘eyê ye. Lê berî wê hindek têbînî li ser rê û rêbaza vê tîpguhêzîyê hatine dayîn. Pêşîkê tîpguhêzîya mecmû‘eyê hatîye kirin. Di tîpguhêzîya nusxeyê de ji bo ku cihê wê dîyar bibe hejmara wereqan di nav kevaneka goşeyî de wek [wr.1] hatîye nîşandan. Li dû vê yekê, helbestên mecmû‘eyê li gor rêza wan a nusxeyê bi hejmaran hatîye nîşandan. Pişt re sernavê ku mustensix lê danîbû, ew sernav wek xwe li jêr hejmarê hatîye danîn. Her weha teşe û cureyê helbestê di nav kevaneka goşeyî de hatîye destnîşankirin û li jêra wê jî behr û wezna helbestê hatîye nivîsîn. Bo nimûne ji bo helbesta di rêza heftan de ku mersîyeyeka Xanî ye ev agehî dane; li nusxeyê di wereqa 6b-yê de, bi behra recez, bi wezna mustef‘ilun mustef‘ilun mustef‘ilun mustef‘ilun hatîye nivîsîn û di rêza heftan de cih digire ku sernav ji alîyê Mela Mehmûd ve hatîye danîn û cureyê helbestê jî wek mersîye hatîye nîşandayîn.

Ji bo herfa he’yê [ح] tîpa “ḥ” û ji bo herfa xeynê [غ] tîpa “ẋ” û ji bo herfa ‘eynê [ع] jî remza dabirê (‘) hatîye bikaranîn. Bes herfên dîtir ên erebî normal bi tîpên latînî hatine nîşandan. Cihên ku nehatine xwendin, nehatine nivîsîn an jî mustensixî vala hêlane, li wan deran sê xal (…) hatîye danîn û ev cihên problem, ji berhemên çapkirî hatine temamkirin di jêrenotê de. Her weha xalbendî hatîye bikaranîn.

Hindek caran di nav beytan de hindek riste li gor weznê kêm mane, lewma ji bo ku li weznê bên, tîpek an jî kîteyek li hin peyvan hatîye zêdekirin û di nav kevanekê de hatîye destnîşankirin. Bo nimûne:

Ew bû ku Zuleyxayê ê dîtî di Yûsuf da
Mecnûn(i) di Leylayê Ferhad(i) di Şîrîn da

Di nav beytan de ji bo wezn û arûz lê birûne carinan tîpek an jî peyvek hatîye lêzêdekirin ku ev yek jî bi kevaneka çargoşeyî ( [ ] ) hatîye nîşandan. Her dîsa di helbesta heftan a mecmû‘eyê de li dawîya beytê redîf nehatîye nivîsîn, bes di kitêbê de, di nav kevaneka goşeyî de hatîye temamkirin:

Koma Dimil bû sê hezar sed mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin kir tarûmar [kan padişahê serḥedan]

Di her helbestê de li jêrenota ewil kunyeya çavkanîyê hatîye dayîn, lê pişt re tenê tîpên ewil ên nav û paşnavê nivîskar hatîye nîşandan. Bo nimûne gava ku ji kitêba Tehsîn Îbrahîm Doskî hatîye îstîfadekirin, di jêrenota ewil de paşnav, sala çapê û rûpel hatîye nîşandayîn. Wek mînak: “Tehsîn Îbrahîm Doskî, Dîwana Ehmedê Xanî, Spîrêz, Duhok, 2016, r. 49: Ey dilberê.” Lê di jêrenotên li dû wê de tenê bi vî rengî hatîye destnîşankirin: “TÎD: Wey dilberê.”. Her weha mexlesên şairan îtalîk hatine nivîsîn.

Heger mirov nirxandineka giştî li ser vê berhemê bike: Her wekî li jorê jî me gotî vê kitêbê berî her tiştî xwestîye giringîya mecmû‘eyên helbestan derbêxe pêş, nexwe divêt em bi vî çavî berê xwe bidin vê kitêbê. Li dû vê dîyardeyê gava em bi vî çavî berê xwe didine vê berhemê xaleka giring derdikeve pêşîya me. Ji xeynî beşa yekem, hemû beşên dîtir û beşa tîpguhêzîya mecmû‘eya Kurd 36ê bi tenê ji vê armancê re wekî mînak dimînin. Wate jê, beşa yekem danasîna mecmû‘eyan e û beşên dîtir jî mînakek in ji bo vê beşê. Hal bo çi, ji ber ku tîpguhêzî rasterast hatîye kirin û hindek agehîyên nû der heqê van nivîskaran de cara yekem derketine meydanê, mirov dikare van beşan bi tenê wekî babeteka serbixwe jî bihesibîne. Her wesa ji ber ku mijar sinordar e, beşa yekem dikare bi tena serê xwe bibe meqaleyek têr û tejî jî. Lê belê nivîskarî rêyek nû bijartîye ku heçî bixwaze xwendin û lêkolînan li ser mecmû‘eyan bike, li gor qenaeta min, mînakeka bi vî rengî serkeftî peyda nake di kurmancîyê de. Hem li ser nasandina mecmû‘eyan agehîyên qîmetdar hatine nivîsîn, lêhûrbûnek heye û hem jî mînakek xweş hatîye dayîn ku qesta me mînaka mecmû‘eya Kurd 36ê ye. Piştî beşa yekem a teorîk hebûna mînakekê mijarê derbazî fiîlîyatê dike da ku baştir bê famkirin. Wate jê teorîyên beşa yekem li ser beşên dî hatine tetbîqkirin.

Her wekî me gotî agehîyên nû derketine meydanê bi xêra vê xebatê. Çend navên mecmû’eyan hene; gulzar, keşkul, gudeste û hwd, li vê derê ji bo mecmû’eyê cara yekem navê “sefîne”yê derbaz bûye (r. 19). Her paşê li gor hizira me hêjatirîn û binirxtirîn tişt ew e ku bi xêra vê xebatê xezelaka nû ya Melayê Cizîrî hatîye peydakirin (r. 45). Paşê dîyardeyek giring di vê kitêbê de hatîye kirin ku hêjayî gotinê ye: Tê de texmîseka şairekê bi navê Husên li ser helbesta Mela Remezanê Cizîrî heye ku Mela Mehmûdê Bazîdî ev texmîs wekî muxemmesekê fam kirîye û ji ber vê yekê li ser helbestê şûna navê Husên binivîse çûye navê Mela Remezan nivîsîye (r.44). Gava ku ev mecmû‘e jî peyda bû, bi xêra wê navê şairên Esamî, Durfeşanî û Husên di nav şairên kurd de zêde bûn. Her weha her çi her sê şairên din in, agehî der bareyê wan de li hîç derekê tune. Tenê bi xêra mecmû‘eyên Kurd 26 û Kurd 36 ên di koleksîyona Jaba de, em pê dizanin ku şairên bi vî navî di dîroka Edebîyata Kurdî ya Klasîk de hebûne.

Nivîskar bi hûrgilî ketîye nav mecmû‘eyê û daye pey peyv û navan. Nivîskar ne tenê li ser Kurd 36ê her weha li ser mecmû‘eyên din jî xebitîye. Bo nimûne, dîyardeyeke giring ji vê kitêbê li ser Esamî ye. Ji ber ku li gorî dîyarkirina nivîskar, di mecmû‘eya Kurd 36ê de, di sernavê xezela 30î de jî hatîye gotin “Esamî Fermayed”, lêbelê di mecmû‘eya Kurd 26ê de bi sernavê “Mela Meqsûd Fermayed” heman xezel hatîye nivîsîn. Nivîskar ji ev der tesbît kirîye ku navê wî şairî Mela Meqsûd e û Esamî jî mexlesa wî ye. Piştî vê tesbîtê, nivîskar bi xwendineke navbermetnî ketîye pey navê Mela Meqsûd û tesbîteke balkêş kirîye ku Ehmedê Xanî di helbesteka xwe de bi hunera cînasê navê Mela Meqsûd du daran bi kar anîye ku ya duyem xîtabî wî kirîye û bi vî rengî xwe gehandîye vê dîyardeya giring ku weha derbaz bûye:

Meger her min divê dilber du sed ‘ilman bikit ezber
Ji xilxalan dibit ebter Mela Meqsûdê Xilxalî

Mela meqsûdê min xal e ne mulk [û] menzil û mal e
Ne ‘ilmê qal e ew ḥal e me ḥasil kir bi ‘ebdalî

Li dû hindê nivîskar dibêje dibe ku Mela Meqsûdê şairê vê xezelê û Mela Meqsûdê Xilxalî heman kes bin. Ji vir jî em dikarin bibêjin ku Mela Meqsûd yan hevçaxê Ehmedê Xanî ye yan jî berî wî jiyaye. Wek encama van îhtimalan,  gotîye ku texmînên me rast bin, Mela Meqsûdê Xilxalî ku mexlesa wî Esamî ye şairekî Edebiyata Kurdî ya Klasîk e ku di sedsala XVII-an de jiyaye.” (Aykaç, 2023: 47).

Her weha nivîskar li ser rastnivîsîna navê helbestvan “Durefşanî” an jî “Durfeşanî” sekinîye ketîye û nav lêkolîn û muqayeseyan. Mijûlbûna li ser guherîna tîpekê yan jî du tîpan nîşaneya ciddîyeta nivîskarî ye ku dibêje her çend xwendina Durefşanî an jî Durfeşanî bi herfên kurdo-arabîk ‘Durefşanî’ be jî li gor wezn û erûzê ‘Durfeşanî’ be eger, dê rihetir li qalibên weznan bigunce. Çunkî ev mexles ji çar kîteyan pêk tê û li gorî tef‘îleyên erûzê qet nebe kîteya duyem kîteyeke kurt be hingê bêyî ku zîhaf yan jî îmaleyek çêbibe, dê bikeve qaliba weznê. Gava em notên A. Jaba jî dinêrin, dibînin ku wî jî tercîheke bi vî rengî kiriye û mexlesa şair wekî ku em jî dibêjin ‘Dourfechani’ nivîsiye. Îhtimaleke mezin Jaba ev form ji devê Mela Mehmûdê Bazidî girtiye. Her weha Rûdenkoyê jî di kataloga ku li ser arşîva vê koleksiyonê amadekirî de bi vî şiklî ‘Durfişanî’ nivîsiye. (Aykaç, 2023: 43).

Her wekî din bi gelemperî em di helbestên Feqîyê Teyran de bêhtir hînî çarîneyan bûne. Hema kê helbestên Feqîyên Teyran kom kiribin û çap kiribin exleb di forma çarîneyan de çap kirine. Lê belê di vê kitêbê de em dibînin ku bêhtir di forma xezel an jî qesîdeyan de hatine nivîsîn ku ev jî dîyardeyeka muhîm e.

Ji van tesbîtan dîyar dibe ku ji mecmû‘eyekê gelek agahîyên nû yên der bareyê şairan de dikarin bên tesbîtkirin. Ji bilî van, du nîşane hene ku amadekarê kitêbê nexwestîye bi desttêwerdanê ji rê û rêzikên mecmû’yê dûr bikeve û heman wekî xwe rasterast neqlî kitêbê kirîye. Ji van a yekem; di rûpela ewil a mecmû‘eyê de navê van neh helbestvanan bi fransizî hatine nivîsîn ku her wesa di vê kitêbê de bi heman şiklî bi fransizî hatine nivîsîn. Heta navê berhemê jî nekirîye mecmû‘e her wekî orîjînalîya xwe mecme‘ nivîsîye. Ya duyem, gava mirov berê xwe dide wan berhemên dî yên ku li ser van mecmû‘eyan hatîne nivîsîn, taybet ji bo helbestên Ehmedê Xanî bo mînak mirov di ya Tehsîn Doskî û Kadrî Yildirimî de destêwerdanên piçûk dibîne, çi ji bo temamkirina weznan be çi ji bo hindek nêrîn û fikiran be, lê belê di vê kitêbê de mirov dibîne ku bi hîç şêweyekê desttêwerdan nehatîye kirin wezin nerûne, peyv xelet be yan jî kêm be ne muhîm e. Bi tenê ji bo weznê di nav kevanekê de belkî hindek tîp hatibin lêzêdekirin an jî li gor çavkanîyên çapkirî hindek alternatîf di jêrenotan de hatibin dîyarkirin. Li dû vê yekê weha hatîye gotin:

“Divê bê gotin ku gelek helbestên vê mecmû‘eyê hatibin weşandin jî, lê belê ji ber ku ev mecmû‘e berhemeke destnivîs e, tekane ye û mînakeke wê ya din tuneye, lewma jî wek çavkaniya destê yekem giring e. Ji ber vê yekê di hin cudahiyên mezin de yan jî hinek cihên ku li weznê nedihatin, me destkarî lê nekirin û wek xwe hiştin. Ji vî aliyî ve em hêvî dikin ku cudahiyên bi vî rengî yên ku di helbestan de çêbûne, siberoj ji bo xebatên edîsyon-krîtîk ên helbest û dîwanan dê bibin çavkanî.” (Aykaç, 2023: 56).

Xaleke dî heye ku hêjayî gotinê ye, ji bo peyvên ku di çavkanîyên dî de cuda ne hatine nivîsîn, yek bi yek hatine destnîşankirin û mînaka çavkanîyên dî jî hatîye nivîsîn. Bes muqayese li gel hemû çavkanîyan nehatîye kirin. Jixwe di pêşekê de hatîye dîyakirin ku armanc ne edîson-krîtîk e an jî tehqîq e bi tenê danasîna mecmû‘eyan e.

Her wekî dîyar e, şeş mecmû‘e hene di koleksîyona Jabayî de bes ev kitêb bi tenê ji mecmû‘eya Kurd 36’ê pêk hatîye. Li ser vê yekê di pêşekîyê de sedema vê yekê weha hatîye ravekirin: “Ji aliyê naverok û helbestên kurdî ve li gorî yên din dewlemendtir bû, lewma di vê kitêbê de me biryara xwe li ser amadekirina wê mecmû‘eyê da.” Li vê derê tê xuyanê ku mecmû‘eyên dî ji vê mecmû‘eyê kurttir in, ji ber hindê li gor hizira me hemû mecmû‘e bûbûna mijara vê kitêbê dê baştir bûbûya yan jî berdewama vê kitêbê divêt bê.

Her çend li gor me berhemeke hêja û serkeftî be jî bivêt nevêt xeletî jî dê hebin. Çawa ku di pêşekîyê de hatî gotin, “…tu xebat ji kêmasî û şaşî û xeletiyan xalî nîne, helbet ya me jî tê de…” Ji bo tîpguhêzîyê ji herfên navneteweyî yên transkrîpsîyonê ji bilî herfên h’ya stûr [ح] tîpa “ḥ” û ji bo herfa xeyna stûr [غ] jî tîpa “ẋ”, ji bo herfa ‘eynê [ع] jî îşareta dabirê (‘) herfên dîtir nehatine bikaranîn. Li gor hizra me herfên dîtir jî hatiban bikaranîn baştir dibû ji ber ku di kurdî de bandora telafûzê li ser maneyê bihêz e. Her çend armanc danasîna mecmû‘eyan be û ne şerh û şirove be jî divêt hebûya.

Rexneyeka me ya dîtir li ser navê vê berhemê heye. Çawa ku li ser rûpela pêşîkê ya mecmû‘eyê nivîsîye “Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan” her wesa nivîskarî heman nav kirîye navê vê kitêbê. Bes li gor hizira me her çend nav orîjînal be jî ev nav gelek ecêb e, giran e, dirêj e û xwendina wê ne sivik û rihet e. Ne kesekî pêwendîya wî li gel Edebîyata Kurdî ya Klasîk heyî, em bawer nakin kesên dîtir baş tê bigehin, heta em bawer nakin bala wan jî bikêşe. Li dû hindê navekî siviktir û zelaltir hebûya baştir dibû. Her weha rexneyek dîtir car dî li ser navê berhemê heye. Her wekî hatî dîyarkirin armanc û mebesta vê berhemê danasîna mecmû‘eyan e, bo çi navê berhemê ne di vê çarçoveyê de ye? Wek mînak nivîskar dikarî navê berhemê bike “Mecmû‘e di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de (Nimûneya Mecmû‘eya Kurd 36)” an jî tiştekî dîtir. Yanî em dikarin bêjin muxatabê vê kitêbê cimaeta kurdî ya akademîk e. Her weha ziman zelal û fesîh e, bêhtir zimanekî ravekirinê hatîye emilandin. Helbet ji ber babetê peyvên der biwareyê qada klasîk de hatine xuya dibin. Wate jê, peyvên erebî û farisî.

Paşê, di vê risteya “Cana bide min bûseyekî her we bi dilxwaz” (r. 84) de du rexneyên me hene. Her wekî tê zanîn devokên Bahdînan û Botanê serdest in di metnên vê serdemê de. Ji ber hindê di tîpguhêzî û şerha berhemên klasîk de pêdîvî bi hakîmîyeta van devokan heye. Jixwe di vê babetê de şîyan û zanîna nivîskarî pêşçav e, bes di risteya jorê de peyva “her we” rast nehatîye famkirin. Wextê mirov vê peyvê bi hev re binivîse wekî “herwe” di devoka badînî de wateya “belaş”ê dide. Tevî ku belaş, bêheq, bêpere, bêbedel (herwe) li wateya risteyê bê jî di kitêbê de ji hev dûr wekî di peyvên serbixwe hatîye nivîsîn ku ji wateya xwe dûr ketîye. Di heman risteya berbehs de peyva “dilxwaz” di nusxeyê de “dilxwah” e bes nivîskarî ji ber serwayê û çavkanîyên dîtir wekî “dilxwaz” nivîsîye û “dilxwah” di jêrenotê de dîyar kirîye. Bi ya me divîya her wekî xwe nivîsîba û jêrenotê de alternatîfa wê nîşan dabûya. Heger di vî warî de pêdivî bi destnîşankirina çend mecmû‘eyên sereke ên giring hebe mirov dikare van mînakan bide:

Keşkûla Şiîranî Kurdî an jî bi îngîlîzî Anthology of Gorani Kurdish Poetry ji helbestên kurdîya goranî pêk tê. Helbestên tê de ji layenê Şêx Abdelmomenî Merdoxî (1739-1797) ve hatine komkirin. Anwar Sultanî, ev mecmû‘e li Londonê çap kirîye di sala 1988an de. Piştî vê çapê ev mecmû‘e li Silêmanîyê jî layenê “Binkey Jîn” ve careka dî hatîye çapkirin. (Adak, 2015: r.54) Mecmû‘eya Mûsilê jî mecmû‘eyeka gelek bernas e. Ev mecmû‘e li pirtûkxaneya Mûsilê ye ku li gor daneyên li ser îstînsaxa wê di sala 1767an de hatîye nivîsîn. Lêkoler E. Yûsif cara pêşîkê ev keşkûl peyda kirîye di sala 1961an de û pişt re bi navê Dîwana Kurmancî li gel hindek şirove û danasîna helbestan li Necefê çap kirîye di sala 1971an de. Di vê mecmû‘eyê de pir şairên kurmancînûs ên kurd hene, her wekî Herîrî, Feqî, Mela, Bateyî, Mela Mensûrê Girgaşî, Macin, Mîna, Sadiq, Pertew Beg, Şêx Nûreddînê Birîfkanî. Ev mecmû‘e zehf giring e di tarîxa Edebîyata Kurdî de, ji ber hindê bi xêra vê mecmû‘eyê cara yekem şairên wek Macin, Mîna û Sadiq hatin zanîn û helbestên wan gehîştin ber destê kurdan. Di vî biwarî de mecmû‘eyeka dî jî Keşkûla Kurmancî ye. Ev jî ji layenê Mela Murad ve li bakurê Sûrîyê hatîye parastin. Ev mecmû‘e helbestvanên kurd ên ji sedsala 10em heta sedsala 20em di nav xwe de dihewîne. Celîlê Celîl jî helbestên kurdî yên vê mecmû‘eyê neqandine û li Wienê çap kirine di sala 2004an de (Celîl, 2004). Her weha gelek mecmû’eyên dî jî hene (Bnr. Aykaç, 2021: 27-28). Wextê mirov hemîyan dide ber hev hemî jî komkirin an jî tîpguhêzîya wan berheman e. Bes ev kitêb ji vî layenê xwe ve ji wan vediqete ku hem wekî berhemeka nasandina mecmûeyan hem jî wekî nimûneyekê derdikeve pêş. Li dû hindê ev berhem cihekê zor giring digire ji vî layenê xwe ve û dibe çavkanîya sereke.

Her çend bi edîtorîya M. Öztürk (2017) jî li ser destxetên koleksîyona Jaba vekolîn û danasînek bi kurdî hatibe amadekirin jî agehîyên hûrgilî tê de zêde cih negirtine ji ber ku di vê pirtûkê de hemû destnivîs hatine nasandin. Bes li vê derê ji nû ve tewsîfa nusxeyên vê mecmû‘eya berbehs bi rengekê berfirehtir û bi kurdî hatîye duristkirin.

Her weha gava mirov berê xwe dide rabirdûya xebatên nivîskarî jî li ser heman babeta berbehs çend gotarên wî derdikevin pêşîya me. Navên van gotaran ev in: “Danasîn û Tewsîfa Mecmû‘eyên Helbestan di Koleksîyona Aleksandre Jaba de” (Aykaç, 2021), “Tewsîf û Danasîna Keşkûla Kurdî ya li Pirtûkxaneya Meclîsê Şûrayê Îslamî” (Aykaç, 2022), “Nusxeyeke Nû ya Luxetnamey Ehmedî li Pirtûkxaneya Dêra Şehîd Mor Bêhnam a Mûsilê” (Aykaç, 2022) û “Kolxaniya Veşartî Keşkûla Qesîdeyên li dor Medreseya Mala Şêx Mustefayê Sîsî” (Aykaç, 2021). Ev jî tête wê wateyê ku nivîskarî serê xwe bi vê mijarê ve êşandîye û lê hûr bûye.

Serencam, li ser vê babetê nivîsên serbixwe nînin di kurmancîyê de, anku nivîsên rasterast li ser danasîna mecmû‘eyan. Exleb nivîs û berhemên yekem an jî yên li ser babetên xav û nekeşifkirî her dem cihekê giring digirin, li dû hindê jî li gor hizira me vê berhemê jî cihê xwe yê giring girtîye. Bi rêbaza xwe ya xweser û cudawaz danasîna mecmû‘eyan wekî teorîk di çarçoveya têgeh, dîrokçe, wêje û taybetmendî û nimûneyan de hatîye kirin. Ji bo vê yekê wekî mînakek şênber mecmû‘eya Kurd 36’ê ya ku ji koleksîyona Aleksandre Jaba girtîye ber xwe bi zimanekî zelal. Hem bi danasîna bikirê wê Aleksandre Jaba û muxtensixê wê Mela Mehmûdê Bazîdî û hem jî bi lêhûrbûna vê mînakê babeta danasîna mecmû‘eyan derbazî fiîlîyatê kirîye û li ser tetbîq kirîye. Ev rêbaz mînakek sereke û dergehek nû û rengekî teze ye ji bo xebatên weha. Her weha bi xêra vê xebatê gelek agehîyên nû yên giring derketine meydanê di Edebîyata Kurdî de. Bê guman ji wan lêkoleran re jêderek serkeftî ye ew ên bixwazin li ser mecmû‘eyan xwendin û lêkolînan bikin.

Çavkanî

Adak, A. (2015). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Nûbihar. Stenbol.

Anwer, S. (1998). Anthology o Gorani Kurdish Poetry. London: Redwood Books Trowbridge.

Aykaç, Y. (2021). Danasîn û Teswîfa Mecmû’eyên Helbestan di Koleksiyona Aleksandre Jaba de. Kurdiyat(4), 23-60.

Aykaç, Y. (2021). “Kolxaniya Veşartî Keşkûla Qesîdeyên li dor Medreseya Mala Şêx Mustefayê Sîsî”, Ashâb-ı Kehf Şehri Lice, Tarih-Edebiyat-Kültür, Editoryal, Ankara: Sonçağ, 391-406.

Aykaç, Y. (2022). Tewsîf û Danasîna Keşkûla Kurdî ya li Pirtûkxaneya Meclîsê Şûrayê Îslamî. Kurdiyat(5), 31-47.

Aykaç, Y. (2022). “Nusxeyeke Nû ya Luxetnamey Ehmedî li Pirtûkxaneya Dêra Şehîd Mor Bêhnam a Mûsilê”, Kadim Hikmet Dergisi, cild 7, 1-14.

Aykaç, Y. (2023). Mecmu’a Xezelatêd Şu’erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba. Wan: Peywend.

Celîl, C. (2004). Keşkûla Kurmancî. Wien: Ayhan Matbaası.

Koleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî. 2017. (Ed. Mustafa Öztürk), Stenbol: Lîs.

Yusif, A. (1988). Şairên Klasîk ên Kurd. Uppsala: Jîna Nû.

Derbar Rêvebir

Check Also

Girê Mirazan /Xirabreşka (000000 – 10 000 beriya Mîladê)

Divê em ji bo têgîhîştina rastiyên dîrokî li belgeyên dîrokî yen nehatine tehrifkirin binêrîn. Di …

Leave a Reply