Romana Semerqand – 40 (Amîn Me’lof)

Ez ji “Qesra Vale” derketibûm û tirsiyayî dimeşiyam. Kolanên Tebrîzê qet ne germ bûn. Min berê xwe neda rêkurtikan û ez rast ketim ser rîya karwansarayê. Ji bo gihaştina wê derê, min qet lez nedikir. Kêferata şevê, di dilê min de neqediyabû. Dîmen, lebat û dengê pispisandinê di serê min de dihat û diçûn. Ez şadbûm? Min ew jî nedizaniya. Min têrbûniyek, rehetiyek û aramiyek hîs dikir, lê tewandariya bi evîna qedexekirî re tê jî, hişê min tevlîhev dikir. Weke ramanên şevên bêxew, hiş û hedamên min tevlîhevbûn: “Gelo piştî ez rabûyîm disa bi beşişandikî ket xewê? Poşman e? Dema ez careke din wê bibînim û em bimînin tenê yê hestgerm nêzkahiyê li min bike, an yê dûr û sar bisekinê? Ez ê işev dîsa herim û di çavên wê de li baweriyekê bigerim.”

Ji nişka ve dengê topekî hat. Ez sekinîm û min guhê xwe dayê. Ewul bê dengiyek û paşê dengê teqîna çekan, pey re jî her der bê deng bû. Min meşa xwe domand, lingê xwe siviktir kirin û guhê bel kirin. Dîsa gurmîniyek hat, pişt re yek din. Vê carê ez tirsam, ev qas ser hev, ev ne topek tinêbû! Geleke dido an jî zehftirbin. Du zikak wêdetir, du dopên hawanê teqiyan. Ez ber bi keleyê ve bezîm.

Ew agahiya ez jê ditirsam, Fazil erê kir. Hêzên şah, şev hatibûn. Di taxên destê melayan de cihê xwe girtibûn. Yekîneyên li pey wan dihatin jî hebûn. Ji her alî ve dihatin.

Tebrîz hatibû dorpêçkirin.

Waliyê Tehranê yê leşkerî Serheng Liakhov, ji yekîneyên xwe re ev nituq pêşkêş kiribû:

“Kazakên hêja;

Şah di xetereyê de ye, Tebrîzî wî qebûl nakin, li hemberê wî şer dane despêkirin, dixwazin makezagonê lê bidin pejirandin. Lê makezagon, dixwazê berbijêriyên me rakê û yekîneyên me belav bikê. Heke serbikevin yê jin û zarokên we bimînin birçî. Makezagon, neyarê me yê herî mezin e. Divê hûn, hemberê wê de weke şêran şer bikin. Bi hilweşandina parlementoyê we dinya hemû kir heyranê xwe. Vî karê xwe yê xêrê bidomînin, wî bajarê serîhildayî biperçiqînin. Ez jî li ser navê fermanrewanê Ûrûs û Îranê, soza meqam û diravan didim we. Dewlemendiyên Tebrîzê yên we ne. Herin û ji xwe re bînin.

Fermana li Tehran û Saint-petersbûrgê bi eşkere û ya Londonê bêdeng hatî dayîn eynî bûn: Li Tebrîzê kevir li ser kevir neyê hiştin! Tebrîzê cezayê herî giran heq kirî ye! Ji bo Ibretê geleke cezayê wê bê dayîn! Heke Tebrîz têkhere, êdî ti kes nabêjê parlemento, makezagon, demokrasî, filan û bêhvan. Yê rojhelat dîsa bikevê xewa xwe ya giran.

Bi vî awayî cîhan hemî, yê bibûya şahidê gijgijandineke xerîb û kesirandî. Mînaka Tebrîzê, li bajarên din yê Îranê agirê raperînê dadabû lê dorpêçkirina wê çiqas diçû dijwartir dibûya. Gelo yê makezagonparêzan ji bo xwe bidin hev, rêxistin bikin û  bi pêşkevin yê wext bidîtan da ku çekên xwe hildin?

Makezagonparêzan heyva rêbendanê de serkeftineke giring dest xistin. Bi bangewaziya serekên Eşîreta Bextiyarî yên xalên Şêrînê, paytexta kevin Isfexanê serî hilda û desteka xwe ji Tebrîzê re îlan kirin. Dema agahî gihat bajêr, ji keyfa erd û ezman hejinîn. Wê şevê heta sibehî, “Tebrîz û Isfexan Welatê hişyar bûyî!” hat qêrîn. Lê roja din ji ber êrîşên giran, hinek parêzvan mecbûr man ku ji alê başûr û rojava, şûn ve vekişiyan. Ji bo Tebrîz di cîhanê re têkildarbê yek rêya wê mabû. Ew jî rêya ber bi tixûbê Ûrûs ve diçû, ango rêya bakûr bû.

Piştî sê hefteyan, bajarê Reştê serî hilda. Reştê jî weke Isfexanê, dixwest ku nîrê şah yê li ser stûyê wan rabe. Bi berxwedana Fazil û makezagonê re hevalbendiya xwe îlan dikirin. Pêlek din ya keyfxweşiyê li Tebrîzê dihat jiyandin. Heman demê de ji dorpêçkeran êrîşek din pêk hat. Rêya dawî jî ya Tebrîzê bi derve re girêdida hat girtin. Tebrîz, ji çar aliyan ve hat dorpêçkirin. Êdî ne agahî ne jî xwarin dihat. Ji bo nufûsa bajêr ya du sed hezarî bê xwedîkirin, diviya awayeke dijwartir nan bihata belavkirin.

Sala 1909 ê heyvên Reşemî û Adarê de çend bajarên din jî serî hildan. Bi vî awayî Şîraz, Hemedan, Meşhed, Astarabad û Bender-Abbas jî bûn bajarê makezagon pejirandîn. Li Parîsê komîteya berevaniya Tebrîzê hatibû avakirin. Serekê wê yekî navê wî M. Dîeûlafoy bû û rojhilatnasek navdarbû. Heman tişt li Londonê jî pêk hat. Lord Lamîngton kirin serokê wê. Ya ji hemiyê giringtir, nav axa Osmniyan de melayên şiiyan yên li Kerbelayê, bi eşkere helwesta xwe ya alîgiriya makezagonê ilan kiribûn û melayên paşverû şermezar kiribûn.

Tebrîzê kar kiribû.

Lê Tebrîz dimiriya.

Ew şahê hemberê ewqas serhildan û ewqas redkirinê de hêza wî tineyî, yek fikir serê wî de mabû: Divê çavkaniya neqenciyê Tebrîz bê wêrankirin! Heke Tebrîz hilweşê, yê yên din sêrî bitewînin. Madem nikariya wî bajarî vegirê, yê bihêlê birçî. Her çiqas bi karneyê dihat dayîn jî êdî bi dest naketa. Dawiya heyva Adarê re, bi teybetî nav extiyar û zarokên piçûk de mirin zêde bû.

Di çapemeniya London, Parîs û Saînt-Petersbûrgê de rexne zêde bûbûn. Ji ber ku di bajarê hatî dorpêçkirin de hemwelatiyên wan hebûn, dewletan dest bi şermezarkirinan kiribû. Ev nûçe, ancaq bi telgrafê dighatin me. Rojekî Fazil gazî min kir û got:

-Yê demek nêz de Ûrûs û Ingilîz hemwelatiyên xwe ji vê derê derêxin. Bi vî awayî yê Tebrîz, bê perçiqandin û yê di cîhanê de dengê wê jî zehf neyê sehkirin. Ji me re zehf zehmete, lê min divê tu bizanibî ku ez dijî vê dernakevim. Ez ti kesî bi xurtî li vê derê nagirim.

Peywira min ji têkildaran re agahdarkirina vê û hêsankirina çûyînan bû. Buyera herî derasayî jî wê hînê re qewimî. Piştî ez bûyîm şahidê vê bûyerê, ez hêsantir tehemûlê nemerdiyên din yên mirovan dikim. Ji bo rewşê vebêjim ez derketibûm gerê û ewul jî çûbûm Mîsyona Presbîteryenê. Bi rastî ez ditirsiyam ku rasta metran bêm û bêm azardan. Ji bo Howard bînîm rê bawerî li min anî bû. Vêca ez jî di rêya wî de bûm, ma gelo yê gazind nekiran? Bi rastî nazik ez pêşwazî kirim, lê bi mesafe. Dema min sedemê hatina xwe got, qet nesekinî û got:

-Ez naçim. Madem ji bo derêxistina biyaniyan ji vî bajarî dikarin konvoyekî ava bikin, dêmekî ji bo mirovên birçî jî dikarin konvoyekî saz bikin.

Ji bo helwesta wî min spas kir. Helwesteke li baweriya mirovahiyê û oldariyê dihat bû. Paşê li wan nîzingan ez çûm sê şirketan û bi ecêpmayiyek mezin, min dît ku wan jî heman bersiv dan. Weke metran bazirganan jî nediviyan herin. Ji wan yekî Îtalyan halê got:

-Heke rojek halê zehmet de ez ji Tebrîzê herim, ez ê paşê bi çi rûyî vegerim?

Hesko nav xwe de şêwirîn li her derî heman bersiv dan. Ji bilî balyoz M. Pokhîtanoff, ji balyozê Ingilîz Mr Wratîslaw heta xebatkarên balyozxaneya Ûrûs! Vê piştgiriya biyaniyan ya mezin moralek baş da bajêr. Lê rewş ne başbû. 18 ê Avrêlê Wratîslav, ji londonê re ev telgraf dişand: “Nan kêm bû. Yê sibê kêmtir jî bibê” 19 ê Avrêlê peyamek din dişand: “Rewş xerab û bêhêvî ye. Ji bo şkandina dorpêçkirinê behsa êrîşeke dawî tê kirin.”

Bi rastî jî wê rojê di kelehê de civîn hebû. Fazil digot: “Hêzên bi makezagonê ve girêdayî ji Reştê ser bi Tehranê ve dimeşin. Hilweşandina desthilatiyê nêzik e.” Lê Howard mecar ma û got: “Êdî li ti deverî xwerek nema.” Û domand:

-Mirovan, heta pisîkan jî hemû ajalên kedî xwar in.Gelek malbat, heta êvarî li kolanan libek ce, an jî li pariyek nan digerin. Xetereya mirovxweriyê derketiye holê.

-Du hefte, ji me re du hefte bes in!

Fazil, lavelav dikir. Lê tiştek ji destê Howard nedihat:

-Heta niha me êdare kir. Lê êdî ti tiştê em belav bikin nîne. Qet. Du hefteyan de yê gel qir bibê. Yê Tebrîz bibe bajareke xeyalet. Van rojên paşî de ji nêza û ji ber nexweşiyên ji nêzê çêdibin hejmara miriyan gihat heş sedî.

-Du hefte! Bi tenê du heftik! Bila bi rojiyê bibore!

-Vaye çend rojin em rojî digirin.

-Nexwe em çi bikin? Em teslim bibin? Ev destekên bi sebrê me dest xistin, em hemiyê tine bikin? Em nikarin çareyek din peyda bikin? Ji bo xweragirtinê?

Xweragirtin. Xweragirtin. Ji birçînan, ji şebikandinê, lê heman demê de ji sermestiya serkeftineke li ber destê wan. Yek hingofa van dozdeh zelamên şaşbûyî hebû, ew jî xweragirtin bû.

Howard got:

-Belkî çareyek hebe…

Çavên herkesî man li Baskervîlle. Wî got:

-Ji bo qetandina çembera dorpêçkeran, êrîşek ji nişka ve.

Tiliya xwe danî ser nexşeyê û domand:

-Heke em dîsa bigihin vê derê, yê hêzên me dîsa bi derve re têkiliyan deynin. Heta neyar xwe bidê hev, em ê bikevin firehiyê.

Ez cihde, dijî vê pêşniyazê derketim; leşker jî vê fikrêdebûn. Tevan digotin ev întixar e. Neyar, li pênsed metroyan pêşiya hêzên me, li ser girekî çeper girtibûn. Diviya ev pênsed metro bihata borandin, ji dîwareke kelpûç biboriya, parêzvan ji cihê wan bihatan derxistin û hêzên berxwedêr bihatan bicihkirin.

Fazil bixuşîşbû. Qene li nexşeyê jî nanêriya. Encama vê harekatê de, ka yê tesîra wê ya siyasî çibê, ew li pey wê bû. Ka yê bikaribûya çend roj din bi dest bixe? Nîqaş dirêj dibû û diçû. Baskervîlle israr dikir, îddia pêşkêş dikirin. qasek din Moore jî bû hevalê wî. Nûçegihanê Guardîanê, tecrûbeya xwe ya leşkerî poncîn dikir û digot serdegirtina ji nişka ve yê encam bigirê. Soxînê, Fazil biryar da û got:

-Min hêca bawer nekirî ye, lê başqe çareya me jî nîne. Ji ber wê ez dijî pêşniyaza Howard dernakevim.

Roja din 20 ê Avrêlê, sisîyê kebara sibehê êrîşê despê kir. Heke yekê şevê hinek der hatibin vegirtin, yê çend deverên eniyê re êrîş bihata kirin û yê ne bihiştan neyar dij êrîş bike. Lê belê hêca di xulekên ewul de hat fêhmkirin ku ka ev peyan çiqas xeterye: Bazdana ewul de Moore, Baskervîlle û şêst kesên dildar xetek ya êgir ava kiribûn. Lê halê neyar qet neyê li serde hati girtinê bû. Gelo sîxureke amadekariyên me ragihandîn wan hebû? Bi rastî kifşkirina vê ne pêkan bû. Lê ji alê efsereke Liakhov yê herî kêrhatî ve dihat parastin.

Fazil zelamek  xwedî mentiq bû. Fermana sekinandina harekatê da. Işareta vegerê da. Şervan şûn ve vedkêşiyan. Moore jî nav de gelek kes birîndar bûbûn. Bi tenê yek kes venegera bû: Baskervîlle. Hêca di reşandina guleyan ya ewul de derb xaribû û ketibû.

Tebrîz, heta sê rojan nav şînê de ma. Di dibîstana Presbîteryenê de hêdî hêdî, li taxên “Benîademan” de bi qêrîn digiriyan. Çavên min sor bûbûn û kesê min nas nedikirin dihatin destê min. Bê navber ez dihatim hembêzkirin. Nav serdanvanan de, balyozê Ingilîz jî hebû. Ez birim kujiyekî got:

-Ez ê tiştekî bêjim, belkî hinekî dilê te rehet bike; şeş saetan piştî kuştina hevalê we, ji Londonê agahî hat. Di mijara Tebrîzê de dewlet li hev hatine. Yê Baskervîlle ne beytişe hatibe kuştin. Ji bo rizgarkirin û techîzkirina bajêr yekîneyek hatiye şandin. Helbet yê biyaniyan jî ji bajêr derêxe.

-Yekîneyek ya Ûrûsan?

-Belê. Bi tenê artêşa wan li vê derdorê heye. Lê me jî ewlenek xwest. Yê Makezagonparêz serbest bên berdan û dema karê wê biqedê yê Çar artêşa xwe vekişînê. Ji bo Fazil çekan deynê, ez ewlehiyê li te tînim.

Gelo min ji bo çi pejirad? Ji ber şaşwaziyê? Ji ber westandinê? An ji ber qederparêziya Îraniyan ya di dilê min de jî cih girtî? Ji ber çibê bila bibê, vaye ez dijî vê yekê derneketim. Hesko ev rewşa ewqas rezîl çarenûsa min bê, ez ketim nava hestek welê de. Lê dîsa jî ez zû neçûm cem Fazil. Min xwest ku çent saetekî ez birevim. Ez çûm ba Şêrînê.

Piştî şeva me ya evînê, min bi tenê ew nava girseyê de didît. Dorpêçkirinê, di Tebrîzê de gumanek nû afirandibû. Bê navber dihat gotin ku neyar çirisîye nav bajêr. Her kes weke sîxur, an jî sabotekar dihat dîtin. Zelamên biçek, di nav kolanan de digeriyan û li ber deriyên avahiyên bijêr nobet digirtin. Li ber deriyê “Qesra Vale” jî pênç an jî şeş kes hebûn. Her neqil bi ken silav jî didan min, lê heyîna wan ya li wê derê, ji min re dibûya asteng ku ez bi tenê herim cem Şêrînê. Ji ber ku wê şevê li her derî nobet sist bûbû, ez bi xef heta jûra şahbanûyê çûm. Derî nîv vekirîbû, min hêdîka dehf da.

Şêrîn li ser cih rûniştibû û destnivîs danîbû li ser ranê xwe. Ez hêdîka çûm cem. Milê wê bi milê min ve, kemaxa wê kemaxa min ve bû. Wê êvarê ji bo bi hevşabûnê, ne xwesteka wê hebû, ne jî ya min! Wê şevê em bi şêweyek din, bi hev şabûn. Em herdu jî ketibûn nava heman pirtûkekê de. Çav û lêvên min, birêvedibirin. Her peyv dizniya û her wêne nas dikir. Lê ji bo min ev ya ewul bû.

Gelî caran werdigerand Fransî. Li gorî xwe. Helbestên ewqas bi hêz, ewqas hemdem û ewqas ji deman bihorîbûn ku dihate jibîrkirin ku ji berî heşsed salan li bexçeyekê Nîşabûrê, Isfexanê an jî li yê Semerqendê hatine nivîsandin.

 

Çûkên birîndar ber mirinê re xwe vedişêrin.

Gazinda bi kovan ya helbestvaneke zehf mezin ê têkçûyî!

mirovê di bêdengiya tarî ya axîretê de bila aram be!

Yên bi keyf û şên jî hene:

Bila mey, wek lamên te pembe be

Diltengiya min jî weke pêlên keziyê te sivik.

 

Piştî me çarmalik heta dawiyê dixwendin, me bi heyranî li mînyatoran meyze dikir, em dîsa vedigeriyan serê pirtûkê û me nivîsên li ser keviya rûpelan dixwendin. Ewul nivîsên Wartanê Ermenî nivîsandîn yê nivê pirtûkê digirtin me dixwendin. Bi wan nivîsên wî, wê şevê ez bi çîroka Emer û Cîhanê û ya sê hevalên wî hesiyam. Di her sêh rûpelên di pey de, pirtûkxanevanên Alamûtê çîroka destnivîsê li Mervê ka çawa hatibû dizîn, bandora wê ya li ser Haşhaşiyan û heta serdema Moxolan çîroka Haşhaşiyan hatibû nivîsandin.

Ji ber ku min nivîs tam nedizaniya rûpelên paşî Şêrînê ji min re xwendin: “Ji berî hilweşandina Alamûtê ez reviyam memleketê xwe Kirmanê. Berhema Xeyamê mezin yê Nîşabûrî jî min rex xwe bir. Min biryar da ku ez wê veşêrim, heta bikevê destên kesê layiqê wê de. Ji bo vê ez xwe dispêrim Xwedayê mezin. Wî, kê bivê wan têxê ser rêya rast û kê bivê wan ji rê derdixê.”

Kesê ev rêzik nivîsandîn mêjû jî nivîsandibû: 14 ê Adara 1257 ê.

Min got:

-Destnivîs sedsala 13 ê de bêdeng bûye. Sedsala 19 ê de ji Cemaleddîn re hatiye diyarkirin. Gelo vê navberê de çi qewimî?

Şêrînê halê bersivand:

-Xewek dirêj. Xewek bê dawî ya Rojhilat. Paşê jî di destê wî Mîrza Rizoyê dîn de veciniqîye û hişyar bûye. Ma weke pirtûkxanevanê Alamûtê ew jî ne Kirmanî ye? Ma nav kalikên wî de kesek Haşhaşî hebê, mo şaş dibê?

Şêrîn rabû ser xwe, li ber neynikê li ser kursiyekî rûnişt û şehê xwe girt destê xwe. Min dikariya ku bi saetan ez gudarî çengê wê yê rût û hereketên wê yê zarîf bikim. Lê rastî li ber çavên min raxist:

-Heke te nevê, te li ser cihê min bigirin, amadekariya çûyînê bike.

Bi rastî jî tavê mezel ronahî kiribû û perde şefaf bûbûn.

Bi dengeke kerixî min got:

-Rast e. Min navê gotinek bê ser te.

Bi ken li min zivirî û got:

-Te li nîvê wê da. Min navê gotin bên ser min. Min navê li hemî haremên Îranê de, bê gotin ku zelamek qeşeng hewl nedaye ku wê tazî jî bike, lê heta sibehê maye li cem. Paşê kes min naxwazê!

Piştî min Destnivîs êxist qotiya wê de, min lêva yarê ramûsand û ez derketim. Ez di korîdorên qesrê re, bi bez derketim. Min xwe avêt ji derve û tevlî qelebalixa bajêr bûm.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply