Forum

Sermawêz, 2023

  • 20 Sermawêz

    Helbestên Jana Seyda “Şeva Tarî”

    Min du pirtûkên nivîskara jin a ji rojavayê Kurdistanê Jana Seyda xist dorê ku ez bixwînim. Beriya pirtûkên wê min dest bi xwendina romana Selîm Berekat a bi navê ”Feqiyên Tariyê” kir. Min mêze kir ku Jana Seyda wê romana Selîm Berekat ji arebî wergerandiye kurdî. Selîm Berekat kurdekî nivîskarê zimanê arebî ye, heta 70 saliya xwe/niha 70 saliye/ qet …

  • 20 Sermawêz

    Romana Semerqand – 43 (Amîn Me’lof)

    Du kesê bêsebiriya xwe vedişartin li benda min bûn. Li balyozxaneyê! Bi taxima gewr, papyona muare, bi simbêlên daketî wek yên Theodore Rosevelt lê ji yên wî tekûztir hatîn rastkirin Rûssel û wek her wextî bi kirasê spî, saqoyê reş û şaşika şîn ve Fazil! Yê ewul dest bi axaftinê kirî sefîr bû. Bi Fransîyek tekûz lê bêhno bêhno diaxiviya. …

  • 18 Sermawêz

    Morfolojiya kurmancî bi nimûyên ji berhemên klasîk

    Em ê îcar bi tenê navê berhema ku min nimûne jê girtine binivîsin, ji ber ku mirov dişêt van bêjeyan ji cihên din jî peyda bike, lewma jî pêwîst nake em rûpela peyvê binivîsin. Di vê gotara xwe de em dixwazin hinekî bala xwîneran bikêşin ser morfolojiya kurmancî û hinek nimûneyan ji berhemên klasîk pêşkêş bikin. Berî wê divê em …

  • 15 Sermawêz

    Romana Semerqand – 42 (Amîn Me’lof)

    Min mereq dikir, ji wî bajarê Xeyam ciwaniya xwe lê borandî, ka çi maye. Taxa Asfîzarê, ew koşka di nava baxçeyê piçûk de, ya têde Emer bi Cîhanê re şad bûyî çi lê hatibû? Taxa Mûtarîd ya tê de yê Cihû li gorî rêbazên Çînîyan ji toşalê dara tûyê kaxiz çêdikirin, gelo dima. Ez bi hefteyan peya, paşê jî bi …

  • 12 Sermawêz

    Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da

    Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.

  • 10 Sermawêz

    Bîranîneke Herkîyekî

    Cîranekî ez mirovekî ku bi eslê xwe ji Cezayîrê ye, ez pêre axivîm û temenê xwe bûye 95 salî, êdî bi baston rêde diçe û berçavkê wî bi qasî sentîmekî qalinde, çavê wî bê berçavk dereca dîtinê pir zeîfe û bê berçavk nikare bi rêde here. Rêya mala me yeke û min xwest alîkariyê bidimê wî bibim heta mala wî, …

  • 10 Sermawêz

    Romana Semerqand – 41 (Amîn Me’lof)

    Di van rojên bijan de, ez çima ji mirîyan Baskervîlleyî bîr tînîm? Gelo ji ber ku hevalê min û hemwelatiyê min bû? Bê guman. Lê heman demê de ji ber ku li vê Rojhilata jê re xerîp de ji bo avabûna azadî û demokrasiyê pê ve ti azweriya wî jî tinebûn. Gelo beytişe xwe feda kir? Gelo Rojava yê piştî …

  • 10 Sermawêz

    Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

    Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

  • 10 Sermawêz

    Du Pirtûkên Zeynelabîdîn Zinar

    Nivîskarê kurd Zeynelabîdîn Zinar ji sedî zêdetir pirtûkên kurdî nivîsiye û berhev kiriye. Di nav nivîskarê kurd de ê herî berhemkar ewe. Ez ê ji bo xwendevanên kurd behsa du pirtûkên wî bikim û van herdu pirtûkên wî ji xwendevanan re bidime nasîn. 1 – SIYABEND Û XECÊ Di nav nivîskarê kurd de yek ji ê herî berhemdar Zeynelabîdîn Zinar …

  • 8 Sermawêz

    Helbestkarekî Tekyaya Hezanê: Mela Ehmedê Hezanî

    Mela Ehmedê Hezanî heta niha nehatiye naskirin û derbarê wî de agahîyên zêde jî tune ye. Alimekî ku di heyama dawî ya Dewleta Osmanî û nîvê ewil ê serdema Komara Tirkiyeyê de jîyaye. Mela Ehmed li Gulpîka Hîzana Bidlîsê hatiye dunyayê û li Hezana Licê medfûn e, lêbelê tarîxa çêbûn û wefata wî nayê zanîn. Navê bavê wî Mela Zubeyr e û ew jî birayê Şêx Ebdulqadirê Hezanî ye. Di helbestên Mela Ehmed de tê dîtin ku ji Şêx Mihemed Selîmê Hezanî pir hezkiriye û li ser wî medhîye nivîsîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî bi terîqeta Neqşebendîya Xalidîyê ve girêdayî ye û murîdê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ye. Îhtîmaleke mezin ew jî weke şairên ji devera Hezanê li ba alimên meşhûr ên mîna Şêx Mihemed Selîm û bavê wî Şêx Ebdulqadirê Hezanî perwerdeya tesewifî wergirtiye. Li gorî agahîyên heyî 5 helbestên wî gihaştine roja me û mecmûeyeke ku wî bi xetê xwe îstînsax kiriye heye. Di helbestên xwe yên Kurdîya Kurmancî de mexlesa “Hemdî” bi kar anîye. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtine û helbestnûsîya Mela Ehmed jî nehatiye zanîn. Di vê xebatê de dê li ser van helbestên wî ku heta niha nehatiye weşandin bê rawestan. Bi vî awayî dê helbestên wî ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bên nirxandin û ligel destxetan metna transkirîbekirî bê pêşkêşkirin. Bi vê lêkolînê dê alîyê wî yê edebî û tesewifî derkeve holê.