Derûnî û Mirovê Nexweş

Di jiyana dinyayê de, mirov bi gelemperî li gorî şert û mercên jiyana herema lê dijîn de ji hêla psîkolojîk ve nexweş in.

Ji ber ku ji yekê zêdetir sedemên nexweşiya psîkolojîk henin, ku mirov bi ewlekarî nikarin bifikirin û tê nagihîjin encama rewşa xwe ya pîskolojîk bigrin binê qontrolê.

📌Sedema yekem:

Encama herî bi tesîr di jiyana mirovan de bi vîna azad nejîn, kesên ku biryara kar û kirdarên jiyana xwe bi vîna azad negrin, di mêjî de tim bi lêpirsîna pirsan di aqil de bi lêgerînan dijîn.

Mixabin mirov dema di aqilde aramî nefikirin û xwestekên xwe wekî proje bikar neynin, nikarîn bi jiyanê re û bi vîna xwe re lihevhatî bijîn.

📌Sedema Duyemîn:

Divê mirov bi giştî bi vîna xwe ya azad kirdarên xwe bikar bînin û bijîn, ji berku mirov ezmûna wî bi gora vîna azad bi nirx dibin û lewra dema vîna azad nebe biryara jiyana mirovan, neçare xwe bi gora şert û mecên çanda civakê binirxînin û wê demê jî nikarin xwe bi rêgezên civakî re lihevhatî bikin û tim bi nakokî dijîn.

Ji ber ku aliyê felsefeya çanda civaka ku miletê ne azadbin, di qalibekî teng de difetisin û an jî ramanê xwe bi rêbaza jiyana civakê bi nirxên qedexe de dijîn.

Lewra miletê bindest ji bona ku têk nerin bi qaîdeya ku em jê re dibêjin çanda civakî ya li gora heremê ji hevre bi rêzik in û vîna azad bi girêdeyî jiyana sosyolojîk û pskolojiya civakî bi nav dikin, bi tevahî girêdayî şert û mercên jiyana sosyal û pskolojîk, çavkaniyên aborî berheva heremî ve dijîn.

Ji ber vê yekê û di vê nuqteyê de, dema ku jiyana mirovan azad nebin, pirsên di mejî de dibin sedema nexweşiyên derûnî.

📌Sedema Sêyemîn:

Jiyana gerdûnî de mafê jiyana azad ji bona hemû mirovahî hemparin, ji ber vê yekê mirov bi fikir û raman bi vîna azad bikar bîninîn, hînga jiyan xweşe dibe û mirov di xeta hunerde serkeftî dibin û ji civakê re rê û rêbaza nasîna miletê jiyana wî bi vîna azad vedibe û di hunerêde serkeftî dijîn.

Dema ku mirov dimirin bi biryarên kirinên wî bi vîna azad jiyaye, ku em jê re dibêjin ezmûna jiyana gerdûnî, tête lêpirsîn, bes dawiya lêpirsîna ezmûna mirovan dibe mûkafata bîhuştê û anjî bi dojeh tê ceza kirin, em nikarin dadbariya dawîn bizanibin, ji ber ku tenê Xwedê ellahûl elîme dizane.

Weke ku ayet di Qurana pîroz de jî dibêje, Xweda xêfûrû rehîm e, dilovan e û di heman demê de el îqebûl şedîd e.

Bi gotineke din, çawa ku rehma Xwedê pir mezin e, xezeba Xweda jî ewqas  cezay wîjî pir giran e.

📌Sedema Çaremîn:

Ji aliyê ku em dibêjin sedema mirov ji xwe nerazînin, nexweşbûneke dinjî tê wê wateyê ku tu kes di jiyana xwe de %100 ne bextewarin û ji jiyana xwe ne razînin, tim bi gazinin.

Ji ber vê yekê, gava ku şane difikirin û bûyerên jiyaye bibîr tînin, hînga binbîr dibin ramanê di hişê wî de balê dikşîne paşerojê difikirin, lewra mirov her gav ji xwe gilî û gazinê ne razîbûyîna jiyana xwe dikin.

Bi gotineke din, şane ê têgeha raman yên ku em jê re dibêjin hiş, mirov bi xwezayî tiştên ku di jiyana xwe de ditiye û jiyan kiriye têr nakin.

Sedema wîjî tu kes naxwezin bimrin, lewra pir kes dema ber rih de jiyana xwe ji dest dide, bes hêşê wî hîna ji binbîra xwe veneqetiya ye û hewl dide şîretan li zarokên xwe bike.

Mixabin, sedemên vê yekê jî ji ber ku mirov bi vîna azad ne jiyaye û jiyana wî bi cihekî ve û anjî bi kesekî ve girêday bûye, lewra di jiyanê de ramanên ku em jê re dibêjin azadiya ramanê mirovan azad neyêt bikar anîn, hînga şêwaza lêpirsîna derûnî ya mirovan dibe hêlîna şaney nexweşiyan.

Bi giştî dema lêpirsînên ku di mejî de bi ramanên azad nebe, vê carê şaneyên ramanê ku em jê re dibêjin psîkolojîk, mirov dike bindest û vîna mirovan ne azad tê bikar anîn.

Mirov her dem bi ramanên di mejiyê xwe de bi nakokînin û tim di tevgera lêpirsînan de pirsan ji xwe dipirsin, bûyerên ku jiyaye jê poşman dibin û pîskoliya mirovan xerav dibin, bi aramî nikarin bifikirin û lewra bi derûnî nexweşin.

📌Sedema pêncemîn:

Mirov bi awayek kesayetî dema bi gora fikrû ramanên azad nejîn, sedema wî jiyana çanda civakî de qedexetî henin û qedexe li ser jiyana bi difikir û raman de bi tesîre, encama tevgerên ku qedexenin, qedexetî dibe sedema an girtin, an jî dûrxistina ji civakê û anjî mirin e, ev sê xal mirov ji aliyê psîkolojîk ve nexweş dixînin.

A- Tu kes naxwaze bimire,

B- Tu kes naxwaze di civakê de bi hesta sûcdariyê bijîn.

C- Tu kes ji ber fikr û ramanê vîna azad naxweze were dîl girtin.

Bi dîtina min mafê tu hêz û qûweta nîna vîna mirovan re qedexetî bikar bînin.

Ji ber ku tiştên ku mirov li vê gerdûnî yê de dijîn û diceribînin, çi erênî çi neyînî be, ne yekalî ne, tevahî bûyerên ku pêktên ji sedî %50 du alînin û herdu alî dibin sedemên  amadekarê bûyeran.

Silav û rêz.

Behçet Ateş :28-10-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply