Romana Semerqand – 39 (Amîn Me’lof)

Li welatê Xeyam, rojên reş û tarî diboriyan. Gelo mizginiya ji Rojhilat re hatî dayîn ev bû? Ji Isfexanê heta Qezwînê û ji Şîrazê heta Hemedanê, ji devê herkesî heman deng derdiket: “Mirin! Mirin!” Êdi Ji bo gotina peyvên azadî, demokrasî û edaletê, diviya mirov xwe veşêrê… Dahatû, xewnek qedexekirî bû. Li kolanan berdidan pey kesên makezagonparêz. Navendên “Benîademan” hatibûn valekirin û pirtûkên wan hatibûn berhevkirin û şewitandin. Li ti deverên Îranê ev hişê sakîn, nehatibû sekinandin.

Ji bilî Tebrîzê li ti derî! Ji bilî wê, li vî bajarê leheng, di dawîya roja derbeyê, nav sih taxan de yekî ji wan berxwedana xwe didomand. Ew jî li bakurê rojhilatê sûkê, taxa jê re digotin Amîr-Hiz bû. Wê şevê, dema partîzanên ciwan bi deh û deh deriyê sûkê digirtin, li navenda Encûmen a bûyî biryargeh de, Fazil li ser nexşeyeke qermîçok hinek tîrik xêz dikir in.

Em, ew kesên li xêzên pênûsa wî dinîhêriyan dora deh kesî bûn… Fazil got:

-Ew derbeyên me li neyar dayîn û windahiyên wan çêbûyîn, ew şaşo maşo kirine û hêca jî nav wê şaşwaziyê de ne. Ji wan weye ku em xurtirin. Topa wan tine û nizanin ka çend topên me hene. Divê em ji vê rewşê kêrdarbin. Yê şah soxînê leşkerên xwe bişînê. Divê ji niha ve em bajêr hemûyê vegirin. Em ê îşev êrîş bikin.

Xwe tewand û bi wî re her kesî serê xwe ser nexşeyê ve tewand:

-Ji nişka ve em ê bi çem re biborin û ji du alî ve êrîşî kelehê bikin. Ji alê sûkê û alê gorîstanê ve. Hêca nebûyî êvar, keleh ya me ye.

Keleh piştî deh rojan hat vegirtin. Li her kolanê pêvçûnên dijwar û bixwîn qewimîn lê berxwedêr pêş diketin. Her tişt gor wan dibû. Grubeka “Benîademan” postexaneya Hind-Ewropa dest xistibûn. Bi vê, Tehran û bajarên welêt yên din re têkiliyên wan çêdibûn. Heta London û Bombayê re jî. Wê rojê, qişleyeka polîsan jî tevlî makezagonparêzan bû û mîtralyozeke Maxîm û sêh cebilxaneyên kurt jî bi xwe re anîn. Van destkevtiyan gel wêrek kir. Ciwan û pîr bi sedan kes, di nava taxên rizkarkirî de dibeziyan. Hinek bi çekên xwe ve dihatin. Nava çend hefteyekî de, neyar ji bajêr hat derêxistin. Bi tenê li bakurê bajêr, ji taxa Hêştirvanan ya zehf kes tê tinebûn û heta Ordugaha Sahîp-Diwan, heremek mabû destê wan de.

Nîvê heyva tîrmehê de, artêşeke dildar hat damezirandin, rêveberiyek demkî dest bi kar kir û karê kirîn-îkmalê dan Howard. Êdî hemî dema wî li sûkê, bi kirîn-firotinê diborîya. Firoşkaran gelek qîmet didan wî. Howard, bi pîvanên giraniyê yên Îranê re kar dibir sêrî. Digot:

-Lîtreyê, kêloyê, onsê ji bîr bike. Li vê derê dirhem, misqal û şînike û ji bo barê keran jî harwar diborê.

Hewl dida ku min jî hîn bikê:

-Pîvana giraniyê ya esas cav e. hemberê libî ceyê navîn yê biqaşil e.

Min digot:

-Ecêb e!

Mamosteyê min, li xwendekarê xwe bi gazind dinihêrî. Min jî wek xwendekareke dersa xwe girtibe digot:

-Nexwe cav yekeya pîvana giraniyê ya herî piçûk e.

-Qet ne welê ne. digot Howard û aciz dibû.

Min li nîşeyên xwe dinihêriya û paşê min digot:

-Giraniya libek ce, hemberê heftêh libên xerdelê ye. An jî hemberê şeş têlên dûvê hêstirê!

Peywira min wek ya wî ne zehmet bû. Ji ber ku min zaravayê heremî nedizanîya, peywira min, têkiliyên bi biyaniyan re ewlehiya wan û ji wan re ravekirina niyeta Fazil bû.

Tebrîz ji bîst salan hir ve, ji sazkirina riya hêsin ya Trans-kafkasyayê ve, dergehê Îranê û cihê borîna karwanên bar yên trênê û neqeba mecbûrî bû. Gelek şûbeyên şirketên Ewropayê hebûn. Wek Mossîg û Schûnemann a Elman, an jî Şirketa Anonîm a Bazirganî ya Awusturyayê ya Rojhilat. Ji bilî wan balyozxane, Misyona Presbîteryen ya Emerîka û gelek saziyên din jî hebûn. Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku di wan rojên zehmet de, xusara ti kesê biyanî nebî. Heta dostaniyek hestdar hatibû avakirin. Ez ne qala Baskervîlle, ya xwe an jî Panoffê ketî nava tevgerê dikim.

Nûçegihanê Manchester Guardîanê Mr. Moorêu li rex Fazil çek hildabû û birîndar bûbû. Sitvan Angînîeur, gelek pirsgirêkên me yên lojistikê hal kirîn û bi nivîsên xwe di Asîe Françaîsê de weşandîn. Bi van nivîsan, li Parîsê û li her derê cîhanê alîgirên Tebrîzê zêdebûn. Bi vî awayî, bajar ji xetereya mezin rizgar kir. Ez li vê derê wan lehengan slav dikim. Hinek melayên bajêr, ev alîkariya biyaniya li dijî Makezagonparêzan kirin propoganda. Digotin: “çend kesên Ewropî, Ermenî, Babaî û her cûre serserî”.  Gel guhê xwe nedida vê propogandayê, em bi dilovanî pêşwazî dikirin. Her mêr bira û her jin jî xwîşk û dayik bû.

Ne hewceyî gotinê ye ku ji berxwedanê re dîsa alîkariya herî mezin ji Îraniyan bi xwe dihat. Tebrîziyan û koçberên ji ber baweriya xwe ji gund û bajarên xwe reviyayîn destek didan. “Benîademên” ji her deverên welêt hatîn, ji çekekî pêştir ti tişt ne dixwestin. Ji bo gelek parlementer, wezîr û rojnamegerên Tehranî jî rewş eynî bû.

Lê nav penaberan de bêguman ya herî giring Şêrîn bû. Guhê xwe nedabû qedexekirina derketinê û li otomobîla xwe siwar bûbû û ketibû rê. Kazakan newêrîbû ku wê bisekinînin. Gel, bi heyranî otomobîla wê temaşe dikir. Ajokarê wê, bi eslê xwe Tebrîzî bû û nav Îraniyan de kesên bikaribin amûrek halê bajon kêm bûn.

Şahbanû, li qesreke hatî terikandin cih bû. Ew qesir bapîrê wê dabû çêkirin. Şahê extiyar yê hatî kuştin, xeyal kiribû ku salê carekî werê li vir bimîne. Lê tê gotin ku şeva ewul ya hatî vê qesrê, nexweş ketibû û stêrzanan jî şîreta li vî cihê bêyom nesekinê û carek din jî gava xwe navêjiyê, lê kiribûn. Vaye sih sal bûn ku ti kes li wê qesrê rûneniştbû û piçekî bi tirs, jê re digotin “Qesra Vale”.

Bêyomî fîlan ne xema Şêrînê bû û çû qesrê de rûnişt. Berxwedêr bi coş, di bexçeyê wê yê fireh de kom dibûyan. Gelî caran ez jî tevlî wan dibûyam.

Çiqas cara şahbanûyê ez didîtim, keyfa wê dihat. Nameyan, navbera me de hevpariyek welê çêkiribû ku ti kesî nedikarî xera bike. Lê ti carî em tenê nediman, her şîv an jî her civînê de kêm kêm deh kes digihaştin hev. Bê navber me niqaş dikirin, carna jî henek dikirin, lê ti carî em pêş de nediçûn. Li Îranê hez ji bêgiramîtiyê nayê kirin, nezaketek zirav heta terbîyeyek mirêsdar heye. Gelî caran dema diaxivin gotinên: “Ez benî, ez xulam, xulamê te” tê karanîn. Jixwe dema esîlan re an jî jinên esîlan re  biaxivin, heta erdê xwe ditewînin. Ne ji dil be jî ev bi gotinê tê pêkanîn.

Soxînê ew pênşema bi kelecan hat. Roja 17 ê Îlonê. Ma ez dikarim jibîr bikim? Yên li rex me bi hêcetên cûr bi cûr ji qesra Şêrînê derketin. Min jî li rex yên mayîn paşiyê re destûr xwestibû. Dema ez di derîyê hewşê re derkevim, min ferq kir ku min çeltikê xwe yê belgeyan yê ku nivîsên giring têde hebûn jibîr kirî ye. Ez vegeriyam, niyeteka min ya dîtina şahbanûyê tinebû. Min zen dikir ku piştî mêhvanên xwe şandîn, ji bo bêhnvedanê derketiye jûra xwe.

Lê texmîna min ne rastbû, hêca rûniştîbû. Nav bîst û pênç kursiyan de tenê bi serê xwe! Bi tirs û xirman… Min bin çorê xwe re li wê nihêrî û hêdîka çeltikê xwe hilda. Hêca Şêrîn bê deng bû, hesko ez nedîtîm. Min jî qet dengê xwe nekir û ew şopand. Hesko ez di wê dema ji berî dozdeh salan de bûm. Min xwe li Stenbolê, di salona Cemaleddîn de didît. Min ew didît. Hingê jî dîsa halê xwehr rûniştibû. Kemikek şîn li ser serê wê bû û heta ber lingê kursiyê li ser rûniştî dadihela. Wê demê çend salî bû? Hevdeh? Hejdeh? Îro sêh salî ye. Jinek gihayî û aram, şahbanûyek e! Weke roja ewul bi bejnûbal! Weke wan jinên di pozîsyona wê de û rewşa wê de, xwe bernedabû: Ji sibehê heta êvarê xwe ser dîwanekî re dirêj bike, bixwe û vexwe! Gelo zewicîbû? Berdabû? Jinebîbû? Me qet behsa vê nekir.

Min zehf dixwest ku ez ji wê re teqez bibêjim: “Ez ji Stenbolê ve hez ji te dikim.” Lêvên min lepitîn, lê ti gotin ji devê min derneket û dîsa devê min hat girtin. Halbûkî Şêrînê berê xwe dabû min… Hesko ne ez çûyîm û nê jî vegerayîm, qet şaş nebûbû. Li min nihêrî got:

-Tu çi difikirî?

Cara ewul bû ku ji min re digot: “tu”. Bersiva wê li ser ezmanê min bû:

-Ji Stenbolê ve, te.

Kenê wê hinekî fihêtoyîbû, lê nedixwest ku tûşî ti astengiyan bibê. Ev yek di rûyê wê yê bi ken de dixweya. Û min, ji dubarekirina gotina wê pêştir ti gotinên din peyda nekirin. Gotina wê ya navbera me de bûyî weke parolayekî:

-Kê dizane! Belko rojekî em hev bibînin!

Piştî çend saniyeyên bêdeng û tijî bîranîn Şêrînê got:

-Ez ji Tehranê bê pirtûk derneketim.

Destnivîsa Semerqendê?

-Her wextî di çekmeceya li ber serê min de ye. Ez qet ji qulibandina rûpelên wê nakerixim. Ji berkirina Rûbaîyên wê… Û rojnivîska li ser her rûpelên wê hatî nivîsandin, hemî di hişê min de ye.

-Ji bo şevekî min bi wê pirtûkê re biboranda, min ê ji emrê xwe deh sal bidan.

-Min jî şevek ya emrê xwe.

Bîstek din, min serê xwe ser rûyê Şêrînê de tewand, lêvên me gihatin hev û çavên me hatin noqandin. Di serên me yên tijî de ji stranên çîçirkan pêştir ti deng ne dihatin sehkirin. Maçîkirinek dirêj, bi şewt, ji dûr hatî, maçîkirinek ji astengiyan borî.

Ji tirsa hatina hin kesên din û ji tirsa dîtina xizmetkaran, ez rabûm ser piya û min ew şopand. Em deriyekî piçûk re derbasbûn ku qet mo nizaniya derî ye. Em li sêlimeke hinek cilingikên wê şkestî re hilketin. Em gihatin jûra şahê kevin ya niha neviya wî lê dimîne. Deriyek du felqê giran li ser me hat girtin. Dengê qulfekî û em man tenê. Em herdu! Tebrîz, bajarek li wî alê cîhanê bû. Cîhan ji Tebrîzê dûr diheliya.

Li ser cihikeke mezin û bi stûn, min xoşewîsta xwe maç dikir. Her girêkek, her bişkokek, her qulpikek min bi destên xwe vedikir. Bi tiliyên xwe, bi kefa destê xwe, bi lêvên xwe. Min her fetlonekek bedena wê ji nû ve xêz dikir. Bi maçîkirina xwe ya ecemî, bersiva firikandina min dida, ji çavên wê yên girtî hêstirên germ diherikîn.

Dema bûyî sibeh, hêca min destnivîs vekiribû. Li ser komîdîna li wî alê cihik bû. Şêrîn tazî, serê wê li ser milê min, pêsîrên wê singa min ve, razayîbû. Li vê dinyayê ti tiştî nikariya min ji cihê min bilepitînê. Min nefesa wê û bêhna wê dikaşand nava xwe, li mûjankên wê dinêrîya. Ez difikiriyam ku ka ez çi xewnên rengîn, an jî kabûsên bixof dibînim. Dema hişyarbûyî, qelebalixên bajêr yên ewul jî despêkiribûn. Min bi lez xwe da hev. Mi ji xwe re soz da ku pirtûka Xeyam, bimînê şevek din ya evînê.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply