Çi muamaya, çi aşqe, çi belaye ey mela
Têm xepandin bi qedehek û ramûsanekê
Ev lêv, ev sîng, ev gerden çiye ey mela
Her kes bi derd e, kes nîne şerh bikê
Ey zahid ji min neke gazinan
Şîretên te nakevin dilan
Awirên wan dilberan
Hiş nahêlin li seran
Ey mela carek were bi me re meyxanê
Tê bibînê ku her kes bi ilmê te zanê
Tu jî wek me vexwê ji wê şarabê yek tasê
Tê li xwe heram bikê rêya camî û medresê
Ey saqî bide min şaraba aşqê yek carê
Sermest bibim bi “lam û bê” ye yarê
Ji bo sîng û berê wê dilberê
Sed can didim bi yek nezerê
Ey mela li min neke waz û nasîhatê
Tu dibê heram e, ez dibê ava heyatê
Tu dibê ew yar wek agir e
Ez dibê wek hingiv û şekir e
Dêr ji bo keşa, mizgeft ji bo mela ye
Dergaha min hembêza yarê ye
Her bişkoka ku vedikim li ser pêsîre
Mîna mifteya bihuştê bi xwe ye
Milkê ereb û ecem û tirkan
Li ber fermana te bin ey dilber
Nakim şikayet ji husn û cemala te
Şanika li ser rûye te bim bes e ey dilber
Ey mela her kes bûye mûbtelayê pere
Dîn û îman maye peya li ber pere
Pere bûye bav û dê, insan nebû dilşa
Bêpere nameşê karê mela û keşa
Sed mizgeft nakê meyxaneyek
Sed waz ne bi qedehek
Bedena te “laleşa nûranî” ye
Tewaf dikim rojê carek
Ey saqî, çima nade min qedehek ji ava kewserê
Dil û hinav şewitîn bi vê keserê
Dilazad wek sîmir qaf bi qaf digerê
Çend sal in ne gihiştim mizgeftê ne jî dêrê
Kurdistan, Nîsana 2021ê
DILAZAD A.R.T
dilazadart@gmail.com