Morfolojiya kurmancî bi nimûyên ji berhemên klasîk

Em ê îcar bi tenê navê berhema ku min nimûne jê girtine binivîsin, ji ber ku mirov dişêt van bêjeyan ji cihên din jî peyda bike, lewma jî pêwîst nake em rûpela peyvê binivîsin.

Di vê gotara xwe de em dixwazin hinekî bala xwîneran bikêşin ser morfolojiya kurmancî û hinek nimûneyan ji berhemên klasîk pêşkêş bikin. Berî wê divê em der barê wateya morfolojiyê û hin taybetiyên wê çend tiştan bibêjin.

Morfolojî wekî beşeke zimannasiyê bala xwe dide, bastûra hundirîn a pêkhatina bêjeyan û rêzikên dariştina wan. Di morfolojiyê da yekeya bingehîn morfem e. Morfem yekeya herî biçûk ku di zimanî da xwedanê wate an jî peywireka rêzimanî ye. Bêje ji morfeman pêk tên. Ew morfem dibe ku bêjeyeka ferhengî be, her wekî; “dar, gul, agir, hest, pel, bêje, aqilmendî…” An jî bêjeyeka kargîn (functional) be, her wekî «li, bi, û, an, -ê, bê-» … Heçî morfemên kargîn in, ew jî dabeş dibin ser du koman; koma serbixwe û koma bendkirî. Her wiha dibe ku ew morfem yeka dariştinê yan jî ya kêşan û tewangê be.

Morfemên serbixwe, bi serê xwe di nav hevokê de cih digirin. Hinek ji wan morfemên ferhengî ne, hinek jî morfemên kargîn (functional) in, lê belê ew bi serê xwe xwedanê wate yan jî peywirekê ne.

Mînak: li, ji, kar, bêr, dest, mil, gul…

Morfema bendkirî, ev cure morfem e ku her tim bi morfemeke din ve dibe, bi serê xwe bi kar nayê.

Mînak: rakirin, destî, kurtik, biker, dibe…

Di kurmanciyê da hinek morfem hene ku hin caran serbixwe, hin caran jî bendkirî ne. Her wekî morfemên kesandinê, morfemên îzafeyê û hwd. Piştî vê ravekirin û nirxandina giştî em dikarin hin nimûneyan ji berhemên wêjeya klasîk pêşkêşî we bikin û li ser wan hin nirxandinên morfolojîk bikin.

Em ê îcar bi tenê navê berhema ku min nimûne jê girtine binivîsin, ji ber ku mirov dişêt van bêjeyan ji cihên din jî peyda bike, lewma jî pêwîst nake em rûpela peyvê binivîsin. Em ê peyvê ji aliyê morfolojîk rave bikin û morfemên ku wê pêk tînin bidin nasîn.

Qewlê Newala Sîsebanê(1)

kevandar (Sahib tîr û kevandar, pêk ve cevhane ew zûd): Ev bêje ji du morfeman (kevan+dar) pêk hatiye. Ya pêşî watedar e, ya din kargîn e. Her wiha “kevan” morfemeke serbixwe ye, /-dar/ paşgireke bêjesaz e û morfemeke bendkirî ye.

medêrin (Guh medêrin talanê, bixurin Erebiya): Ev ji sê morfeman (me+dêr+in) pêk hatiye. /me-/ pêşgira kêşanê ya raweya fermanî ye, wateya neyînî dide, /-dêr-/ rayeka dema niha ya lêkera danê ye, formeke awarte ye, /-in/ qertafa kesandinê ya pirjimarî ye.

vedihêran (Umer kafir vedihêran, ecêb vê carê çêbûn): Ev bêje jî ji çar morfeman (ve+di+hêra+n) pêk tê. Pêşgira /ve-/ wateya dubarekirinê dide peyvê anku bêjesaz e, /di-/ morfema dema niha ye, /-hêra-/ rayeka dema borî ya lêkerê ye û /n/ nîşaneya pirjimariyê ye.

Piştî ravekirina kîtekît a çend nimûneyan, em dişên êdî bi tenê hêmanên peyvan nîşan bidin û wisa bihêlin.

kuling (Bi tîr û hem kulingan, ew xweş têne qîtalê): kol+ing
kevnedoz (Ev kîn û kefnedoz e, hilkin ewa sefîlan): kevn+e+doz

Keşkûla Kurmancî(2)

dûredest (Ez feqîr im, dûredest im): dûr+e (navbend)+dest
hemyar (Lê ne a’şik bit li malê, yan li gel hemyarekê): hem+yar
dêmzer (Ehsen ji husna dêmzerê): dêm+zer
terçinar (Kirme yaxma terçinaran): ter+çinar (ter wateya ciwaniyê dide)
bende (Tu yî xaliq, ez im bende): bend+e
şermende (Ze’îf û jar û şermende): şerm+ende
sernixûn (Sernixûn ke, bi şubhê nûn ke wekû  dalê şeb û rûz): ser+nixûn
kevnebar (Bi derkeftam ji bin vî kevnebarî): kevn+e+bar
çarekar (Ku em bêçare ne, tu çarekar î): çare+kar
zerbenî (Bi guhar û zerbenî tê): zer+benî
şeşper (Bi tîrêt şeşper kir): şeş+per

Şêxê Sen’aniya(3)

dîndirist (Tu îlahê dîndiristan): dîn+dirist
neçê (Ez dê biçim dêra neçê): ne+çê
pêkenîn (Bû pêkenînê ‘alemê): pê (bi+ê): ken+în)
gestime (Marê birîndar gestime): gest+im+e (rayeka dema borî+ qertafa kesandinê+ morfema dema borîya dûdar)
rûmeh (Naçim ji nik vê rûmehê): rû+meh (rûhîv)
hevrê (Yek hevrêyek vêra nema): hev+rê
gulgûn (Ew meya gulgûnê al e): gul+gûn (bi rengê gulê)
pîrekal (Noşîcan kir pîrekal e): pîr+e+kal
çavenêr (Hemî li wan bûn çavenêr): çav+e+nêr
çirav (Ji behra çirava zulmetê): çir+av
hevdeng (Hevdeng dibûn pê ra melek): hev+deng
dilpereng (Şêxê aşiqê dilpereng): dil+pereng
tîremar (Li hev wer dibû wek tîremar): tîr+e+mar
hezarzan (Çerx û ger da ser hezarzan): hezar+zan
çûnxweş (Hespekî çûnxweş deranî): çû+n+xweş

Mem û Zîn(4)

neqşhûr (Herfa ku me gotî neqşhûr e): neqş+hûr
kargeh (Ev kargeha ‘ezîm û dewwar): kar+geh
bargeh (Ev bargeha bedî’ û seyyar): bar+geh
peyember (Erwahi ji me’niya peyember): peyem+ber (kesê ku peyamê dibe)
derxwer (Bûn derxwerê ateşê cehennem): der+xwer (layîq)
bedserencam (Ev gurge le’înê bedserencam): bed+ser+encam (aqûbet xerab)
kêmbeha (Neqdê me mebêje kêmbeha ye): kêm+beha
bîna (Ava tu diket zemîrî bîna): bîn+a (kesê ku dibîne)
têrbuha (Her çend ziyade têrbuha bin): têr+buha
sînesoj (Her bi kelamê sînesoj): sîne+soj (rayeka dema niha ya lêkera sotinê)
Hezaremêr (Roja şerrî ew hizaremêr bû): hezar+e+mêr
serkurranî (Seyran dikirin bi serkurranî): ser+kur+an+î
serkol (Pêxwasî hinek, hinek di serkol): ser+kol (serqot)
rengnenas (Emma di wî şehrî rengnenas in): reng+ne+nas
kiçanî (Çawa xemilîne ev kiçanî):kiç+an+î
cilkurranî (Ew jî geriyane cilkurranî): cil+kur+an+î
dûrbîn (Peyda  ye li nik we dûrbînan): dûr+bîn (kesê ku cihê dûr dibîne)
naguncine (Naguncine defter û kîtaban): na+gunc+in (tê hilnayên)
dilaram (Gotin: Çi kes î, tu ey dilaram?): dil+aram
çaresaz (Ey Daye! ji bo me çaresaz î): çare+saz
xwazgîn (Xwazgîn û wesait û wesîle): xwaz (rayeka dema niha ya xwestinê) +gîn
hemreng (Hemreng hinek bi fexr û nazan): hem+reng (ewên dişibin hev)
kadiz (Naçari ‘ecûze bûye kadiz): ka+diz
şoşbîn (Go çerx li min Memo tu şoşbîn): şoş+bîn
piştkûz (Ye’nî li xîlafê piştkûzê): pişt+kûz (piştxûz, pişttewiyayî)

Samî TAN-Gazete Duvar

Binêr:

1 – Demir, Ahmet (Amadekar).  Qewlê Newala Sîsebanê, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2012.

2 – Celîlê Celîl. Keşkûla Kurmancî,  Wîen, 2004.

3 – Feqîyê Teyran (Amadekar: Celîlê Celîl). Şêxê Sen’anîya, Wîen, 2003.

4 – Ehmedê Xanî (Amadekar: Huseyn Şemrexî). Mem û Zîn. Nûbihar, Stenbol, 2010.

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply