Romana Semerqand – 43 (Amîn Me’lof)

Du kesê bêsebiriya xwe vedişartin li benda min bûn. Li balyozxaneyê! Bi taxima gewr, papyona muare, bi simbêlên daketî wek yên Theodore Rosevelt lê ji yên wî tekûztir hatîn rastkirin Rûssel û wek her wextî bi kirasê spî, saqoyê reş û şaşika şîn ve Fazil! Yê ewul dest bi axaftinê kirî sefîr bû. Bi Fransîyek tekûz lê bêhno bêhno diaxiviya.

-Civîna me îro pêkanî, civîneke welê bû, dikare rêya dîrokê biguherîne. Bi kesayetiya me de, her du netew digihijin hev. Bê guhnedana mesafe û cudatiyan. Emerîkaya xwedî netewek ciwan lê demokrasiyek pîr û Îrana demokrasiyek ciwan lê xwedî netewek kevin a hezar salî.

Min li Fazil nihêrî, ji bo ka van gotinan nerihet kirî ye an na. Wî domand:

-Ji beriya çend rojekî, ez vexwendiyê Klûba Demokrasiyê ya Tehranê bûm. Min elaqedariya xwe û dilxwaziya xwe ya derheqê Şoreşa Makezagonê de anî ziman. Serok Taft û Wezîrê  me yê Karê Derve Mr. Knox jî wek min difikirê. Ez vê jî bibêjim, Wezîrê me yê Karê derve,  ji vê civîna me îro pêkanî haydare. Encamên em bigihijinê, em ê bi telgrafê jê re bişînin.

Ji bo min karê ravekirina rewşê, hişt hêviya Fazil ve û wî domand:

-Bîra te tê, roja te hemberê artêşa Çar de, berxwenedan pêşniyarê min kirî?

-Ew çi belayek bû!

-Ez qet ji te nexeyidîm, te ya pêwîst kir. Ji milekî ve mafê te jî hebû. Lê belê tişta ez jê ditirsiyam hat serê me. Ûrûs, qet ji Tebrîzê derneket. Heroj gel aciz dikin, Kazak li kolanan berûkên jinan dikişînîn. Bi hêcetên piçûk Benîadem tên dakirin. Lê ya kambaxtir heye. Dema Tebrîz hati dagirkirin, ji tiştên hatîn serê hevalên me jî kambaxtir! Xetereya xerabûna demokrasiya me heye. Mr. Russel ciwan da nasandin. Lê li gor min geleke bigota “nestebayî”. Di dîmenan de her tişt baş dixweye. Gel şadtir, sûk tevgerdartir, mela  lihevkertirin! Lê ji bo hilweşandina avahiyê bê sekinandin, mûcîze lazime. Ji bo çi? Ji lew re, eynî weke berê dîsa xezîne virtovale ye. Di bac standinê de rêbazeke ecêb ya pergala kevin hebû. Li her eyaletê, kesek xwînmij peywirdar dikir û wî jî diravên didan hev, ji xwe re berhev dikirin. Bi tenê ji wan diravan hinek didan çend zelamên li qesrê peywirdar û bi vî awayî ew dikiriyan. Felaket jî di vê xalê de bû. Dema dirav nediketin xezîneyê, me ji Ingilîz û Ûrûsan deyn distand. Wan jî dema wextê dana deyn dihat,  deman û berbijarî ji me distandin. Bi vî awayî Çar, tevlî karê me yê hundur bû û bi vî awayî dewlumendiyên me hemû berhewa bûn. Desthilatiya nû jî bi vê belayê re rû bi rû ye. Heke em jî weke welatên hemdem bacê berhev nekin, em mecbûrin ku serwêrîsiya dewletên din qebûl bikin. Ji bo me karê herî lezgîn, sererastkirina karê darayî ye. Riya hemdembûyîna Îranê, di vê neqebê re dibore. Azadiya Îranê bi vê yekê ve giradayî ye.

-Madem ku derman tê zanîn, çima hûn dest bi dermankirnê nakin?

-Ji lew re îro kesê li Îranê, bikaribe vî karî pêk bînê nîne. Ji bo weleteke deh milyon, gotina vê yekê ne xweş e, lê em nikarin nezanînê veşêrin. Kesên li gorî peywirdarên dewletên pêşketî hatîn perwerdekirin bi tenê em çend kesin. Bi tenê dîplomasiyê de tecrûbeya me heye. Tecrûbeya me ya leşkerî, ragihanî, bi teybetî ya darayî sifir e! Heke rejîma me bîst, sêh salan bima li ser piyan, di van beşan de bê guman yê nifşek bigihişta. Lê heta ew bigihijin, em mecbûrin serî li pispûrên biyanî yên durust û behredar bidin. Ji vê pêştir vebijêrkek me tine. Ez dizanim ku peydakirina kesên halê ne hêsan e. Di dema borî de tecrûbeyên me yên xerab hene. Bi Naûs, Lîakhov û gelek kesên din. Lê ez ne bêhêvî me. Derheqê vê mijarê de, ji parlemento û hikumatê min hinek hevalan re hevdîtin pêk anîn. Ez texmîn dikim ku Emerîka alîkariya me bike.

Ez cihde rabûm:

-Ez ê pê serbilind bibim. Lê ji bo çi welatê min?

Bi vê bersiva min Charles Russel, şaşbûyîn û şayîşî ya xwe nîşanda, lê bi bersiva Fazil re aram bû:

-Me hemî dewlet yeko yeko li ber çavan rayêxistin. Ûrûs û Ingilîz, ji bo pirtir bibin serwerê me ji îflas kirina me re, li çepika dixin. Fransiz, ji bo têkiliyên wan yên Çar re xera nebin, bi çarenûsa me re elaqedar nabin! Ango dewletên Ewropayê hemî di nava hevgirtin, an jî dij hevgirtinê de hatine honandin. Di vê leyîstokê de Îran kevirek piçûk yê damê ye. Bi tenê dewleta bêvegirtin alîkariya me bikê Emerîka dimînê. Ji ber wê, me serî li Mr Russel da. Min jê xwest ku kesek Emerîkî yê bikaribê ji bin vî barê giran derkevê, ji me re pêşniyar bikê. Ez hema bi zû ji te re bibêjim, wî jî navê te da min. Min jbîr kiribû ku te darayî xwendîye.

Kenên ne ji dil, awirên şermok… Min got:

-Hûn zelamê xwe bibînin, ez ê li cem bixebitim, şîretan lê bikim û alîkariya wî bikim. Lê divê peywirdar ew be. Ez kesek niyetpakim, lê heman demê de nezan û tiral im.

Fazil, dev ji israrê berda û bi heman şêweyê axaftina xwe domand:

-Ev rast e! ez dikarim şehdebûniyê bidim. Ji bilî wê, hinek kêmasiyên te yên din jî hene. Tu hevalê min î û herkes vê dizanê. Reqîbên min yên siyasî, ji bo tu sernekevî çi bê milê wan yê bikin.

Russel bêdeng guhdarî dikir. Beşişandinek li ser rûyê wî belav bûbû û mabî welê. Hesko ji bîr kiribê, wek çawa qerimîbê. Henekên me, qet ne li gorî wî bûn, lê welê jî li eynê xwe danenî bû. Fazil li wî zivirî û got:

-Ji bo kêmasiyên Benjamîn lêborînê dixwazim. Lê hêca lihevkirina me xera nebûye. Ez bawerim, em vî karî bidin kesekê qet tevlî buyerên Îranê nebûyî yê baştirbê.

-Keseke werê bîra we heye?

-Ez qet navan nizanim. Ez keseke bihêz, zana, rast û nedogmatîk dixwazim. Ez dizanim ku kesên welê li ba we hene,. Kesê ez dixwazim, ez tînim ber çavên xwe: zarîf, paqij, li ser soza xwe û xwediyê gotina rast.

Gotinên wî Baskervîlle tarîf dikirin.

Telgrafa hikumeta Îranê ya 25ê Berfanbara 1910ê roja Yekşemê ji sefarata xwe ya Waşîngtonê re şandî halê bû:

“Ji bo pesendkirinê yê ji parlementoyê re bê pêşkêşkirin. Ji wezîrê karê derve bixwaze ku zû te li ehlên darayî yê Emîrîkan re bêxin nava têkiliyê. Ji bo sê salên ewul bi peymannameyê xeznedariyê bikê, pisporek dirust yê Emerîkî ji me re pêwîste. Yê ji çavkaniyên dahatên dewletê, rêkûpêk kirina dahat û daçûnên dewletê berpirsyarbê. Yê pisporek yê muhasebeyê û ji bo venêrîna standina bacê ya keviyên welêt, mufetişek bibê alîkarê wî. Balyozê Tehranê yê Netewên Yekbûyî yê Emerikayê, pesendkirina Wezirê karê derve yê Emerîkayê ragihand. Bi wî re rasterast têkiliyê deynin û ti navbeynkaran neyêxin navberê. Vê nivîsarê eynen pêşkêşî wî bikin û li gorî pêşniyarên wî tevbigerin.”

Piştî vê, roja 2yê Reşemiyê parlementoyê tayînkirina pisporên emerîkî bi zêdahiyek mezin û çepikan pejirand.

Piştî çend rojan, Wezîrê darayê yê pêşnûma pêşkêşî parlementoyê kirî di nava kolanê de ji alê du kesên Gurcî ve hat kuştin. Heman êvarê wergerkarê Balyozxaneya Ûrûs, çû Wezareta Karê Derve ya Îranê û xwest ku kujerên ji tebaya Çar, derhal teslîmê wan bêne kirin. Li Tehranê herkesî fêhm kiribû ku ev bersiva dengdana parlementoyê ye. Ji bo navbera xwe û cîranê xwe yên bihêz xera nekin, desgehên fermî daxwaz qebûl kirin. Kujer birin balyozxaneyê û paşê jî birin tixûb… Dema ji tixûb borîn jî serbest hatin berdan.

Li sûkê ji bo protestokirinê dikan hatin girtin. Benîademan, bangewaziya boykotkirina malên Ûrûs kir. Li Îranê hejmara Gurciyan ne hindikbû û li hemberê wan bergîdan hatin kirin. Lê welê jî hikumetê dixwest ku sebir bê kirin. Digotin; demeke nêz de yê reform çêbin, yê pispor werin, yê xezîne tejî bibê, deyn bên dayîn, wesayet rabê, dibistan û nexweşxane werin çêkirin, artêşek modern werê sazkirin, artêşa Çar ji Tebrîzê werê qewirandin û gefên wî ji holê rabin.

Ew a Îran li bendê, mu’cizeyek bû. Bi rastî jî yê derhoze pêk bihatan.

 

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply