Bîranîneke Herkîyekî

Cîranekî ez mirovekî ku bi eslê xwe ji Cezayîrê ye, ez pêre axivîm û temenê xwe bûye 95 salî, êdî bi baston rêde diçe û berçavkê wî bi qasî sentîmekî qalinde, çavê wî bê berçavk dereca dîtinê pir zeîfe û bê berçavk nikare bi rêde here.

Rêya mala me yeke û min xwest alîkariyê bidimê wî bibim heta mala wî, bi min re hinekî xeberda ji min çend pirs pirsîn û xwest min nasbike, ji min re got tu ji kîjan qewmîyî û çi kesî. Lewra li vî welatî de hestê mirovî nemaye tev bûye berjewendî û qanûnî tevgerandin.

Min jêra got ez eslê xwe kurd im û ji herema bakûrê kurdistanê me, bû demeke dirêje li vêdera dijîm. Em bû çend salin cîranê hevin.

Min dema xwe pê da nasîn û dest bi girî kir û got ez li te hinekî şîreta û xeletiya ku min bi xwe re kiriye bikim.

Em rûniştin û ji min re behsa xeletiya bi xwere kiribû dest bi axaftinê xwe kir.

Got bi ez eslê xwe berberim û ji cezayîrê me, di şerê azadiya cezayîrê de ez bûm HERKÎ, min di nava koma leşkerê firansizan de cîh girt û min çek li dijî cezayîrê kişand.

Devleta firansî  min parast û meeşeke gelek zêde da min û ez anha teqawît bûme, tu hewcetiya min bi aborî nîne.

Zarokê min tev bûnin firansiz wekî firansiyan dijîn.

Min berê 20 salan biryara vegerim welatê xwe girt û herim jiyana xwe li cezayîrê berdewam bikim û bi kêmanî bila ez li ser xaka bav û kalê xwe jiyana xwe ji dest bidim, bila laşê min li ser xaka min binax bikin.

Min çû ji wazereta Cezayîrê (Qonsolos) destûra ku vegerim welatê xwe girt û rûnişkandina min a Firansa firansiziye, hewcetî bi paseporta cezayîrê derxistin tunebû.

Min banga zarokê xwe tevan kir û min mala xwe de civîna biryargirtina vegera welat bi zarokê xwe re parve kir.

Zarokê min jî piştgiriya biryara min kirin û zaroka ji bo min bilêta teyarê girtin û ez birêya teyarê vegeriyam heta balefirgeha cezayîr bajarê Aljerî yê.

Dema min paseporta xwe da memûrê balefirgehê û memûr li qompîtora xwe mêzekir û vegeriya ser min.

Ji min re gotin tu ji bona çi hatî vî welatî, min bi dengekî nizm bersiva wan da û min got ez hatim welatê bav û kalê xwe û herwaha cezayîr welatê mine jî.

Memûr bi dengekî bilind û qêriya ser minde got ji kîngada HERKÎ bûne xwedîyê welatê ku lê îxanet kirine û çek kişandine gelê cezayîrê.

Ji bona min ew roj bû roja mirina rûreşiya îxaneta min.

Memûr min li derveyî gîşê de da sekandin nehîştin ez nîgê xwe bavêjim hundur ser xaka welatê xwe û çûn teşkerekî anîn min dane ser teşkerê birin derê teyara vegera firansa û min ji pêra vegerandin Firansa.

Ji min re gotin em destûrê nadin kesên ku çek kişandibe gelê xwe û bi miletê xwe re ji bona pera ketine îxanetê pêl xaka welatê miletê me nakin.

Peyva HERKÎ bi zimanê erebê cezayîrê peyva payêrvanê îxanetê ye. Bi zimanê kurdî dibêjin CEŞ. Bi zimanê Tirkî dibêjin korucu.

Aqûbeta vî herkîyê li serê ceş û kesên alîgirê dagirkeran bibin û kesên ku bi miletê xwe re dikevin nava îxanetê bin.

Behçet Ateş: 13-01-2022

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply