Romana Semerqand – 42 (Amîn Me’lof)

Min mereq dikir, ji wî bajarê Xeyam ciwaniya xwe lê borandî, ka çi maye.

Taxa Asfîzarê, ew koşka di nava baxçeyê piçûk de, ya têde Emer bi Cîhanê re şad bûyî çi lê hatibû? Taxa Mûtarîd ya tê de yê Cihû li gorî rêbazên Çînîyan ji toşalê dara tûyê kaxiz çêdikirin, gelo dima. Ez bi hefteyan peya, paşê jî bi siwariya hêstirê geriyam. Min pirs ji firoşkaran, rêwingiyan û melêyan mizgeftan kirin. Di hemberê van pirsan de ji gotinên nezanîn hatîn gotin, kenên bi tinazker û vexwendina çayê pêştir, min ti bersiv nestandin.

Sibehekî, bi çûyîna Qada Recîstanê re şansê min vebî. Karwanek diboriya, karwanek piçûk; ji şeş heft hêştira pêkdihat. Hêştirvanê extiyar, ji min wêdetir sekinîbû û berxikek nû zayî danîbû ser ranê xwe. Firoşkareke qafik û cerikan re bazar dikir û min jî ew dişopand in. Bi kolosên hirî yê honandî, kirasên şeftî şeftî û rihên sorgevez, te digot qey ji beriya hezar salan hatine. Ev dîmenek weke ya serdema Xeyam bû?

Bayeke sivik, qûm belavkir, cil piş bûn, her derê meydanê ma nav tozê re. Min li derdora xwe nihêrî. Li rex Recîstanê sê avahî dixweyan. Sê kuliyeyên mezin… Bircên wan, kubbeyên wan, dergehên wan, dîwarên wan yên bilindê bi mozaîk, diwarên wan yên binivîsên  cûr bi cûr hatîn xemilandin û roniyên zer, xemrî û şîn jê diçrisîn… Her tişt ewreng bû, lê birc xwehrbûn. Kubbe qulbûn û beden qewêr qewêrbûn… Salan, bayê û bêxemiya sed salan avahî ji her alî ve kohtibûn. Keseke li van abîdeyên pir xweş, gewre û nayên zanîn binêriya tinebû.

Ez şûn ve çûm, lingê min aliqî, ez li şûn xwe ve fitilîm, singa min û ya zelameke weke min pêçayî ket hev. Me dest bi axaftinê kir. Ew zelam arkeologek Ûrûs bû. Bi hezaran pirs serê wî de, jî hebûn û li pey bersiva wan pirsan ketibû. Çend bersiv peyda kiribûn.

-Li Semerqendê zeman, ji felaketekî diçê felaketeke din, ji hilweşandinekê diçê hilweşandineke din. Dema sedsala dozdehan de Moxolan bajar xerakirî, cihên jiyanê bûne gorîstan. Ev der hatine terikandin. Yên mayîn bajarê xwe li devereke din, li alê başûr ava kirine. Ew bajarê kevin, Semerqenda Selçûqîyan hemî maye li bin xîzê de û winda bûye. Di bin axê de xwedê zanê çi gencîne û çi raz hene! Li ser erdê bi tenê giya! Yê rojekê, derêxistina holê ya xaniyan û kolanan pêwîst bibê. Dema Semerqend rizgar bibê, yê çîroka xwe ji me re vebêjê.

Sekinî û pey re got:

-Tu jî arkeologî?

-Na. Ev bajar ji bo sedemek din bala min dikşînê.

-Heke ez pirsa wan sedeman bikim, gelo dibê bêrêzî?

Min ji wî re qala destnivîsê kir. Mêjûyên têde hatîn nivîsandin, mînyatorên têde hatîn xêzkirin… got:

-Xwezî min ew pirtûk bidîta. Di wê mêjûyê de çi hebê hatiye tinekirin, tu zanî? Dîwar, qesir, bostan, baxçe, cûyên avê, îbadetxane, pirtûk, berhemên sereke yên hunerî. Wek çawa lanet lê hatibê. Ev berhemên niha em li wan heyran dimînin, paşê ji aliyê Tîmûr ve hatine çêkirin. Bermahiyên ji pênç sed salan ciwantirin. Ji serdema Xeyam çend qafik û cerik mane. Û hebûna wê ya niha min ji te bihîstî. Ew destnivîsa destdana wê ya mucîzeyî, hem berbijariyek mezin, hem jî berpirsyariyek girane.

-Bawer bike, ez vê dizanim. Ji salên ez bi heyîna vê pirtûkê hesayîm û heta îro ez ji bo wê dijîm. Ez ji macerayekî kişandim macerayeke din. Cîhana wê, bû cîhana min. pasvanê wê, bû yara min.

-Ji bo deverên behsa wan kirî, tu hatî Semerqendê?

-Mi we dizaniya, mirovên li vî bajarî dijîn, qet nebê ka taxên kevin li kû ne, yê nişanê min bidin,

-Ji ber ku ez ê hêviyên we bişkînim ez lêborîna xwe dixwazim. Lê ew çaxê te pêwendîdar dike, di derheqê wî de encaq tu çîrok û çîrvanokan seh bikî. Tû yê guhdarî çîrokên dêwan û eciniyan bikî. Ev bajar, wan bi keyfxweşiyeke mezin dijînê.

-Ango ji bajarên Asyayê yên din jî zehftir?

-Mixabin wisa ne. Ji ber ku li rex vî xirbeyî ne belko xeyalên wan mezintir jî dibê. Ji bilî wê, ev bajarê di bin erdê de jî heye. Bi sed salan xwedê tenê dizane ka çend zarok ketine xarîşteyên wê de û êdî nexweyane. Gelek dengên xerîp yên ji kûrahiya erdê tên hatine sehkirin! Vaye ew efsaneya Semerqendê, bi vî awayî çêbû ye. ji bo gelek kesan raza vî bajarî, ew efsaneya têde dijî ye.

Min xwest ku vebêjê.

-Dibêjin, ji keyên vî bajarî yekî, xwestiye ku daxwaza kê hebê bivê pêk bîne: Reva ji mirinê! Bi baweriya mirin ji esmana tê, ji bo tu carî mirin negihiyê, di bin erdê de ji hêsin qesrekî ava dike. Qesrek mezin. Hemî deriyên wê didê girtin. Ji ber ku zehf zengînbûye, tavekî sûnî didê çêkirin, heroj sibehê hiltê û her êvar diçê ava. Lêbelê xwedanê mirinê wî dixapîne û diçirisê nava qesrê. Dixwazê li mirovan bidê ispatkirin ku çiqas bi hêz û dewlemendbin jî yê nikaribin ji mirinê xelas bibin. Bi vî awayî Semerqend, bûye bajarê mirovan yê rû bi rû mana çarenûsa xwe re.

Piştî Semerqendê ez bi kû ve herim? Ji bo min, Semerqend devereka bêrîkirinê ya bê dawî bû. Cihek newaze lê heyîn  û li xilaseka Rojhilatê bû. Dema min xwest ku ez ji bajêr derkevim, min biryara vegera malê da. Ez ê biçûma Annapolîsê, min ê çend salekî bêhna xwe vekira û dîsa ez ê biketam ser rê.

Ji bo wê jî min projeyek dînikî çêkir. Ez ê vegeriyam Îranê, min ê Şêrîn û destnivîsa Xeyam bi hev re hilanîna. Paşê em ê biçûna bajareke mezin, Parîs, Vîyana, an jî New-yorkê! Bi Şêrînê re li bajareke Rojava, jiyana weke ya Rojhilatiyan, qey jiyana biheştê nabûya?

Ez di rêya vegerê de bi tenê û xirmanbûm. Di nava kelecana gotinên ji Şêrînê re bibêjim de bûm. Bê guman min ê jê re bigota: “Çûyîn, çûyîn, şadbûn ma ji te re ne bes e?” Min bawer dikir ku ez ê şermokiya xwe têk bibim.

Dema erebeya li ber keviya Xezarê min kirê kirî, ez anîm Zargandayê li ber deriyê girtî, erebeyek din li ber dêrî, li pêşya me sekinîbû. Jewel-40’ek di dîrekê wê ve aleke bi stêrk li ba diket! Dema ajokerê wê ez dîtim ji erebeyê peya bû û pirs kir ka ez kî me. Ez ketim nava hestek welê de, hesko ji roja ez çûyîm vir ve li hêviya min bê. Zûka bersivand, ji sibeyî ve li hêviya min bû ye.

-Efendiyê min, ji min re got: “heta vegerê li hêviyê be.”

-Belkî piştî heyvekî an jî salekî ez vegeriyam an jî qet venegeriyam!

Qet guhê xwe neda şaşbûniya min û got:

-Ma tu ne li vir î!

Paşê nîşeyek ya balyozê Emerîkan Charles W. Russel da min:

 

Rêzdar B. Lesage;

Ji bo kareke pir giring û lezgîn heke tu bikaribî îro piştî nîvro saet çarê, werî, ez ê keyfxweş bibim. Yê ajokerê min di bin fermana we de bê.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply