Di romanan de li gor armanc û mebesta xwe, li gor mîqdar û pêwîstiya xwe bikaranîna helbestê ne hêsan e.
Di roman xwe ya Raperîna Baba Îshaq de Mehmet Oncu çarînên xwe bikaranîne.
Em-xwîner dibînin ku ev çarîn him felsefeya Baba Îshaq rave dike him jî ekl û tamekê cûda didin romanê.
Min li jêr ji romanê de ji devê Baba Îshaq neh çarînên Mehmet Oncu danîne.
Di van çarînan de jî xuya dibe:
1-Di her çarînan de em rûyekî, rastîyekê Baba Îshaq dibînin.
2-Baba Îshaq însanekî kamile, di riya heq de meşiyayê.
3-Baba Îshaq felsefeya wahdetî wucûd parastîye.
4-Di her çarînê de çar derî hene: Eşq, edalet, merhamet, însanîyet.
5-Ne aqil bêdil dibe ne jî dil bêaqil dibe. Aqilê bêdil pûçe, dilê bêaqil hîçe.
6-Her çarîn peyamekê îfade dike.
7-Di çarînan de aheng û muzîkalîte heye. Her çarînek bi şêweza a+a+a+a û yanzdeh (11) kiteyan hatiye honandin.
8-Çarîn ji kanîyên dil derketine.
9-Ev çarînên birêz Mehmet Oncu li gor cûreya helbestê bi qîmet û hêja ne.
*”Efsûna ku dil dike dil evîn e,
Dilê evîn ne tê de goşt û xwîn e,
Çendî doş bibî jî li rûzemîn e,
Bê wate ye jîna dildar tê nîn e…” (Rûpel; 45).
*”Can û canan tevlîhev bû xizanim,
Em kî can in, kî canan in nizanim,
Vexwarina şerabê ez xweşhal im,
Ji wê ye ku li hişyarî bêzar im.” (Rûpel; 95).
*“Çilhezar sal ‘eware mam li dinê,
Min tu tişt fêm nekir j’ çerxa gerdûnê,
Bi Zerwanê demê dike gerane,
Min xem ji xwe revand b’ ol û îmanê…” (Rûpel; 96).
*”Geriyam ez liser hemû parzemîn,
Geh zeryayê geh li kuriya esmîn,
Bêwate û bêreng e yar ew gerdûn,
Ger bi çavên dilê Adem nebînin…” (Rûpel; 96).
*“Gelek nobran, xwînrij hatin vê dinê,
Tacîdar û xwedî hêz bûn li jînê,
Bi lê hatin, ber bê ketin, ka’l ku ne,
Kî payîdar maye li rû zemînê…” (Rûpel; 153).
*“Tu agir bî ez jî agirperest im,
Wek gûstêrkê li dora te vebestim,
Bisotînî goştêm, bimîne hestî’m,
Sed sal doş bim, wele dîsa nawestim…” (Rûpel; 188).
*“Dilêm jar û pir hejar û bêkes e,
Çîptazî ye ew bi tena kiras e,
Li kolanan wek parsekek pêxwas e,
Aşiqe lê maşûq wî hîç nasnak e…” (Rûpel; 188).
*“Neh dewrêşên dîwane li sematê
Geh serxoş û geh hişyar bi libatê,
Dizivirin dor pêtê re b’ sebatê,
Bi newa û bi ritim û b’ sohbetê…(189).
*“Jîn wek ava çemekî boş herikbar,
Mirov wek pifdanka l’ ser wê ava sar,
Tîrêj didê rengemîne dibe har,
Ba lê dide ditefe û diçe xwar…” (189).
Faik Öcal