Paradîs A Lokman Polat

Edebiyata kurdî û romana fantastik.
Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî.
Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela.
Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike.

Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, Ursula K. Le Guîn, J. R. R. Tolkîen, George R. R. Martîn, J. K. Rowlîng derkevin. Ji bo ku asoyên edebiyata kurd fireh bibe, ji bo ku edebiyata kurdî bi hêz bibe, ji bo ku edebiyata kurdî bibe endamekî edebiyata modern.

Sirûşt û xweza, xûy û xûsnet, tîp û karekter, rê û rêbazê her mirovî/nivîskarî cûda ye. Kes nikare bi yekî/yekê din re bibêje çima tu wisa yî an ne wîsa yî. Afirandina her kesî cûda ye. Her kes hespa hilkatê xwe di rastîya xwe de dibezîne. Di neynika heqîqetê de siwarbûn û peyarbûn, çûbûn û hatin, gêrbûn û rabûn, pêşdaçûn û paşdamayîn, razan û şiyarbûn wek hev e, eynî ye. Paradîs a Lokman Polat ji heft beşan pêk tê. Di her beşê de mijarek, rastîyek tê vêkolandin.

Di beşa yekemîn de lehengê romanê Ferzende Amed dest ji kare xwe yî derve berdide û tenê mijulî nivîsakariyê dibe û piştre di xewnekê de li ser lewheyekê de nava “Paradîs”ê dixwîne û Ferzende Amed xwe li wir-Paradîsê dibîne. Di vir de dibe em bala xwe bidin xewn û rastîyan. Romannûs Lokman Polat romana xwe li ser xewnên egzotîk û rastîyên gerdûnî ava kiriye. Yanî xewn jî rastî jî di eyara xwe de, bi hev re tên honandin.

Di beşa dudiyan de lehenga me Ferzende Amed bi Nûrcanê ve rastîya bûyerên dîrokî nîqaş dike. Di vir de agahiyên balkêş hene. Piştre çîroka Kerîmxan û Marîyayê bala xwîner ber bi fantazîyan ve dike. Yanî di navbera bûyerên tarîxî û çîrokên xeyalî de ahengek heye.

Di beşa seyemîn de romannûs bala me-xwîneran dikeşîne li ser çar mijaran: Edebiyata kurdî, kurteçîroka legleg û Wusif, şadimaniya Nûrcan û Ferzende Amed û helbest. Di mijara edebiyata kurdî em zengîniya edebiyata kurdî dibînin; di kurteçîroka legleg û Wusif de bi nîyetên baş ve çawa serkevtîn bi dest dikeve, em dibînin; bi şadimaniya Nûrcan û Ferzendeyê ve xwîner-însan bi hêst û bedena xwe ve daxîlî ax û erdê dibin, bi helbestan ve çûkên dila di asîmanên rengîn de difûrin. Di vê beşê de jî romannûs Lokman Polat di navbera rezberî û şênberîyê de dengeyek bi dest xistiye.

Di beşa çaran de Ferzende Amed, bi du karekterên din ve (Semanûrê Farisî û cîranê wî)  têkiliyê datîne. Vebêjer bi Semanûrê Farisî ve rewşa kurdên Îranê, bi cîranê xwe ve jî desthilatdariya mêran dinirxîne, rexne dike. Tabî, dîsa helbest heye.

Di beşa pêncan de em-xwîner serpêhatiyên Ferzende Amed, ya bi Nûrcanê re, ya bi Helena-Afrodîtê Alman re, ya bi keçikekê Çekoslovakya re û ya bi zilamê Ufo re (Şîrzemîn kurê Keyanûr) dişopînin.

Di beşa şeşan de lehenga me Ferzende Amed, ewil pêrgî sê keçikan delal tê, ji her keçikekê tiştekî hîn dibe. Piştre Ferzende Amed pêrgî Melayketê Yezdan tê. Melayket û Ferzende Amed bi hev re li ser hal û ehwala jiyanê, rastî û heqîqetê însên diaxivîn. Dîsa bi helbesta Melayket êv beş dawî dibe.

Di beşa heftan a dawî de Ferzende Amed, ji Nûrcanê xatir dixwaze, piştre bi şêweyekî ecêb, bi vegotinekê efsûnî, bi vegerekê mucizewî vedigere Tîmerlandê. Tîmerland, yanî cîhana bi dawî û sînor, cîhûwarê mirî û molozan, cîhana derd û kulan.

Faik Öcal


Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply