Çîroka Welatekî!

Ji berî hezar salî ve

bav û kalên me,

di nav xaka gelî, deşt û daristanan de

dijiyan..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û Xabûr

distandin..

Di nav wê xakê de

xan û man ava kirin

genim çandin

hesip kedî kirin û

mezin.. mezin bûn..

Li gor werzên salê,

havîn û zivistanên xwe,

di zozan û germiyanan de

derbas dikirin..

His û hestên xwe dertanîn;

peyv diafrandin û

stran ji hev re digotin..

Di nav wê xakê de

bav û kalên me çêbûn û mirin..

Ji wê hingê ve,

ew xaka Xwedayî,

ji me re bûye xweş xelat

Em bûne xwedî welat

bi navê Kurdistan li Rojhilat.

 

Konê REŞ

Qamişlo 11/4/2021

 

Derbar ziman

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply