Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Qeyrana ziman û wêjeya kurdî

Civatên ku bi zimanekî bindest dipeyivin ku ji qedexeyên giran derbas bûye, ji zimanê xwe direvin û wî kêm dibînin. Mejî û hişên dagirkirî endamên civakê ji mirovahiya wan bi dûr dixe, wan bê nasname dihêle, lewre gava ku nasnameya xweser ji destê mirov tê stendin, û heger mirov li hember zexta ziman û çanda serdest li ber xwe nede, …

Bêhtir »

Kamiliya vegotina romanê

Pirsa pêşîn ku di vegotinê de tê kirin ew e ka gelo kî di nava deqeke wêjeyî de çîrokê dibêje. Ew kesê ku em jê re dibêjin vebêjer, gelo di nava çîrokê de lehengek e an kesekî derveyîn e? Mesafeya di navbera çîrokê û vebêjerê wê de bivê nevê dê awayê vegotina çîrokê û belkî tevna wê jî biguherîne. Lewre …

Bêhtir »

Mehmet Akar: “Wêjeya Kurdî her roj xwe bi heterî dicivîrîne ku berhemên nu derkevin”

Lokman Polat – Birêz Mehmet Akar  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Mehmet Akar – Ez di sala 1945an li bajarê Semsûrê, gundê Qaricixê ji dayîka xwe bûme. Min ji piştî xwandina dibistana seretayî û dibistana mamostetiyî şûnde hejdeh salan mamostetî kir. Bi bîryara 12 Îlone ji kar hatim derxistim. Min debara xwe bi karên curbecûr …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 5 (Amîn Me’lof)

Piştî vê axaftina wezîr, nava hozanan de, milmil, pistepist, lepitandin û tevlîhevîyek çêbû. Hemû li bendê bûn ku dor bigihije wan. Hinek ji wan, hêdîka gavek dudoyan xwe şûn ve kişandin da herin. Di nav wan de tenê jinek, bi gavên şideh nîzing bû. Qazî, awirên Emer bi mereq dîtin û got: —Ev helbestvaneke jin a Bûxarayî ye. Ji xwe …

Bêhtir »

Ahmed Kanî: ”Ez Evîndarê Xwendina Kurdî Me”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Ahmed Kanî, ez rêzehevpeyvînê bi nivîskarên ku pirtûkên wan ên çîrok, helbest û romanan hene re pêk tînim. Lê, ê te rewşeke te ya taybet û girîng heye, ew jî te bi navê ”Wêje û Rexne”yê kovareke edebî, rexneyî weşand û tu gerînendeyê (xwedîyê) kovarê bûyî. Herweha tu beşdarê civînên koma xwendinê …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 4 (Amîn Me’lof)

—Ji berê ve muneccîman ev gotîye û rast jî dibêjin. “Çar bajar hene ku, di bin stêra serhildanê de çêbûne. Ev bajar, Semerqend, Mekke, Şam û Palermo ne. Gelên van bajaran, ne bi xurtî be, ti carî serî li ber rêveberên xwe netewandine. Ne bi şûrê dadê be, ti carî di riya rast de neçûne. Pêxemberê me, kanciya(küstahî) Mekkehîyan bi …

Bêhtir »

Îkram Oguz: ”Di 5 salîya xwe da min dest bi xwendina kurdî, 45 salîya xwe da jî dest bi nivîsandina kurdî kir.”

Lokman Polat – Pirs: 1 – Birêz Îkram Oguz ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? İkram Oguz – Her kurdê ku li gund hatîye dunyayê xwedî du rojbûnan e. Ji wan yek ya rastî ya din jî ya fermî ye. Rojbûyîna wan a rastî nedîyar, ya fermî jî bi piranî 1ê Çile ye. Lêbelê rojbûyîna min …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 3 (Amîn Me’lof)

Emer wê şevê, di nava koşka havîngeha Ebû Tahir ya li serê girekî, di nava bexçeyê fireh û jê re hatî veqetandin de, ji bo razanê xwe hir de wê de zivirand. Li ber serê wî, li ser sêpayeke nivz, pênûs, hoqa, çiraya vemirî û pirtûka wî ya vekirî û vale hebû. Pirtûka rûpelê ewil vekirî û ti tişt tê …

Bêhtir »