Romana Semerqand – 3 (Amîn Me’lof)

Emer wê şevê, di nava koşka havîngeha Ebû Tahir ya li serê girekî, di nava bexçeyê fireh û jê re hatî veqetandin de, ji bo razanê xwe hir de wê de zivirand. Li ber serê wî, li ser sêpayeke nivz, pênûs, hoqa, çiraya vemirî û pirtûka wî ya vekirî û vale hebû. Pirtûka rûpelê ewil vekirî û ti tişt tê de nehatî nivîsandin.

Berê sibehê re xewnek dît: Cariyeyek delal, jê re li ser sênîyekî petîxek zivalkirî, cilên nû û ji hevrîşimê Çînê kumaşê şaşikê tanî. Li ber guhê wî jî dipispisand:

—Efendî, piştî nimêja sibehî hêvîya te ye.

Ji niha ve mezel tijîbû ye; gilehkar, daxwazkar, xizm û şalûz ji her derdorê serdêr û ji bo agahiyeke bistine, di nav wan de jî Rûbirîn. Emer, di dêrî re diherikî, dengê jinikê, bala herkesî kişand ser xwe:

—Îmam Emer Xeyam tu bi xêr hatî nav me. Ti kes hedîsên pêxemberê me weke wî nizane. Ti kes nikare rastîya wî niqaş bike. Ti kes nikare li hemberê gotinên wî yên rast bê.

Serdêr, hemû yek bi yek ji pey ve rabûn û bejna xwe jê re tewandin. Emer, bin çorê xwe re awirek da Rûbirîn. Ew li quncikê sekînîbû û haxta biteqîya lê medek tinazok lê bû.

Ebû Tahir, cih jê re da vekirin û Emer li tenişta xwe ya rastê rûniştand. Pey re dest bi axaftinê kir:

—Şevî din, tiştek hatiye serê mêhvanê me yê hêja. Mêhvanê me yê ku li Xoresanê, Farsê, Mazenderanê li ser seran cihê wî heyî, yê ku her bajar ji bo wî bêxe mêhvanê xwe bi hevre ketîn pêşbirkê, yê ku her fermanrewan divê di qesra xwe de bibîne, şevî din li kolanên Semerqendê lêdan xwarî ye.

Xum xumek bi hêrs, ji kesên wê derê bilind bû. Qelebalixê bêhnekî domand û paşê Ebû Tahir dewam kir:

—Ya xiraptir hindik mabû ku li sûkê raperînek biqewime. Bi izna xwedê, Tîroja Seltanatê fermanrewanê me yê hêja Nasir Xan, yê vê sibehê ji Buharayê werê bajarê me. Tam bi vê hînê re! Heke ew girse nehatibûya sekinandin û belavkirin, Ez newêrim bîr jî bînim vê sibehê me yê ka çiqas qehir bixwara. Lê belê ez dîsa kifş bikim: wê zehf serî li ser milan bifirîna.

—Ebû Tahir, ji bo nefeseke bistîne û tesîra kirî bibîne sekinî. Ji bo tirs heta bigihije dilên wan sekinî û pey re got:

—Xwedê kir xwendekareke min ê kevin, -ku niha li nav me ye- mêhvanê me yê hêja naskir û hat xeber da min.

Qazi, bi tiliya xwe Rûbirîn nîşan da, bi işaretê fermana rabûna wî da û got:

—Te Îmam Emer çawa nas kir?

Şûna bersivê bû milmil…

Qazî qêrek da û kalê rêh spî yê rex xwe nîşan da:

—Dengê bilind! Ev mamê kal dengê te seh nake.

Rûbirin bi xwurtî axivî:

—Min, mêhvanê me yê hêja ji rewanbêjiya wî naskir. Ji berî ez wî bînim ba qaziyê xwe min nasnameya wî pirsî.

—Te qenç kirî ye. Raperînê domandibû ya, yê xwîn rijabû ya. Were, ba li mêhvanê me rûne. Te ev rûmet heq kir.

Rûbirîn, bi nermokiyeke ne ji dil ve hat. Wê hînê re Ebû Tahir, li ber guhê Emer pis pisand:

—Dostaniya te neke jî, nav herkesî de nikare bela xwe li te bide.

Paşê jî bi dengê bilind:

—Ji ber tiştên hatîn serê Xoce Emer, em naxwazin navê Semerqendê nebaş bîne bîra xwe.

Xeyam bersivand:

—Min şevî din ew ji bîr jî kirin. Paşerojê de dema ez vî bajarî bînim bîra xwe, wê di serê min de dîmenek zehf cudatir hebe. Ew jî dimena zelamek gelek baş. Ez ne behsa Ebû Tahir dikim. Ne hewceye mo pesnê huner û jêhatîbûna qaziyekî bide. Kesên di bin îdareya wî de durustbin, pesnê wî ew e. Roja ez hatîm Semerqendê, hêstira min, riya diçe Deriyê Kîşê, di kaşê paşî de hildikişiya. Min jî nû pê li axa vî bajarî kiribû. Zelamek hat ba min û got: “ tu bi xêr hatî vî bajarî. Malbata te û dostên te hene?” Ji tirsa “Belkî koseyek an jî parsekek be, ez hem meşîyam hem jî min bersiv da min got: ‘Na. Ti kesê min tine!’ Zelêm ji min re got: ‘ji min metirse zelamê esîl. Ez li vê derê sekinî me û min ji efendîyê xwe fermana pêşwazîkirina serdêran standî ye.’ Zelam dişibûya zelameke feqîr lê paqij û dayîhevbû. Zehv jî rûmetgirbû. Ez ketim pey û dergeheke mezin re em ketin hewşa kerwansarayekî. Di nîvê hewşê de bîrek hebû. Mirov û ajalan ava wê vedixwar. Her çar aliyê hewşê, bi avahîyeke du qet û pir mezel rapêçandî bû. Zelêm ji min re got: ‘tu dikarî li vir bimînî. Te divê şevekî te divê demsalekî. Cihê razanê, xarin û vexwarin heye. Ji hêstira te re jî êm heye.’ Dema min got: ‘Ez ê çend diravan bidim? Got: ‘Tu li vê derê, mêhvanê efendiyê min î.’ Min got: ‘Min divê ez herim efendiyê te yê evqas merd û mêhvanperwer bibînim û spasiya wî bikim.’ Got: ‘Va ye heft sale, efendîyê min mirî. Ji bo ez li mêhvanên tên Semerqendê xerc bikim, têra wan dirav ji min re hiştin. Min got: ‘Ka navê wî ji min re bêje da ez qenciyên wî bêjim.’ Got: ‘Spasdarîya xwe ji xwedayê mezin re bike. Ew zanê tu ji bo kê spas dikî.’ Bi vî awayî çend rojekî ez bûm mêhvanê vî zelamî. Ez diçûm û dihatim karwansarayê. Sifreya min bi xwarinên xweş tijîbû. Li hêstira min jî, ji min baştir dinêrîn.”

Emer li dora xwe nêrî. Tiştên gotîn, bandor li ti kesî nekiribû. Qazî fêm kir ku Emer şaşmaye û rahişt ştexaliyê:

—Hêca zehf bajar, iddia dikin ku ew di nav welatê misilmanan de, ji hemû bajaran mêhvanperwertir in. Lêbelê vê pesnê tenê Semerqend heq dike. Qasî ez pê dizanim, heta iro hêca yek rêwingiyî ne heqê xwarinê, ne ji heqê razanê neda ye. Ez gelek malbatan nas dikim. Ji ber alîkariya rêwingî û feqîran îflas kirine. Lê ti kesî seh nekirîye rojekî jî xwe pê navdayîn. Ew kehnîyên li serê zikak û kolanan dixweyin, ji bo kesên tên û diçin, jê avê vexwin hatine avakirin. Du hezar kehnî hene ku hemû diyariyê Semerqendiyan e. Hin ji wan ji tûxle, hin ji çîniyan, hin jî ji sifir in. Yekî ji wan jî, navê xwe li ser nedaye nivîsandin.

—Raste.

Got Emer.

—Li ti deverî, ez rasta merdbûnîyeke wisa nehatim. Lê dîsa jî ez dikarim pirseka mayî li serê min de bipirsim.

—Ez zanim tu yê çi bipirsî. Ev kesên mêhvanperweriya wan ew qas pêş ve çûyî, çawa çêdibe ku, êrîşî mêhvaneke wek te dikin?

—An jî evdaleke extiyarê weke Cabîrê Dirêj?

—Bersiva vê pirsê, yek peyve: Tirs! Ev şiddeta te li vê derê dîtî, ferxika tirsê ye. Ji her alî ve êrîşî ola me dikin. Karmatîyên li Bahreynê, Îmamiyên li Qomê, Rûmên li Qonstantîniyeyê û kafir hemû. Bi teybetî jî Îsmaîliyên Misrê yên heta nava Bexdayê û heta Semerqendê jî hatîn. Ji bîr neke ka bajêrên me yê Îslamê çawanin. Mekke, Medîne, Isfexan, Bexdad, Şam, Bûxara, Merv, Qahîre, Semerqend. Her yek ji wan bajarên ji ber xemsariya kêliyekî bûne çol. Her yek ji wan, li bagera sêlakê ne.

Qazî, li ronahiya di pencereyê re diherike hundur nihêrî. Rabû ser xwe û destên xwe li hevdan:

—Bila ji me re zewadeyekê bînin.

Di rê de xwarina fêkiyê hişk ji xwe re kiribû adet. Heval û mêhvanên wî jî bi ya wî dikirin. Ji ber wê bergeşek anîn nîvê mezelê. Bergeş bi mehûjan mişt bû. Herkesî kûrikên xwe tijî kirin. Dema dor gihat Rûbirîn, çenga xwe tijî kir û raberî Xeyam kir:

—Ez bawer im şûna mehûjan te diviya meya wan bidim te.

Ne bi dengeke bilind ştexilîbû, lê kesên li wê derê bêhna xwe girtibûn û herkesî li Emer dinêrîya. Wî jî got:

—Heke mo şerabê vexwe, divê sakî jî, hevalê vexwarinê jî baş bê bijartin.

Rûbirin, piçkokî dengê xwe hilda:

—Min navê ez yek dilopî jî vexwim. Min divê ez herim biheştê. We dixweye te ne niyete, tu rêhevaletîyê li min bikî.

—Li rex wan cahilê xwe ulema dihesibînin, li axretê heta hetayê? Na. Xwedê tiştên din ji me re wehd kirine.

Axaftin li vê derê qeda. Ji bo bigihije qazî Emer leza lingan kir. Qazî got:

—Divê ehlê bajêr te li cem min bibîne. Yê bi vî awayî nêrînên wan yê şevî din winda bibin.

Di nava girseya li ber mala qazî berhevbûyî de, li pişt darak a hirmiyê hesko jinika şevî din şahberûyên wî firandîn dîtibe. Emer, vesekinî û çavnêr kir, lê Ebû Tahir dehfek lê da û got:

—Bilezîne. Heke xan ji pêşîya me hatibe, ez ê hestîyên te hûr bikim.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) …

Leave a Reply