Mihemed Seîd Temel: ”Ez evîndarê zimanê Kurdî me”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Mihemed Seîd Temel ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

S: TEMEL– BERSIV 1– Navê min Mihemed Seid paşnav jî Temel dane min. Malbata min 150 sal berî îro navça Midyadê ji Gundê Helexê koçî Batmanê Gundê Tilmercê kirine. Ez di sala 1952 yan da li vî gundî hatime dinyayê, ji dayîk û bavekî em pênç bira û pênç hep jî xwuşkên me hene. Min dibistana seretayî li gundê xwe. Ya navin li navenda Batmanê, Lise jî Li Amedê xwendiye. Di navbera salên 1965— 1969 an de min li herema Kurdistanê di medresan de dersen olî jî xwendiye.

Di sala 1979 an de wek xebatkarekî li Batmanê ketim ser karê petrolê, ez 33 salan di kare petrole de xebitîm û ji wûr malnişînim. Bave heşt zaroka me, aniha li gundê Tilmercê dijîm, ew jî di roja îro de buye taxek modern ya sereke ji bajarê Batmanê.

 

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

TEMEL – BERSIV 2 – Dema ku min di medresan de dixwend bi tîpên Erebî dîwanê û Helbestên wek yên Melayê Cizîrî, Ehmede Xanê, Mewlûda Batayî û Feqiyê Teyran, hem min dixwend, hindikbe jî min wê demê bi tîpên erebî bi kurdî, henek helbestên xweş ji boyî ku ez ji ber bikim min dinivîsand.

Di sala 1991 an de kovara Nûbiharê ew sal dest bi weşana kurdî kir, min hetanî wê demê tucar nivîsa bi kurdî, ne pirtûk, ne jî tiştek din bi tîpên latînî nedîbû û ne xwendibû. Ji dema xwendina Medresan û herdem hewesek ji boyî xwendina kurdî bi min re hebû. Nûbiharê ev firsat da ber min, heman bi lehengî min dest pê kir, di demek kin de ez baş hînî xwendin û nivîsandina kurdî bi tîpên latînî bûm. Dû heyv jî çume qursa edebiyata zimanê kurdî, êdî min bi tîpên latînî rojname û kovar bi Kurdî bi hêsanî dixwend.

Hinek buyer merivê bîrewer şiyar dikin, ev jî li min rûda, di hinek Tv an de min didît ku hinek kesên nîjadperest, dayîm vî tiştî digotin, ka çî Kurdan nivîskî heye, kaye romana we, kaye dîroka we, ev zav li zora min diçû, wê demê min di nava xwe de pergelek çêdikir, ku ez bi Kurdî tiştna binivîsim, belê çewa û di kîjan warî de. Keyfa min ji dîrokîre zav dihat, ez hîna li dibistana seretayî bûm, hezkirina min ji dîrokê re derketibû pêş, hevalên min navê min danîbûn dîroknas. Min li eskeriyê  roman nas kirin, di heman demê de ji romanê re jî hewesaka min çêbû, van herdû hewesan min birin ser nivîsa romanên  dîrokî. Yeka din jî ez bibêjim, di zarokantiya xwe de min çirokan zav gohdarî kiribû, li gorî min roman jî beşek ji çîrokane, min di wê demê de biryarda ku ez bi kurdî romanên dîrokî binivîsim.

Ji boyî cerbandinê min di sala 2012 ande Pirtûka xwe ya binavê “Reşokê Dirêj” amede kir, naveroka vê pirtûkê bi giştî hinek çirok serpêhatî û meseleyên heremî bûn, di peyde wek romana pêşî di sala 2014 an de min pirtûka “ Tehtên bilind” nivîsand, ku ew jî romanek heremiye, mijar jiyana koçeran û qaçaxçiyên xeta Sûrî, yanî rewşa Serxet û Binxetê.

K24 ÖZEL - Kürt yazar kitaplarını ücretsiz dağıtıyor

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî? 

S: TEMEL – BERSIV 3 –  Eger ez ji boyî xwe bibêjim, sedemê ku ez bi kurdî dinivîsim yek hevokeke “ji boyî ku ez Kurdim”. Ez evîndarê zimanê Kurdî me, xizmet ji boyî zimanê Kurdî min zav şanaz dike, ez ê bi kurdî binivîsim eger xwendevanê  xwe ez bi xwe bim jî.

Ew kurdên ku ne bi kurdî dinivîsin karim wan bikim sê beşan.

1— Kurd e lêbelê neçare ku bi Tirkî dinivîse : çiku tiştê ku dinivîse li gorî agahiyên rojanene di ware danasinên siyasî de ne, lazime xwe bigihîjîne zav xwendevanan û kesan, ji ber ku xwendin û nivîsandina bi kurdî kême, xwendevan jî kêmin, neçar dibe berhemên xwe bi Tirkî dinivîse, minak zafin yek jê Celal Temel, ( kekê mine ) wî çar hep pirtûk li ser dema Cumhuriyet û salên dawî ji dewleta Osmanî tevî gelek belgan raxistiye ber çavan, ku pirtûkên  wî ne bi Tirkî  bûna ne digihişt gelek kesan.  Metin Aktaş yekî dine, ew jî wek Celal Temel lazime bi gihîje gelek kesan, pirtûkên wan bi giştî di der barê dîroka kurdan û serpêhatiyên  dema nezîk dene. Ev Kurdên wûsa ji neçarî bi zimanên din dinivîsin.

2 – Kurde kurdewarejî lêbelê zav nikare bi kurdî xwe ifade bike : Di mektebên wan de mezin buye, li metrepolan jiyaye, di çand û kultureka din de mezin buye, çand û kultura kurdî ne diye, di axiftin û nivîsa kurdî de  zehmetiyan dikişîne, mixabin nivîskarên wûsa jî zafin. Yeka din yên wek Yaşar Kemal her çiqas bi eslê xwe Kurdbe jî,  di nav Tirkan de mezin buye, xwe li nav civaka kurd nediye,  mejiyê kurdewarî pêra hebejî,  fikir û hizra kurdî pêra çêbûbê jî, ew ji çand û Kultûra Kurdî dûr ketiye. Yên wek wî  neçarin bi Tirkî dinivîsin. Ev Kurdin wûsa dilê wan bixwaze jî nikarin bi Kurdî binivîsin

3 – Kurde, ji tiştekî  kurdî hez nake : Yên herî kambax evin, yên zav jî ev beşin, lewre van ne bi tene zimanê xwe wenda kirine, mixabin  mejiyê xwe jî wenda kirine, bi mejiyê wan hatiye leyistandin, ew ji kurdî û zimanê kurdî qet hez nakin, mixabin ev beş zav zavin, bi sedane bi hezarane. Ez na xwazim navê wan di vê nivîsê de binivîsim, vê gotarê bi navê wan bi lewûtînim, bi tenê ez ê mînakekê ji yekî wûsa bidim wê rewşa wan bi giştî bê fam kirin.

Xoce efendî bû, ne mele bû. Wek cemaetê Tirkan ser qot bû, ne bi şaşa Kurdan bû. Heft car mixabin ji herema bota bû, ne ji Yozxatê bû. Ev bi salaye di nav cemaetên Tirkan de ye, wek wan xebitiye  perwerde buye. Rojek derketibû TRT KURDî, bername bi Kurdî bû, bi devê xwe digot ez piştî deh pazde saliya xwe hînî zimanê Tirkî bûme, belê zav nedixwest ku bi kurdî bi axive, kurdiya ku pê diaxifî meriv jê şerm dikir, ji sipîker re digot ez Kîtabên ji boyî xwedê dinivîsim, ji kîtabê min re nebêjin Pirtûk, sipîker pê dikeniya digot ez nizanim bersiva te bidim. Di roja îro de di serî de Bakûr li her çar aliye Kurdistanê yên wûsa gelekin.

Ev hersê beş, yê yekem û yên duyem Kurdin mejiyê wan kurdeware, bele neçar bûne bi zimanek din dinivîsin,  ez neçarim bibêjim ev ne nivîskarê Kurd in, bele  ev nayê wê wateyê ku ez wan rexne dikim, ez ne li dijî nivîsa wan’im, çiku rewşê wan neçar kiriye. Belê beşa  sisiyan ji boyî wan tiştekî ku meriv bibêje tuneye, xwe înkar dikin, ji xwe ew xwe kurd hesap nakin. Carna ku dayîk û bavê me ji me aciz dibûn digotin lawo xwedê te ji me bistîne, aha serdestan vanên wûsa  ji me sitandine.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

S: TEMEL – BERSIV 4 – Ev tiştekî zav raste û duruste, ku edebiyata Kurdî ya devkî zav dewlemende. Ya nivîskî ne di wê astê de ye, bersiva vê pirse di xwendin û perwerda medresên kurdan de xwuya dike ne veşartiye, di medreseyên Kurdan yên mîran, yên terîqetan û yên gundan de xwendin û nivîsandin dayîm bi Erebî bûye, axiftin bi Kurdî buye. Ji vê sedemê bi Kurdî berhemên nivîskî bi pêşde neçûye, belê edebiyata ziman her dayîm li pêş buye. Zanayên kurdan Pirtûkên ku di medresan de didane  xwendin,  çi yên Şerîetê, çi yên zimannasi ( Nahû û Serf ) neqelaptine zimanê kurdî, li ser esasê wan bi Erebî hiştine. Kurdan her dayîm Erebî wek zimanê Olî dîtine, Ev jî sedemê gêrêdana Kurdan bi Ola îslamê veye.

Ev rastiyeke ku nivîsên Kurdî yên modern di van salên dewî de bi pêşve çûne. Zimannasî, Kovar, rojname, pirtûk çi roman çi helbest, di her warî de pêşveçûnek ber bi çav heye. Rewşa xirab bi giştî li ser Kurdan bi teybet Kurdên bakûr asimilasyon  di van salên dewî de lutke kiriye, nivîsên modern û hemdem zafin belê xwendevan  roj bi roj kêm dibin. Tevî van nexweşiyan jî pêşiya me vekiriye, îro gelek zanyarên me bi teybet li Avrûpa karin xebatek ser firaz bikin, ew jî ji me re firsendeke gereka em jê sûd bigrin, tiştekî zav lezgîn divê em hev û dû teşfîqî xwendina Kurdî bikin.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

S: TEMEL – BERSIV – 5 : Ev tiştek eşkereye ku hetanî sî yan çil sal berê navê roman û şanoya kurdî yan tunebû yan zav kêm bûn, sedemê veya jî kuvşe ji ber ku ev dû sed salin îdareyeka Kurdî tunebuye,  di demên borî de yên ku hebin jî hatine hilweşandin, ji vî hawayî ne hatine finanse kirin.  Bi teybet tiştên wek şano, sinema bêyî butçekê çênabin, ji van tiştên wûsa re kedek emekek darayî  û sîstemek zanistî lazime.

Belê ez bawerim di rohilata navîn de, belkî li dinyayê bi giştî de, di warê çirok û helbestan de edebiyateka wek ya Kurdan dewlemend û bi bingeh tuneye. Çîrokên Kurdan bi serê xwe efsaneyekin, çirokvan rûdinê, ne çûye dibistanê ku xwendina wî yan nivisandina wî hebe, li dinyayê ne geriyaye ku tiştên xerib dîbe, bajar nediye, şaristanî nediye, belê çirokên ku dibêje ji êvarê hetanî sibê na qede, her çîrokek wek romanekêye, çîrokvan gohdarvanên xwe geh dibe serê çiyan. Geh wan dibe bajarên mezin ne serî ne binî, geh wan dibe şer û herbeka giran, geh wan bi evînek xedar re rû bi rû dihêle, tiştek wûsa balkêşe bi sedan çîrok hene naveroka tevekan ji hev cudaye, meriv vê rewşê di edebiyataka din de nabîne.

Ku ew werin ser helbestên Kurdan. Helbestên kurdî bi serê xwe ew jî efsaneyekin, yên wek seydayê Cigerxwîn, Seydayê Tîrêj û hewd, ez ji van re dibêjin yên dema nûjên, ku di sed sala bîstan de hatinê nivîsîn, bi giştî bi tîpên latînî û netewîne, naveroka wan zav dewlemende, hunerekî nehatiye dîtin di van helbestan de heye, min bi zimanê Tirkî û bi teybet bi zimanê Erebî jî zav helbest xwendiye, gelekan jî ji ber kiriye, belê ew hunera  ku di helbestên Kurdî de veşartiye, di wan de xwuya nake. Dema meriv xwe dide ser,  ji ber xwe ve dertênê pêş çavên meriv, di wan de xeyalek umudek xwuya  dike, yên ku van helbestan dinivîsin bi giştî evîna welatê wan ji wan re dibe ilham dibe feyz, ev jî wan helbestvanan dinivîsa helbestan de motive dike .

Beşa din ji helbestên Kurdî, ji dîroka Kurdan re bûne mal, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran û yên din bê emsalin, ev beşa helbestan bi giştî ji bal ehlê Medrasan ve hatine  nivîsin bi giştî bi tîpên Erebî û naveroka wan Olî ne, îlahî ne, evin e. Ehmedê Xanê di vir de mînakek bê emsale, çiku yên wî hem netewî hem jî îlahîne.

Helbest bi zimanê Kurdî ne ev herdû beş bi tenine, îro em dizanin helbestê xwezayî  jî hene, di vî warî de pirtûkek min jî ji çapê re amedeye. Yên govendan hene, zimanê Kurdî ji helbestan re hewqas musaide ku çîrokvan jî gelek caran çîrokên xwe bi helbestan di xemilîne, guvend gêrî radije ribaba xwe li ber govendê diçe û tê, belkî berê diserê wî de tunebûn, belê bi carekê  li hev tîne û dibêje, ev jî didin xwuyanî kirin ku zimanê Kurdî çiqas dewlemende bi xeml û rewşe.

Sedemekî serkeftina van helbestan, bi teybet yên wek Mela û Feqîyê Teyran,  niviskarê wan bi giştî zanyarên medresane, tevekê pirtûkên wan bi Erebîne, dema xwe ya nivîsê bi zimanê Erebî xerç dikin. Di virde tiştek dertê pêş, ji ber ku axiftin bi Kurdî ye, zimanê kurdî jî ji kafiyêre zav musaite, ku meriv baş bala xwe bidê, di van salên dawî de hinek  xariç, bi giştî helbestvanên kurd bi kafiye nivîsîne, çi wezna arûz be çi wezna kişe be.  Ev rewş pêşî li serkeftina Helbestan vedike, çiku nivîskar di wûr de valehiyekê dibîne, bi van Helbestên di serê xwe de, wê valehiyê dadigire.

Dema meriv van tiştan û sedeman bi rêz bike wê bê dîtin ku edebiyata Kurdî di ware çîrok û helbestan de dewlemende, lê di warê roman û şanoyê de ne di wê rewşa ku em dixwazindeye.

Her çendî di van salên dawî de şaredariyan ev tişt dîtin, bi teybet dest avêtibûn şano û sînamayê jî, lê mixabin dîsa zordaran ne hiştin.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

 S: TEMEL – BERSIV : 6 — Hûn dizanin îro di siyaseta Dinyayê de, yanî îdarekirina civakê da ku di roja îro de jêra dibêjin dewlet, di vê îdarê de Îqtîdar heye û opuziszyon ( Muxalefet ) heye, erka vê opuzisyonê ewe ku kêmasiyên wan kesên ku li îqtîdarêne bibîne  û wan hişyar bike, da ku xwe rast bikin. De îca eger ev opuzisyaon di karê siyaseta dewletgeriyê de ne zanabe wê ew bi xwe bibe hedefa rexneyan, dema vê muxalefetê dike lazime ew jî di warê siyasetê de zanabe.

Li gorî min rexnegirîya edebiyatê jî gerek di vê sitîlê de be. Rexnegir gereka baş bixwîne, baş bi nirxîne û di vî warî de baş zanabe. Nivîskarek çima pirtûkan dinivîse, ji boyî ku hinek bixwînin û feydakê jê bibînin wê eziyetê dikişîne. Ev rastiyeke yên ku karekî bikin wê di cihnade çewtiyan jî bikin, wê ew çewtiyên wî ji aliye xwendevan de bêne dîtîn û rexne kirin

Rexnegiriyeka edebî jî li vir zav girîng e, çiku çi tiştên ku bê nivîsin hem ji hêla edebî ve, hem ji hêla civakî ve, hem ji hela teknîkî ve, dibê ku têda ne rastî jî hebin, her hunermend, nivîskar, çêker çi dibe bila bibe, gotinek heye dibêjin di zikê dayîka xwe de meriv hîn nabe, lazime kêmasiyên wî bêne ditin û rexne lê bê kirin, yanî di rastiyê de bê hişyar kirin, ji boyî sere rast kirina wê berhemê.

De îca yên ku rexne dike gereka ew jî bê rexne kirin, çiku dema romanekê yan berhemek din rexne kir, gereka wî tiştî baş bizanibe, gereka wê berhemê baş şirove kiribe, hem ji aliye edebîve, hem ji aliyê rast nivîsê ve gereka ew bi xwe jî di vê mijarê de zana û xwe gihîştîbe, kesekî ji rêzê dema dest bi rexnegiriye bike, wê ew bibe mijara rexnegiran. Ez bi xwe zav giringî didim karê rexnegiriye.

Ez karim li ser pirtûkên xwe mînakeka balkêş bidim, li ser heman pirtûkê.

Yek : Ji min re gotine, xweda te serkeftî bike, xweda te ji serê me kêm neke, te çiqas delal nivîsiye, min hîna tiştên wûsa xweş nediye. Dido : Dîsa li ser heman pirtûkê yekî din, kêmasiyên min wûsa rast derxesytiye, ku ez jî neçar bûme min jî qebûl kiriye.

Mesele divirde eve yên ku eciband ew di ware Edebiyatêda ne zav li pêş ketiye, kêmasiyan nabîne, bi tene naveroka pirtûkê û ew evîna ku di pirtûkê de dîtiye wî şa dike, ew ji edebiyatê û hunera nivîsêre ne zav gihiştiye, ku ew kes bibe rexnegir wê têda bimîne.

Yê duyem berovacî ew baş dizane kêmasiyan dibîne, gelek caran ew bi xwe jî nivîskare, di kare edebiyat û nivîskariyê de ne valeye, ew kêmasiyan û zêdehiyan baş dibîne, ez jî wek romannivîsekî dibêjim xweda yên wûsa ji serê min kêm neke.

Li gorî min gereka rexnegir di vî warî de zav zanabe, nivîskar jî ji rexnegir re hurmetê bike.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

S: TEMEL – BERSIV  : 7 – Ez veya rast bibêjim ku min zav sûd ji rexnegiriyê girtiye, bi teybet di vê sala dawî de, ji Danmark hinek xwendevan  pirtûka min ya dawî  xwendin, gelek kêmasiyên min dîtin, ew ji min re bû wek mîladekê, vêga ez di fikirin ku di demek kurt de vê pirtûkê capa duyemîn derxim, gelek guharîn û sere rastkirinê  bikim, min ji xwe re got xwezîka pirtûka min ya pêşi ku di sala 2014 an de derket, we hingê ew bi xwenda û van rexnan li min bikira, kêmasiyên min bi gotana, ez rast bibêjim min ji wan zav feyz girtiye, ji ber vî hawayî min îsal giranî daye xwendina romanan.

Îdareyek bêyî opuzisyon nabe. Nivîsek bêyî rexnegir nabe

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

S: TEMEL – BERSIV : 8 – Bersiva vê pirsê di van herdû pirs û bersivên jor de veşartiye. Rexnegiriya Kurd li gorî yên netewên din ew jî wek nivîsa kurdî kême, çiqas tû zav binivîsî we xwendevanên te jî hewqas zêde bibin, rexnegirên te jî wê hewqas zav bibin. Mixabin  xwendevanên Kurdî zav kêmin, zav kes hene dixwazin ku pirtûkên min bixwînin belê ji xwendina Kurdî re qelsin, ev kesên wûsa wê çewa bibin rexnegir, hîna nizanin bixwînin. Carna ez hinek rexna li van dostên xwe yên wûsa dikim, dibêjim di sad sala bîst û yekê de kesekî ku bibêje ez bi zimanê dayîka xwe nizanim bixwînim ew kêmasiye, ew şerme, lê sed cardin mixabin ev jî rastiyeka me ye. Tevî kêmasiyên van kesan jî ew gelên me yên di van salên dawî de koçî avrûpa kirine imkanên wan  zêdene ji wan re ew firset jî heye.

Me li jor jî gotibû ku meriv karekî kir, wê henek kêmasiyên  meriv jî hebin, gereka ew çewtiyên meriv henek derxin pêş . Ger ku çewtiyên meriv neyên gotin dernexin pêş meriv. karê meriv çewt be jî meriv wê bibêje her hal ez rast dikim, li wan çewtiyan dewam bikim. Ez bawerim rexnegirî jî ji nivîskar re bê hempaye, çiku dibe sebeb ku nivîskar zavtir lêkolîn bike, zavtir bixwîne, xwe bigihîjine, rexnegîrî ji nivîskarekî re ilhame feyze.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

S: TEMEL – BERSIV  : 9—Roja ku min xistiye serê xwe ku ez pirtûkekê binivîsim roman di serê min de hebûye, sedema sereke jî ewe ku di zarokantiya xwe de min zav çîrok gohdarî kirine, bandora wan li ser min çêbûye, li gorî min roman versiyoneka çîrokêye, ji ber ku çîrok xasê bi kurda veye, zav bala dinyayê nakişîne, ez vêya jî bibêjim pênç hep romanên min hene bi giştî bêhna çîrokan ji wan tê.

Pirtûka min ya binavê ”Eşîra Reşkotan” ew lêkolîne, biyografiya wê êşîrêye, çiku ev eşîr di van sed salên çûyî de buye cihe gelek buyerên balkeş. Eşîrek zav êş kişandine, xweyê erdnigariyek teybetê, gelek kilam li ser vê eşîrê û erdnigariya wan hene, kultûreke, çandeke, dîroke.

Di sala 1990 an de min xwest ku ez pirtûkekê di warê siyaseta rojane de, bi taybet siyaseta Tirkên Îslamcî li dijî kurdan raxêlim ber çavan, wê demê ez xebatkar bûm, min hîna Kompîtûr naz nekiribû, deqtîlo hebû ji wê re jî ne zav leheng bûm, neçar mam bi kurşûn kelemê bi zimanê Tirkî min dest pêkir. Nîvro dema ku me ji boyî xwarinê  seetek û nîv navber dida kar, di wê navberê de rojê rûpelek min dabû ber xwe û dinivîsand.

Min ji berêve meqaleyên rojnama zav dixwend, çi dema pirtûkek bi ketana destê min pêşî çavên min li meqalan digeriya.  Ew nivîs ew meqale ji min re bûne çav kanî, di nava sê ya çar heyvan de dora sed rûpelî qediya, min qet weşanxane naz nedikir, Nûbihar jî hingê tunebû, yan hebû min wan naz nedikir. Ez mam li benda firsetekê. Rojek polîsan li nav cihê karê me lêgerînek kirin, dostekî min got wan nivîse xwe veşêre yan jî imha bike, ew li tiştên ku te nivîsiye digerin. Cardin mixabin ew xebata min bê encam ma, emeka min tev şewûtî. Di wûr de min di xwe de tiştek dît ez ji siyasetê re ne zav çê me

 

Lokman Polat – Pirs : 10Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

S: TEMEL – BERSIV : 10—Kê gotibe li gorî min rast gotiye, mixabin  sed car mixabin  ev di şexsê min de jî mevcut bû. Min dixwend lê zav hindik,  dû sal berê min ev kêmasiya xwe dît, hetanî ku ji min tê ji vê çewtiyê di zivirim,  di nava vê sala dawî de dora bîst hep roman piraniyan bi  Kurdî min xwendiye,  çar hep ji van yên Mehmet Uzun in. Ev jî rastiyeka me ye.

Tiştek din jî ku ez bibêjim ku min şaş kiriye, hûn dizanin romanên min bi giştî dîrokîne, ji boyî ku ez pirtûkên xwe binivîsim, ji pêla romanan ve min pirtûkên dîrokî dixwend  û ji wan sûd digirt, ev jî di romanên min de kêmasî dihişt, veya jî bibêjim ji boyî Pirtûka “ Sultan Seleheddîn” min zêdeyî deh hep pirtûk xwendiye,  heman tişt ji boyî van romanên min yên din jî wûsa bû. Belê bi giştî ne roman.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

S: TEMEL – BERSIV : 11 – Çewa ku nivîsek bi nezm û nivîsek bê nezm ji hev cudabe, wê rexneya wan jî ji hev cudaba. Yanî ez vê mînakê bidim rexnegirê romanê di riyek rast de dimeşe, rexnegirê helbestê hevraz ber bi palekî bilind de dimeşe, li ser riya wî jî sitirîn hene, hewqas ji hev cudane. Çewa helbest nivîsin û li hev anîn tiştekî zehmet be, rexnegiriya wê jî wê hewqas zehmet be, dema meriv helbestên seydayê Cigerxwîn dixwîne meriv mest dike, meriv dibe dinyaka din, deka tuye çewan ji van helbestan de kêmasî derxî wan rexne bikî, ji boyî ku meriv rexne li helbestên seyda bike gereka meriv jî helbestan baş zanibe, ev jî ne karekî hêsane, ku meriv karekî kir gereka meriv wî karî baş bizanibe, bi nezanîn rexnegirî çênabe, çiku ku meriv nizanibe wê meriv baş ne nirxîne, li dewsa rexnegiriyê wê demê meriv dibe hedefa rexnegiriyê.

1- Eger meriv Helbestên Melayê cizîrî baş şirove bike, wê bê dîtin, ji dû hêlan ve evîn di wan de heye, hinek rexnegir maneyek îlahî jê derdixin, hinek rexnegir maneyek mecazî anko beşerî jê derdixin. Ev jî teybetmendiyeka helbestên Melane.

  2- Di van salên dawî de hinek kes hene helbestan dinivîsin, şikir zavin jî,  bi giştî bê kafiyene, di rastiyê de ji boyî ku bi kurdî dinivîsin ez wan pîroz dikim, lê tû huner ez di wan de nabînin, ka ez ê wan helbestan çewa rexne bikim, çewa wateyekê bidim wan.

3-  Komala Ehmedê Xanê li Batmanê heye, ez aniha serokê  vê komelê me, reveberiya me di salên 2012—2013—2014 an de di nava xwendevanên Liseyên Batmanê ku jimara wan di ser sî hebî deye, pêşbirka helbestan bi zimanê kurdî vekir, her sal dora 150—200 helbest beşdarî vê pêşbirkê bûn, me ew Helbest kirin pirtûk, aniha sê hep pirtûkên me hene . Li wûr ez di komîta Jûrî de bûm, hinek ji wan zarokan mixabin bi zor bi kurdî di axifîn. Ji boyî çi vî tiştî dibêjim, rexna ku li wan bikim tiştek cudaye,  wan zarokan me ne şikandin  beşdar bûn, ji boyî ku bê gotin vaye xort  û keçên kurd li helbesta Kurdî xwedî dertê tiştek baş bû, Li gorî xwe tiştna nivîsandin. Aha ez dixwazim di virde vî tiştî bibêjim ev zarokên ku beşdarî pêşbirka me bûn, ew ne helbestvanin, ez nikarim maneyekê bidim helbestên wan, yan jî rexne li wan bikimn. Belê yên ku Pirtûkan di weşîne ew tiştek dinin.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

TEMEL – BERSIV : 12 – Ev tişt ji binî ne raste, kesek ji dayîka xwe hunermend çênabe, meriv çiqas zanabe wê yê ji meriv zanatir hebin, meriv çiqas mêrbe wê yê ji meriv mêrtir hebin, meriv çiqas xweşik be wê yê ji meriv xweşiktir hebin, li cihanê tiştek bê kêmasî tuneye.

Ew kesê ku rexne li pirtûkê min bike, tê wê wateye ku pirtûkê min xwendiye, ma nivîskarek çima pirtûkê dinivîse?. Dema ku henek pirtûkên min rexne dikin ez wî qasî zav şa dibim, ji boyî nivîsê heweseka zêde bi min re çê dibe, ez dibêjim xwedê kirî ku rexnegir hene.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

S: TEMEL – BERSIV : 13 – Di serê her tiştî de gereka rastî û duristî hebe, em vêya baş di serê xwe de bi cih bikin, em tevek ji boyî ziman û çanda Kurdî dixebitin, dema ku armanç ev be ku wûsayejî, wê demê li dijî hev henek erkên me jî wê hebin. Ku rexnegir û nivîskar li dijî hev durust bin pirsgirek dernaye, nivîskarî bi teybet nivîskariya Kurdî , ji aliyê aborî ve ne tiştekî popûlore ku meriv ji hev bi heside, yanî ez vêya dibêjim ku meriv şuxlekî dinyayî  kir tê de pereyek kar kir, dibe ku henek ji meriv bi hesidin, belê nivîskariya Kurdî ne tiştek wûsaye. De ica kesek bi xwendinê, bi peran, bi tiştekî din nikare bibe nivîskar,  belkî ev danaka xwdaye ji bûyî henek insanan, yanî yekî ku dengê wî ne xweşbe wê çewa bibe dengbêdj.

Li gorî min gereka nivîskar dayîm vekirîbe, ji rexne kirine aciz nebe, hetanî ku jê were wan rexneyan ji xwe re bike rehber, da ku tiştên nûjên bi afirîne û bi pêşde here.

Vî tiştî jî bibêjim gotinek heye dibêjin însan şîre xaf xwariye, dema ku di meriv de kêmasî hebin, ku ew kêmasî bêne gotin, meriv ji vêya aciz bibe, ew tê wê wateyê ku meriv kêmasiye xwe qebûl nake, ev jî tebîetê hinek însanaye, belê ne raste.

 

Lokman Polat – Pirs : 14Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

TEMEL – BERSIV : 14 – Gotinek heye dibêjin li kur hereket li wûr bereket, ku nivîskar tunebin wê xwendevan jî tunebin, em karin berovacî jî bibêjin, ku xwendevan tunebin, nivîskar ji çirene, wê demê rexnegir jî derneyên rexna xwe nekin, dinya li ser vî esasî avaye, her tiştek gereka mişteriyê wî hebin, ku mişterî tunebin wê xebat jî tunebin. Ger ku tirêmpêl  tunebin wê temîrxane jî tunebin, hingê ev sîstema dinyayê  na zivire.

Ji ber vî hawayî gereka henek tiştekî binivîsin, dema ku nivîsand wê têda kêmasî û şaşî hebin, ji boyî ku ev bê sere rast kirin, lazime henek wan nivîsan bixwînin, bi nirxînin, şirove bikin, da ku rexnegirî jî bibe hunerek. Wê deme rewşek, atmosferek, dilxweş dertê hole, ji xwe re cihê xebat, cihê libatê çê dibe, çandek kultûrek xwe nîşan dide.

Ew nivîskarê ku ji rexnegiran aciz bibe û ne xwaze, ez bibêjim ku kêmasî di wî de heye, ez tucar vê rewşê na pejirînim. Pirsa ku rexne çima nayê pêşwazî kirin li gorî min, ji wan kesan re ye. Ez di wê baweriyê de me piraniya nîvîskaran ji rexnê aciz nabin, berovacî ji ber ku pirtûkên wî têne xwendin şanaz dibe ser bilind dibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

S: TEMEL – BERSIV : 15 – Meriv vêya baş bizanibe ku her netewek li gorî xwe, ûsul û kevneşopiyên wan hene, hinek tişt jî hene, di her netewî de ne wek hev xwuya dikin, belê di her netewî de bi şiklek din dertê pêş, em baş dizanin ku netewa Kurd di vê mijara erotizm û pornoyê de girtiye, tiştê ku heye jî bi şiklekî li gorî mejî û hizra xwe bi kar tînin. Netewa Kurd ne wek Ereban girtiye, ne wek Tirkan vekiriye, Kurd li gorî xwe sekulerin, belê di nava Kurdan da cihê jinê cudaye, gelek pîroze, kurd zav qedir didin Jinên xwe, ji ber vî hawayî na xwazin ku jinên xwe direwşek ku ne li gorî baweriya waye bibînin, belkî wê jî seh kiriye, di demên  boride dema eskeran bi ser gundên Kurdan de di girtin,  dema ku zilam zeft nedikirin jinên wan di girtin da ku zilam were xwe radestî wan bike, çiku bi vê xala kurdan ya zeîf baş dizanibûn.

Ji boyî erotizma Kurdan, ez ê di virde minak  ji çîrokên kurdan bidim, di wan çîrokan de gelek kevneşopiyên Kurdan têne der, yek jî ev mesela erotîzmêye, ku meriv baş bala xwe bidê, Mirze Mihemed yan lehengê vê çîrokê, dema ev evîndara xwe digijin hev, çîrokvan  dibêje  ew şev ter kêf û henekên xwe kirin, bi hev şa bûn, ev tê wateya ku ew leheng ew şev bû xweyê wê qîzê wê jinê, wekî din tiştekî eşkere nabêje, ev jî dide xwuya kirin ku erotizm û pornoya Kurdan jî li gorî dîtin û baweriya wa ye.

Eger ku ji min bi pirsî ez ji malbatek oldarim, ji Erotizm û pornoyê re girtîme, belkî di ciwaniya xwe de me di hinek filmên Tirkan yan yên biyaniyan de erotizm temaşe kiribe, ew jî zav nayên bîra min.

Min di Pirtûka xwe ya “ Hewara Merwaniyê” de dema ku Teter û Rindîxan digîjin hev. Pirtûka  “Li Şedadiyê”  dema ku Anûşka  evîndarê xwe Aşut  vedixwîne oda xwe, belkî bê hemdê min be, min hinek erotizm li wûr derxestiye pêş, henek behsa laşê jinê kiriye. Li ser vêya  ji aliyê hinek xwendevanan de jî hatim rexne kirin. Ez bawerim di çapên pêşde belkî ez wan çend hevokan ji wan pirtûkan  derînim.

Ya dawî ez vê ya bibêjim belkî di van salên dawî de ku Kurd li dinya bela bûne, hinek tiştan li gorî vê heremê ku lêne ji xwe re girtibin, di rastiyêde li bal Kurdan cihê erotizmê û pornoyê ne zav kûre, ev di her derê jiyana kurdan de xwuya dike.

Tiştê ku felsefa Kurdan di her warî de radixêle ber çavan ew çîrokên wan’in.

 

Lokman Polat – Pirs : 16Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

S: TEMEL – BERSIV : 16 – Hetanî îro ez bawerim min pênç hep Romanên Mehmed Uzun xwendiye, di van pirtûkan de zav tiştên erotîk ku bi tabîreka din dibêjin mustehşen min ne diye, henek gotinên wûsa hebin jî li gorî rewş û mijara romanê normale. Ya cenabê te “SYLVÎA” min xwendiye di wê pirtûka te de erotizm û seks zav zêdeye.  Wan nivîkarên din ez bawerim min pirtûkên wan nexwendiye, ji boyî wan nikarim tiştek bibêjim.

Di vê babetê de min Pirtûka Orhan Pamuk bi nave  “Mahsûmiyet Müzesî” û ya Emila Zola bi navê “Nana” xwendin belê ji ber vê mustehşen û erotica wan min herdû pirtûk bi nîvî jî nekir. Pirtûka Yaşar Kemal ya bi nave “ İnce Mehmet 2” di wê pirtûkêde jî tiştin erotic hene. Carna jî nivîskar neçar dibe hinek tiştê erotîk dinivîse.  Pirtûkên min “Hawera Merwaniye” û “Li şedadiyê” de bê hemdî min be jî henek peyvê erotîk ketina nava nivîsê.

Min li jor jî gotibû ku ez ji maleka Oldarim, min di medresan de xwendiye, ew civaka ku ez têda mezin bûme ji min re rê nade van tiştên wûsa. Ev rastiyeke ku civaka Kurd di vê mijarê de zav xesase, Kurd Jinê wek dayîk, xwuşk, xaltîk, metik, bermalî û hevala jiyanê dibînin, ji ber van sedeman, nifşa nûh belkî hinek, belê bi giştî kurd ji pirtûkên erotik û seksî re ne vekirîne. Wan nivîkarên ku te li jor nave wan nivîsiye,  min pirtûkên wan ne xwendiye, nikarim derbarê wan de tiştek bibêjim.

Di dawîyê de ez vêya bibêjim, di hunerekî de çi nivîskî çi resam, çi bi gotar be wê henek tişt têda hebin ev tebîetê hunere.

 

Lokman Polat – Pirs : 17Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

S: TEMEL – BERSIV : 17 – Ger ku cenabê te vê pirsê wûha ji min bi pirsiya,  bandora kijan Ekola dinyayê li ser te çêbuye, wê bersiva min hêsantir bibûya, çiku bandora derve li ser min qet tûneye.

Ev pirs zav ne li gorî min e, dîsajî li gor zanîna xwe tiştna bibêjim, min dora deh hep Romanên biyanîyan xwendiye, 1 Kırk mezarli oda, Nana, 1984, û hewd. Tiştê ku min dît. betimleme û erotizm ev herdû mijar di romanê biyaniyan de hene, dibe ku van tiştên wûsa bandorek li romannivîsî kurdî kiribin, yeka din di romanên civakîde , mesela romana cenabê te SYLVÎA bi teybet ji hêla  erotic û seksî ve, li gorî min ev bi temamî di bin bandora romannivîsên  avrûpa da maye.

 

Lokman Polat – Pirs : 18Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

S: TEMEL – BERSIV : 18 – Ku em baş bi fikirin Roman cara pêşî xwe dispêre xeyalê,  realizmê li pey xeyale,  romanivîs tiştna di serê xwe de di afirîne û dirêje ser kaxiz, mesela resame wê resmekî çê bike fikra xwe hizra xwe û hunara xwe datîne ser hev, xeyala xwe dertîne pêş  tişta ji xwe re bi afirîne.

Di van sed salên dawîn de, di cihanê de gelek tiştan xwe nûjen kirine, tiştên nûh dertêne holê, yan jî yên ku hene şekl di gohirînin, xwe bi pêş ve dibin, ji vêya re dibêjin modern, yanî nûjen kirin. Ev jî tebîetê xwezayê ye, çi tiştê ku hebe wê xwe nû bike da bi pêş de here, em baş bi fikirin însanan hesin îcad kirin, şiklê hingê û yê îro bidin ber çavan, aha nivîs jî wûsaye carna ji xeyale ber bi realizmeve diçe, carna ji kilasîk ber bi tiştên modern ve diherike, xwe nûjen dike.

Carna hinek ji vanan li paşiya xwe dinihêrin jê sûd digrin, hem li pêşiya xwe dinêrin ji xwe re wek xeyalekê di afirînin, xwe li wê gorê nûjen dikin. Em dibînin ku ev rewş di romanê de û di bêşên nivîsê wek helbest, lêkolîn û hewd, de jî xwe nîşan didin.

Di nav nivîskarên Kurdî de, yên ku biyaniyan û modernizma wan ji xwe re dikin armanç zahfin, li gorî ku her cura modernizm ji hêla xerbê ve tê, ew zav rewaye û pêkane  ku nîviskar jî henek rêbaz û sitilê biyaniyan ji xwe re bikin rehber û mînak, li wê gorê berhemên xwe bi pêşde bibin. Ez navan na jimêrim, ma di roja îro de nivîskarekî Kurd ku romanên biyaniya ne xwendibin hene, na bawerkê tunene, ez bawer dikim ku tunene,  ma ev ne ji boyî nûjen kirinêye?.

 

Lokman Polat – Pirs : 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

S: TEMEL – BERSIV : 19 – Di virde ez vêya bibêjim, Nivîskar, Afîrîner, Xeyal, dema tû her sê cewheran deynî ser hev ew dibê romannivîs.  Ev raste nivîskar neçare divê afîrîner be, ji xwe ku niviskarek ne Afîrîner be ew naba nivîskar,  nikare berhemekê amede bike. Dema ku nivîskar Romanek nivîsî, gereka pêşî xeyaleka kûr û dirêj bigre ber çavên xwe, fikr û ramanê xwe ber fireh bike, çiku bingehê romanê xeyale, belkî henek wek min romanê dîrokî dinivîsin, di wûrde dîrok dertê pêş, dîrok jî tiştek realîteye, di wûrde  romannivîs neçare henek real be, belê bingehê romanê xeyale gele, rewşa gel e.

Edebiyata kurdî bi dû tiştan navdare, em karin bibêjin rûyê me sipî kiriye, yek çîroka ku ew tevek xeyale, dido Dengbêjiye ew jî bi giştî realîzm û xeyal tevlî heve, her çiqas dengbêjî bi şiklekî  xwe destane, û bingeha  dengbêjiyê  heqîqete yanî realîzme, belê xeyal jî tê da heye, di virde xwuya dike ku di edebiyata kurdî de , realizm û Xeyal bi hevre dimeşin, yek beyî yê din nabe.

Di van salên dawî de min gelek romanên kurdî xwendiye, di tevekê romanên Kurdî de realîtaka welatê me heye, mînak romanên Mehmet Uzun, ya Evdalê Zeynikê, Bîra Qederê, Siya Evînê. Ev tevek buyerên ku li welatê me qewûmîne, ji xwe re kiriyê bingeh. Ya dawî ez vê bibêjim romana Kurdî  hem realîte hem xeyale, hunerî ewe ku nivîskar van delal bi hevre bihone.

Di romanê de karê honakê pir girînge.

 

Lokman Polat – Pirs : 20Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

S: TEMEL – BERSIV : 20 – Di serîde ez bibêjim ku edebiyata rohilata navîn zav di bin bandora xerbê yanî ya avrûpayîyan de maye, çikû çi tiştê nûjên ku têne rohilat ji Avrûpa tên, em vî tiştî ji asya û rohilata dûr re nikarin bibêjin.

Em baş binihêrin edebiyat bi giştî, romane, helbestê , çîroke, yên ku edebiyatê dikin edebiyat jî evin. Ev her sê nesne jî bi xeyal pêktin, yanî helbestvan dema ku di serê xwe de difikire ku beytan rêz bike, romannivîs dema ku dixwze mijara romana xwe dirêj û kûr bike, dikeve nav xeyalên kûr û dirêj. Çîrok çiqas di edebiyata cihênê de heye ez nizanim, belê çîrokên ku di edebiyata kurdî de ne,  ji serî hetanî binî xeyale efsaneye, dema ku rewş wûsabe helbêt yê ku van bi afirîne wê têkeve xeyalên kûr.

Roman çiqas xeyal be hewqass jî realîteye, roman di vir de ne wek çîrokêye, çiku çîrok mijara wan û lehengên wan bi giştî xeyalin, efsanene, belê yên romanê realiteka wan heye, çiku di romanê de leheng, cih û buyer zav girîngin, de îca lehengên romanan bi zafî heqîqetin realîtene, dema ku rewş evbe romannivîs neçare biyografiya wî lehengî, yan jî ew cihê ku buyera romanê lê di qewûme, romannivîs neçare biyografiya wê heremêjî bi xwendevanên  xwe bide nasîn. Ji ber van sedeman piraniya  romanan biyografîkin.

Hûn dizanin pênç hep romanên min yên çap kirî hene, Ger ku we xwendibe û wê baş bala xwe dabê romanên min,  wê bê dîtin ku armanca min di nivîsandana van romanan de eşkere eşkere xwuya dike. Min dewletê Kurdan yê ser dema navîn bi xwenedevanan xwe bi haweyekî macera roman daye nas kirin, armanç ku xwendina romanan zavtir bala xwendevanan dikişîne, ji ber vî hawayî  min ev sitîl bi kar aniye, hetanî ku ji min hatiye min biyografiya wê heremê û lehengên wan derxistiye pêş, wan daye nas kirin. Dema em li vê rewşê binihêrin,  wê bi hêsanî bê dîtin ku romanên min bi serê xwe dîrokin û biyografîkin,

Romanên otobiyografîk jî hene ew jî cureyeke ji romanê, min hetanî îro hindik bejî henek romanên wûsa xwendiye. Xebateka min ji boyî romaneka otobiyografîk  çênebuye, armanca min ku ez xwe bidim nas kirin jî tuneye, çiku serpêhatiyeka  min ku bibe mijara romanê ne hatiye serê min, kesên wek cenabê we ku eziyet dîtine, zindan eşkence kêşane, ji welatê xwe neçar mana derketine der, ez bawerim jiyana wan bi xwe romane, gerek bêne tomar kirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 21Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

S: TEMEL –BERSIV : 21 – Ez wan herdû kesan nas nakim, belê di vir de meriv kare dû wateyan bide gotinên wan kesan. Yek mînak  zav kesên nijadperest hene, ji Kurdan re dibêjin ka çi berhemên wê yên nivîskî hene hûn tunin, ev înkara Kurdaye. Yeka din dilê  meriv dixwaze, belê ji ber aciziya xwe meriv dibêje ka çi me heye, divir de daxwaziyek heye teşfiqek heye, gereka meriv van herdû rexnegiran ji hev cuda bike, yek neyarê te ye te inkar dike, yek dostê  te ye te teşfiq dike.

Rastiyek jî heye, di serê vê gotarê de me nivîsî  û li ber çavaye, di warê nivîsê de em di her warî de li paş mabûn, sedemê mezin ku ev gelên cinarên me pê dane ser me, serdestî li me kirine, ne hiştine ku em ji xwe re tiştekî binivîsin, ev tiştek eşkereye li ber çavaye. Yên ku bi niyata xirab vê rexnê dikin, bira baş çavên xwe vekin, ev sî sal qediya ku hindik be jî qedexe li ser nivîsa kurdî rabûye, yeka din bi cehd û xebata van kesên me ku li avrûpa dijîn,  bi hezaran roman, çirok, zimanasi, axnasi, belê di her warî de berhemên giranbiha derketine.

Karin vî tiştî bibêjin ku Romana kurdî wek yê biyaniyan, wek yên gelên cînar ne li pêşe ne bi kaliteye, karin li gorî fikr û ramanê xwe rexnena jî bikin  ev tiştekî dine, em dibînin ku hinek nîjadperest henê, peyvek bi kurdî nizanin, belê kenê  xwe bi zimanê kurdî dikin, tiştê ne xweş dibêjin, ew ji niyata wan xirab tê. Yê kêleka te  ev dû sed sale serbest Roman dinivîse , tû di bin pêdanê de bi zor û zehmetiyan dinivîsî.

Ew kesên ku rexne li romana Kurdî bike û ku ne niyet xirab be, lazime rewşa dinyayê û Kurdan jî baş bibîne, kesekî li Firansa û li Başûrê Kurdistanê ku bijî, vî tiştî bibêje ez bawerim ew niyet xirabe.

 

Lokman Polat – Pirs : 22Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

S: TEMEL – BERSIV : 22 – Berî ez bersiv bidim vê pirsa te ez ê divir de tiştek entresan bibêjim, sal 1974 bû ez li Sitembolê esker bûm, li wûr pirtukxana eskeriyê hebû, min ji berê ve ji xwendina pirtûkan hez dikir, belê min nizanibû ku roman çine, ez çome wê pirtûkxanê min çavên xwe gerand bi navê ” Bozkurtların Dirilişi” Pirtûkek kete destê min, di dû ya rojan de min ew qedand, zav li xweşa min ço, di peyre dewama wê pirtûkê” Bozkurtlarin ölümü” min ew jî di demek kin de xwend, zav di bin bandora wan de mam, min wê demê roman nazkir, min li wûr û di peyre jî xwendina romanan dewam kir, mixabin nivîskarê wan herdû pirtûkan, ku ez ê di peyre hîn bibim nijadperestê Mezin NİHAL ADSİZ  bû.

Ku ez werim ser pirsa te, romanên Yaşar Kemal, Mehmet Uzun û yê Gulistan Çoban yên herî zav ku min xwendine, di vê salê de sisê yê Mehmed uzun, sisê yên Gulistan Çoban dido yên Yaşar Kemal min xwendin, berê jî min romanên wan xwendibûn, ez sitîla wan zav nêzî xwe dibînin, Belê ya Metîn Aktaş ”Sekvan” ya Bedran Hîkmet”Bêdengî” bi taybet  Yên Gulistan Çoban ” Zenbîlfiroş”  û ” Sînem” van jî zav bandor li min kirine, ji ber ku mijara wan jî bi giştî dîrokîne ew jî zav bala min dikişînin

 

Lokman Polat – Pirs : 23Te qet pirtûkên min xwendiye?

S: TEMEL – BERSIV : 23 – Aniha sê hep pirtûkên te li cem min hene. 1- Pêncî Romanên Kurdî. 2- Çil Romanên Kurdî, 3- SYLVÎA. Min ji van pirtûkan ya SYLVÎA xwendiye. Herikbarî û zimanê wê romana te zav xweş bû, di cihê xwe de bû, li gorî min bû, belê mijara wê ne li gorî min bû.

Lokman Polat – Pirs : 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

S: TEMEL – BERSIV : 24 – Aniha di destê min de dû hep roman hene xilas bûyîne, her yek cara dawî ez ê wan di ber çavan de derbas bikim, yek ”Şêxê Piçûk” Jiyana şêx Evdirrehîm û tekoşîna wî ya deh salaye, İnşellah wê di nava demek kurte derê. Dido ”Dema pelê Titûnê” ew jî romaneka heremiye mijar civakiye, buyerên di navbera salên 1957—1961  li herema Batmanê digre.

Bê şik xebatê min ên din jî hene, hinek Helbestên heremî û xwezayî min amade kiriye. Destanek li ser dema Hz. Muhamed li ser şerê navbera Mekkê û Medînê ew jî amadeye, ev herdû berhemê min di demek nêzîk de ez dixwazim wan jî çap bikim.

Xeyaleka din zav mezin di serê min de heye, hîna min dest pê ne kiriye, ew jî ez di bin bandora rêze romana Yaşar Kemel ”Înce mehmet” de mam çima rêze romana ”Mîrze Mihemed” tunebe, ji boyî vî karî ji îro pêda ez lazime henek dokûman berhev bikim, karek girane ez ê xwe bi cerbînim, belkî hinek alîkarî ji kesên wek we qedir bilind bixwazim.

Ji xortaniya xwe hetanî roja îro, çi buyerek girîng li ser min çêbûbin min ew nivîsandine. Mînak seyahetên xwe yên dervayî welat, ABD, İsrail, İran, Başûrê Welat, Erebistan û hed, serepêhatiyên xwe yên şexsî, ew jî qederekin li cem xwe min nivîsandine. Rojnamaka mihelî ya Batmanê ” PUSULA” de henek nivîsên dîrokî û heremî çarna jî nêzî siyasî jî dinivîsim, hefteye carek, carne jî dido dertên.

 

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

S: TEMEL – BERSIV : 25 – Zav sipas dikim ku cenabê we zehmet kir ev derfeta han dane min, da ku hinek ez xwe û xebatên xwe bidim nas kirin, serkeftin ji we re ji xebatên we re.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply