Qeyrana ziman û wêjeya kurdî

Civatên ku bi zimanekî bindest dipeyivin ku ji qedexeyên giran derbas bûye, ji zimanê xwe direvin û wî kêm dibînin. Mejî û hişên dagirkirî endamên civakê ji mirovahiya wan bi dûr dixe, wan bê nasname dihêle, lewre gava ku nasnameya xweser ji destê mirov tê stendin, û heger mirov li hember zexta ziman û çanda serdest li ber xwe nede, mirov di ber ava wê re diçe û ji eslê xwe bi dûr dikeve. Pêşiyê, bîr dihedime, lewre bîr li ser zimên ava dibe û bingehê çanda civakî lê herweha yê çanda takekesên wê civakê ye jî. Kêmdîtin û bêxatirkirina zimên hingê pejirandina projeya pişaftinê ye û ji neçarî, mirov terka nasnameya xwe ya çandî û civakî dike, vediguhere ser tiştekî din ku dînamîkên pêşketina wî tiştî li cem wî ne xwedan bingehekî dîrokî ne û koka wan li cem mirovê nû û çêkirî peyda nabe. Tenê pîneyek e ku dewsa xwe baş nagire.

Di serdema dagîrkeriya welatên afrîkî de heman proje dihat birêvebirin : çandeke serdest û mirovên serdest bi zimanekî serdest ve dihat ser axa te. Ji ber ku dînamîkên wî zimanî bi awayekî xwezayî ve li cem civaka bindest peyda nedibû, endamên wê civakê hingê ji mecbûrî û ji tirsan xwe li vî zimanê nû digirt ku li welatine dûr xwedan kok û bîreke cuda bû, li ser pêşketineke gellekî cuda ava bûbû û dûrî xwezaya bindestan bû.

Zarokên afrîkî û rojhilatî yên ku xewna Birca Eyfelê a Parîsê û Big Ben Tower a Londonê didît, li hember xetereyeke din bûn. Ji wan re bîreke cuda hatibû avakirin. Bi canê xwe yê reş an qemer, mîna zarokên spî yên serzerik fêrî çîroka Oliver Twist a Dickens an Mîrzayê Piçûk a Saint-Exupéry dibûn. Êdî ji dê û bavên xwe û ji bav û kalên xwe bi dûr diketin, nema bi çîrokên wan mezin dibûn. Şaristanî bi ser ketibû, lewre ziman û wêjeya serdestan bi rêya zarokan ve gihîştibû welatê barbaran û axir ew utopyaya mezin pêk hatibû: dunya hemû bi heman zimanî dipeyivî, heman nivîskar dixwendin, li heman filîman temaşe dikir û dida pey heman hêvî û xewnên çêkirî.

Herçî dagirkerî û yekkirina şaristaniyê ye, îroj bi rêya vegirtina welatan ve pêk nayê. Şiklên wê yên dema me pêdiviyê bi koletiya fizîkî û wêrankirina erdên dûr ve nabîne. Di vê şaristaniyê de, cîh ji wêjeyê re nîne, û heger hebe jî, ne wêjeyeke xwedan erkên civakî û rewşenbîrî ye, tenê berçovî ye û encama sîmulasyoneke mezin e ku felaketa mirovahiyê jê peyda dibe: têkçûyin û mirina çalakiya nivîsandinê ku divê bi kêrî perwerdehiyê û parvekirina zanînê were.

Di rewşeke weha de, ziman û wêjeyên bindestan nikarin hebin. Ji bo parastina hebûna xwe, bîra xwe û çanda xwe, pêwîst e ku pêşiyê bizanin serdestên xwe red bikin. Heta ku ev redkirin pêk neyê, bindest teva her tiştên xwe dê di nava êrîşên çandên serdest de bihelin û wenda bibin. Lewre, dagîrkeriya nûjen û projeya pişaftina ser bi şaristaniya çêkirî ve, motodên xwe bi awayekî pragmatîk adapte dike û ew jî diguhere. Pisporên wan yên zîrek hene ku pêşî siyasetmedar û rêvebir bûn, bi dû re dibin rewşenbîr, nivîskar, hunermend, bazirgan. Feqîrên bindest, ne xwedî alavên têgihîştinê ne û heger neyên hişyarkirin, nikarin vê qederê biguherînin.

Piştî van çavdêriyên giştî, mirov êdî dikare behsa civaka me ya Kurdan bike. Sala 1925’an yekem projeya qirkirina çandî bi awayekî fermî hat aşkerekirin. Abdulhalik Renda yê ku serokê meclîsa tirkî bû, wê hingê, li ser rapora ku pisporan amade kiriye, pêşniyar dike ku kesên ku bi tirkî dipeyivin werin xelatkirin û yên ku bi “zimanê din” dipeyivin werin cezakirin; çand û ziman û stran û govendên kevn di çavên xelkê de werin xerabkirin û weke tiştên kêm û pîsik werin nîşandayin. Mahmût Esad Bozkurt yê ku wê hingê wezîrê karên hundir e, dibêje ku “pêwîst e ku ew kes li nava civaka tirkî bêne belavkirin bêyî ku bikarin getoyan ava bikin” da ku bi demê re hêdî hêdî zimanê xwe ji bîr bikin û bibin tirk. Îsmet Înonu yê ku serokwezîr e, hingê derba dawîn lê dixe û diranên tûj nîşan dide: “Heçî kesên ku li dijî tirkîzmê derkevin, em ê wan bipelçiqînin”.

Yanî, hem projeyeke kedîkirinê heye, hem projeyeke pişaftinê heye, hem jî çavtirsandin û zordarî heye. Ew proje îroj jî li dar e, şikl guheriye, xwe adapte kiriye, xwe makyaj kiriye, kincên nû lê ne; lê her ji heman avê vedixwe: ruhê wî ji te diçe, dixwaze ku tu wenda bibî; dike û nake, nikare bi te û ev jî wî tûjtir dike.

Weke ku ji daxuyaniyên her sê rêvebirên tirk jî aşkere dibe, armanca wan berî her tiştî herifandin û tunekirina zimanê kurdî ye ku, hingî mahdê wan jê dixele, yan jî hingî jê ditirsin, naxwazin navê wî jî hildin. Ji ber wê ye ku heta nuha di qanûnên qedexekirinê de jî û di qanûnên serbestkirinê de jî, ji binî ve navê zimanê kurdî nehatiye hildan û nehatiye gotin. Desthilatdariyên berê jî tim di binî re projeya xwe ya pişaftina ziman û çandên din bi ziman û çanda serdest ve datanîn ber xwe, lê belê bi awayekî fermî qedexe di dewra Osmaniyan de nehatibû ser zimanê kurdî; çanda qedexeya zimanan bi avakirina Komara tirkî ve peyda bû.

Çalakiyên zimanekî weha ku bi qasî sed salan ji her aliyî ve bûye armanca êrîşên tunekirinê, bi taybetî jî wêjeya wî, dê tim di nava qeyranekê de be, di nava hebûn û nebûnê de be. Ziman hatiye siyasîkirin, di çavên xelkê de hatiye pîskirin û bi çalakiyên terorîzmê ve jî hatiye nirxandin û cezakirin: hingê elbet xelk dê jê birevin. Delîla vê yekê li ber çavan e.
Gava ku derfet hat dayin ku zarok bikarin li dibistanan zimanê kurdî jî bixwînin, du sînor li ser hatin danîn, bi zîrekî û bi konetî: yek, zarokên di biniya deh salî re nikarin tercîha zimanê kurdî bikin, yanî li wan qedexe ye: du, yên din jî, heger tercîh bikin jî mamoste nîne.

Lê belê, divê em safik jî tev negerin: zarok divê di nava malê de fêrî zimên dibin û bi rêya dibistanan jî li ser wî zimanî werin perwerdekirin. Ji xwe, îstihdama bi wî zimanî ne guncaw e jî. Hingê, ew ziman ji bo bazara aborî ne balkêş e. Yanî, ji bilî sînorên qanûnî, herweha sînorên bazarî jî hene.

Navê vê stratejiya fermî, xapandin e, sîmulasyon e.
De ka îcar em lê bifikirin: ka gelo rewşa wêjeya kurdî dê çi bibe di vê rewşa civakî û siyasî de? Bersiva wê hêsan e: qeyraneke daîmî heta ku kurd bibin serdestên welatê xwe.
Em tim dibînin ku nivîskar ji weşangeran gazindan dikin, behsa nebûna bazara kurdî dikin. Bi dengekî nizm behsa bêqalîtebûna berheman jî tê kirin, lê ew babeteke din e. Yanî, heger Orhan Pamuk û Milan Kundera an Wiliam Faulkner an Kafka an Marquez bi kurdî binivîsînin, gelo ew ê bi sedhezaran were xwendin?

Em êdî xwe nexapînin. Divê em rastiya xwe bibînin. Ziman û wêjeya kurdî bi hejmara nivîskarên baş û bi roman û çîrokên bêhempa ve bi pêş ve nakeve. Xwendin ne çandeke rojhilatî ye; bi ser de, bazara kurdî jî ji ber sedemên ku me li jorê behsa wan kir, tuneye. Zarokên ku li dibistanan tercîha zimanê kurdî dikin û xwendekarên beşên kurdî yên zanîngehan jî di nav de, na-xwî-nin! Ev 14 sal in ku beşên kurdî hene. Li zanîngehên Artuklu (Mêrdîn), Dîcle (Amed), Çewlig û Alparslan (Mûş) û Yuzuncuyil (Wan), em dizanin ku beşên lîsansê û masterê hene û nuha hin xwendekar doktorayê jî dikin. Heta nuha zêdetir ji pênc hezar kesan di wan beşan re derbas bûne. Hûn dev ji berhemên wêjeyî berdin, berhemên akademîk yên kurdî jî nayên xwendin û kes guh nade wan. Min par ji weşangerê xwe pirsî û ez pê hisiyam ku pirtûkên min yên li ser ziman û wêjeya kurdî (Guman) ku ji lêkolînên berfireh pêk tên hê çapên xwe yên hezarî xilas nekiribûn. Min li rêzimanên kurdî yên vê dawiyê niherî: tenê di rêzimanekê de ew lêkolînên min weke çavkanî hebûn: yanî, em na-xwî-nin! Û ne xema me ye jî.

Hingê, xwendeyên me jî ji berhemên kurdî direvin, weke cinnê ku çav Ii hesinî bikeve.
Divê em kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin û dev ji sloganên ser tora civakî berdin.
Qeyran ne di ziman û wêjeyê de ye, di nava me de ye. Lewre, me hê jî fahm nekiriye. Kolonî di mejiyê me de ye. Heta ku em koloniya herî dawîn jî hilneweşînin, em mehkûmî mirinê ne. Bila kes nebêje ku kurdî ji mirinê xilas bûye ; lewre ew jî stratejiyeke xapandinê ye. Zimanê ku nebe zimanê fermî dê her bimire û wenda bibe, çanda me û bîra me jî pê re. Nifşên siberojê, dê Memê Alan û Siyabend û Xecê an jî Şengê û Pengê an jî çîrokên hûtan û pîrhebokan nas nekin. Ew ê “Keçika Kumsor” û “Alice li welatên ecêb” nas bikin û bidin pey kîvroşkên ku kes nizane bê ew ê wan di kîjan tunelan re bibe nava kîjan qadên qirkirinê.

Îbrahîm Seydo Aydogan

Derbar Mêvan

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply