Mehmet Akar: “Wêjeya Kurdî her roj xwe bi heterî dicivîrîne ku berhemên nu derkevin”

Lokman Polat – Birêz Mehmet Akar  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Mehmet Akar Ez di sala 1945an li bajarê Semsûrê, gundê Qaricixê ji dayîka xwe bûme. Min ji piştî xwandina dibistana seretayî û dibistana mamostetiyî şûnde hejdeh salan mamostetî kir. Bi bîryara 12 Îlone ji kar hatim derxistim. Min debara xwe bi karên curbecûr domand niha malnîşinim.

 Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?
Min berî bîst salan dest bi nivîsandina kurdî kir. Min ji berî wê di hinek rojnameyên tirkî de qûncenivîs û maqale nivîsandin. Ku zext li ser zimanê Kurdî sist bû, min dest bi nivîsa Kurdî kir. Pirtûka min ya pêşî çîroka bi navî “Sonda Sê Keçikên Xalivan” bû û min xwe bi wê pirtûkê ceribandîbû.

 Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Gelek nivîskarên ku eslê wan kurd, berhemên xwe ne bi kurdî bi zimanên serdest ên wek tirkî, farisî û erebî nivîsandine. Weke tê zanîn di cewherê gelek kesan de hûnera nivîs û nivîsandinê heye, bêguman ew cewher di gelek kesên kurd de jî heye. Mîna ku hûn jî zanin, nivîs bi kîjan zimanekî perwerde dîtibe, bi wî zimanî berheman diafirîne. Ji ber ku dewletên li ser axa kurdan hatî damezirandin perwerdeya zimanê kurdî qedexe kirine, wan kesan jî perwerdeya xwe bi zimanên serdest ên wek tirkî, farisî û erebî dîtîne, berhemên xwe jî bi wan zimanan nivîsandine. Bêgûman ji wan kesan hinek, paşê berhemên bi zarê kurdî jî nivîsandine. Lew ku nivîsandina bi zarê kurdî nişana welatparêziye.

Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Wêjeya Kurdî ya devkî zengîn e. Wêjeya kurdî ya nûjen bi giranî li ser wêjeya devkî xwe xwedî dike. Wêjeya Kurdî niha wek zarokekî ku nûh bi ser lingan dikeve û hêdî hêdî dimeş e.

Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Bi dîtina min îro ciwanên kurd êrişî her beşa wêjeya kurdî dikin. Hevalên helbestvan hîn zêde xuya dikin. Lewra zimanê kurdî ji helbestê re rêjeye. Roman nivîsên Kurd jî berhemên hêja diafirînin. Çîrok nivîs sûda xwe ji wêjeya devkî digirin. Şano beşeke taybet e. Mixabin di roja me de telewîzyonan pêşiya şano birîne. Li bakur çend komên ku bi amatorî xebata şano dimeşînin hene. Haya min ji xebata şano yê parçeyên din tuneye.

Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Di wêjeya Kurdî de rexnegirî cîhkî taybet digire. Çima ku wêjeya kurdî di hundirî xwe de gelek kêmasiyan vedişêre. Ji bo sererastbûna van kêmasiyan barê li ser milê rexnegiran gelek giran e. Divê di navbera rexneger û nivîskaran de pêwendiyeke xurt pêk bê. Nivîskar ji rexnegîr sûd bigirin û xwe sererast bikin. Bêguman ku karî rexnegîr çiqas bi zehmet be, wiqas jî karekî hêja ye. Divê rexnedar wêjeya kurdî baş bişopîne.

Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?
Çawa li bakurê welêt wêjeya kurdî şûn de maye, rexnegeriya wêjeya kurdî jî ne li şûna ku lazime lê be ye. Ez hinek hevalên mîna cenabê te zanim, lê mixabin rexnegerî hîn ne xwedan pergal e.

Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?
Çewa ku bi gihîştî wêjeya kurdî di dema çarlepkî de ye, rexnegirî jî di wê rewşê de ye. Lê ez bi hêvî me. Wêjeya Kurdî her roj xwe bi heterî dicivîrîne ku berhemên nu derkevin, kêfê min bi wan xweş dibe. Ji bo ku nasandina berhemên nûh kêm û bê pergalê, kes haca civîrîna wêjeya kurdî nabê.

Mijara berhemên te bi giranî liser çine?
Sê romanê min hat weşîn. Mijara romana min ya bi navî “Kendal” li ser tehcîra xelkê ermenî ye. Romana min ya bi navî “Li Pey bihostek Erd” di navbera salên 1950-1960 de rewşa Kurdan ya civakî, aborî, siyasî şîrove dike. Roma min ya bi navî “Merivekî Berferatî” jiyana merivekî berferatî, di dema antîk de, yê bi navî Lûkyanûs şîrove dike. Pirtûkek min ya bi navî “Fabl bi Kurdî Xweş in” ji sedî zêde fablan pêk hatiye. Min bi amatorî biyografiya Osman Sebrî jî amade kir. Pirtuka min ya bi navî “Rojên Şelî” ji yanzdeh çîrokên ji berî îlonê (12 yê îlonê) qewimî pêk tê. Di wê berhemê de ez, qewimînên di navbera civata gelî Semsûrê de pêkhati şîrove dikim. Di vê navberê de divê ez pûrtûka xwe ya bi navê “Ansîklopediya ajalan” jî bîr nekim. Ev pirtûk, sed ajalî zêdetir bi zarokên kurdan dide nasîn.

Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?
Mixabin raste, piraniyên nivîskarên kurd, dixwazin pirtûkên wî her kes bixwîne, lê ew bixwe tu pirtûkên hevalên xwe naxwîn in. Ev kêmasiyek e ku ef nabe.

Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Wejeya ku rexnegirên wê tunebin bi pêş nakeve. Ez bi rexnê kanim kêmasiyê xwe sererast bikim. Lê heta niha bê cenabê te tu rexnedarên din derbarî berhemin min de xebata rexneyê nekiriye, berhemên min bi rexneyê nedane nasîn. Ez bixwe bi rexneyan kêfxweş dibim.

Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?
Ez bi rexne kirina pirtûkê xwe kêfxweş dibim. Bi rexne kêmasiyê xwe dibûn im. Gorî rexnê kêmasiyê xwe nûva kanim sererast dikim. Rexnegirî beşek wêjeya Kurdî ye. Ku rexnegirî çiqas pêş bikeve, wêjeya Kurdî jî yê kamîl bibe.

Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Divê rexnegîr û nivîskar hev bişopînin. Ez kanim bejim, rexnegerî mamosteyê nivîskar e. Rexnegerî û nivîskari du hevalên ku bi rexneyan hev dicivirîn in.

Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?
 Lazime rexnegerî û nivîskarî bi hev re bimeş in. Diwê nivîskar tehemûlî rexneyan bike, rexne jî pêşiya nivîskar veke û wêrekiyê bide nivîskar. Belê zimanê rexneyê gelek girînge, lazime rexneger nivîskar ji nivîsandinê sar û poşman neke, wî ji karê nivîsê ji dûr nexe. Bêguman divê Rexne him pêş vekirî be, him jî rê û rêçikên nivîsandinê bi nivîskar bimîne, bi zimanekî erênî bala nivîskar bikişîne ser kêmasiyên wî.

Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe. Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Di sosyolojiya merivê kurd de erotizm normale. Erotîzm û şabûn, di jiyana merivên Kurd de cîhkî girîng digire. Tiştê ku di jiyana merivan de normal bû, divê di wêjeya netewî de jî bi kêfxweşî cîh bigire. Lê rezerva min ji porno re heye. Porno ku ez ne şaşbim, bazirganiya zayendê ye.

Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Di roman û helbestan de erotizm normal e. Ji mijara erotizm û şabûn(sexs) bi çawekî kevneşopî nêrîn çewte. Di wêjeya Kurdî ya devkî de şabûn û erotizm wek tiştekî normal tê dîtin. Gelek meriv gotinên bê edep bi kêfxweşî diaxifin û civat jî wan gotinan bi kêf dişopîn in.

Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Bi dîtina min roman û helbestvaniya Kurd bi giranî li ser ekola romantîzmê û realîzmê dimeşe. Posmodenîzm û sûrrealîzm pêş neketiye. Meşandina ekolan gorî rewşa demê û gorî gihîştina civatê teşe digire. Civata Kurd nûha hewcî realîzmê û hewcî romantîzmê ye. Civatên ku di alî felsefî, sîyasî û aborî de pêşketî di hundirî xwe de ekolên nû diafirînin. Mijara “Ezbeniya Gustîlkan” durî hinek civatan e. Ku xeyala merivan çiqas fireh bibe, sûrrealîzm ê bicivire.

Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?
Xeyal nan û ava nivîskar e. Ku xeyala nivîskar teng be, nivîsa wî kelecanê nade xwendekar. Ku xeyala civatê fireh bibe, ekola sûrealîzmê yê pêşbikeve. Wêjeya Kurdan hewcî modernîzmê ye. Sûrmodernîzm hîn dûrî wêjeya Kurdan e. Lê hinek nivîskarê ku sûrrealîzmê bicerîbin yê derkevin.

Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Ku asoya nivîskar çiqas berfireh bibe, berhema wî nivîskarî bi can û xwîn dibe. Diwê nivîskar teng nefikire. Di wêjeya Kurdan ya devkî de jî xeyal di wan çîrokan de bi firehî cîh digire. Tiştê ku niha pêk hatî, berî sed salî di çîrokên kurdan de hatine xeyal kirin. Çîroka Zûmrûdû Enqa, Mihemed Mîrza, û fablên Kurdî. Di tûrikî her kurdekî de çîrokek ku ji xeyalan pêk tê heye. Kurd xeyalê xeyalan dihûnin. Lê nivîskarê me hîn dûrî vê pêvajoyê ne. Lewra lingê nivîskarên kurd ne li ser erdê welatî xwe ye. Xeyala nivîskarê Kurd teng e.

Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Çîrok, roman, helbesta Kurd gorî rewşê dimeşê. Ku di civata Kurdan de çi diqewimê, mijara roman û helbest û çîrok jî sûda xwe ji wan bûyerên ku diqewimin digirin. Ev ne tiştekî şaş e. rastiya civata xwe nîşanî cîhanê kirin ne şaş e. Di wêjeya kurdî de piraniya nivîskarên otobîyografiyan rast e, lê ev jî ne tiştekî şaş e. Nivîskarê ku qala xwe dikin, behsa wê demê di hundirî berhemê xwe de bi zimanekî wêjeyî nîşanî civatê dikin. Wêjeya Kurdî bi zehmet û bi ketin û rabûn, mîna ava ku diherike û encam cîh xwe dibîne, yê cîh xwe bibîne. Hêviya min ev e.

Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?
Ger ku em bibêjin werin em wêjeya kurdî, bi wêjeya welatên mîna ên Fransa, Îngîlîz û Rûs qiyas bikin, ne rewa ye. Lê em dikanin wejeya kurdî ji wêjeya hin welatên ku bi sedan salin dewletin re qiyas bikin. Zimanê Kurdî demeke dirêje ku di bin bandorên cuda cuda de maye û îro jî zimanê kurdî qedexe ye. Bi vê va, ziman û wêjeya Kurdî bi awayekî heter, hebûna xwe parast. Ev ji bo wêjeya kurdan mûcizeye. Niha romanên Kurd di nava welatan de bi kêf û baldarî tên şopandin. Ev gihîştina wêjeya Kurdî kêfxweşiyê dide min.

Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Gelek nivîskarê ku min nikaribû berhemên wan yek bi yek bişopîn im hene. Ez ji wan lêborîne dixwazim, ji wan re spasdar im. Min di serî de romanên Ereb Şemo xwendin, gorî wê demê berhemên hêja afirandine. Mehmet Uzun romannivîsê me yê terî dawî û hêjaye. Ziman û hunandina Recep Dildar jî dişopîn im. Ku kî, di kîjan quncikî de, çi gotin û çi bûyerên kurdan hebin, li ser kaxizan nivîsandibe, ez bejna xwe li ber wan ditewînim.

Te qet pirtûkên min xwendiye?
Na! Biborîne. Lê derfeta di demek kin de ez ê pirtûkê te temin bikim û bixwîn im. Serkeftinê dixwazim.

Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Çend dosyayên ku min amade kirî hene. Di hundirî sala pêşî me de pirtûka bi navî “Komagene” yê bê çap kirin. Dosya Şahmaram (çîrok) û pirtûka ku li welatî me qewimî, bûyerek li ser evînê qewimî heye, ez ê sala pêşî me wê pirtûkê jî biweşîn im.

Spas ji bo bersîvên te.
Ez jî ji cenabê te re spas dikim. Ji te re serkeftinê dixwazim.

Mehmet akar-23.09.2022
Lokman POLAT

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply