Îkram Oguz: ”Di 5 salîya xwe da min dest bi xwendina kurdî, 45 salîya xwe da jî dest bi nivîsandina kurdî kir.”

Lokman Polat – Pirs: 1 – Birêz Îkram Oguz ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

İkram Oguz – Her kurdê ku li gund hatîye dunyayê xwedî du rojbûnan e. Ji wan yek ya rastî ya din jî ya fermî ye. Rojbûyîna wan a rastî nedîyar, ya fermî jî bi piranî 1ê Çile ye.

Lêbelê rojbûyîna min a rastî 1ê Çile 1962, ya fermî jî heft sal şûnda 20 Tîrmehê, rastîya wê jî di Qurana bavê min da ye. Bavê min rojbûna hemû zarokên xwe û mirina kesên nêzikî xwe, li ser rûpelek Qurana xwe nivîsîye û ew Quran jî niha li cem min e.

Jibo ku dereng herim leşkerîya dewletê bikim, bavê min, heft sal şûnda li nifûsê ez qeyd kirime û gor qeydkirina fermî min di dumehîya xwe da dest bi dibistana ewil kirîye.

Zarokatîya min li Xanbegiya Jêrîn, ku li ser navçeya Tatosê (Tekman) ye, derbas bû. Sala ku min dibistana ewil qedend, em bi malbatî koçberî bajêr bûn. Ez û bavê xwe çûn, ku li dibistana navendî qeyda min çêbikin.

Li ber derê dibistanê ez ketibûm rêzê û li benda dora xwe sekinîbûm. Rewşa min bala mudurê dibistanê dikişîne, ku hat ba min li dîploma min mêze kir, bi mêzekirinê ra kenîya got; ”kurê min roja ku tu ji dayîka xwe bûyî, te berê xwe daye dibistanê û di pênc salîya xwe da jî te dîplome girtîye. Ez zarokekî pênc salî li vir qeyd nakim…” Gazi bavê min kir, bi bavê min ra axifî û dû ra em jî gor pêşnîyara wî tevgerîyan û bi rêya dadgehê sala rojbûna min hate sererastkirin.

Sê sal şûnda dibistana navendî qedîya ez jî derbasî liseyê bûm. Di bihara wê salê da nijadperestên tirk di baxçeyê lîseyê da êrîşî min kirin û ez birîndar bûm. Lê dîsa jî rêvebirîya lîsê ez tawanbar kirim û di navenda Erzirumê da mafê xwendinê ji destê ji min girt. Min jî berê xwe da Xinûsê û li wir pîleya yekem qedand û vegerîyam. Jibo ku nikarîbûm li Erzirumê xwendina xwe bidomînim, dibistan berda û dest bi kar û xebatê kir. Di wan salan da ketim nav sîyaseta kurd û bûm sîyasetvanekî binerd! Di dema darbeya leşkerîya 12ê Îlonê da hatim girtin. Piştî berdanê ji bo ku neçim ji dewletê ra leşkerîyê nekim, min li lîse ya êvarê qeyda xwe çêkir. Sê sal, biroj xebatkar, êvaran jî xwendekar bûm. Bo xilaskirina liseya êvarê ra beşdarî ezmûna zanîngehê bûm. Di azmûnê da min li Zanîngeha Stenbolê Fakulte ya Îktisadê qezenc kir û ji Erzirumê berê xwe da Stenbolê.

Di dema zanîngehê da jî barê li ser milên min kêm nebûn. Di heman demê da xwendekar, karker û sîyasetvan bûm. Piştî xwendina zanîngehê çend salan di fîrmayeke taybet da wek rêvebir xebitîm.

Di destpêka salên 1990î da bi armanceke sîyasî dest ji karê xwe bedra û di nav weşangerîya kurdî da cîh girt. Wek rêvebir û xwedîyê Kovara Deng û Rojnameya Azadî karê rojnamegerîyê kir. Di heman demê da, di damezrandina Partîya Keda Gel (HEP) da cîh girt û di rêvebirîya şaxa Fatîhê da xebitîm.

Di Hazîrana sala 1994an da ji alî dewletê va rojnama Azadî hate qedexekirin û girtin, ez jî bi cezayeke bilind hatim cezakirin. Sedem wê yekê, bi rêya qaçaxî ji Tirkîyê derketim û derbasî Europayê bûm. Ji wê salê pê va li Almanyayê dijîm.

 

Lokman Polat – Pirs: 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

İkram Oguz – Pirtûk û Wêjeİkram Oguz – Di pênc salîya xwe da min dest bi xwendina kurdî, 45 salîya xwe da jî dest bi nivîsandina kurdî kir. Ez hê pênc salî bûm, bavê min ez fêrî xwendina Quranê kirim.

Bavê min mele nebû. Lêbelê sofîyekî bawermend û evîndarê xwendina Quranê bû.

Di demsala payîz û zivistanê da dersa zarokên malbatê dida û wan fêrî xwendina Quranê dikir, xwendina bi alfabeya erebî…

Di wan salên xwe yên piçûk ta min tiştek jê fam nekiriba jî, bi gotina bavê min, bi xwendina Quranê gotinê Xwedê, gotinên wî yên bi erebî, bi kêf û kelecan dubare dikir.

Piştî xetimkirina Quranê, bavên min xwendina du kitêbên din jî fêrî min kir. Anegorî Quranê du kitêbên piçûk û zirav, mîna Quranê bi tîp û xetên erebî, lêbelê bi wateya xwe gotinên xweş û nas… Gotinên bi zimanê min û bavê û kalên min…

Ji wan yek Nûbara Ehmedê Xanî ya din jî Mewlûda Mele Ehmedê Batê bû.
Dema ku min dest bi xwendina wan kir û qedand ne haya min ji Ehmedê Xanî ne jî ji Ehmedê Bate hebû.

Bi aqilê xwe yê wê demê, min ew herdu Ehmedan jî Xwedayên ku bi zimanê me diaxifin, dihesiband û wan ji xwe ra ji Xwedayê ku Quran nivîsîye, nêzîktir didît. Loma êdî ji Quranê zêdetir Nûbar û Mewlûd dixwend. Ev helwesta min carcaran bala bavê min dikişand, bavê min li min vedigerîya û digot; „kurê min xwe bi wan zêde nexapîne, min bizanibîya tu bi xwendina wan dest ji xwendina Quranê ber didî, min ew nedidan ber te û te hînî wan nedikir…“

Min jî bi kelogirî xwe diparast û ji bavê xwe ra digot; „Ez ji xwendina Nûbar û Mewlûdê hertiştî fam dikim û gotinên wan jî bêtir li min xweş tên. Loma ez ji Quranê zêdetir ji xwendina wan hezdikim û dixwînim…“

Wisa jî bû, bi salan şûnda min dest ji xwendina Quranê berda, lêbelê xwendina min a kurdî ya ku bi Nûbar û Mewlûdê dest pê kiribû, bi berhemên cûrbicûr va û bênavber berdewam kir û hê jî bi berfirehî û bi dewlemendî didome.

Gotineka klasik ya hinek hunermend û nivîskaran e û dibêjin, wan di zarokatiya xwe dest bi huner ya jî nivîsê kirine û hunera wan ji dayîkbûnê va tê…

Di dema zarokatiya xwe da jî, di dema xortaniya min da jî tu nîyet û armancek min a ji nivîsê nebû. Ger ku heba jî derfeta wê nebû, kaxiz bidîta qelem, qelem bidîta kaxiz nedidit.

Di dema xortanî û xwendekariya xwe da jî, xêncî nameyên ji dê û bavê xwe ya jî ji evîndara xwe ra nivîsî bû, tu tiştek din nenivîsî.

Piştî xwendina zanîngehê wek karekî sîyasî min xwe di nav weşangeriya kurdî da dît. Di destpêka sala 1990î da bi avakirina Baran Ofset dest bi weşangerîyê kir. Dû ra di nav kar û xebata ji bo weşana Kovara Deng û Rojnama Azadî da cîh girt. Di destpêkê da wek berpirsîyarê giştî yê rojnamê, pişt ra jî di heman deme da wek xwedîyê kovar û rojnamê heta Gulana 1994an kare rojnamegerîyê kir. Sedem darizandin û cezakirinê, ez bi qaçaxî derketim dervayî welat û hatim Almanyayê bi cîh bûm. Li derveyî welat jî bi salan bi kar û xebata sîyasî ra mijûl bûm.

Di destpêka mîlenyûmê da min dest ji karên hizbî berda, careke din berê xwe da weşangerîyê û malpera https://navkurd.net/ ava kir. Di destpêka weşana Navkurdê da jî xêncî hinek nivîsên kin û kurt, bi tirkî dinivîsî. Di sala 2007an da ji bo ku kurd bi zimanê bavê kalen xwe binivîsînin, kampanyayek hatibû lidarxistin. Roja ku ez beşdarî wê kampanyayê bûm, wê rojê min biryar da ku ji bilî kurdî bi zimaneke din nenivîsim. Ji wê rojê pê va ez li ser biryara xwe sekinim û tenê bi kurdî dinivîsim.

Berhema min a pêşîn “Mîro” ye û di sala 2014an da, li Stenbolê hate weşandin.

Naveroka Mîro li ser şer û koçberîyê ye. Koçberîya kurdan ya di dema şerê ku di nav gel da jê ra dibêjin “herba 93îyan”…

 

Lokman Polat – Pirs: 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

İkram Oguz – Bersiva vê pirse ji bo min jî gelek zelal û vekirîye. Gor min şert û mercên netewîtîyê ji hebûna du hîmên bingehîn pêk tên. Ji wan yek yekitîya axê ku jê ra dibêjin welat, ya din jî yekitîya ziman e. Hinek şert û mercên din hebin, ew jî bi van herdu hîmên bingehîn va girêdayî ne.

Gotineke Fîlozofê Alman Wilhelm von Humboldt e û mirov dibêje qey wî ev gotina xwe du sed sal bere ji bo kurdan gotîye.

„Di rastîya jîyanê da welat, ziman bixwe ye. Dûrketina bi hêsanî û bi hêztirin a ji welat jî dîsa bi rîya ziman dibe.“

Bi awayeke din zimanê merîya nîşaneya, welat û nasnameya merîya ye. Kurdê ku zimantirk be, xwe kurd bihesibîne jî bi hest û helwesta xwe tirk e. Jiber ku ziman ne tene amûra axaftinê, berdevkê hiş e.

Dîsa Filozofekî  din ê Alman Leibniz jî ziman weke neynika hiş bi nav dike û di derbarê girîngîya ziman da wiha dibêje:

„Hiş û ziman bi hev ra girêdayî ne. Peyv qasî ku mirov nêrînên xwe bi hin kesan ra parve bike, pêwîst be, dema ku bi tena serê bifikire jî ewqas pêwîst e. Peyv çiqas baş, çiqas bikêrhatî û zelal be, hiş jî ewqas zelal û bikêrhatî dibe.“

Anegorî tarîfa Leibniz, mirov dikare bibêje her civat gor zimanê xwe, li xwezayê dinihêre û wê tarîf dike, bi zimanê xwe têdigihîje û bi kar û xebata xwe jî bîçimê dide raman û çanda xwe.

Nivîskarên bi eslê xwe kurd û bi tirkî dinivîsin, ew jî bi tirkî têdigihîjin û bi tirkî jî şiklê didin çand û hunera tirkan û dewlemend dikin.

Ji bo min mînakeke balkêş ê û di hinek nivîsên xwe da jî qal kirîye.

Yaşar Kemal – Mehmet Uzun, Cemal Surreya – Cegerxwîn, ev her çar kes jî kurd bûn û ji dê û bavên kurd peyda bibûn.

Mixabin Yaşar Kemal û Cemal Surreya nivîskar û şairê Tirk, Mehmet Uzun û Cegerxwîn jî nivîskar û şairê Kurd in. Nîşaneya tirkbûn û kurdbûna wan jî tenê zimanê wan e…

Loma ez dikarim bibêjim, kurdê ku peyvek tirkî nizanibe çiqas tirk be, kurdê zimantirk jî ewqas kurd e.

Bİ KURDÎ NİVÎSANDİN ŞOREŞGERÎ YE! - RiaTaza

Lokman Polat – Pirs: 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

İkram Oguz – Warê edebîyata devkî gund, ya edebîyata nivîskî jî bajêr e. Amûra edebiyata devkî gotin û deng, ya nivîskî jî nivîsandina peyv û hevokên li ser kaxizê qeydkirî ye.

Kedkarê edebîyata devkî, dengbêj û çîrokvan, ya nivîskî helbestvan û nivîskar e.

Jibo edebîyata devkî xwendin û nivîsandin jî ne pêwîst e. Bi rêya şagirtiyê hebûn û dewlemendîya xwe didomîne. Şagirt jî mîna hostayê xwe li stran û çîrokê guhdarî dike, gotinên ku ji devê dengbêj ya jî ji devê çîrokvan derdikeve, werdigre û di kûrahiya hişê xwe da qeyd dike.

Lêbelê jibo edebîyata nivîskî perwerdeyiyeke bi rêk û pêk, xwendin û nivîsandin pêwîst e. Ger ku zimanê ku pê edebiyat tê kirin qedexe be, edebiyata nivîskî jixwe nabe, ji bere da hatibe kirin, ew jî ji kokê va diqele. Di sedsala 20an da kurdî li ser axa Kurdistanê hate qedexekirin û bi girtina medreseyên kurdan va dawî li perwerdeyîya zimanê kurdî hat. Loma demeke dirêj berhemeke nû nehate nivîsandin, ser da yên bere hatibûn nivîsandin jî ji bazarê rabûn û binerd bûn. Tevî qedexebûnê edebîyata devkî bi saya dengbêj û çîrokvanan dewlemendiya xwe parast û di warê xwe da dewlemendiya domand.

Lêbelê di heman demê da ne ku amadekirina berhemen edebî, xwendin û nivîsandina bi kurdî jî hate jibîrkirin. Ji bilî kurdên Rewanê, nivîsandin û xwendina bi kurdî di nav 40-50 salên dawîyê da di rojeva kurdan da cîhê xwe girt. Di bin şert û mercên giran da be jî, li derveyî welat û li ser axa welat roj bi roj, sal bi sal xwendin û nivîsandin, bi xwendin û nivîsandinê ra jî berhemên nivîskî yên kevn ji nû va hatin weşandin û bi yên nû va li hev zêde bûn. Gor qedexebûn û rêlibergirtinê îro kêmasîyên wê hebin jî edebîyata nivîskî ya kurdî jî ne di asteke xirab da ye. Her diçe hêjmara nivîskarên kurd zêde, bi ked û xebata wan û berhemên wan jî edebîyata nivîskî dewlemend dibe.

 

Lokman Polat – Pirs: 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

İkram Oguz – Bi raya min di edebîyata kurdî da şaxa herî li pêş helbest e û hîmê wê jî 400 sal berê hatîye avêtin. Çawa ku pîrê dengbêjîya kurdî Evdalê Zeynikê be, ez dikarim bibêjim, pîrê helbestvanîya kurdî jî Melayê Cizîrî ye.

Herwiha nîşaneya dewlemendiya edebiyata devkî yek dengbêjî be, yek jî bêguman çîrokvaniya kurdî ye. Digel zilm û zordariya dagirkeran zimanê kurdî heta roja îro hatibe, di wê hatinê da para herî zêde ya cîrokvanîya kurdî ye. Îro di edebiyata kurdî ya nûjen da jî bi gelek mînakên serkeftî cîh digre.

Ji bo cîvakên rojhilatî weke şanoyê roman jî şaxeke nû ye. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje, di nav 40-50 salên dawiyê de şaxa ku herî zêde pêşda çûye û dewlemend bûye, ew jî roman e. Romannivîsîya kurdî îro di asteke bilind da nebe jî, ji romannîvîsiya gelek welatên ku xwedî dewlet û zimanê wan azad, pêştatir e.

Şaxa şanoyê di edebiyata kurdî hê şaxeke nû ye û berhemên ku di vî warî da hatina nivîsîn jî kêm in. Şano şaxeke taybet e û qasî nivîsandinê, bi lîstikvanîya şanogeriyê va jî girêdayî ye.

 

Lokman Polat – Pirs: 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

İkram Oguz – Rexnegirî beşek ji edebiyatê ye û rê li ber pêşveçûna wê vedike. Edebiyata ku têda beşa rexnegiriyê cîh negre, bêxwedî û sêwî ye.

Mixabin di civaka kurd da rexne û rexnegirî ji wateya xwe dûr û bi rengekî cûda, di sîyasetê da bêtir cîh digre ku, ew jî ji nirxandinê zêdetir, ya jî %100 pesin ya jî reşkirin e. Sedem vê yekê di mêjûyê kurdan da rexne ya jî rexnegirî, bi tespîtkirina kêmasîyan va weke karê reşkirinê tê fam kirin.

Lêbelê di her xalê jiyanê da, bi taybetî jî di edebiyatê da rexne ne tenê tespîtkirina kêmasîyan e. Jiber ku, rexne ya jî rexnegirî şirovekirin û nirxandina bi pisporî ye. Nirxandina resenî û estetîka berhemê, şirovekirina li ser hunandin û vegotina mijarê, nêrîna pisporî ya di derbarê bikaranîna ziman û hevoksazîya nivîskar da ye…

Bi awayeke din rexnegirî, neynikeke dualî ye. Rûyekê wê li nîvîskar, rûyê din jî li xwendevan e.

 

Lokman Polat – Pirs: 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

İkram Oguz – Herdu romanên min, “Mîro” û “Rêwî”, ji ali gelek kesan va bi pesindayîn hatin şirovekirin. Ew kesên ku berhemên min xwendin û şirovekirin, herçiqas xwe wek rexnegir bi nav nekin jî, hemû nivîskar in, xwendevan û evîndarê zimanê kurdî ne.

Havparîya ku min di şiroveyên da dît, ji bo min gelek girîng bûn. Bi nirxandinên wan qasî ku kêfxweşî û şewqa min a ji bo nivîsandinê zêde bû, ewqas jî min qasî para xwe ji wan sûd girt.

Lêbelê dîsa jî ez nikarim bibêjim, berhemên min bi nirxandineke pisporî û bi têr û tijî hatin rexnekirin. Jiber ku ez heta roja îro ji bilî cenabê te rastî rexnegireke kurd nehatim, ku berhemên wêjeyî bixwîne û bi pisporî binirxîne.

Ez bixwe jî kîngê berhemeke bi kurdi bixwînim, qasî ku bikaribim di derbarê wê berhemê da, wek xwendevan û evîndarê zimanê kurdî nêrînên xwe dinivîsim, didim nasîn û ji bo xwendinê jî pêşnîyar dikim. Lêbelê ez bixwe jî nirxandina xwe wek nirxandineke pisporî nabînim, jiber ku ez ne rexnegir im.

Bi raya min, herçiqas mirov di weşangeriya kurdî de rastî şirovekirin û nirxandina berhemên wêjeyî were jî, ew hê ji nirxandineke bi rêk û pêk dûr in.

Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, ger ku di edebiyata kurdî da kêmasîyek hebe, ya jî edebiyata kurdî hê di asteke bilind da nebe, ji sedeman yek jî tunebûn ya jî kêmasîya rexne û rexnegiran e.

 

Lokman Polat – Pirs: 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

İkram Oguz – Rexnegirî bi tena serê xwe beşek ji edebîyatê ye. Di bersiva pirsa jorin da min gotibû û ezê careke din jî dubare bikim. Tunebûn ya jî kêmbûna rexne û rexnegiriyê di edebîyata kurdî de kêmasiyeke mezin e. Wek cenabê te nivîskarên ku ji bilî nivîsandina berhemên xwe, berhemên nivîskarên din dixwînin û dinirxînin, kêm be jî he ne. Lêbelê ev nayê wê watêyê ku, di edebîyata kurdî de rexnegirîyeke bi pisporî tê kirin wek beşek cîh digre.

Tişta ku bi navê rexnegirîyê tê kirin, ew jî bi piranî bi çavê nivîskarek ya jî xwendevanek, şirovekirina ji bo nasandinê ye…

Di şirovekirineke bi vî rengî da jî mirov nirxandineke bi rêk û pêk nabîne. Jiber ku şirove bi zêdeyî ya bi mijarê ra ya jî bi kirin û kiryarên lehengên berhemê ra sînordar dimîne.

Gor raya min rexnegirî neynikeke dualî ye. Alîyekê wê li nivîskar e û nivîskar tê da xwe, alîyê din jî li xwendevan e û xwendevan jî tê da berhem û hunera nivîskar dibîne.

Çawa ku mirov bi mêzekirina li neynikê ji xil û xarîya dev û lêvên xwe, ya jî ji paqijî û bedewîya rû û rûçikên xwe hayîdar be, nîvîskar jî di rexneyên pisporî da ji kemasî û asta hunera xwe hayîdar dibe.

Bi sûdgirtina ji nirxandineke pisporî, ger ku hebe nivîskar ji dubarekerina kêmasîyên xwe difilite.

 

Lokman Polat – Pirs: 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

İkram Oguz – Ji birînên meriya ya herî kûr û bi êş çibe, bêguman mirov berê wê birînê derman dike. Bîrînên me kurdan jî zêde ne û hemû jî bi êş û jan in. Lêbelê ji bo min yên ku me dibin ber mirinê û dikujin, şer û koçberî, kuştin û pişaftina ziman e.

Şer û koçberî dûrketina ji axa welatê bav û kalan, kuştin û pişaftina ziman jî mirin û wendabûna wan bi hev ra ye.

Loma ez di hemû berhemên xwe da zêde li ser van birînan disekinim, bi xemla xewn û xeyalên xwe, li dermankirina wan digerim.

Mijara romana min a yekemîn, ”Mîro” şer û koçberîye. Ew şerê ku di dawîya sedsala 19an li ser axa kurdan dest pê kirîye û kurd di bin lingan da man e…

Jibo stargehek aram derketinê serê rê û dirban û di wê rêwîtîyê da, dayîk ji qidûmda ketine û ewledê xwe ji paşila xwe avêtine…

Lehêngê romanê Mîro jî di rê da ji alî dîya xwe va tê avêtin. Xalê wî ji bûyerê hayîdar dibe û wî ji mirinê xilas dike. Lê xilaskirineke çawa? Mîro di şeşmehîya xwe da ji mirinê xilas dibe, lêbelê piştî 70ê salê xwe yên bi êş û jan derbasbûyî, bi saxî ji şewitandina bi destê pismamê xwe xilas nabe…

Mijara romana min a duyem, ”Rêwî” jî, bi êş û jana bi pişaftina ziman va girêdayî ye. Lehengê romanê, li gundekî çavê xwe li dunê vedike, bi rêya pişaftinê ji ziman û koka xwe diqete. Mala wî ji binî va şewitîye, lêbelê ew bi guhertina pergala cîhanê râ mijûl e. Roj tê, bi rasthatinek va ji birîna xwe ya kûr hayîdar dibe. Li ser ziman û koka xwe vedigere û di nav axa bav û kalên xwe da rêwîtîya xwe didomîne…

Pirtûka min a ”Jîyan bi kurdî xweş e”, ji hinek nivîsên min ên ku min li ser ziman, çand û huner nivîsîne û di malpera Navkurd û hinek malper û rojnameyan da hatine weşandin, pêk tê.

”Dengbêjên bavê min”, ji xwe ji navê wê jî dîyare, ku ew jî lêkolînek di derbarê 21 dengbêjên kurd da ye. Min di vê lêkolînê da ji çarnikalên Kurdistanê 20 dengbêj û pîrê wan, Evdalê Zeynikê hilbijart, ku ji wan 4 dengbêj jî jin in. Mijara pirtûkê jî deng û dengbêjîya wan e.

 

Lokman Polat – Pirs: 10Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

İkram Oguz – Ji alî kê va hatibe tespîtkirin, gor nêrîna min jî ev tespîteke rast e. Wek îspata vê tespîtê jî dibêjin, hêjmara nivîskarên kurd ji hêjmara xwendevanên kurdi zêdetir e.

Sedemên vê tespîtê zêde bin jî ez vê yeke bi hinek taybetmendîyen kurdan va gire didim. Ji van yek kurd ji xwendinê hez nakin, lê zêde diaxifin, ku ji sedemên dewlemendîya edebiyata devkî yek jî ev e.

Yeka din jî nexwaşiyeke sîyasî ye û jê ra dibêjin, bi sermagirtina ji ber bayê sosyalîzmê, xurifîbûna hiş û hişmandiyê ye. Piraniya nivîskarên kurd jî ya bi vê bi vê nexweşiyê ketine, ya jî di bin tesîra wê da ma ne. Nîşaneya wê jî, kesên ku rîbirû bûne, di her xalê jîyanê da xwe mezin û zana dihesibînin û di ser pozê xwe ra kesî nabînin.

Piranîya nivîskarên kurd jî mîna van kesan ne di ser pozê xwe ra nivîskarek, ne jî di ser berhemên xwe ra berhemek dibinin.

Ez bixwe kemahîya xwendina bi kurdî fam dikim, gilî û gazinan jî nakîm. Lêbelê helwesta nivîskarên ku pirtûkên hev naxwînin, bi tu awayek fam nakim. Ne ku tene pirtûkên hev, hinekên wan ji bo kare nivîsandinê, xwendina berhemên ji wêjeya cîhanê jî pêwîst nabînin.

Nivîskarên kurd ên ku min berhemên wan nexwendibe, hebin jî kêm in. Bes ku haya min ji weşana berhemên wan hebe. Ji bo xwendinê ne li nav û nûçikên nivîskar ne jî  li nêrîn û bawerîyên nivîskar dinêrim. Çawa ku ji bo jîyana merîya nan û av çiqas pêwîst be, ji bo nivîskarek jî xwendin ewqas pêwîst e. Loma qasî ku ji destê min were ez dixwînim, bi taybetî jî berhemên bi kurdî. Ji xwendina her berhemek kurdi kefeke cuda digrim, bes ku vegotin bi qalibên tirkî nehatibe kirin…

 

Lokman Polat – Pirs: 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

İkram Oguz – Her beşa wêjeyê taybetmendîyeke xwe he ye.

Helbest vegotina kin û kurt…

Roman vegotina bi hûrguliyan dirêj û xemilandî ye.

Wateya helbestê di kurahiya dilê helbestvan da veşartî, ya romanê jî zelal û ji herkesî ra vekirî ye.

Dibe ku ji sedeman yek jî ev taybetmendiya helbestê be. Lê bi raya min, di beşa roman ya jî çîroka kurdi da rewşa rexnegiriyê çibe, kêm zêde di beşa helbestê da jî ew e.

Ez di wê bawerîyê da me, ku helbestvanên kurd jî mîna nivîskarên kurd helbestên hev naxwînin, tişta ku zêde neyê xwendin jî nayê nirxandin û şirovekirin.

 

Lokman Polat – Pirs: 12Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

İkram Oguz – Her nivîskar ji nirxandina berhemên xwe kêfxweş dibe, bi taybetî nirxandina ku tê de pesin hebe. Ev jî hest û helweseteke xwezayî ye û xirab jî nîn e. Jiber ku ne tenê kesên nivîskar, her mirov dixwaze kar û xebata ku dike, were dîtin û pesinandin. Lêbelê di civaka me da rexne, ji nirxandinê zêdetir di wateya reşkirinê da tê famkirin û kirin. Ger ku bêtahamuliya nîvîskar hebe, ji sedeman yek ev, ya din jî pozbilindiya nivîskar e.

Bêguman ez jî wek her nivîskarek dixwazim berhemên min werin nirxandin û pesnê kar û xebata min jî were dayîn. Lêbelê nirxandina ku tenê ji pesindayînê pêk te, li meriya xweş were jî, rê li ber dubarekirina kêmasiyên meriya nagre.

Jiber ku di her kar û xebatê da kêmasî, bêhemdî tên kirin. Loma ger ku hebe nivîskar jî kêmasiyên xwe nabîne. Giringiya rexne û rexnegiriyê jî sedem vê yekê derdikeve pêş.

Berhemên min, çawa ku min li jorê jî gotibû, ji alî gelek kesên nivîskar û evîndarên xwendina kurdî hatin şirovekirin. Ez bixwe di wan şiroveyan da ji pesindayînê bêtir li rexne û pêşnîyarên ku ji bo min hatibin kirin, geriyam. Jiber ku piştî demeke kin pesin difirin, pêşniyarên ku hatibin kirin, di hişê meriya da cîh digrin rêya meriya ronî dikin.

 

Lokman Polat – Pirs: 13Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

İkram Oguz – Bi kin û kurt, karê nivîskar nivîs û afirandin be, yê rexnegir jî nirxandina kar û hunera nivîskar e. Divê rexnegir di nirxandina xwe de bêalî û pispor, nivîskar jî ji nêrînên rexnegir ra rêzdar be.

 

Lokman Polat – Pirs: 14Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

İkram Oguz – Bi zanebûn û pêşveçûyîna civakê re girêdayî ye. Nivîskar û rexnegir, parçeyek ji civaka xwe ne û hest û helwesta wan jî di nav wê civakê de têdigihîje û dikemile. Jibo afirînêriya nivîskar jî, rexnigirîyeke pisporî û bêalî jî dorhêleke azad pêwîst e.

Rexne nayê pêşwazîkirin, jiber ku di bingeha wê da tespîtkirina kêmasiyan cîh digre. Di civaka me da, nivîskar û hunermend jî di nav da, herkes kirin û kiryarên xwe yên hêjayî pesindayînê para xwe, kêmasiyên xwe jî wek çevnebariyên heval û hogirên xwe dibîne. Loma herkes di her xalî da pispor û zana, bedew û baqil, bihêz û jêhatî, qure û pozbilind e…

 

Lokman Polat – Pirs: 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

İkram Oguz – Edebiyat jî mîna xalên hûnerî yên din bi awayek neynika civakê ye. Di bingeha her xewn û xeyalên nivîskar da jî civak û têkiliyên civakî cîh digre. Wek gotina cenabê te çawa ku di edebîyata cîhanê da cîh digre, kêm ya jî zêde mirov di edebiyata kurdî de jî mirov erotîzmê dibîne. Jixwe di edenbîyata me ya devkî de, di helbêtên kurdî yên kilasîk de bi têra xwe û bi serkeftî cîh digre.

Erotîzma ku bi rengekî zelal di kilam û stranên dengbêjan û çîrokên çîrokvanan da bi hûnerî cîh digre hêjayî pesinandinê ye. Stranbêj û çîrokbêj jî, guhdarvanên wan jî, ne ji gotin û şayeserîya erotîk eciz dibin ne jî şerm dikin.

Lêbelê mirov di edebîyata nivîskî ya îroyîn da heman tiştê nabîne, ku ev yek jî ji rewş û asta civakê zêdetir, bi hest û helwesta nivîskarên kurd ên nûjen va girêdayî ye.

Bi raya min nivîskarên kurd di vê mijarê de ji xewn û xeyalên nivîskariyê zêdtir, xwe bi jiyana xwe ya rojane re sînordar dikin. Loma pevşabûna ku dixwazin bi lehengên xwe bidin kirin, tenê peyvek sergirtî dinivîsînin û derbas dibin.

Di piranîya berhemên kurdî da peyva hevşabûnê wek “ewk kirin” derbas dibe. Mirov li pêş ya jî li paş „ewkkirinê“ hûrgulîyek piçûk nebîne, jixwe fam nake ku “ewk” çî ye û yê ku “ewk kirine” kî ne?

 

Lokman Polat – Pirs: 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

İkram Oguz – Berhemên hemûyan nebe jî, yê piranîya nivîskarên ku li jor tu nave wan didî min xwendîye. Di berhemên gelek nivîskarên din da jî sahneyên erotîk cîh digrin. Kêmbûn û zêdebûn ya jî vekirîbûn û girtîbûna wan sahneyan jî bi mijar û hunera nivîskar va girêdayî ye. Weke mînak, romana te, “Sylvia” romana Mehmet Uzun, “Siya Evînê”, di herduyan da jî sahneyên erotîk cîh digrin. Gor mijar û xwezayî ya xwe di Sylvîayê da zêde û bêtir vekirî, di Sîya Evînê da jî hinek kêm û hinek jî girtî ne…

Bêguman di edebîyata berhemên kurdî de kêm ya jî zêde, vekirî ya jî girtî, hebûna sahneyên erotîk û pevşabûn û şadimanîyên seksê wek pêşkevtineke baş dinirxinîm, bes ew ku gor mijarê bi pîvan û xwezayî bin…

Di romana min a yekemîn da jî sahneyên erotîk he ne û ji alî gelek kesan va hêjayî pesindayînê hatibûn dîtinê, ku di berhemên kurdî da êdî ew sahne cîh digrin.

 

Lokman Polat – Pirs: 17Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

İkram Oguz – Edebiyata kurdî ji edebiyata cîhanê azad, nivîskarê kurd jî edebiyata cîhanê dûr û bêhayîdar nînin. Berhemên edebiyata cîhanê bi zimanê xwe nexwendibe/nexwîne jî, bi zimanê xwe yê biyanî ku, her kurd kêmasî du zimanî ye, xwendiye/dixwîne. Di berhemên kurdî da dibe ku tesîra hemû ekolan jî hebe, lê ew mînak di ware xwe da çiqas serketîne, ew jî tişteke din e. Lê ya ku ez dibînim, ew jî di edebiyata kurdî da ekola realîzmê bi her awayî zêde ye.

 

Lokman Polat – Pirs: 18Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

İkram Oguz – Edebiyat lîstika bi peyvan û vegotina bi qalibên ziman xemilandî ye. Ziman çiqas dewlemend, di nav wê dewlemendiya biwêj û qalib çiqas zêde be, xemla xewn û xeyalên nivîskar, zelalî û herikbariya vegotina mijarê jî ewqas xweş û zêde dibe.

Di derbarê ekolan da û ger ku hebin mînakên wan ên di nav edebiyata kurdî de cîh digrin, naxwazim bi gotinên vala mijarê dirêj bikim. Ji bo nirxandineke di varî da pisporî pêwîst e û ez jî pispor nînim.

Lê ez di wê bawerîyê da me, ku di nav berhemên kurdî da jî mînakên bi tewna van ekolan hatibin nivîsandin, hebin jî zêde nîn in. Tişta li ber çav jî ew e, ku di berhemên kurdî de realizm zêde, xewn û xeyal kêm in. Divê li ser sedemên vê yekê mirov bisekine lêkolîneke berfireh bike. 

 

Lokman Polat – Pirs: 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

İkram Oguz – Asta afirînêrîya nivîskar gor mijara berhemê tê guhartin. Di pirsekî xwe da te destnîşan kiribû, ku mijara piranîya berhemên kurdî bîyografîk ya jî otobîyografîk in. Ev tespîteke rast e. Bi gelemperî mijara berhemên kurdî çi dibe bila bibe, di bingeha wê da êş û kelemên gelê kurd cîh digre. Ger ku mijar ya jî bingeha mijarê ji bûyerên dîrokî û jîyayi pêk were, xewn û xeyalên nivîskar bi rengekî sînordar dike. Dema ku sînorê xewn û xeyalan fire û kûr bibe, wê gavê jî ji rastiya ku di bingeha mijarê da cîh digre, dûr dikeve.

Jibo dewlemendî û pêşveçûna edebiyatê kêmbûna xewn û xeyalan û zêdebûna realîzmê kêmsiyeke li ber çav e. Lêbelê realîzma ku di berhemên kurdî da cîh digre, îro di warê neteweperweriyê da jî roleke girîng dilîze.

Nivîskar qasi ku bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe ya netewî ve bi civaka xwe re girêdayî be, bi xewn û xeyalên xwe jî bi pirsgirêkên civaka xwe ve girêdayî ye.

Ger ku welatê nivîskar bindest, zimanê nîvîskar jî qedexebe, xewn û xeyalên nivîskar jî bi awayekî sînordarkirî ye…

 

Lokman Polat – Pirs: 20Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

İkram Oguz – Her nivîskar parçeyek ji civaka xwe ye û qasî pirsgirekên xwe bi pirsgirekên civaka xwe ra jî mijûl e. Mijara ku di berhemên xwe de û bi xewn û xeyalên xwe ve dixemilîne û diafirîne jî, bi jîyana civakê ve girêdayî ye. Ew êş û jan e, şîn û şahî ye, evîn û bextewarî ye, mêranî û mêrxasî ye…

Nivîskar jî mijara berhemên xwe ji pirs û pirsgirekên civakê hildibijêre û her wiha xewn û xeyalên nivîskar jî bi kûr û dûrbuna van ve girêdayî ye.

Wek gotina te, di romana kurdî da zêdabûna mijara bîyografîk û otobîyografîk jî tişteke pişatî nîne. Gelo kîjan nivîskarê kurd bi çîrok û stranên li ser mêranî û mêrxasiyê hatine gotin, mezin nebûye. Ew mêranî û mêrxasiya ku kurd li çarnikalên welat hê jî li bendê ne…

Nivîskarên kurd jî bi vê hest û helwestê di berhemên xwe da li lehengan digerin, mêranî û mêrxasiya wan bi xewn û xeyalên xwe dixemilînin û derdixin pêş. Di nav nivîskarên kurd da yên herî zêde hatine naskirin, zêde ne û ji wan yek jî Mehmet Uzun e. Ji romanên wî du hebên herî baş û zêde tên naskirin, yek ”Bîra Qederê” ya din jî ”Sîya Evînê” ye, ku herdu jî bîyografîk in.

Di piraniya berhemên kurdî da sê mijar zêde derdikevin pêş. Ew jî:

  • Şer û koçberî
  • Ziman û pişaftin
  • Dîrok û mêranî û mêrxasîya dîrokî

Di romana min a yekem ”Mîro” da mijar şer û koçberî ye. Ew şerê ku di dawîya sedsala 19an li ser axa kurdan dest pê kiriye û kurd di bin lingan da man e…

Ji bo stargehek aram derketine serê rê û dirban û di wê rêwîtiyê da ji qidûmda ketine û ji paşila xwe ewledê xwe avêtine…

Mijara romana min a duyem ”rêwî” jî dîsa koçberî û pişaftin e. Koçberî û pişaftin, yek dûrketina ji axa welat, ya din jî dûrketina ji ziman e.

Ji bo min koçberî jî, pişaftin jî birînên kurdan yê herî kûr in. Rê li ber herdu pirsgirêkan neyê girtin, di destê me da welat jî ziman jî namîne. Jibo vê yekê min di herdu berhemên xwe da bîrînên me yên herî kûr wek mijar hilbijart û bi xewn û xeyalên xwe ve  xemiland.

Bêguman jîyana kurdan jî ji van sê xalan tenê pêk nayê. Lêbelê birînên herî kûr jî ew in û nivîskarên kurd bixwazin jî nikarin çavê xwe li wan bigrin…

Bi raya min heta ku Kurdistan azad nebe û gelê kurd ji bin lingên dagirkeran xilas nebe, mijara berhemên kurdî jî xewn û xeyalên nivîskarên kurd jî bi bîr û baweriyên ji bo welateke azad bixemile…

 

Lokman Polat – Pirs: 21Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

İkram Oguz – Bêguman ez jî di vî warî de di nav piraniya nivîskarên kurd da cîh digrim û dibêjim, tunebûna romana kurdi tespîteke şaş û gotineke beredayî dibînim.

Divê mirov kêmasî û tunebûnê tevlihev neke. Jiber ku kêmasiya tiştekê hebûna wê ji holê ranake. Mirov dikare bibêje îro romana kurdî di asteke bilind da nîne û di her xalî da kêmasiyên wê hene. Lê tu kes nikare hebûna romana kurdî ya bi hezar mînakên li ber çav înkar bike.

Di zanyariya derûniyê de tê gotin ku, bindest herçiqas li dijberî serdestên xwe şer bikin jî, bi derbasbûna demê re û di hinek xalan da dişibin hev.

 

Lokman Polat – Pirs: 22Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

İkram Oguz – Ez kurdeki Serhedî me û di berhemên min da jî devoka Serhedê bi zelalî û paqijiya xwe li pêş e. Min bi xwendina berhemên Ereb Şemo romana kurdî naskir û jibo ku li zimanê xwe yê wendakirî vegerim û bibînim, her berhemekê wî dubare û sêbare kir. Di salên 1970-80yî da, ji bilî berhemên wî li Bakûrê Kurdistanê romanek bi kurdî heba jî nedihat dîtinê. Di wan salan da ez wek xwendevanek bûm şopînerê wî bi saya berhemên wî kurdîya xwe pêşda bir. Bi destpêkirina nivîsandinê de, do jî, îro jî ez xwe bêtir nêzikî wî dibînim.

Nivîskarên kurd ên ku min berhemên wan nexwendibe kêm in. Ji hinekan kêm, ji hinekan jî zêde. Bêguman di navbera xwe û her nivîskarek kurd da nêzîkayiyek dibînim û ji xwendina berhemên hemûyan jî kêfekî bê pîvan digrim.

 

Lokman Polat – Pirs: 23Te qet pirtûkên min xwendiye?

İkram Oguz – Bêguman ez nîvîskariya te ji nêzîk va dişopînim û min berhemên te jî xwendiye û dixwînim. Herî dawîyê, ”Sylvia- Koleya bazirganê jinfiroş” xwendibû û di nivîseke xwe da bi kurtayî qala wê kiribû.

Lokman Polat – Pirs: 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

İkram Oguz – Li ber destên min du berhemên ku li ser dixebitim hene. Ji wan yek du sal berê min dest pê kiribû û sedem hinek xebatên min di nivî da mabû. Nivisandina wê qedîyaye û ji bo sererastkirina kêmasîyan careke din di ser ra derbas dibim. Ya din jî xebateke nû ye. Herçiqas mijar û naveroka wê min di serê xwe de hunandibe jî nivîsandina wê hê di destpêkê de ye. Hêvî dikim ku herdu jî di sala pêşîya me da bên weşandin.

Di heman demê da ez wek berpirsîyar û nivîskarê malpera https://navkurd.net/ kar û xebatê dikim. Makaleyên min di malpera https://krd.riataza.com/ û hinek jî di rojname ya Gazete Duvar da tên weşandin.  

 

Lokman Polat – Pirs: 25Gotina te ya dawî…

İkram Oguz – Bi spasdariyek ji dil, di kar û xebatên te yên pîroz da ji te ra serkeftinê dixazim…

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply