Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Çima dinivîsim?

Nizanim… Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xwe îfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim. Nivîs, li hember neheqî û xirabiyên dinyayê, li hember lawaziyên însan û mirinê kozika min e. …

Bêhtir »

Çorê Arda: “Bi ya min divê kurd bi zimanê xwe binivîsin.”

Berî her tiştî spasiyeke ji dil ji we re dişînim. Ji ber ku we ciyek ji min re jî veqetandiye di konê hevpeyvînê de… Spas dikim rêzdar Lokman Polat… Bersiva-1 Ez ji Dêrika Çiyayê Mazî ji taxa heremya me, di zanîngeha Dîcleyê de min beşa wênesaziyê  qedandiye, niha mamostetiyê dikim. Zewicî me, bi navê Arjen zarokekî min heye. Bersiv-2 Min …

Bêhtir »

100 Romanên Kurdî Yên Teqez Bêne Xwendin (Lîsteya Duyemîn)

100 Romanên Kurdî Yên Teqez Bêne Xwendin (Lîsteya Duyemîn)   1-Trajediya Evîndaran-Lokman Polat 2-Awaza Taya Mirinê-Nureddîn Huseynî 3-Merivê Bêderd- Eskerê Boyik 4-Qijalk-Fewzî Bîlge 5-Rêwiyê Demên Windayî-Ramazan Kavak 6-Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amêdiyê-M.Seîd Temel 7-Pêxemberê Jibîrçûyî Manî-Kamran Simo Hedilî 8-Bêmiraz-Abdullah Yavuz 9-Jinike Mirî Li Cihangirê-Jana Seyda 10-Memê Din-Îlhamî Sîdar   11-Berfa Sor-Veysi Ulgen 12-Nasîn-Yucel Balyecî 13-Evîn û Mirin-Çetin Lodî 14-Silûk-Enwer …

Bêhtir »

Dayikên ku dişixulin û zarokên wan – 5

Rewşa ku îro cîhan gihîştîyêye, pêwîst dike ku jin di warê‏ ‏aborî de di nava hêza kar de cih bigirin. Guherîna têgihîştina‏ ‏jiyanê û serkeftinkirinê, hewcedariyên nû yên serdemê ji‏ ‏aliyekî ve rola jinê di jiyana aborî de zêde dike û ji aliyê‏ ‏din ve nasnameya dayiktiyê dijwartir dike. Rastiya ku‏ ‏jin bi awayekî aktîf di jiyana karsaziyê de cih …

Bêhtir »

Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min

Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngeha Rojava de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022 jî, Sîlva Şêxê ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê …

Bêhtir »

Adîl Duran: ”Heta demekê min bi zimanê xwe yê zikmakî jî dipeyivî, lê haya min ji zimanê nivîskî tunebû.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Adil Duran ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Adil Duran – Bersîv -1- Ez di sala 1955 an de li Dêrsimê hatim dinyayê, bi zora cendirmeyan min birin dibistana seretayî, ji ber ku ez bi tirkî nedizanim gelek lêdan li min kirin. Em koçî Edeneyê kirin, min li …

Bêhtir »

Şevnimêja Beraetê

Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14ê Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê  Îslamê de şevekî pîroz e û her sal tê pîrozkirin. Beraet ; Xelasbûn, xwe Ji gunehan dûr xistin, pakbûyîn e  û ji stûbariyê safî bûne. Her roj û şev fersenda mirovan  heye ku xwe efû bike  lêbelê  Xwedê Teala pir caran jî fersendên mezin dide me mirovan. Ev fersenda  yek jî şevek …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 20 (Amîn Me’lof)

Dema qelebalixê berê xwe da parçeyên ji bermahiyên cesedê fedaî, pênç efser li raserî cesedê Nîzam yê hêca germ digiriyan û bi hev re sond dixwarin: “Bila giyanê te aram be efendîyê me, Yek neyarê te li pey te namîne.” Yê ji kê dest pê bikiran? Lîsteya reş de gelek kes hebûn lê fermana Nîzam eşkerebû. Wan pênç efseran pêdivî …

Bêhtir »

Keremo: “Ji xwe bi ya min nivîskarên kurdî berhemên hev dixwînin”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Keremo ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Keremo,  (Kerem Tekoglu) – Di sala 1984 an de li Farqîna Amedê li Gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana serete ji pirsgirêkên siyasî  yê herêmê, nikare xwendin berdewam bike.  Di  15 saliya xwe de, weke pênaber diçe bajarê Stenbolê. Li gelek deveran …

Bêhtir »

Barzanî; 44 sal ji oxirkirinê û 62 sal ji Şoreşa Îlonê

Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweş e li destpêka Şoreşa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Şoreşa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piştgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî şoreşa Barzaniyê nemir …

Bêhtir »