Keremo: “Ji xwe bi ya min nivîskarên kurdî berhemên hev dixwînin”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Keremo ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Di sala 1984 an de li Farqîna Amedê li Gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana serete ji pirsgirêkên siyasî  yê herêmê, nikare xwendin berdewam bike.  Di  15 saliya xwe de, weke pênaber diçe bajarê Stenbolê. Li gelek deveran perwerdeha şanoyê dibîne, piştre li gelek devaran perwedeya şanoyê dide. 3 lîstikên wî yê şanoyê xelata yekemîn girtine. Li bakûr û Tirkiyê di damezrandina 11 saziyên çand û hunerê de cih digire.
Li gelek qenalên televîzyonên Kurdî,  gelek bername çêdike û pêşkêşvaniya wan dike. Hinekan bixwe,  hinekan jî di amadekirina wan de cih digire.  Derhêneriya dublaja gelek sînemayên dunyayî dike û werdigerîne Kurdî. Di gelek radyoyên Kurdî de bernameyên helbest û danasina navdarên Kurd çêdike.  Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname, û malperên kurdî de hatine weşandin.

Belgefimên min

  • Dengên veşarî  (dengbêjî)
  • Şûr û qelem (hikmet bozçali)
  • Şûr û qelem (yaşar kaya)
  • şûr û qelem (İbrahim gurbuz)
  • Şûr û qelem (damezrandina enstituya kurdî ya stenbolê,)
  • Şûr û Qelem  (damezrandina navenda çanda Mezopotamya, )
  • Şûr û qelem (damezrandina weqfa îsmaÎl beşîkçî)
  • Radyo jiyan  û 11 ziman
  • Qulingê birîndar (seyadê şame)
  • Dîno (Asaf koçak)
  • HUMANÎST ( jiyana şehîdê tetwanê ŞEVKET EPOZDEMÎR (faili meçhul)
  • Şeva Reş (1980 qetliama qamişlo, (endamên rêxistina tevgera Kawa)
  • Êşa Ziman
  • Agirî  (agirî, xoybûn, gelyê zîlan)
  • Ked
  • Kurtefilmên min
  • Birçî
  • Berxika min
  • Wijdan

Pirtûkên min

  • Êş û Evîn (helbest)
  • Xewnên Gulê ( 5 Rêzepirtûk )
  • Kurdî Tirkî Ferhega Hiqûqî,
  • Çîrokên Gulê ( 20 Rêzepirtûk)
  • Çengek Ax ( Roman)

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Dawiya zarokatiya min, ango destpêka ciwaniya min kete salên 1992/1996an ku li Farqînê dê weledê xwe diavêtin.  Her roj ji aliyên hêzên tarî ve gelek kesên bi qedir, hêja, kurdperwer û welatperwer dihatin kuştin. Heke tu ji Farqînê bî û ciwaniya te ketibe salên 90î, ne mumkune ku tu ne kesek polîtîk ango hay ji daw u doza xwe tune bî. Xortekî di nava van êş û azaran da mezinbûyî me. Piştî çûn an jî reva min ya ji gund,  li Stenbolê min di nava ciwanên Hadepê de demek siyaset jî kir. Lê bala min her li ser çand û hunerê bû.  Demek dirêj min di nava baskên ciwanên Hadepê de xebatên çandî kir. Nivîsa min ya yekem di sala 2000î de di rojnameya Welat de çap bû. Wê rojê qet ji bîr nakim. Min ser milê xwe tije rojnameya Welat kiribû û li bazarê firotibû.  Şûr simbêlê min nedibirî loo. Piştre min dest bi lîstikvanî û nivîsandina senaryoyên şanoyê kir. SIMÎTFROŞ û KEŞTIYA BÊDENG, du şano yên min in ku gelek xelat girtin.  Ez hemû bingeha xwe ya hunerî deyndarê dika şanoyê me.  Piştre hêdî hêdî pijiyam û xwe bi xwe fêrî nivîs û xwendina kurdî bûm. Weke nîvê kurdan axir ez jî nîv helbestvan im û berhema min ya çapkirî ya yekem helbest e.  Pirtûk newroza 2012an ji weşanxaneya Do yê bi navê ÊŞ Û EVÎN ê derket.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Nivîskarên bi eslê xwe Kurd ku bi tirkî êş û azarên kurdan dinivîsin an jî nivisandine gelekin. Helbet gelek ji wan pir hosta ne. Gelek ji wan jî bi kurdî fikirîne, lê bi tirkê nivîsîne. Ahmet Arif,  Yaşar Kemal û gelekên din. Gelek rêza min heye ji bo wan. Lê mixabin ew ne xizmetkarê zimanê xwe ne. Heman tişt ji bo aliyên welatê me yên din jî derbasdare.  Kurdên ku bi erebî, farisî tirkî binivîsin, ne nivîskarên Kurdî ne. Ne ku keda wan davêjim poxanê haaa. Helbet xwedî kedeke bê hempa ne. Lê ne nivîskarên kurdî ne. Li gorî min tu fedeya wan ji kurdî ra tuneye.  Dibe ku ji kurdan ra hebe.  Lê ji kurdî ra tuneye.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Keko can. Dewlemendiya edebiyata kurdî ya devkî nayê niqaşkirin. Lê welehî ev zext û zordarîya ku li ser serê kurda ye. Ev agirê ku di mala kurdan de alav dide,  tenê vî sed salê dawî tofan û bobelata li ser çand, ziman, edebiyat, folklor hwd. ya kurda ye, li ser serê kevir û zinaran ba niha heliya bûn. Heke li ser serê pola û hesin ba niha riziya bûn. Tevî vê ba û bahoza mirinê, jana zirav, nexweşîya penceşêrê û jenosîda spî jî kurd hêjî li ser piya ne. Bi tevî hemû kêmasiyan jî li gor min edebiyata nivîskî jî gelek dewlemend û pêşketîye.  Helbet heqê me yî ku em bi edebiyata dunyayê re di heman rewşê de binirxînin tuneye.  Ji ber ku, ne xwedî dewlet e, ne xwedî perwerde ye, em dua bikin ku em li ser piya ne heyran.  Taybetî van salên dawî ez gelek bi hêvî me, her diçe dewlemendtir dibe.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Li gor min helbest li pêş e helbet.  Helbesta Kurdî xwedî dîrokeke kûr û hûr dûre. Baba Tahirê Hemedanî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û heta roja me, xwedî kokeke qedîm e.  Helbet tesîra dîrokê jî heye.  Lê di sedsala ku em tê de ne jî, gelek helbestvanên kurdî bi milên xwe avê kişandin baxçeyê edebiyata kurdî. Ew baxçe bi helbestên ilmê netewî hate avdan, bi qedirbilindên  weke Seydayê Cegerxwîn bû xwedî fêkî. Ew baxçe niha gelek fêkiyan dide. Ev yek tesireke mezin li helbest û Helbestvanên nûjên kir. Li gorî helbestê pêşketina Roman, Çîrok û Şanoyê piçek hêdî diherike.  Dibe ku şensê helbesta Kurdî ewe ku, xwedî kokeke zexim û dîrokîye…

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Li gor min, rexnekirin bi serê xwe hunereke.  Hunereke têgihîştinê ye. Hunereke pêşdebirina berhem û berhemdare.  Hunereke dewlemendkirina berhemê ye. Lê heke rexne ji bo berjewendiyên berhemê bêkirin.  Ji bo piçûkxistina berhem û berhemdar be, rexne erka xwe bi cih naîne.  Ji bo edet cihê xwe bibîne rexne nabe. Li gorî min, berhemdar heke derfet hebe, berî ku pirtûka xwe çap bike bi çend kesên têgihîştî bide xwedin û rexnekirin. Ev yek dê berhemdar pêşde bibe û dewlemendtir bike.  Li bazara cîhanê cihê rexnegirên edebiyatê û hemû qadên hunerê pir li pêşe. Lê ev yek mixabin di kurdî de pir kême.

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Na. Mixabin na. Têra xwe girîngiyê nadin xebatên min.  Gelek sedemên vê yekê hene. Bawerim sedema yekemîn ewe ku ez bi gelek cureyên hunerê ra eleqedarim.  Mînak piçek derhênerim, piçek helbestvan, piçek şanoger, piçek peşkêşvan, piçek çalakvanê zimanim. Aha herî dawî jî romaneke min çap bû. Rexnegirên reben çi bikin heyran. Duyemîn jî, ya rast zêde rexnegirî nebûye edet ji bo berhemdariya kurdî. Di hemû qadên hunera Kurdî de rexnegirî pir kême.  Ez bi xwe bawerim,  yek ji wan kesa me ku herî zêde pirtûkên wî têne firotin. Lê ji bo xwendinê heman tiştî nikarim bibêjim. Bi hezaran pirtûkên min yên zarokan hatin firotin.  Pirtûka min ya helbestê jî tenê di rojeke Newrozê de 3 hezar hatin firotin. Romana min li 30 cihî rojên îmzeyê çêkir.  Gelek hate firotin.  Lê herî zêde 30 – 40 kes derbarê romanê de lê vegerîyan kêmasî û zedahî gotin.  10 – 12 kesan jî li ser nivîs nivîsandin. Ez dema didim berçav diyar dibe ku, piçek di meseleya populeriteyê de min pirtûkên xwe firotine. Raste li gor zemîna firotina pirtûkên kurdî gelek baş e. Dikarim bêjim pir zêde ye jî. Lê min ewqas daye xwendin gelo nizanim. Ya rast ne bawerim.  Pir bê hêvî nebim baş e, lê wisa difikirim.  Dibe ku rexnegir û rexnegirî jî di qada edebiyata kurdî de kêm be. Raste lê gelo em jî çiqas amadene ji bo rexneyê ew jî cihê nîqaşê ye.  Bi ya min berhemdarên kurdî jî pir ne amadene ji bo rexneyan.  Helbet ji bo hemûyan nabêjim.  Lê ez wisa difikirim ku em hêjî negihîştine vê qonaxê, lê pir jî jê ne dûrin.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Li gorî min di rewşeke pir baş da nîne.  Rexnegir pir kêmin. Yên ku bi çavê rexneyê li berhemê dinêrin jî hindikin. Ya rast li kesên ku berhemekî rexne dikin ra meseleya samîmîyetê ji pir muhime. Di hinek rexneyan da ew tist dikeve ber caven min.

Bersiva Çima rexnegirî ewe ku Rexne ji bo pêşdebirin û dewlemend kirina edebîyatê pir muhîme.  Fonksîyona rexnegiriyê ewe ku Berhemdariyê bi kalîte û dewlemend bike.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  20 pirtûkên min yên zarokan hene. Mijara wan perwerdekirina zarokane. Ji sloganan dûr, xwe nasîna kurdbûna wane.  Danasina dar û ber, çem û kanî, gaz û gir û erdnîgariya Kurdistanê ye.  Xweş axaftina bi kurdiyê.

Helbest jiyan bi xweye û hemû êş û azar, eşq û evîna miletê kurd mijara mine. Romana min jî çîroka kalikê min bi xwe ye ku mijara milletê kurd e.  Neynika Kurdan e.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Bi ya min ev ne raste.  Nivîskarên Kurd yên ku bi kurdî dixweynin gelo berhemên kê dixweynin.  Min tirkekî ku bi kurdî binivîse seh nekiriye,  ereb an farskî ku berhemên kurdî nivîsî be heye gelo. Heke nivîskarekî kurd bi kurdî xwendine teqez berhema nivîskarekî kurd xwendiye.  Ji xwe bi ya min nivîsarên kurdî berhemên hev dixweynin. Ji bilî wan xwinerên kurdî kêmin heyran. Ez bi xwe pirtûkên nivîskarên kurd dixwînim. Ev yek ji bilî ku min bextewar dike feydeyeke mezin jî dide min.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Dibe ku dubare be gotina min lê, di hemû warên hunera Kurdî de rexnegirî kême.  Helbet lazime ku rexnegiriya roman û çîrokê ji hev cuda be. Lê ya rast ez gelek caran rast lê hatime ku hin kes bê ehlaqî dikin ku hemû tiştî dizanin.  Di jiyana xwe de du roman nexwendiye lê hedê xwe nizane û romanê kesan rexne dike. 1 an 2  pirtûkên helbestan çap kiriye ku jê pêve tu kesî helbestê wê an jî wî nexwendiye lê çîroka kesekê an kesekî rexne dike. Zanebûna hemû tiştî ji bo serê xwe bêehlaqîye.  Ya din jî raste, di edebîyata Kurdî de herî zêde helbest çap dibin û rexnekirin jî, nebejim tuneye lê pir kême.  Helbet ez ne nivîskarekî başim, ne helbestvanekî başim lê bawerim xwendevanekî xirab nînim.  Qet nebe şirovekarekî helbestê me. Ji rexnê ra jî her amademe ku çavê min li pêşketinê ye…

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Keko can. Samîmîyet li ba min pir muhîme.  Yên ku di jiyana xwe de du pirtûk nexwendine û hemû tiştî dizanin bila ji min dûr bin. Du rojan di nava qada siyasî de cih girtiye, belkî çûbe 2, 3 mîtîngan û 2, 3 foto kişandibe û tilî yên xwe rakiribe. Wî heqî di xwede dibîne ku berhemên kedkarên kurdî yên salan rexne bike. Ez van bêehlaqiyan teqez qebûl nakim. Gelek caran lê rast hatime ku wan kesan weha gotîye.  Welehi qelama wî pir başe lê ji filan partiyê ye. Pir xweş bi kurdî dinivîse lê filanciye bevanciye.  Aha ew kes bila ji min û ji kerema xwe ji edebiyat û hunera kurdî dûrbin.

Lê ez gelek şanaz dibim ku dema ez ji aliyên kesên samîmî û zana ve tême rexnekirin.  Di çavên wan kesan de diyare ku armanca wan pêşdebirina edebiyata kurdî pêre jî ya mine. Romana min ya Çengek Ax ji aliyê 4, 5 kesan ve hate rexnekirin.  2 kesan jî rexneyên giran kirin. Mala wan ava be. Hezar car. Ez soz didim ku ezê di berhemên xwe yên nû de wan rexneyan bidim ber çavên xwe û nekevim wan şaşîyan.  Ez heke bixwazim pêşbikevim lazime kêmasiyên xwe qebûl bikim.  Ev ji bo hemû nivîskarên kurdî derbasdare…

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Rexnegir divê samîmî be, ji bo çêkirinê be, ne ku xera bike. Nivîskar ji nivîsê dûr nexe.  Keviran li serê niviskar nexe, kevir çewa dibe diwar wî bêje.

Li hember rexneyan divê tehamula nivîskar hebe. Weke êrîş fam neke û qebûl bike.  Ji pêşketina xwe lazime godar bike.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Heke xwîner pir bin, dê nivîskar bijare bin. Heke nivîskar bijare bin dê mecbûr bimînin berhemên baştirîn amade bikin. Heke berhemên baş amade bibin rexne û rexnegirî bêtir bê pêşwazîkirin û qedir bê dayin. Rola yekem eve ku Atmosfera rexneyê bi Afirêneriya berhemên baştirîn ve girêdayîye. Ya duyem jî li gorî min sedema ku nayê pêşwazîkirin û qedrê wê tuneye ji meseleyên siyasî û bîrdozî ne jî. Nivîskarek newêre yekî rexne bike. An rexnegirek berhemek rexne dike bertekên klîşe amade. Ew ji filan partiyê an bêvan sazîya nêzî filan partiyê ye. Carna jî bervajiyê wî diqewime.  Yê ku rexne dike dibêje Nivîskarek nêzî filan partî, sazî nizanim çiye.  Ev yek qedir û feydeya rexneyê jî kêm dike.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Heyran, ew nivîskarên ku şerm dikin di berhemên xwe de behsa erotîzmê bikin, qet li Şakiro, Hiseyno, Garapêt, Salihê Beynatî, Reso, Miradê Kinê, Mihemed Arif, axir li dengbêjan godar nekiriye gelo. Ji kûrahiya rûpelên dîrokê ve ne şerm bû,  anha şerme?.  Bi ya min heke di edebîyata kurdî ya niviskî de erotîzm tunebe kême.  Ev tiştek bi xwezayê ve grêdayî ye, nan û av çewa pêdiviye ew jî pêdiviye. Li gorî min dewlemendîyekê jî dide berhemê.  Lê ku di cihê xwe de be.  Ne ji bo ku edet cihê xwe bibîne be.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Helbet min xwendiye.  U min gelek ji wan hez jî kiriye.  Gelek ji wan pir serkeftine jî.  Firat Cewerî, Yildiz Çakar, Helîm Yûsiv, Cîhan Roj û herî dawî jî Sevda Kaplan. Gelek xweş û di cih de hatine hûnandin. Mirov aciz nakin.  Şirînokî ne peyv.  Ev yek li berhema wan zêdekariye ne kêmasiyê.  Tiştek din jî mihîme û cihê qedirdayinê ye ku dema erotîzm ji aliyê nivîskarên jin ve têne nivîsîn pêtir bi qedre li ba min. Li gor civaka kurdî ev bi xwe jî cesareteke mezine.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Ev pirs ne pir li gorî qalibê mine mixabin.  Ez di derbarê ekola edebîyata cîhanî de xwedî agahiyên zêde nînim û ne têgihîştî me. 3, 4 klasîkên rûsan, belkî 3, 4 pirtûkên din yên biyaniyan min xwendîye.  Lê zêde xwedî agahî nînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Ya rast ev pirs jî, ji min piçek dûre.  Sergêjiyeke ji bo min. Lê tenê dikarim bejim ku, edebiyata kurdî reale. Realizm li li pêşe.  Ji ber ku çi dîtiye, çi jiyiyaye wî nivîsiye.

 

Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)   Mixabin tu mafdarî.  Xeyal kême. Realizme. Rastî her li pêşe. Bi ya min sedema vê yekê ewe ku kurd xwedî êş û azarane. Tu kîjan kevirî bilind bikî êşek di min de ye. Li welatê me dar û devî, deşt û newal, gaz û gir, zozan û lat ên ku agir bernedanê nemaye.  Hemû şewitîne.  Dev ji insanan berde, kurm û kêzikên me jî gul û kulîlkên ku xwe bidin bin siya wan nabînin.  Ev zilim û zordarî, êş û azar, şîn û girî, nahêle em xelayan bikin.  Ji xwe em jiyaneke ku di xeyalan de mirov nikare bijî di rastiya jiyanê de dijîn.  Ev êş û barê jîyanê ya li ser milê kurdan, nikare bibe xeyalên edebîyata Ewrûpa yê. Însanek nikare wê zilmê xeyal bike, em dijîn.  Ji ber wê yekê ye, romana me jî, edebiyata me jî, ji xeyalan kême û reale.

 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Bersiva vê pirsê piçek li pirsa jor min da. Raste berhemên kurdî jiyînê. Bi gelemperî mijarên ku hatine jiyandin û biografikin. Bi ya min kurd tenê vî sed salê dawî binivîsin, materyalên jiyandî sed salan ji naqede.  Di berqefa her şikeftekê de, li bin siya her darekê de, bihost bi bihost li ser axa me, çîrok hene.  Çîrokên real hene.  Jiyandin heye. Realîzm heye.  Bi salan bidî hev mijar naqedin.

Mijara berhemên min ji kêm zêde haman mijarin ku bi rastiya miletê kurd ve girêdayî ye. Pirtûkên min yên zarokan mijarên wan perwerde ne. Lê roman, çîrok, helbest, hemû bi realîzma kurdan ra eleqedarin.

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Helbet ew dîtina wane.  Lê ji kerema xwe bila ji Bextîyar Elî ” Qesra Balindeyen Xemgîn” ji  Diyar Botî ” Soryaz”  …. bixwînin.  Ez romana kurdî pir serkeftî dibînim bi hêvî me ku wê baştir bibe. Heyrana çavên wan bibim,  bila dua bikin ku em hene, heke kurd ewqas ne serhişk bana, niha pirtikê mezin mabû gohê wan. Zilma li ser kurdan û kurdî hatiye kirin û hêjî tê kirin, ne hed û ne hesabe heyran.

 

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Keremo,  (Kerem Tekoglu)  Ez hemû niviskaran nêzî xwe û dilê xwe dibînim. Lê ya rast ez bêtir helbest dixweynim û hez dikim.  Edebîyata klasîk gelek bala in dikşîne.  Feqî, Cizîrî, Baba Tahir, eşqin bo min. Yên modern jî, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Miraz Ronî, Fatma Savci, Ehmed Huseynî, Gulîzar, Jana Seyda, Rojen Barnas, Berken Bereh, Rênas Jîyan,  Tengezar Marînî, Şêrko Bêkes, Evdila Pêşew û çend kesên din jî hene helbet.  Lê heke çîrok û Roman jî bipirsî, Bextîyar Elî, Helîm Yûsif, Mihemed Uzun, Recep Dildar, Omer Dilsoz, Firad Cewerî,  Diyar Botî, û çend kesên din jî hene.

 

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?
Keremo: pirtûka te ya li ser Romana Kurdî, (çil romanên kurdî)  min xwendiye. le mixabin derfetê min ji bo xwendina yen din çênebuye.

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin.
Keremo : Biryar û keftelefteke min heye ku, ezê salê 1 berhemeke nivîskî çap bikim. Di dest min de dosyayeke Romanê heye û li ber qedandinê ye. Berhemeke lêkolînê li ser çanda dengbêjiyê amadeye, kurteçîrokên min yên ku xelat girtine amade ne, bi navê Kurdname xebateke min ya ji mêj ve heye ku, kurtejiyana 180 şexsîyetên  kurdin. Dîsa nivîsandina Çîrokên zarokan berdewamin. Axir salê yek berhema nivîskî sozê min heye.

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…
Keremo: Mala te ava be keko can. Ji bo vê hevpeyvîna dûvedirêj ku min hestên xwe bi te û xwîneran ra parvekir.

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply