Çima dinivîsim?

Nizanim…

Çewa ku zarokek sê salî nizane çima dipeyîve ez jî nizanim min çima dest bi nivîsandinê kiriye. Têkiliya min û nivîsê dişibe birêveçûyînê. Ez nenivîsim ez ê xwe seqet hîs bikim. Pêwîstiyek însan ya girîng jî xwe îfadekirin e. Ji ber vê dinivîsim. Nivîs, li hember neheqî û xirabiyên dinyayê, li hember lawaziyên însan û mirinê kozika min e. Kilîta têgihîştin û şîrovekirina hemû pirsên di mejiyê min de ye. Pireya di navbera xeyalên min û rastiyê de ye. Amûra zelalkirina şêlûtiya jiyanê ye.

Min xwe bi nivîsê nas kir, qirêja kesayetî û giyanê xwe pê paqij kir, ez bi nivîsê rabûm ser xwe û kemilîm. Ez bi nivîsê bi xwe re li hev hatim û min bi nivîsê xwe efû kir. Piştî xwe min hemû însanan efû kir. Di dilê min de kîn û rikên şexsî nema. Ez bi nivîsê xwe azad hîs dikim. Nivîs hêzeke avzûnî dide min, pê xwe wek xwedawendekî hîs dikim. Dema dinivîsim afirandin nebe jî – nivîskarî ne afirandin e, dîtin, diyarkirin û bi awayekî estetîk lihevanîn e- diyarkirin û qontrolkirina tiştên wek zeman, mekan, fikir, hest, leheng, bûyer hwd. tev di destê min de ye. Hewla min ew e ku ez bi nivîsê berê ji xwe re, paşê ji gelê xwe re û pê re jî ji mirovahiyê re cîhanek gulanzêrîn ava bikim. Ez dixwazim hemû însanan ji xerabî û xezeba dile wan bişom, hemûyan bikemilînim, azad bikim û dizanim ev rêwîtiya ber bi Çiyayê Qaf de ye. Dibe xwe negihînim wir lê derketina ser vê riyê jî xweş e.

Hebûna netewekî bi hebûna ziman ve girêdayî ye. Ziman kesayetiya netewan e, bingeha çand û kelepora wan e. Yekem şerta netewbûnê ziman e. Konfuçyus gotiye hûn dixwazin miletekî tune bikin ji zimanê wî dest pê bikin. Ji ber van sedeman wateya nivîskariya bi kurdî kûrtir e. Nivîskariya me ji aliyekî de jî perçekî tekoşîna mayîn û nemanê ye. Her çiqas nivîskarî xebateke şexsî be jî hişmendiyeke kolektif derdixe holê û ev encam hêzeke mezin dide civakê.

Û gotina dawîn; Xweda gotiye bixwîne lê xwe ji bîr kiriye bêje binivîsin jî. Tenê yên hay ji vê rastiyê hene dinivîsin. Ez jî yek ji wan im. 🙂

Atîlla Barişer

Derbar Atîlla Barişer

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply