Dayikên ku dişixulin û zarokên wan – 5

Rewşa ku îro cîhan gihîştîyêye, pêwîst dike ku jin di warê‏ ‏aborî de di nava hêza kar de cih bigirin. Guherîna têgihîştina‏ ‏jiyanê û serkeftinkirinê, hewcedariyên nû yên serdemê ji‏ ‏aliyekî ve rola jinê di jiyana aborî de zêde dike û ji aliyê‏ ‏din ve nasnameya dayiktiyê dijwartir dike. Rastiya ku‏ ‏jin bi awayekî aktîf di jiyana karsaziyê de cih digirin‏ ‏carinan ji bo jinên bi zarok re hin pirsgirêkan derdixe.‏

‏Mijara me ne ew e ku em bipirsin gelo rast e ku jinên bi‏ ‏zarok beşdarî jiyana karsaziyê bibin an na. Di bin vê sernavê‏ ‏de em armanc dikin ku xebatên jinê weke diyardeyekê‏ ‏bipejirînin, pirsgirêkên ku jina kedkar di bicihanîna pêwîstiyên‏ ‏nasnameya xwe ya dayiktiyê de rû bi rû dimîne û ji bo ku‏ ‏ev rewş ji bo zarokê saxlemtir bibe, çareseriyan pêşkêş bikin.‏

Têkiliya Dayik û Zarokan di Pitikiyê de

‏Lêkolîn nîşan dide ku ji mehên dawîn ên‏ ‏ducaniyê ve zarok xwedî bîranînek hestyarî ye û‏ ‏tomar dike ku  hezkirin an nexwestin tê dinê. Mejiyê me fikir û agahiyan di bîra me de û hem jî‏ ‏hestên me tomar dike. Hezkirin an nehezkirin, xwestin an‏ ‏nexwazin, di zarokatiyê de tim di hişê zarok de tê‏ ‏nivîsandin.‏

‏Zarok heta yek saliya xwe tim qeyd dike. Ew napeyive, lê‏ ‏heya ku biaxive çi diqewime tomar dike. Piştî ku zarok‏ ‏çêdibe, ew xwe wekî beşek ji diya xwe dibîne, “Ez û diya xwe” ‏dest bi gotinê dike.

Têgîna “dayika min, ez û yên din” pir paş de teşe‏ ‏digire. Bi gotineke din, di warê pêşketina kesayetiyê de pir girîng e‏ ‏ku dayik di vê heyamê de bi xem û hezkirina xwe bihise.‏‏

‏Çar salên pêşîn ji bo pêşveçûna kesayetî û pêşveçûna‏ ‏hestyarî ya zarok girîng in. Ango di vê heyamê de‏ ‏networka kesayetiyê di mejiyê zarok de çêdibe û taybetiyên‏ ‏bingehîn ên kesayetiya wî tê avakirin. Di çar salên pêşîn‏ ‏de, pevguhertina hestyarî û parvekirina zarok bi dayikê‏ ‏re riya herî hêsan û ewle ye ku hewcedariya zarokê ku‏ ‏xwe ewle hîs bike.‏

‏Heger dayîk di heyama ewil a zaroktiyê de çend saetan‏ ‏ji zarokê xwe dûr bisekine, zarok xwe wek masiyek‏ ‏ji avê derketiye hîs dike. Heger zarok xwe ewle hîs neke, difikire‏ ‏ku di bin tehdîdeke xedar de ye, ditirse û laşê wî‏ ‏hormonên stresê derdixe holê. Hebûna dayikê zarokê xwe‏ ‏ewle dike, ji ber ku ew diya xwe wekî “lîmangeh”‏ ‏dibîne. Çareyek baş jî heye ku gelê me ji bo aramkirina‏ ‏pitikên digirîn ên ku ji ber demeke kurt ji dayika xwe‏ ‏veqetiyane, gêj dibin: Dema ku zarok digirîn, tiştekî diya wî/wê bêhnkirin didin. Zarokê ku tiştekî diya xwe bêhnkir‏ aram dibe ji ber ku ev bîhn pê ewle dike.‏

‏Me girîngiya têkiliya ku zarok bi dayika xwe re ji bo‏ ‏pêşxistina hesta baweriyê ya bingehîn anî ziman. Lê belê, divê‏ ‏ev yek ji aliyê dayikên ku piştî zayînê di demeke kin de‏ ‏vegerin ser kar, weke pirsgirêkeke bêçareser neyê dîtin. Bi‏ ‏rastî jî di warê afirandina pêbaweriyê de têkiliya dayik-zarok‏ ‏girîng e, lê ji hêla baweriyê ve têkiliyek yek bi yek girîng‏ ‏e. Bê guman, a îdeal ew e ku meriv bi dayikê re têkiliyek yek‏ ‏bi yek saz bike. Lê zarok dikare vê têkiliyê ji bilî diya xwe bi‏ ‏kesekî din re saz bike.‏

‏Ji bo zarok ferq nake dayîk A ye yan B. Ji ber ku zarok‏ ‏di destpêkê de bi dayikê re hîn dibe, li wê digere, an jî rasttir‏ ‏li kesê ku pê re bi têkîldar e û pê re xwe ewle hîs dike, digere.‏ ‏Bêhn, bişirîn û awira kesê ku pê re bûye di hafizeya‏ ‏hestiyar de nivîsandiye û li wî digere. Lê ji bo demekê ‏paşê ew kesekî din ê ku bi heman rengî bi wî re eleqedar dibe‏ ‏bi heman tundiyê qebûl dike. Vê carê ew wê wekî bendereke ewle‏ ‏dibîne. Di vê xalê de, divê em girîngiya dîtina lênihêrkerek pêbawer‏ ‏û neguherandina wê, di warê pêşxistina hesta pêbaweriyê ya‏ ‏zarok de destnîşan bikin.‏‏

‏Pir caran guhertina Bênêrînê bandorê li ser psîkolojîk dike.‏ ‏Nexweşiyek bi navê nexweşiya hospîtalîzasyon heye, ku di zarokên ku‏ ‏di kreşê de ne, baş hatine lênêrîn, xwarin û vexwarina wan baş hatine dayîn de tê‏ ‏dîtin. Tevî ku ev zarok bi baldarî li kreşê dihatin girtin, derengiya‏ ‏pêşveçûnê hate dîtin. Dema ku sedema vê yekê hat lêkolînkirin,‏ ‏ev encam derket holê: Taybetmendiya van hêlînan ew e ku‏ ‏nihêrvan di dewreyê de dixebitin. Nihêrvan pir baş li zarokan xwedî‏ ‏derdikevin, lê ji ber ku lênêrên cihêreng bi berdewamî li zarokan‏ ‏xwedî derdikevin, ew nikarin bibin kesek ku zarok pê re hestan biguhezîne‏ ‏û yek bi yek têkiliyan saz bike. Di lêkolînan de derketiye holê‏ ‏ku mejiyê zarokên li vê kreşê hormona mezinbûnê afzênakin,‏ ‏ji ber vê yekê mezinbûna zarokan sist dibe û li gorî vê‏ ‏yekê berxwedana laşê wan kêm dibe û gelek caran nexweş‏ ‏dikevin. Heger lênêrîna zarok her tim heman kes be û zarok‏ ‏bikaribe pê re têkiliyeke baş saz bike, pirsgirêkeke wiha dernakeve holê.‏

‏Heta vê gavê, em bi piranî li ser zaroktiyê axivîn. Lê belê em‏ ‏dikarin bibêjin ku zarok heta pênc-şeş saliya xwe, bi qasî heyama‏ ‏dibistanê bi diya xwe ve girêdayî ye. Kesayetiya xwe li gor‏ ‏diya xwe ava dike.

Dîsa em bi kirp dikin ku zaroka/ê îdeal ew e‏ ‏ku di çar salên pêşîn de ji aliyê dayikê ve were mezinkirin,‏ ‏lê divê neyê ji bîr kirin ku zarok heya dema dibistanê bi diya‏ ‏xwe ve girêdayî ye.

‏Piştî ku zarok digihê temenê dibistanê û têgîna‏ ‏rastîyê di zarok de pêş dikeve, pirr guncawtir e ku zarok‏ ‏dest bi kar bike. Di vê çerçoveyê de jî, hin xalên ku divê‏ ‏ku werine berçav kirin hene. Ji bo zarok rewşeke nû‏ ‏ye ku diya wî ya ku heta wê kêliyê nexebitî, ji nişka‏ ‏ve dest bi kar dike û dibe ku zehmetiyê bipejirîne.‏ ‏Her wiha dibe ku zarok vê yekê wekî terikandina diya‏ ‏xwe şîrove bike û sedemê di xwe de bigere/bibîne.‏

‏Di vegere jiyana kar de, divê dayik vê rewşê ji‏ ‏zarokê xwe re weke mirovekî mezin bipejirîne. Divê‏ ‏her tiştî bi zelalî û bi zimanekî ku zarok jê fam bike bêje‏ ‏û bi taybetî bibêje ku ev rewşa nû ne ji bo wî ye.‏

‏Bi rastî, tişta ku ji aliyê hestyarî ve zerarê dide zarok ne‏ ‏rastiyên jiyanê, helwesta dê û bav a li hember wî ye. Pêdivî ye‏ ‏ku zarok wekî kesek mezin qebûl bikin. Ger em ji wî re‏ ‏behsa jiyanê, rastiyan, êşan bi giranî nebêjin, ger em wek‏ ‏zarokekî tevbigerin, zarok dê xwe wekî ehmeq hîs bike. Lêbelê,‏ ‏mîna mirovekî mezin, ew difikire ku gava em rastiyê bi‏ ‏eşkereyî jê re dibêjin qedrê wî digire. Heger dayîk li hember‏ ‏zarok aram û sar be, zarok dikare vê rewşê hêsantir qebûl‏ ‏bike. Wekî din, şêwazek hêrs, heyecan dibe sedem ku zarok‏ ‏xwedî heman hestan be û di pejirandina bûyerê de dijwar be.‏

‏Dema ku zarok nefikire ku fêm nake û ravekirinek‏ ‏cidî jê re neyê dayîn, zirara nezelaliyê ji bo zarok zêdetir‏ ‏dibe. Bi zimanekî ku jê fam dike rastiyê jê re bêje. Dibe ku em‏ ‏di destpêkê de zarok pir aciz bikin, lê hesta xemgîniyê‏ ‏ne ji bo êşa me lê ji bo ku em çareyekê bibînin tê‏ ‏dayîn. Zarok dê di destpêkê de ji vê yekê aciz bibe. Lê bi‏ ‏demê re, ewê bibîne ku diya wî dîsa jî jê hez dike û xema wî‏ ‏dike, û ew ê rewşa nû qebûl bike.‏

‏Her wiha, bi hestên xemgîniyê re hevdîtin û paşê hewldana‏ ‏çareseriyê ji xemgîniyê re dibe sedema pêşveçûna kesayetiya‏ ‏zarok. Divê zarok zêde neyê parastin, rastiyên ku dikare bi‏ ‏dest bixe divê bi zimanekî ku jê fam bike bi wî re bê parvekirin.‏ ‏Ev hem tengasiya ku ji ber nediyariyê çêdibe ji holê radike û‏ ‏hem jî zarok xwe girîng hîs dike. Ew difikire, “Diya min ji‏ ‏min re behsa nûbûnên jiyana xwe dike, ji ber vê yekê ez ji bo wê‏ ‏girîng im.”

‏Di dema ku dê dayik bixebite, divê bav jî piştgiriyê‏ ‏bide dayikê, hewl bide ku valahiya ku ji ber‏ ‏karê dê çêbûye tije bike û zarok li gorî rewşa nû ya‏ ‏malbatê biguncîne. Heger em di serdemekê de bin jî‏ ‏ku hê têgîna bav di hişê zarok de cih negirtibe jî.‏.. Pêwîst e dayik bi berpirsyariya xwe bihizire, herî kêm ji bo ku‏ ‏dayik vê heyamê bi hêsanî derbas bike, bixebite.‏

Girîngiya xerckirina dema bi kalîte

‏Ger dayik dişuxule, divê bala xwe bide kalîteya dema‏ ‏ku bi zarokê xwe re derbas dike. Her çend wextê kalîteyê‏ ‏tiştek e ku em ji bo hemî têkiliyan pêşniyar dikin, ew ji‏ ‏bo dayikên karker girîngtir dibe ji ber ku ew nikarin pir‏ ‏wext bi zarokên xwe re derbas bikin. Xerckirina wextê bi‏ ‏kalîte avakirina “hevbûneke jêhatî û domdar” e. Di dema‏ ‏ku bi hev re derbas bûne de divê di navbera dê û zarokê de‏ ‏têkiliyek rastîn hebe. Divê dayik zarokê xwe hembêz bike, pê re bilîze û biaxive. Me teqez kir ku, girîng‏ ‏e zarok bêhna dayika xwe hîs bike da ku xwe ewle‏ ‏bike. Heger dê dayik saetek an jî nîv saetê bi zarokên xwe‏ ‏re derbas bikin, divê karibin wê demê bi tevahî bijîn, bi baldarî‏ ‏li gotinên zarokên xwe guhdarî bikin, hestên xwe parve‏ ‏bikin û hezkirina xwe bi wan bidin hîskirin.‏

‏Dema ku dema kalîteyê diyar kir, me got bihevrebûna‏ ‏kalîte û domdar. Bi rastî, kalîteya hevgirtinê tenê têrê‏ ‏nake. Dibe ku dê pir mijûl be ku demek pir dirêj ji zarokê xwe‏ ‏re veqetîne, ya girîng ew e ku ev têkilî her çend kurt be jî‏ ‏mayînde bike. Wextê ku bi zarok re bi girêdana çavan,‏ ‏parvekirina hevdu, ji holê rakirina fikara wî û rehetkirina‏ ‏wî, ji bo zarok her çend kêm be jî pir girîng e û yek ji‏ ‏diyariyên herî mezin e ku jê re tê dayîn. Zarokê ku her‏ ‏roj demeke kin di nav têkiliyeke jêhatî û berdewam de‏ ‏derbas dike, dikare keda diya xwe tehemûl bike.‏

Zarokên ku bi dapîran re mezin dibin

‏Em gelek caran di civaka xwe de rastî dayikên karker tên‏ ‏ku di xwedîkirina zarokên xwe de ji kal û pîrên xwe alîkariyê‏ ‏digirin. Hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla pêbaweriyê ve ji‏ ‏bo malbatan riya bijarte ev e. Lê eger ew kesê ku dê lênerîna‏ ‏zarok li bajarekî din bijî, ango dê û zarok berdewam bin û eg‏er rewşek hebe ku rê li ber hevjînek jêhatî bigire, divê‏ ‏ev mijar çend caran were fikirîn. Ji bo demeke‏ ‏dirêj veqetandina zarok ji dayikê, ji bo têkiliya dê-‏‏zarok metirsiyek cidî digire.‏

‏Zarokên ku ji dayikên xwe dûr mezin dibin, dema‏ ‏ku vedigerin malên xwe, dibe ku pirsgirêkek‏ ‏lihevhatinê bibînin. Em dibînin ku sedema pirsgirêka hin‏ ‏zarokên ku bi nîşaneyên wek depresyona zarokatiyê,‏ ‏kêfê ji jiyanê nagrin, navxwebûn, şermkirina dayikê,‏ ‏bêxwedîbûn, neynûkxwarina ji dayika xwe derdixin‏ ‏pêş… Her çend di gelek malbatan de dapîr bi zarok re‏ ‏têkiliyek rast û saxlem, pêbaweriyek yek bi yek saz bikin‏ ‏jî, ev yek dîsa jî ji bo zarok xeternak e. Divê zarok‏ ‏hîs neke ku “dayika min, ez berdame”. Rastiyek heye ku‏ ‏em her dem teqez dikin: Mirovek baş, mirovek serkeftî‏ ‏girîng e, lê dêûbavbûna baş girîngtir e.‏

‏Ger mirov bi depresyona zarokatiyê re rû bi rû bimîne ku‏ ‏ji ber bêparbûna dayikê an sedemek din çêdibe, pêdivî ye‏ ‏ku bêhêvî nebe û ji pispor alîkariyê bixwaze. Psîkolojiya‏ ‏zarok pir hesas e. Ew dikare bi rewşa nû re adapte bibe. Di‏ ‏vê rewşê de, ji nû ve destpêkirina têkiliyê, damezrandina‏ ‏têkiliyek saxlem û bi kalîte û piştgirîkirina wê bi alîkariya pispor‏ ‏dê bibe alîkar ku pirsgirêk çareser bibe.‏

Di dawiyê de, dê kêrhatî be ku em xala jêrîn xêz bikin:‏ ‏Ji ber hezkirina tund a ku ew ji neviyên xwe re‏ ‏dikin, pir caran dapîr û bapîr hevsengiya evîn-dîsîplîna li‏ ‏hember dîsîplînê xera dikin. Lêbelê, dîsîplîna ku bi rêbazên‏ ‏rast tê dayîn di pêşkeftina kesayetiya zarok de bi qasî hezkirinê‏ ‏girîng e. Em şîret dikin, dapîrên ku berpirsiyariya‏ ‏mezinkirina neviyan digirin ser xwe ku çavê xwe li vê‏ ‏hevsengiyê bigirin û bi dayikê re li hev bikin ku têgehên wekî‏ ‏rast-çewt, baş-xirab di hişê zarok de bi cih bikin. Normên‏ ‏ehlaqî ji temenê biçûk de di hişê zarok de dest pê dike. Ji ber vê‏ ‏sedemê girîng e ku meriv têgînên baş-xirab, rast-çewt bi‏ ‏rengekî hevgirtî fêrî zarok bike û ji wan re bibe alîkar ku‏ ‏wan di jiyana xwe de bicîh bike.

 

Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply