Romana Semerqand – 20 (Amîn Me’lof)

Dema qelebalixê berê xwe da parçeyên ji bermahiyên cesedê fedaî, pênç efser li raserî cesedê Nîzam yê hêca germ digiriyan û bi hev re sond dixwarin: “Bila giyanê te aram be efendîyê me, Yek neyarê te li pey te namîne.”

Yê ji kê dest pê bikiran? Lîsteya reş de gelek kes hebûn lê fermana Nîzam eşkerebû. Wan pênç efseran pêdivî bi şêwrê nedîtin. Destê xwe dirêjî ceset kirin û çokên xwe dan erdê. Ji ber nexweşiyê wek per lê hatibû, lê cesedê giraniya mirinê xwe serde berdayî bi hev re hildan û bi gorî usûlê birin mala wî. Jinên ji bo girînê gihatîn hev, dema ceset dîtin dan ber qêran. Yek ji subayan aciz bû û qêrî: “heta tola wî neyê hildan negirîn.” Girîker tirsîn û bê deng bûn, hemiya berê xwe dan efser. Ew ji wan dûr jî ketibû. Dîsa kirin qêr û zûrbelên.

Pişti demekî sultan hat. Dema qelebalixa ewul destpêkirî li cem Terkenê bû. Axayê heremê yê ji bo agahiyê şandî zivirîbû û direcifiya, got: “Nîzamulmûlk bûye efendiyê me. Kujerekî êrîşê wî kiriye. Emrê wî yê mayî jî, ji te re be efendiyê me.” Melîkşah û Terkenê li hev nêrîn. Siltan rabû ser xwe. Qapûtê xwe yê ji çoxê reş avêt ser navmilê xwe, li neynika jina xwe nêrî, şeqamek li rûyê xwe da, bi bez berê xwe da ba mirî. Xwe zehf matmayî û qehirî da xuyakirin.

Jinan, ji bo herê cem “bav”ê xwe rê dan wî. Xwe tewand, duayek xwend, serxweşî xwest û bi keyfeke veşartî, vegera cem Terkenê.

Helwesta Melîkşah ecêp bû. Piştî mirina wasiyê xwe, geleke karê xwe bigirtan dest û împaratorî wî bi xwe rêvebibira lê welê çênebû. Ji zelamê ew ji rapiriyan dida alîkî rizgar bûbû û ji wê dilxweşiyê xwe da keyfê. Dev ji civînên kar berda, dawî li qebûlkirina balyozan anî. Êdî roj bi nêçîr û cirîtê, şev bi şahiya vexwurkên diborandin.

Ya xerabtir, dema gihayî Bexdayê ji xelîfe re peyama: “Min divê ez zivistanê vê derê bêxim paytexta xwe. Ji qesra xwe derkeve û ji xwe re cihekî peyda bike.” Da şandin. Xelîfeyê Pêxember, yê vaye sê sed sal û nîvîn pêşîyên wî li Bexdayê cihbûyîn, mecbûr bû û ji bo karê xwe rêk û pek bike sê heyv destûr xwest.

Terken, gihatibû sih û heft saliya xwe. Ji van sivikahiyên li fermanrewaneke serwerê nîvê dinyayê nayên, ditirsiya. Lêbelê Melîkşah jî ev bû. Çavê xwe li sivikahiyên wî girt û rahişt avakirina desthilatiya xwe. Êdî Emîr û karmendan, serî li wê didan. Kesên wê tayîn kirîn, ketibûn şûna zelamên ji Nîzam re sadiq. Navbera du leyîstok, an du badîn vexwarin de, ji siltan re bi tenê pesendkirina kar dima.

Melîkşah, roja 18’ê Sermaweza 1092’yan, çûbû nêçîrê. Cihê çûyî nêçîrê, li bakûrê Bexdayê ciheke bi dar û teqin bû.  Ji dozdeh tîrên avêtîn, bi tenê yekî li armancê nedabû. Yên li rex, ji pesindayina wî re ketibûn nav pêşbirkê. Hewayê zelal û rêveçûn, iştaha siltan vekiribû. Ev yek, bi çêran kifş kir. Xulaman dest bi kar kirin. qasî dozdeh xulaman hebûn. Sewalên hatîn girtin, ser jê dikirin, paqij dikirin û didan bistikê. Kîjan qeta qelewbûya behra fermanrewanbû. Bi destê xwe digirt û vedigijgijand û li milekî jî vexwirka xwe ya meyandî vedixwar. Carna jî qetên tirşînê tavêtan devê xwe. Ji hemî xwarina pêtir, ji tirşînê hez dikir û kûve biçûna xwarinpêjê wî, bi xwe re tanî.

Yek derb zikêşeke dijwar girt û ji ber jana zik, bû qêr û hawara wî. Yên li rex recifîn. Siltan ji ecza laşê xwe badîn girt, avêt. Xwarina devê xwe de hemî derxist. Ser hevde qumişîbû. Nava wî vale bû, ji ber pesnan diştexilî û bê hiş ket. Yên li dora wî şaşbûyî, ji tirsan dileriziyan. Ti carî nehat zanîn ku ka kê jehr êxistibû nava vexwirka wî. An tirşîn? An goştê nêçîrê? Lê mirovan hesapkir: Li ser mirina Nîzam re sih û pêç roj borîbûn. Ma negotibû “Heta çil rojan?” Tolhildêrên wî, eyarkirina demê dizanîbûn.

Terken Xatûn, qasê saetekî ji dera buyer qewimî dûr, li biryargeha seltenetê bû. Siltanê tebitî, lê sax anîn ba wê. Kesên bimereq hemî, ji wê derê dûrkirin. Bi tenê Cîhan, du-sê zelamên xwe yên dilsoz û hekîmê qesrê hiştin. Pirsa:

—Yê efendiyê me baş bibe? Kir.

—Rehjena wî kêm dibe. xwedê dawî li ronahiya xwe anî, hêca venemiriye û dilerize. Ji duakirinê pêştir tiştek ji destê me nayê.

—Fermana xwedayê mezin, dêmek ev bû. guhê xwe bidin gotinên min.

Ev gotin, ne weke jineke bimînê jinebî, weke helwesta şahbanoyekî gotin.

-Ji bilî kesên di bin vî konî de ne, yê ti kes nizanibe êdî siltan ne li nav me de ye. Tenê bibêjin: “Hêdî hêdî baş dibe, divê bêhna xwe vekê, ji bo tendurustiya wî divê ti kes neçê cem.”

Ti çîrok, weke çîroka Terken Xatûnê kurt û bi xwîn nînîn. Hêca dilê Melîkşah nesekinî, sonda dilsoziya ji siltan Mehmûdê hêca çar sal û nîvî re, li zelamên xwe da xwarin. Pişt re, qasidek ji xelîfe re şand, agahîya mirina mêrê xwe gihandê û pesendkirina weraseta kurê xwe jê xwest. Li hemberê vê, yê ti kes tevlî karê welatê xelîfe nebê û yê navê wî, di xutbeyên nav axa îparatoriyê de werin xwendin de, rêzdarî bê xwendin.

Dema ketîn li ser riya Isfexanê, waye çend roj bûn Melîkşah mirî lê hêca jî “Çînî”yê agahî ji yekîneyan vedişart. Cendek êxistibûn erebeyeke bi şeş hespan dikişand û bi kon hatî nixumandin. Lê yê xapandin heta kengê bidomiya? Cendekê nehatî tahnîtkirin, hêca ne riziyî û derneketî holê, pêwîstbû ku ji nav zindîyan derkeve. Terkenê dixwest ji wî xelas bibe û bi vî awayî “Siltanê dihat heskirin û rêzgirtin, Şahînşahê mezin, fermanrewanê rojhilat û rojava, stûna Misilman û Îslamê, serbilindê dinya û axretê, bavê fetûhatan, piştevanê xelîfeyê xwedayê mezin” nîvê şevekî, bi lez û bez li keviya rêyekî hat veşartin. Ji wê rojê heta îro ti kesî gora wî nedît. Dîrokzanan, halê nivîsandin: “Fermanrewanek welê bi hêz, bê dua, bê merasîm, bê rondik hatî veşartin, ne hatiye dîtin û ne jî hatiye sehkirin.”

Tinebûna siltan hat sehkirin, lê hêceta Terkenê amade bû: Di demeke artêş û erkanê qesrê ji paytextê dûr, nexwestibû xeber, ji aliyê neyaran ve bê sehkirin. Rastiya wê, ji bo kurê xwe deynê ser têxt û hefsarê împaratoriyê bigirê destê xwe, ji xwe re wext çêkiribû.

Dîrokzanên wê demê ne şaş bûn. Dema behsa yekîneyên împaratoriyê dikirin, digotin: “Artêşên Terken Xatûnê.” Dema qiseta Isfexanê dikirin, digotin: “paytexta Xatûnê.” Û ji sultanê zarok re –hema bêje hatibû ji bîrkirin- digotin: “kurê Çîniyê”

Li pêşberê Terkenê efserên nîzamiyeyê sekinîbûn. Di lîsteya reş de, rêza dudoyan de Terken Xatûn hebû. Hema pey Melîkşah re! Destek didan kurê şah yê mezin Berkyarûk. Li dorê diciviyan, şîret lê dikirin, ji şer re amade dikirin. Pêvçûnên ewul de serketibûn, Terken mecbûr mabû û xwe vekişandibû Isfexana hatî dorpêçkirin. Lê ne ji wan jinên welê têkçûnê zû qebûl bikê bû. Hîleyên wê yên parastinê, heta roja me jî bi nav û deng in.

Mînak ji waliyên eyaletan re bi vî awayî nivîsandibû: “Ez jinebî me, berpirsyariya zarokeke kamilnebûyî û nizanê gavan bavêjê li ser milê min e. Pêdiviya wî bi bavekî heye. Ma kê ji te baştir dikarê vî karî bike? Bikeve pêşiya yekîneyên xwe û rast were vê derê, tu yê Isfexanê rizgar bikî û weke fatîhekî têkevî bajêr. Ez ê bi te re bizewicim û yê îqtidar bibe ya te.” Vê hîleyê cih girtibû. Ji Azerbeycanê, ji Sûriyeyê walî û Emîr bezîn, hatin. Nekarîn dorpêçkirina Isfexanê rakin lê bûn sedemê borandina heyvên rehet yên siltan.

Terkenê, Hesen Sabah re jî têkilî danîn: “Min soza serê Nîzamûlmûlk, ji te re neda bû? Min soza xwe anî cih. Ez niha paytexta împaratoriyê pêşkêşî te dikim. Ez dizanim li vî bajarî, zehf zelamên te hene. Yê çima bin erdê de bijîn? Ji wan re bêje, bila derkevin, yê bibin xwediyê zêr û çekan, yê azad û eşkere we’zên xwe bikin.” Bi rastî jî, piştî wan salên pêkutiyan, Îsmaîlî derketin derve û kesên tevlî tarîqatê dibûn zêde bûn. Hin taxan de, li ser navê xatûnê çeteyên çekdar sazkirin.

Hîleya Terkenê ya paşî, ya herî erjeng bû: Fermandarên li cem wê, rojekî çûn biryargeha din. Ji Berkyarûk re gotin: “Me Xatûn terk kiriye, yekîneyên me ji isyanê re amade ne. Heke hûn bi me re têkevin bajêr, bi işareteka me yê isyan dest pê bike.” Yê Terken û kurê wê bihatan kuştin û Berkyarûk hêsanî li ser text rûnişta. Sal: 1094’e. Kesê îddiaya mafê text dikê hêca sêzdeh salî ye û ev pêşniyaz zehf xweşê wî çûye. Yê herê vî bajarê vaye saleke dorpêçkirî, lê nehatî vegirtin û yê bi tenê serê xwe bistînê! Qet gumandar nebûye, şeva piştî wê, xef ji biryargehê derketiye û li derîyê Qahabê, gihaye zelamên Terkenê. Heçko derî bi sêhrî be, ji xwede vebû ye. Ji xwe bawer ketiye hundur, kesên derdorê bi keyfin. Ji wî weye, keyfa serkeftinê ye. Dema zelam bi dengê bilind dikenin, fermana bê dengiyê didê. Ew jî, wek çawa fermana wî bi cih bînin, bi rêzdarî xwe ditewînin û paşê tiqtiq li wan dikevê.

Heta bi vê keyfa zêde dikevê gumanê, êdî zehf dibê dereng. Wi digirin, çav û dest û lingên wî gire didin û dibin li ber deriyê haremê. Axayê mezin, hişyar dibe û ji bo agahiyê bidê Terkenê dibezê. Kesê derheqê reqîbê kurê wê de biryarê bidê, ew bi xwe ye. Yê bê fetisandin, an bi tenê yê çavên wî werin daxdan? Axa dema di navbirên nîvtarî re diborê, dengê girî, qêr û hewaran seh dike. Herema qedexeye, lê welê jî efser merq dikin, dikevin hundur û agahiyê ji qerwaşek dev beredayî distînin. Terken Xatûn, li ser cihê xwe mirî hatiye dîtin. Palgokê ji pirtikan yê pê hatî fetisandin li rex cendekê wê ye. Axayeke haremê yê bi dest û pê winda ye., Ji berî çend salan bi şîreta Nîzamûlmûlk ketiye haremê. Ev yek, bîra qerwaşa ew êxistî hundur tê.

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply