Çorê Arda: “Bi ya min divê kurd bi zimanê xwe binivîsin.”

Berî her tiştî spasiyeke ji dil ji we re dişînim. Ji ber ku we ciyek ji min re jî veqetandiye di konê hevpeyvînê de…

Spas dikim rêzdar Lokman Polat…

Bersiva-1

Ez ji Dêrika Çiyayê Mazî ji taxa heremya me, di zanîngeha Dîcleyê de min beşa wênesaziyê  qedandiye, niha mamostetiyê dikim. Zewicî me, bi navê Arjen zarokekî min heye.

Bersiv-2

Min bi awayekî amatorî di 2002’an de bi tirkî dest helbestan û cerrîbînan kire, yanê min jî weke gelek nivîskarên kurd bi şerbeta tirkî dest nivîsandinê kire. Lê nivîsên min bi amatorî bûn. Paşê min 2011’an de dest bi xwendin û nivîsandina bi kurdî kire. Helbet min berî 2011’an de kêm be jî çend pirtûkên kurdî xwendibû, lê xwendina min bêtir tirkî bû. Piştî min dest bi xwendina kurdî û nivîsandina kurdî kir min fêm kir ku ji bilî kurdî ti ziman nikare hest û xwestinên min bîne ziman û min têr bike. Çimkî tenê dikarim bi zimanê xwe xewn û xeyalên xwe bînim ziman, bi zimanên din xewn û xeyalên meriv weke pîneyan disekine. Heke aniha bibêjin romaneke tirkî binivîsin ez bixwe nikarim çimkî tirkî têra xeyal û xeyalkirinên min ên kurdî nake, bi xwe dizanim nikarim bi tirkî binivîsînim. Peyvên, bêjeyên hevokên û peregrefên tirkî ticarî dê nikaribin xeyal, rastî û heqîqetên min ên zarokatiyê û ên niha bîne ziman çimkî têra îmgeyên min nake, ti carî zimanên din nikarin dewsa birînên min bigire, ti carî nikarin birînên me ve-bêjî, ne ku zimanê tirkî biçûk dibînim, ti zimana biçûk nabînim lê ti zimanan jî di ser zimanê xwe re nabînim…

Berhema min a pêşîn romana “496”e. Bi rastî naveroka wê berfireh e, jixwe naxwazim kategorîze jî bikim. A rast naxwazim behsa naveroka romana xwe jî bikim. Çimkî ez behsa naveroka wê bikim dê neheqiyê li xwendevanan bikim, çimkî her xwendevanek dema berhemekê dixwînin berê wê berhemê diguherîne, ango ji metnekê metneke din dertînin holê. Loma divê em bihêlin bila xwendevan weke hunera Orîgamî bi berhemê bilîzin…

Bersiv-3

Weke min go, min jî cara ewil bi amatorî be jî bi tirkî dest nivîsê kire. Paşê li xwe hayê bûm ku ji bilî kurdî ez ê nikaribim xwe baş îfade bikim. Bi ya min divê kurd bi zimanê xwe binivîsin. Niha nivîskarên kurd ên bi tirkî dinivîsin rast nabînim. Meriv bindest be, heqê meriv tuneye meriv bi zimanê serdestên xwe binivîse, neheqiyê berê berê li xwe, paşê li ziman û wêjeya xwe dikin. Lê bo ev pirsgirêk ji holê rabe bi ya min a girîng û lezgîn divê perwerdehiya fermî pêk were. An na tehba me gişan îhtîmal e, hewante biçe. Haaa! Vê jî bibêjim heke dewleteke me an jî xweseriyeke me hebûya a wê çaxê nivîskarên kurd bi çi zimanî dinivîsand an jî nedinivîsand qet dê ne xema min bûya, li niha ne ew serdem e, him neheqî li zimên tê û him jî hişmendiya kurdî ji dest ve diçe, çimkî ziman hişmendî ye. Bi kurtasî kesên bi zimanên din dinivîsin, bo min nasnameya wan helbet kurd e, bêguman, lê wêjeya wan pîne ye. Teqlîd e, teqlîdeke ên din e ne orjîn in, ziman xwe-bûn e, zimanên dîtirîn pîneyên li ser xwebûnê ye. Loma ti carî nabe orijîn tim dê pîne bisekine. Bi a min ên bi zimanê din dinivîsin ne nivîskarên gelê xwe ne, ne jî nivîskarên dîtiran e, nivîskarên li ortêmayî ne. Ziman, hebûn, xwebûn û nasnameya mirov diteyisîne. Ziman her tişt e. Çimkî bilbil nikare dengê kevokê derxîne, kevok jî nikare dengê bilbil derxîne heke derxîne jî tenê dê teqlîd an jî pîneyek be…

Bersiv – 4

Rast e devkî pêştir e normal e, çimkî civaka me bi dengbêjan û bi dîwanên sohbetan mezin bûne. Lê bi ya min devkî an jî nivîskî talî herdu teşe jî şêwazên vebêjîyê ne. Bi min wêjeya nivîskî jî hatiye heta radeyeke baş, lê ji wê radeyê wêdetir naçûye, ango pêşketina wê hêdî hêdî diçe.

Bersiv – 5

Bi ya min em di roman û çîrokê de pêşdetir in li gor helbestan, helbet helbestên pêşketî ên baş jî hene. Lê dema em li bêjinga wêjeyê dixîne em têgihêjin roman û çîrok baştir û pêşdetir in. Lê di warê şano û sînemayê de hîna ji me re pir maye, helbet di her cûreyên hûnerê de karên û berhemên baş hene, dema pirsan dinirxînim helbet li gor wêjeya dinyê dinirxînim…

Bersiv – 6

Di  warê teorî û rexneyê de em gelekî kêm in, pir hindik kes hene, di nav wan de ên baş jî hene, mînak Rênas Jiyan, Remezan Alan hwd. Divê em di vî warî de bar bidin ser milên xwe, çimkî her tişt bi rexneyê pêş ve diçe. Rexne û rexnegirî barekî giran û berbirsyariyeke dijwar e. Bo min divê em rexne û teoriyên wêjeya dinyê bixwînin da ku hevîrê wêjeya rexneya me kamil bibe û têbigihêjî. An na bi tenê şîroveyan rexne û rexnegirî ava nabe. Bo rexne û rexnegiriyê divê mirov xwedî zanist, xwedî agahî û ramanên xurt bin. Yanê bo rexne û rexnegiriyeke edebî xebateke pir kûr, hûr û giran lazim e. A rast xwendin, xwendin û xwendin pêwîst e. Helbet zehmet e, ked jê re lazim e, sebir lazim e, loma bi ya min bo me hîna pir pê maye…

Bersiv – 7

Bi rastî heta niha lê rast nehatime kesî/ê berhemên min rexne kirine, tenê cenabê we romana min a bi navê “ Roman “ rexnekiriye. Li ser romana min nîqaş û komên xwendinê li ser nîqaşkirine, lê li rexneyan rast nehatime. Berhemên bêyî rexnekirin helbet baş e, nivîskar li xwe hayê, hişyar dibe. Lê ji ber ku di qada rexneyê de wekî me go kêmkes hene loma nikarim bibêjim çima nayê rexnekirin, lê xwezî bêyî rexnekirin her wiha weke kêmasiyekê dibînim. çimkî benzîna nivîskêr jî rexne ye. Herî dawiyê dikarim vê bibêjim, popûlerbûna hin nivîskar û berheman a li ser medya civakî de  bawer im pêşiya hin berheman dibire heta gelek nivîskarên baş hene nayên dîtin, lê ji vî tiştî her daîm bawer dikim. Her berhem (baş an jî xirab) dê rojekê xwe bigihêjîne miradê-armanca xwe, û ew ê di bêjinga rexneyê de bibihûre.

Bersiv – 8

Li gor min em di rexnegiriya kurdî de ewqasî bi pêş ve neçûne, di vî warî de em kêm in û kêmasiyeke mezin e. Çimkî rexne û rexnekirin civak û pergalan bi pêş ve dibe, weke min berê jî gotibû rexne û rexnekirin bingeha her tiştê pêş ve çûnê ye. Rexnegir cotkarê berhemê ye, berhem jî erdekî neçotkiriye. Loma bo ku berhem bi pêş ve biçe, divê cotvan (rexnegir) berheman bi rexneyên xwe cot bike. Yanê fonksîyona rexneyê a ewil pêşveçûn e (di her warî de). Pêşketin, kamilbûn e, aqil û hişekî kamilbûyî tê wateya modernbûn e. Tehemulbûnê, aqil û hişekî ne kamilbûyî dê nikaribe tehemul jî bike…

Bersiv – 9

Bi rastî bersivên wiha nikarim bidim, çimkî ez ê neheqiyeke mezin li xwendevan bikim, bersivên wiha xwendevan bide dê baştir be. Çimkî her xwendineke xwendevanekî bawer im bersiva herî baş e…

Bersiv – 10

Bersiva vê pirsê nizanim, lê bi qasî dîtinên min pir kêmkes dixwînin. Ez bi xwe dixwînim û bi kêfxweşî dixwînim û rexne dikim.

Bersiv – 11

Hemû berhem rexneyên wan dijwar in, belê rexneya helbestê ji ên çîrok û romanê dijwartir e. Çimkî di roman û çîrokan de mijar, karakter, serleheng, zeman, mekan, rêzebûyer, tevnesazî hwd hene û dîtina wan û şîrovekirina wan rihetir e. Lê helbest ne wiha ye, helbest bêtir razber e, lê roman û çîrok hinekî din şênber in. Xwe li rexneya helbestê rakêşandin bi ya min hinekî rîsk e û hinekî jî wêrekî divê… Belê weke cenabê we jî dibêje rexne jixwe hinekî jî şîrove ye, lê bo şîroveyê divê alavên (tiştên tên nirxandin, şîrovekirin, dahûrandin û rexnekirin) berheman hebin, alavên helbestê zûbizû nayên dîtin lê roman û çîrokan de alavên wan rihetir têyî dîtin. Welhasil di şîrovekirinê de dibe ku şîroveyên xelet jî û ên rast jî bên kirin, jixwe a ku metnê xweş dike jî hinekî ev e. Ma tabloyeke razber dema têyî rexnekirin ka em kî dizanin rastiya wê tabloyê çi ye, her şîrove dibe ku rast be û dibe ku xelet be jî, loma dema berhemek têyî şîrovekirin berhemeke din lê zêde dibe baş an jî xirab…

Bersiv – 12

Heke bi rastî rexneyeke baş ya bênêtxirabî hatibe rexnekirin, bi ya min rexne neyînî an jî erênî be divê nivîskar bibêje ser seran û çavan, tenê divê nêtxirabî, meyîldarî, eşîrvanî, kom, komikvanî û bîrdozî têde tune be. An na tehba me dê giş hewante biçe. Lê belê dema berhemeke baş pesnê wê hatedayîn divê kes bi nêtxirabî û meyîldarî li wê rexneyê nenêre, çimkî wê berhemê ew rexne heqkiriye loma pesnê wê hatiye dayîn. Di rexneyê de pesn jî heye û di erdê kutandin jî heye. Ev nabe dilxwazî û meyildarî ev dibe heqdayîn… Divê tehemula nivîskêr jî ji rexneyê hebe….

Bersiv – 13

Herdu jî azad in, çimkî kesên dinivîsin divê bêminet bin, lê helbet saba rexneyê dê li ser berhemê hebe, nivîskar jî vê rastiyê dizane ku dema berhema wî/ê bibe mijara rexneyê heyecanek, tirseke kelecanî û diltirseyek dê xwe li ser nivîskar xuya bike. Helbet kesên rexne dikin jî muhîm in û berhema tê rexnekirin jî girîng e. Çimkî berhema baş, rexneyeke baş hewcedar dike, a rast berhema baş rexneyeke baş bi xwe re dizeyîne, a qels jî helbet rexneyeke qels bi xwe re dizeyîne. Bi ya min rexnegirên baş dema rexneya xwe dike bêminet û bêtirs dike, lê bo berhemdaran nikarim wiha bibêjim. Çimkî rexnegir çotkar e, berhemdar berhemên wan erd in. Dikarim vê jî bibêjim kesên berhema xwe bawer be, bawer im tirsa wî/ê dê tune be. Em dikarin bibêjin tirs û sab nekeve dilê rexnegir, lê bo nivîskar ne wiha ye…

Bersiv – 14

·      Çêbûna atmosfera wê ji otorîteyê tê, ji desthilatdariyê tê, dema dibêjim desthilatdarî behsa zilmê nakim, behsa hebûnê û heyîbûneke wêjeyî dikim. Behsa zanistbûn û teoriyê dikim atmosfera wê ji  vê rastiyê tê, çima nayê pêşwazîkirin çimkî rexne otorîte ye û ti kes jî otorîteyê hez nake. Rexne hukumdariya wêjeyê ye, xurtbûnekê destnîşan dike, xurtbûna zanistiyê û teoriyê destnîşan dike û bi vî awayî xwe heyî dike. Em ji desthilatdaran hez nakin em ji xwediyê otoriteya zanistiyê û teoriyê hez nakin çimkî em kesên ji xwe zanetir û zanist bibînin em ji wan hez nakin û em dest bi hesûdiyê dikin. Loma ti kes otorîteyê pêşwazî nake û pêşwazîkirin nakin. Bi kurtasî rexne û rexnegirî otorîteya wêjeyê ye. Rexnegir otonom in. Li gor agahiyan rexnegirê ewil Arîstofanes tê hesibandin û bi çavên Xwedayî li wî mêze dikin, yanê weke otorîte û otonom dibînin.

Bersiv – 15

Ez ê kurt bibêjim, ma xwarina bêxwê tê xwarin gelo? Loma wêjeya bê erotîzm û pornografî jî nayê xwendin heke bêyî xwendin jî dê kêm be, bi taybetî wêjeya bê erotîzm guliyekê wê dê kêm be, çimkî pornografî rûxandin e, lê erotîzm afirandin e û nerm e, pornografî prîmîtîf û hişk e, erotîzm kubar e. Welhasil divê wêje bê erotîzm û pornografî nemînin. Lê helbet cûreyên wêjeyê ên pornografî û erotîzmê ên serbixwe hene.

Bersiv – 16

Ji van nivîskaran min 8 heb xwendine, lê di berhemên kurdî de jî bêtir pornografî serdest in, çimkî gelên bindest birçîne û birçiyên her tiştî ne loma dixwaze zû biqedîne, jixwe pornografî zûqedandin e, lê erotîzm ne wiha ye, erotîzm sebir e, pornografî hestên haywanî ne. Gelên bindest ji ber ku hemû hestên xwe nîvqurmiçkî dijîn, di ruhetiya wan de kêmbûn heye, netêrbûn heye loma di wêjeya me de bêtir sehneyên pornografî serdest in…

Bersiv – 17

Bi ya min bandora ekola wêjeya Rûsan bêtir li ser me heye, ango nivîskarên Rûs û deredora wê bêtir bandor li me kiriye.

Bersiv – 18

Realîzm weke em dizanin koka wê xwe digihêjîne, rastiyê û rasteqîniyê û li dijber romantîzmê û klasîzmê derketiye.. Sûrealîzm jî bingeha xwe li ser bizava Dadaîzmê ava kiriye, modernîzm jî piraniya wê li ser têgiha êqil ekola xwe ava kiriye, weke em dizanin kesên zêdeyîn li ser êqil û rêveberiya wê sekinîne Arîsto û Kant in. Postmodernîzm her çiqas weke bertekekê li dijber modernîzmê derketibe jî bi ya min têkîldarî hev in jî.  Postmodernîzm bêtir  bingeha xwe li ser hîmên heyameke neteqezîn û bênavendî avakiriye. Ji hêlkê ve jirêderketin e. Yanê bingeha wan ji hev cihê ne, di wêjeya me de tama van bizavan û serdeman gişan heye. Postmodernîzm hinekî eklektîk e. Yanê weke lastîkê ye, divezile lê modernîzm ne wiha ye heyameke nêzî teqezînbûnê ye yanê hinekî din dereklektîk e. Em dikarin bibêjin modernîzm rasyonel be, postmodernîzm îrrasyonel e.  Lê dîsa jî têkîldarî hev in, hin tiştên wan ên hevbeş jî hene. Divê em berheman jî li gor kûrahiya van bizav û serdeman binêrin, helbet di berhemên kurdî de rehên wan ên xwe digihêjîne van serdem û bizavan hene û ekl û tama wan em dibînin, lê ne pir zêde, tenê bêhna wan û tama wan jê tê…

Bersiv – 19

Di vê mijarê de ez weke we nafikirim di berhemê kurdî de realîzm, xeyal, û heta carinan realizm jî vediguherin xeyalan, Yanê di berhemên kurdî de realîzm, surealîzm, romantîzm û naturalîzm hwd hene. Yanê meriv nikare di wêjeyê de teqezdayînan dîne. Heta xeyal zêdetir heye, çimkî gelên bindest bêtir di xeyalan de dijîn loma ne gengaz e realizm serdest be, haa em dikarin bibêjin realîzma wan vediguheze xeyalan, yanê realîzmeke efsûnî. Hewante Fanon nabêje, gelên bindest tim xwe dixin dewsa serdestên xwe, Yanê xwe di şûna (dewsa) wan de xeyal dikin loma dibêjim xeyalkirin zêdetir e. Ji ber ku bi her awayî her tiştên xwe kêm jiyanê, îhtîmala xeyalan zêdetir e. Bi xeyalan realîzmê û xwe temam dikin, bi utopiyan realîzmên xwe temam dikin, di vê çarçoveyê de divê em li wêjeyê binêrin…

Bersiv – 20

Mebesta we ya otobiyografîk û bîyografîk çi ye nizanim, lê bi ya min berhemên kurdî mijarên xwe piranî li ser esasên folklorîzm û romantîzm, van demên dawiyê de jî mijarên xwe veguhestine modernîzm û postmodernîzmê… mijarên van demên dawiyê piranî li ser melankolî, paradoksên ruhî, paradoksên derûnî û şexsî û takesî derketine pêş, loma dibêjim berhemên van demên dawî bêtir modern û postmodern e, helbet berhemên me de asas a herî serdest psîkoanalîzm e, mijarên van demên dawiyê piranî psîkoanalîzm e, çimkî gelên bindest bi xwe mijara psîkoanalîzmê ne, divê asas mijarên berhemên bindestan divê bi çavên psîkoanalîstan bêyî nêrîn û rexnekirin…

Li gor min di mijaran de sê hîmên esasî hene, mijarên realîst (bindestî), mijarên folklorîk (çand û hunera kevneşopîk) û mijarên vê serdemê, romantîzm, modernîzm û postmodernîzm e û psîkoanalîzm e.  Mijarên berhemên kurdî piranî li ser van hîman wêjeya xwe didomînin. Ji xwe her diçe jî nivîskarên me xwe li mijarên modern û postmodern radikêşîne. Lê çiqas serketî ne ew jî mijareke din e, bêguman.

Bersiv – 21

Teqez ez jî tevlî vê fikrê nabim. Çawa culheteke wiha di xwe de dibînin û wiha dibêjin. Haa bêjin qels e, ne xurt e, hîna pê maye ser seran û çavan lê wekî din na. Heta berhemên pir baş yên serketî jî hene.

Bersiv – 22

Di rastiyê de ti nivîskarên kurd nêzî xwe nabînim. Çimkî her nivîskar xweser û taybet in. Taybetiyên her nivîskarî cihê ne. Ha meriv dikarin bêjin tu ji kîjan nivîskaran û berhemên wan hez dikin, mînak; Ji Rênas Jiyan, M. Zahîr Kayan, Hesenê Metê, Helîm Yûsiv, Şêrzad Hesen, Yildiz Çakar, Bextiyar Elî, Ferhat Pîrpal û  Gulîzer hwd hez dikim. Lê nêzî xwe nabînim.

Bersiv – 23

Belê heta niha min berhemeke we xwendiye.

Bersiv – 24

Niha li ser berhema (Anatomiya Psîkoanalîzma Rexne û Rexnegirî – ll dixebitim, û li ser romana xwe ya sêyemîn a bi navê “Tuwalet” dixebitim lê kengî wê derkevin- biweşin, nizanim)

Bersiv – 25

Berê berê spasiya xwe dikim, ji ber ku we qedr û qîmetek da min ku bi saya vê hevpeyvînê we hişt ku ez hest û fikrên xwe bibêjim û vebêjim. Ji bo berhema we ya nû jî serketinê dixwazim.

Spas bo we, dost û hevalên hêja…

Lokman Polat – Spasxweş.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply