Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min

Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngeha Rojava de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin.

Sala derbasbûyî 2022 jî, Sîlva Şêxê ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reş), ji (Zanîngeha Rojava li Qamişlo/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), re pêşkêş kir. Teza wê jî bi pileyek zor baş hat pejirandin. Naveroka teza wê li ser zîlana van babetan digere:

Pêşgotin, Armanc, Kurteya bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî, Konê Reş kî ye? Konê Reş wiha xwe dide nasîn, Konê Reş nasnavê xwe ji kû girtiye, Jînengarî ya Konê Reş, Berhemên Konê Reş yên çapbûyî, Diyalog bi Konê Reş re, Konê Reş û naveroka hin berhemên wî, Berhemên Kurdî, Erebî û wergerandî Û di pêşgotina teza xwe de wiha dibêje:

(..Kêfxweş dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reş) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reş; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike.. Min Konê Reş ji nivîskarên pêşeng, piştî nivîskarên HAWARê dît.. Ew ên ku bi kurdiya latînî di kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr de dinivîsandin wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û yên mayî, ez wî di pey wan re dibînim..). Sîlva Şêxê/ Qamişlo

Hêja ye gotinê ku, rêveberiya Zanîngeha Rojava li Qamişlo tekezkirina xwe bo teza wê wiha diyar kiriye: (Em tekez dikin ku projeya nîşankirî ya bi navê: (ÇÎROKA NIVÎSKAREKÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ; KONÊ REŞ), ku ji hêla xwendekar (Sîlva Şêxê) ve hatiye amade kirin, bi şêwirmendiya Menan Cafer hatiye erê kirin, li Zanîngeha Rojava/ Qamişlo, di beşê Ziman û Wêjeya Kurdî de, fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û şêwirmendî û îmzekirina van mamostayên zanîngehê: Menan Cafer, Merwa Îlyas û Fehîm Melek.. 2022).

Ez jî, ji dil û can spasiya Zanîngeha Rojava/ beşê Ziman û Wêjeya Kurdî û mamosteyên wî dikim, herweha spasiya qutabiya hêja Sîlva Şêxê dikim û rojên xweş bo wê hêvî dikim.

Konê Reş – Qamişlo 13/3/2023

Derbar Konê Reş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply