Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Bilindahiya Kolesterolê

Kolesterol Çi Ye? Di parzûna şaneyên mirov û candarên din de heye û di demarên xwînê de tê bar kirin. Madeyeke organîk û pêkhatî ye. Yekem car di sala 1754 an de di kevirên ziravkê de hatiye dîtin. Navê wê di zimanê Yewnanî de chole(ziravk) û steroz(hişk) û digel bi van peyvan re bi qertafa kîmyewî ‘’–ol’’ ve hatiye dariştin. …

Bêhtir »

Gelo Pêşengeha Amedê Çawa Derbasbû?

Duyemîn pêşengeha pirtûkan a Amedê hat darxistin. Îsal du sal in ji aliyê şarederiya Amedê ve li Amedê pêşengeha pirtûkan tê darxistin. Pêşengeha îsal bi duruşmeya: “Li warê şaristaniyan, li ber ronahiya pirtûkan” ve hat darxistin. 72 Weşanxane beşdarî pêşengeha îsal bûn her wiha di pêşengehê de gelek bername û panel jî çêbûn. Di pêşengeha îsal de mêvanê rûmetê helbestvan …

Bêhtir »

Rexnegirî gulîstana zanînê ye -1-

Edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. Rexneyên çêker, analîzên îlmî zanîstî edebîyata kurdî xurt dike. Di welatê ku têde minaqeşe tunebe, pêşveçûna ramanê çênabe. Di nav civakên paştemayî de, ji bo ku raman pêş neketiye, li wir rexne û rexnegirî jî …

Bêhtir »

Sîpan û Ezraîl

Sîpanî di zanîngehê de, beşa aboriyê dixwend. Sala wî ya sêyö qedîyabû. Her sal dema ko zanîngeh diqediya, ew diçû mala xwe. Sala 2002yê gava ko zanîngeh qediya, ew ji bo betlaneyê çû nik malbata xwe. Gelek hevalên wî havînan jî diman zanîngehê, lê ew ne dima. Ew xwendekareke serkeftî bû. Ji dersên xwe bi awayekî serkeftî diborî. Piştî rêvıngîtiya …

Bêhtir »

Wergerek

Gelek dilzîz û bi bandor e. Ev bûyer, di erdheja 17’yê gelawêja 1999’an de hatiye jîyîn. Dê her tişt xweş bibûya. Tu, ez û jiyana me… Xeyalên me û hedefên me…. Ew gotinên ku min der barê jiyana xwe de ji te re gotibûn ên piştî ku min tu nasîbû û ji te hez kiribû. Hemû dê pir xweş bana, …

Bêhtir »

Derheqê Mirinê de

Heqe mirî ser Eqrebayêwî û Misilmana çar tiştin. Ev tiştana cîh anîn li ser wan ferzi–kîfayeye. Ev çar tiştana; Amedekirina mirî (şuştin, kefen kirin û nimêja wî), Defin kirin, tevil buna cenaze. Eger mirî ne hatibê şuştinê anjî kefen nekirîbe, meyît genî anjî hevdu bernedayîbe wê gavê mirî gore tê derxistinê evan kemasîyana tên temamkirinê dîsa tê defin kirinê. Şuştina …

Bêhtir »

Keleha Ziman

Kelehek tenê di destê me de mabû. Ew ziman ji hepsekê derketibû ketibû êsirtiyekê. Ji wir filitîbû reviyabû nasnameke nenaskirî. Emê kin lêxin: Derdora ziman hatibû dorpêçkirin. Min digot, kevirên vê kelehê bi çîrokên zarokatiya me ava bûne, ku ne em destûrê bidin kes nikare bi me. Min digot, bircên vê kelehê bi tecrûbeya gotinên pêşiyan çêbûye wê kî karibe …

Bêhtir »

Ji Ziman Hezbike

Li gor min ziman yekem berpirsyariya mirovan e. Wekî din ziman şanîkera hebûnê ye. Di hînbûna zimên de weynoya serî jî dayik e. Ziman çiqas zaf bêaxivîn ewqas xweşik û biqîmet dibe. Divê Kurd jî ji zimanê xwe hezbikin û ji xwe re bikin nirxek. Bêguman ziman parçeyeke mezin a yê jiyanê ye. Birîneke gelê Kurd jî bişivîna wan û …

Bêhtir »

Qur’an Xîtabê Aqildaran Dike

Di Qur’ana Pîroz de nêzî 75 ayetan xîtabê aqilê însan dike. Qur’an û dînê îslamê û teklîfa Yezdan ji bo xwedî şiûran e. Di nava zîşiûran de cin û însan tabi’ê îmtihanê bûne. Ji bo vê Rebbê Alemê aqil daye însan û cina. Ew jî bûne mixatabê Qur’an û kelama Xwedê ye. Di sureya Zariyat, Ayeta 56an de Rebbê Alemê …

Bêhtir »