Derheqê Mirinê de

Heqe mirî ser Eqrebayêwî û Misilmana çar tiştin. Ev tiştana cîh anîn li ser wan ferzi–kîfayeye. Ev çar tiştana; Amedekirina mirî (şuştin, kefen kirin û nimêja wî), Defin kirin, tevil buna cenaze. Eger mirî ne hatibê şuştinê anjî kefen nekirîbe, meyît genî anjî hevdu bernedayîbe wê gavê mirî gore tê derxistinê evan kemasîyana tên temamkirinê dîsa tê defin kirinê.

Şuştina Mirî û Daraza Wî; Daraza şuştina mirî ser misilmana ferzi–kîfayeye. Mirovek ser lok(Deve)’ê xwe ketibu û mirî bu, Ji bo wî mirtovî Hz. Pexember (e.s)wiha gotê; ”Ewî pê avê û sidrê (rehekekî dewsa bêşokê tê xebatê) bişon nav du perçe cekêwîda kefen bikin. ’’(hedîs muttefequn eleyhe)

Eger hin lebate mirî hebin. Mînak; Dest, pêçî, ling hewld… Ev lebatana tên şuştin ser wanjî nimêj tê kirin. Çawa me jorê gotubu eger mirî nehatibe şuştinê û defin kiribin, mirî jî xerab nebe gorê tê derxistinê tê şuştinê paşê tê defin kirinê. Eqrebayê mirî şuştinêda pêştatire. Eqrebayê mirî eger şutinê baş nizanibê wê demê mirovekî baş bizanibe bişo pêştatire. Mêr mêra dişon, jin jî jina dişon. Zarokê piçuk ê tênegîhîştî ne xamabin mêr anjî jin dikarin wan zarokana bişon. Lêbelê Mêr zaroke kurînî, Jin zaroke qîzînî boşo herî başe. Mêr dikare jina xwe bişo Jin jî dikare mêre xwe bişo.

Şuştina Mirî;

Mirî du cuda tê şuştinê, pêkhatina ji bo xusle en hindik ewekû pê vê xuslê guneh ser radibin. Ev xusla wiha tê kirin. Neceseta ser bedene mirî jê tê paqijkirinê wê şunde bedene mirî hemu tê şuştin cîhekî ziwa nemîne û av ser bedena mirîda kirine.

Şuştina sinnet herî xêr, ev şuştinaye ji bo vê şuştinê ev tiştana tê ne kirinê. Mirî cîhekî xewle û bilind tê danînê ser avreta mirî tê girtinê.

Êk mirî bişo mirî paşve hingî xor dide runiştandinê û dispêre çongê xweyê rastê. Destêxwe dide milla, tilya beranekê dide ser stukurê. Paşê bi destexwe cepê ji bo tu tişt zike mirî nemîne zike mirî mizdide. Paşê dide ser piştê lepikekî dixe destexweyî bi rastê paşî û peşî mirî dişo. Paşe lepkê xwe diguhire pê lepikne nû dev û poze mirî paqijkirinê şundetir destnimêjê mirî dide girtinê. Ruyê û porê mirî pê bêşokê bişo. Por û rih’e mirî şebike çi mu jê hirşe bipareze paşê wan mu yana têxe nav kefene wî.

Peşî alîyê mirî rastê paşê alîyê cepê bişo. Paşê bizvirîne alîye cepê piştva alîyê rastê, paşê bizvirîne alîyê rastê piştve alîyê cepê bila bişo. Du car û sê car wiha kirin sinnete. Gava dişo pê wekî behneka kafurê dikare bişo. Lêbelê mirove îhramêda bimre behnava nê şuştinê.

Şuştina mirî ferze. Lêbelê êk nav şêrda şehîd ketine ew şehîdana nênê şuştinê. Bêşa Şehîdada behsa vê mijarê eme bikin.

Kefen Kirina Mirî;

Gorî nêrîna hrî sehîh ji bo kefene wacib ewe kû cekekî cîhê avreta mirî bigre. Herî hindika kefen cekekî bedene mirî giştî bigre. Ji bo kefen bêkêmasî ewe kû, eger mirî mêr be, sê kefene sipî tê walandinê. Eva kefenana bedene mirî giştî bigre. Renge kefen sipî nînibe mekruhe. Hz Aîşe (x j r) wiha gotîye; Hz. Pexember (e. s) Sê kefene sipî walandin. Nav wanda ne şaşik hebu nejî kiras’’(bixarî, mislim) Eger mirî jin be pênc kefene sipî walandin sinnete. Vê rêzê ten kirin. Peştemalek navikê bejêrtir bigre. Kirasek navikê hevrztir bigre. Laçikek serewî bigre. Sêrî heya linga du kefen. Wiha riwayet hatîye kirin; ’’Hz. Pexember ji bo qîzaxwe ummu gulsim kefen kirinawî wiha fermankiriye.’’(ebu dawid) Mirove îhramêdabe kefenkirinêda serê wî vekirî hîştin ferze. Hz. Pexember mirove ser devê ketibu wisakir. Mirî jin bejî serê wî tê vekirinê. Kefen ew cekek xwekirina wî caîze ji wan tê çêkirinê. Ji bo mêra kefene hevirmiş ne caîze.

Nimêja Meytê;

Nimêja meyte ferze. Meyît ne hatibe şuştinê nimêj sehîh nabe. Piştî şuştina meyît nimêj tê kirinê. Kirina nimêja meyît wihane:

1–Tekbîr û Nîyet. Nîyet wiha tê kirinê; Dilê xweda çar tekbîr nimêja ferzi– kîfaye ser vê mirîyê dikim. Tekbîra sisîyan hildidî ji bo mirî dua dikî. Mebesta nimêja meyit ji bo mirî dua’ye. Herî hindike dua wihaye; ’’Yareb rehmetê wî bikYa reb wî efu bikî’’Dua’yêk Hz. Pexember hatiye û êk herî başe eve: Ji tekbîrê şundetir wek nimêje din dest tê girêdanê. Sure ê Fatihe te xwîndin. Fatihê şundetir, ji bo tekbîra du duyan destêxwe heya guhêxwe bilind dikî şunve destêxwe giredidî. Sellî barîk di xwînî.

2-Egerkû mirî jin be ev dua’ya tê xwîndin.

3-Eger mirî zaroke kurînî be ev dua’ya tê xwîndin.

4-Eger mirî zaroke qîzînî be ev dua’ya tê xwîndin.

5–Tekbîra çara tê hildanê ev dua tê xwîndin.

6–Wekî nimêjada çawa selam tê dayîn wisajî pêşîyê alîyê rastê paşê alîyê cepê selam tê dayîn. Mirovek bimre meytawî neyê dîtinê nimêjawî mirîye hindabuyî jî tê kirinê.

Defna Meyît;

1.Bêhn meyît dernekeve derve û cesede meyît xerab nebe ji bo van yeka gorê kur bikin. Bere mirî bidine qiblê. Wisa bê defin kirin. Gora lihêtî wihane: Bejna Mirovekî nêv destê xwe bilind bike wuhaqasî kur, berayî yek zîra anjî bostek we. Hz. Pexember ji bo Şehîde Uhudê wiha got; “Gorê kur bikolin, ber bikin û rind bikin. ’(ebu dawid, tirmizî)

2. Mirî ser millê rastê danîn û berve qible kirin wacibe. Eger kû mirî berve qible nekirîbe û xwulî jî avîtine ser, cesed jî xerab nebuwe, wê gavê gerek mirî gorê bê derxistinê berve qible bê danînê wacibe. Ruye mirî dayîna ser axê mendube.

3. Eger kû erd hişk be lehd kirina gore sinete. Lehd alîyê qiblêda bin dîwêrda ango mirî têda bibe vekolandine.

4. Mirî alîyê serî da tê daxistine. Harîs wasiyet kir ku Abdullah b. Zeyd nimêja wî bide kirinê. “Abdullah nimêja wî da kirinê paşê alîyê pîyê wîda daxiste gore wiha got ev ji sinnetêye. (ebu dawid)

Lazime ku yek du têkevine gorê ji bo mirî serast bikin û gava mirî serastkirinêda bêjin’’Bîsmîllehî we ela resulullahî” (Nave Ellah û bi sinneta Pexember) ji bo Hz. Pexember wiha gotîye. Ji Îbn Ûmer wiha hatîye riwayetkirinê: “Gava mirî daxistana gore Hz. Pexember wiha digotê: Nave Ellah û ser sinneta Resulullah…(ebu dawid, tirmizî)

M.Emin Can

www.candname.com

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply