Keleha Ziman

Kelehek tenê di destê me de mabû.

Ew ziman ji hepsekê derketibû ketibû êsirtiyekê. Ji wir filitîbû reviyabû nasnameke nenaskirî.
Emê kin lêxin: Derdora ziman hatibû dorpêçkirin.
Min digot, kevirên vê kelehê bi çîrokên zarokatiya me ava bûne, ku ne em destûrê bidin kes nikare bi me.
Min digot, bircên vê kelehê bi tecrûbeya gotinên pêşiyan çêbûye wê kî karibe xerab bike.
Kesî ji me gur nedîtibû; lê bi peyva “gur” em ditirsiyan.

Me xezal nedîtibûn ; lê xezal xweşikbûn.

Ku digotin “mar û tupişk” em direviyan, ku digotin “gul û sosin” madê me vedibû.

Zanîbûn bê wê nîşanê ji ku bigirin.
Xwe ji lêkeran girtin. “-mîşkirin” kete nav lêkeran, me nema tevgerên xwe nas kirin.

Yên li derveyî kelehê digotin ku ev weke me biaxifin doza wan dimire. Me çiqas dengê xwe radikir wan xwe kerr dikir. Herdem digotin, em weke hev in, em bira ne. Yên li hûndirê kelehê jî digotin, em neweke hev in.

 

Herkes qehreman bû, herkes kurê bavê xwe bû.

Hinekan digot : “Bila ciwangê rojekê bim, ne çêleka sed roji bim.”

Hinekan digot : “Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be.”

Piştî çend salekî, yên xwedî ziman, weke dijmin peyivîn; lê dijminatî xelas nebû.
Dawî hinekan ji me dest bi siloganan kir û edebiyat mir. Ecela îdeolojiyan hebû; lê edebiyatê digot hêdî hêdî gerek hişên mirovan bêne qani’kirin. Dijmin dixwest em zû bi zû biryaran bidin û bikin. Me jî bi lez tevger kir.
Hingî heman tişt hate gotin, ziman pûç bû.
Piştî demekê me lê nêrî ku vekîlên zimanê me, kundirlektûelên me, tarîbîrên me weke me napeyivin. Hemûkan bi zimanekî din doza Kurdî dikirin.
Li welatên biyanî, bi mirovên me re, bi zimanekî biyanî dipeyivîn. Êdî welatên xerîb, jiyanên biyanî, siyasetmedarên nenas, tîpin xerîb li peyasê bûn.

Dawe êdî ne ya ziman bû. 
Jin, bi zarokên xwe re bi zimanekî din dipeyivîn. Pênasiya “zimanê dayikê” kirî hatiba guhertin, dibe ku hatibe guhertin jî.
Tu kes ji dil nedipeyivî. Keleh bênan mabû, herkes tî bûbû. Tirsa mirinê zor bû. Ew zimanê tewandî û pahn, şikestibû. Dev nema dileqiya. Sikrata gel destpê kiribû.
Tirsa mirinê zorbû. Lê kesî newêrîbû gotiba bi vî halî ev gel nafilite. Sewirandin û kişandina sûretan ji xwe derdeke din bû.
Li gorî hinekan heta hetayê dorpêç kirin berdewam nedikir, digotin : “Sibata tiroviro, adar ma bîst û du ro.”
Li Newrozê de me agirek pêxist da ku gel rabe ser xwe. Wekîlek hate wir bi zimanekî din peyivî û pê de rî.

Agirên mîtolojîk, baweriya serkeftinê vemirandin. Tefiya ew coşa xwedî şoreş. Vemirî ew hesta ku me bi helbestên gelerî xemilandibû.

Hemû sendrom di nav kelehê de destpê kiribûn. Navên wan ne bi Kurdîbûn, ferza ez nabêjim.
Dawiya dawî em bûn weke dijminê xwe. Li gorî wan, wekheviya me hatibû îspatkirin; lê dîsa jî biratiya zimanan nebû. Lewra yên ku dev ji Kurdî qeriyan bûne devokek wan û di flîman de bûne qirdik.

Ez û çend bawermend, me rahişte çîrok, gotinê pêşiyan û ferhengeke qewîn.

Şêx û melayan rahiştin dîwanên xwe, dengbêjan rahiştin şerê xwe û bi şev ji kelehê derketin.

Em li ku dilekî safî dibînin li wir keleheke ava dikin.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply