Ömer Özcan

Sibat, 2017

  • 24 Sibat

    Ronî û Dûrî

    Wekî her caran dîsa nizanim çawa destpê bikim lê divê ez destpê bikim. Li romîstanê jiyan zor û zehmet e. Wek ku her ro, her saet, her wext tarî ye. Belê tav li erdê dide lê ronî nake. Heger ronî û dilxweşî kêm be an jî qe tune be, divê meriv wê tiştî bigere, bibîne û tevî jiyana xwe bike. …

Sermawêz, 2016

  • 26 Sermawêz

    Mîrza Mihemed a Xezne

    Nizam min gotibû an jî negotibû lê rastiyek heye ku ez nasnameya xwe ya Kurd di pirtûkan de naskirim. Jixwe gotinên C. Alî Bedirxan û Cegerxwîn jî bi ser vî yekî ne. Ev 2-3 sal in ez bala xwe didim ser pirtûkan û bi wan re dîroka xwe, çîroka xwe, herî girîngtir jî xwe nasdikim. Çend hefte berê min pirtûkek …

Tebax, 2016

  • 18 Tebax

    Pirtûka Nan û Jiyan

    Li başûrê Kurdistanê ji ber qedexebûna zaravayê kurmancî nivîsîn û rewşenbîriya kurmancî jî lawaz bû. Di hêla perwerde û rewşenbîriyê de zimanê serdest soranî bû û kêm kesan di devera behdînan de xebatên rewşenbîrî dikir. Yek ji wan navên serekî Emînê Osman bû ku bi zaravayê kurmancî dinivîsî û  di vî  warî de taqane, şareza û navbar bû. Ne tenê …

Hezîran, 2016

  • 21 Hezîran

    Kalbûn di Pirtûkan de

    Berî her tiştî dixwazim bêjim ku ‘xwendin bi zimanê min xweş e’. Rastî xwendin bixwe xweş e. Mirov çiqas bixwîne ewqas dibîne, ewqas hîs dike. Belê ez jî wekî hevalan hetan vê rojê çend pirtûkan xwendime. Yên dîrokî, çîrokî, jiyan, huner û evîn. Gor min mirov her çi bixwîne dibe govanê vê tiştî. Govan jî wekî rêberan in, bi maneyekî …

Gulan, 2016

  • 15 Gulan

    Ji Ziman Hezbike

    Li gor min ziman yekem berpirsyariya mirovan e. Wekî din ziman şanîkera hebûnê ye. Di hînbûna zimên de weynoya serî jî dayik e. Ziman çiqas zaf bêaxivîn ewqas xweşik û biqîmet dibe. Divê Kurd jî ji zimanê xwe hezbikin û ji xwe re bikin nirxek. Bêguman ziman parçeyeke mezin a yê jiyanê ye. Birîneke gelê Kurd jî bişivîna wan û …

Nîsan, 2016

  • 21 Nîsan

    Biwêj û Çîrok

    Carinan hin kesên xurt û neqenc hene ku bi sedema hêncetekê kesên ji xwe jartir didin ceza kirin. Di rastiya xwe de kesê ku tê ceza kirin ne kesekî xwedî qisur e, belê ji berk u kesên xurt ji heyîna wî eciz in. Wê kêmasiyê bi wî ve dikin. Ew biwêj di zimanê Kurdî de, di wateya; -Tu bi qisur …

Sibat, 2016

  • 27 Sibat

    “Dil ji te hezkir, ziman jê eşkere kir”

      Tê zanîn ku ev gotin, gotineke pêşiyên Kurdan e. Li gor min gotineke gelek kûr û biwate ye. Min di nivîseke xwe yê berî de jî anîbû zimên ku; zimên kilîda dilan e. Evînî tiştekî pir cihê ye. Ji ber ku mirov di dilê xwe de tiştên ecêb hîs dike. Wekî germahiyek. Ev germahî roj bi roj dikele û dibe wateyekî …

  • 20 Sibat

    Beriya Kurdî û Piştî Kurdî

    Bi xwe dikarim bibêjim ku ev du sal in dest bi nivîsandina Kurdî kirime. Di demên serî de gelek kes bi şaşmayi û bi rexnegirî helwestên xwe didan. Ji ber ku  milet hê hînî bikaranîna Kurdî nebûye. Gelek sedemên vê pirsgirêkî heye û ev mijar gelek tevlihev e. Lê ez ne siyasetmedar im û ji ber vê yekê jî nakevim …

  • 3 Sibat

    Bila Çanda me ya Hêja Winda Nebe!

    Ez bixwe zimanhezekî Kurd im,  ji ber vê yekê dixwazim bi gotineke pêşiyên Kurdan ve dest bi vê nivîsa xwe bikim.. ‘Ziman kilîda dilan e.’ Her wiha ez dubare dikim ku ziman hebûn e. Ziman lebateke pir xweşik e, ji ber ku mirov herî bihêsan xwe bi zimanê xwe ve dikare vebêje. Helbest jî berhemeke xweşik ya hest û zimên …

Hezîran, 2015

  • 17 Hezîran

    ‘KURDIYEK BÊMIŞK’ – Ömer Faruk Özcan

    Min nivîsa xwe yê yekem de jî gotibû ku ‘Kurdî huner e’. Lê mixabin îro gelek Kurd ji ber bişavtinê rast axivîna zimanên xwe wenda kirine û peyva ‘mişkirin’ tevê zimanên xwe kirine. Ez bi xwe di nav axaftinan de vê peyvê (mişkirin) gelek caran dibînim. Ev peyv li gor min bandora herî mezin a bişavtinê ye. Kurdî bi qasî …