Sîpan û Ezraîl

Sîpanî di zanîngehê de, beşa aboriyê dixwend. Sala wî ya sêyö qedîyabû. Her sal dema ko zanîngeh diqediya, ew diçû mala xwe. Sala 2002yê gava ko zanîngeh qediya, ew ji bo betlaneyê çû nik malbata xwe. Gelek hevalên wî havînan jî diman zanîngehê, lê ew ne dima. Ew xwendekareke serkeftî bû. Ji dersên xwe bi awayekî serkeftî diborî.

Piştî rêvıngîtiya rojekê, ew serdeyî malê bû. Dêya wî, ji wî re kutilik çêkirîbûn. Wî ji kutilkan gelek hez dikir.Di carekê de dikarî deh lib kutilik bixwe.Gava wî, ew xwarina welê xweş dixwar, bîra xwarinên xwendekariyê dihat bîrê û hema bêwestan kutilik dixwar. Ji ber ko li rêwingîtîyê ew westiyabû û serê wî diêşa.Heya êvarî nivist. Dema ko êvarî rabû , bavê wî ji kar, bapir û pîrika wî jî, ji dehlê hatibûn. Gelek bêriya wan kirîbû. Heya derengê şevê bi hev re rûniştin û peyivîn.

Roja piştî hatina wî, ew zû rabû. Wî nedizanî çima, lê sibê zû xew lê herimîbû û hêdî nekarî binive (biraze). Dêya wî jî, sibê zû radibû, çêlek didot û dibir têxist di nav garanê de. Wan çêlekeke belek hebû.Wê rojê Sîpan çêleka belek bir garanê. Gava ko diçû garanê, wî hemû çêlekên ko di rê de dit, bi xwe re bir.Di nav garanê de çêlekên cûr bi cûr hebûn. Bêhnekê temaşeyî garanê kir.Çend hesp û hêstir jî di nav garanê de hebûn. Hespek ketibû pey hêstiran û hêstir, ji wî alî dibir aliyê din. Garan tevlihev dikirin. Gavanî ber avêt wan heywanan. Gava kû hesp û hêstir ji yêkdu qetiyan, aramiyek kete di nav garanê de. Sîpan piştî bêhnekê zivirî çû malê. Dîya wî taştê amade kiribû. Di sîniyê de; to, hingivî, penîr û sîrik hebûn. Taştêya xwe xwar, diya wî çend lib sêvên dehlê û xiyar êxist firaxeqê de û ji wî re anî.Gava ko wî sêv û xiyar dixwar, tilîya xwe birî. Ji tilîya wî gelek xwîn hat. Dîya wî kolanya ani, hinek kolanya berda ser tiliya wî û girê da.

Piştî xwîna wî sekinî, cilên xwe wegirt û çû nik birayê xwe. Birayê wî firoşgehek ya cilan hebû. Li dema havînan, wî arîkariya birayê xwe dikir. Heya nivro bi hev re xebitîn û çûn malê firavinê bixwin. Dema ko ew diçûn malê, rasta şerekê hatin. Çend zilaman li pismameke wan didan. Sîpan û birayê wî hewl dan ko, tola pismamê xwe hildin. Lê di nav lepên ewqas zilaman de, yê çawe tola xwe hildayan. Wan jî, ya ko ji wan hatî kirin.Lê mixabin wan têra xwe lêdan xwarin. Ew mirovên derdora wan hatin û ew ji nav lepên wan de derêxistin. Dema ew çûn malê û diya wan ew, wî halî de dîtî, gelek qehirî. Wê hemû nifînên ko hatî bîrê li ser wan reşand.

Dema firavînê, hatibû dêya wan eprax çêkirîbû. Birayê Sîpan dew çêkir, îsqanake tejî dew kir û isqana dewî danî ser devê wî. Lê ew, bere dikeniya û bere jî, birayê wî yê ko ji henekan gelek hez dikir, dew berdida gewiya wî (qirik) de. Dew ma gewiya wî de û wî nekarî bêhna xwe bide. Hindik mabû bixeniqiya.Birayê wî, nêftenga wî re girt, çend caran rakir û danî, hêdî wî dikarî bihna xwe bidi û bistîni. Bêhnekê xwe dirêş kir, paşê dîsa dest bi xwarina epraxa kir.

Birayê wî piştî firavînê çû firoşgeha xwe. Lê Sîpan dixwest ko here nav dehlê.Heya ew serde dehlê bû westa. Di binê siha darekê de bêhna xwe vekir. Gava ko bêhna xwe vedikir dûpişkek reş pêvedabû, lê haya wî ji dûpişkî nebû. Gava demek kurt sere derbasbû , lingê wî êşa. Rabû, derdora xwe nêrî , dûpişk dît. Berek di nav guhê wê da, ew kuşt û çû nik bapîr û pîrika xwe. Bapîr û pîrika wî di binê kûlikê bûn.Bapirê wî xwe dirêş kiribû pîrika wî jî lîfik çêdikir. Ew her roj serê sibê diçûn di nav dehlê heya êvaran. Sîpan rûnişt nik wan. Pirika wî jê re xox û mişmiş anî. Gelek nemabû ko roj biçe ava. Sîpan rabû, xatir ji wan xwest û berê xwe da malê. Di nav zevîya dexlî re borî. Dexil seridîbû ,tayek dexil jêkir, livên dexlî xwar. Piştî dexil xwar dilê wi xeliya. Dil avêt û kete di nav dexlî de, serê wî gêj bûbû. Malbatê, wê salê dexil derman kirîbû. Lê haya wî ji dermanî tunebû. Qasî deh hûrdeman (deqîqeyan) di nav zevîyê de welê dirêşkirî ma.Newalek li ber kêleka zevîyê re diborî.Çû ser avê, dest û çavê xwe şûşt û çêtir bû. Heya serde mal bû, bûbû şev. Lingê wi werimîbû. Wî dixwest ko heri nexweşxanê, lê wê şevê bû teqreqa tifingan. Li ser bajêr de guleyên sor diçûn û dihatin. Ji xwe re got, ger ez biçim derve, gulêyeke ji wan yê li min bikeve. Îro Ezraîl pey min e. Çûna min a derve yê bibe sedema dawîya emrê min. Ji pêvedana dûpişkan jî gelek ditirsa, dixwest ko heri nexweşxanê lê ji tirsa guleyan newêra biçe.Piştî demeke dirêj ew nivist û wî ew roja welê bûyer tejî dawî kir.

Lezgîn ACAR

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply