Gelo Pêşengeha Amedê Çawa Derbasbû?

Duyemîn pêşengeha pirtûkan a Amedê hat darxistin.

Îsal du sal in ji aliyê şarederiya Amedê ve li Amedê pêşengeha pirtûkan tê darxistin. Pêşengeha îsal bi duruşmeya: “Li warê şaristaniyan, li ber ronahiya pirtûkan” ve hat darxistin. 72 Weşanxane beşdarî pêşengeha îsal bûn her wiha di pêşengehê de gelek bername û panel jî çêbûn. Di pêşengeha îsal de mêvanê rûmetê helbestvan Ehmen Husynî bû.

Pêşengeh di navbera 17 û 22’yê gulanê de bû. Roja pêşengeha pêşî, li hola resepsiyonê bi axaftinekê pêşengeh vebû di axaftinê de: “Li ser navê komîteyê Mehmet Çakmak, Hevserok Gulten Kişanak û mêvanê rûmetê Ehmed Huseynî” axivî. Piştî axaftinê pêşengeh vebû.

Her sê rojên pêşî de kesên ku hatin pêşengehê kêm bûn. Piştî sê rojan şunde qelebalix zêdebû. Bi zêdehiya qelebalixê pêşengeh jî xweşbû.

Lê bi gor dîtina min ji bo pêşengehê reklam pir zêde nehetibû kirin. Ji ber ku pêşengeh salê çareke divê reklemeke mezin bihata darxistin û hevserokên şarederî jî her roj bihata serdaniya pêşengehê lewre gelek kes li Amedê bûn mêvan. Pêwîst e ku, mazûvaniyeke mezin bihata derxistin, lê ji bilî roja pêşî şunde min hevserokên me li pêşengehê nedît. Di hundirê pêşengehê de jî hinek kêmasî jî hebûn. Mînak di konê pêşengehê de germahî zêdebû lê kilîma kêmbûn divê hinek kilîmayên din zêdebûna. Dengê anonsê jî carinan kêm, carinan jî zêde dihat. Li hinek weşenxaneyan jî bihayên pirtûkan dîsa pir zêdebûn û xwîneran jî têra xwe gazincên xwe dikirin. Eger armança pêşengehê xwendina pirtûkan e, divê hinek weşanxaneyan di pirtûkên xwe daxistinên baş bikirina lewre bi taybetî di mijara xwendina Kurdî de divê bihaya pirtûkan erzanbûya.
Û
Her çi qas jî, li Amedê, ji ber ku şerê li sûrê, aramî ew qas ne baş be jî, dîsa bal û tatêl li ser pirtûkan gelekbû, bi taybetî jî li ser pirtûkên Kurdî. Kesên pirtûk distandin bi gor dîtina min bi taybetî çîrokên zarokan ferheng û lêkolînên li ser ziman û folklora Kurdî hatine kirin dixwazstin. Ev jî kêfxweşiyekê dide mirov lewre îro zarokên me di zarokatiya xwe de bi Kurdî bijîn dê siberoja me jî bi Kurdî be. Kesên din jî li ser lêkolînên Kurdî bisekinin dê di mijara çand, ziman, dîrok û folklora Kurdan de agahdar be… Ew jî hêvî û hez kirinek e…
Bi hêviya rojên bi Kurdî.

Abdurrahman Aydogdu

Derbar Çand Name

Check Also

Rêveberê Kovara Nûbiharê: Heta pirtûk gihiştin Hewlêrê îmana me çikiya!

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir lê weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê ji beşdariyê …

Leave a Reply