Gayê Belek

Mêşek pîs xwe bi xwîna gayekî qut û lawaz qelew kiribû, her ji danê sibhê ta demê cot û berdanê wî ew şerenqa xwe “ya ku ji serê derziyê ziravtir û ji neşterê tûjtir bû” di çermê wî re dikir; ji teniştê derdikir diçû di piştê re dikir, paşê firrek li xwe dida û bilind dibû ta ji ber çavan winda dibû, dîsan serserkî jorde xwe berdida ser şerenqa xwe dirêj dikirê. Ku têr dixwar, dîsan dikir firrrr û diçû di guhekî wî de pal dida û lavja têrbûnê distirî. Li rojên sirr û seqem an jî barov û baranê de nav teşkên Gayê lawaz û belengaz bûbû cihê nivistina Mêşo, her giz (qet) xwe jê dûr ne dikir. Bi şev jî ku Gayê reben diçû axûrê, Mêşo difirrî diçû di ber sivandê re û distirand. Roja paştir hêşta zû li gel derketina Gayî ji axûrê, Mêşo xwe ji sivandê berdida xwarê, vin û hey vin, qesta karê roja xwe dikir. Wî çi xweşî ji Gayê bêçare re ne hêlabû, her ne dihêla gavekê hêsa bibit.
Hebû ne bû, Gayê belek ji dûvkê xwe pêvetir çekek ne bû, lê mixabin ku ew jî qut bû, ne digehiştê. Lê pa li gel vê jî xwe bêhêvî ne dikir, tim ji xwe re digot:

– Qatî dê carekê şaş bibit û li ser qûnpatka min danit, hingê ez dê qamçiyekî veweşînimê, an dê bikujim, an jî dê çavtirsandî bibit, êdî wê bikit “tobetirr” û xwe nêzîkî min na kit.. Hey pîsê ji hemî pîsan pîstir, ger tu bifirrî biçî ber perrê asmana jî her tu dê rojekê ber vî qamçiyê min bikevî. Pa soz bit ez te biperixînim.

Lê pa gelek car û gelek roj dihatin û diçûn, tiştek ji vê “gorrî ne gorrîn”. Wî çend ew dûvkê xwe yê wek qamçiyê cendirmeyan vediweşandê tewş diçû. Dikir û ne dikir, ne dikarî Mêşo ji xwe dûr bikit. Mêşo ji kef û zirtên vala ên Gayê belek ne ditirsa, çiku wî baş dizanî ku çeka gayî dûvkê gayî ye û ew jî jê na girit û na gehitê jî ger ne çit li ser ranê wî an evraztir, wî jî her giz xwe nêzîkî wê semtê ne dikir. Gayê çarereş ji hêz ket û mîna qerqodekî dihat berçav. Mêşo jî çawan hezkiriba û kengê viyaba xûna şirîn dimêht û dirêht “ne li minê û ne li teyê” taku zik û pişt ji lîr, qunêr û pirrzikan dagirtin, û ew çermê pakij û spehî, kirêt û bêmerêsî kir. Bere bere (piç piç) dûvkê wê jî qerimî û ji karket, êdî ne şiya wek berê veweşînitê. Wesan ji xwe re got:
– Rast e ku Mêşo ez lawaz û bê hêz kirime, lê ez hêviya xwe na birrim, çiku kesê bêhêvî ma, ew mir û ne ma.
Mêşo ne tenê bi karê xwe pîs û çepel bû, lê belê zimanê wî jî pirr pîs û dirêj bû. Êvarekê Gayê belek ji cotî dihat, hevalê wî Kerê boz ji karwanê salê zivirrîbû. Ku çavê Gayî pê ket, çi ne ma ji keyfan bifirrit, çiku wî bawer dikir ku dê Mêşo xwe ji bîr bikit û carekê biçitê. Hema ku çûyê, Xwedê jê stand û ew jî ji vê sitema wî rizgar bû. Lê heçîke Kerê boz bû, wî hizrek dî dikir:
– Şeql û şema, hemî li min ma. Heke Xwedê bidit na bêjit tu kurrê kîj makerê yî.
Digot ev hilketinek hêja ye. Êdî ew ne şêt alifê xwe jî bixwit, xweşhatin û lêhatin e.
– Şeqî zehmetê te Gayê delal, ev çi bi serê te hatiye malwêrano?
Eger çend Gayê belek nezan û bêçare bû jî, lê wî zanî ka armanca Bozo ji vê gotinê çi bû û çi hizrên pîs jî di serê wî de di bwara wî de dilivlivîn, lê wesan jî ne viya û dilê wî ranegirt ku gotinek dilşkên bidit ruyê wî. Hema nemerdî ne kir û gotê:
– Xwedê ji alifê te kêm ne kit Bozê heval, hema ne pirrse çêtir e, ma ez dê çi bibêjim?
Bozo:- We îro çend lat ji zevîka serê Girkê Şivanan ajotin?
Mêşo mulet ne da ku Gayê Belek bersiva pirrsa Bozo bidit, kir tivtiv:
Gayê belek:- Me îro şeş latik û sê hêlik (xetik) ajotin, ma ne bes e?
Mêşo bi vê gotinê dilê Gayî jî wek çermê wî kun kun û birîndar kir. Çi ne ma ji xem û kulan û ji kerb û kînan bipeqit, lê deng jê ne hat. Ma dê çi bigota? An çi jê bihata kirin?
Gayê belek:- Wey li mino ezo, ev çi ser û ber e Xwedê! Ta êvarî Pîso li ser pişta min têt û diçit û xwîna min firr dikit, vêca xwe bi kirina min jî nav didit! Dey, her dê rojekê xwe ji bîr bikit û nêzîkî dûvkê min jî bibit.
Lê pa çi nîşanên rizgarbûna Gayê belek ji vê sitema reş û giran ne dixuyan.
Şevekê ji şevên zivistanê Gayê jar û çarereş li ser avirê xwe rawesta, ji xeman diponijî, hêşta dev li alifê xwe ne da, hew dît ji nişkan ve mişkekî hat, silav kir û gotê:
– Te çi ye Gayê belek? Xwedê xêr bikit! Ez dibînim tu her li kêmê didî, çi rûdaye? Ev ji çi ye, tu hosan kiz, damayî û lawaz î?
Gayê belek ûşta derd û xemên xwe bi dirêjî hemî jê re got… wesan jî gotê:
– Ez ditirsim ku ji xwe bêhêvî bibim.
Mişko pirr xem jê xwar û dilê wî ma pêve û mîna camêran gotê:
– Bawer bike ez hatim hana xwe bigehînim te, da ku tu çareyekê ji derde min re bibînî, lê gava min bi derdê te zanî, nîvê derdê min ji bîra min çû. “Wey mala te” pa çima hosan ta nuho te xwe bêdeng kiriye hey Gayê gêj! Bo çi te ne digote min, an gelo te li xwe ne digirt? Pa heke ne yek ji van bit, diyar e ev bêdengiya te nîşana nezanînê ye. Min ev ji nû zanî ku zanîn û zîrekî ne bi gewdê hûr, gir û serê mezin e. Ma te ne zanî ku ne dûvkê te digehitê û ne şaxên te jê digrin da tu bikujî, an jî çavtirsandî bikî. Heçîke hûn dewar û candarên mezin û bi gewde ne, hûn çi pûtê bi me hûr û mûran û gewdebiçûkan na kin. Ji bil veweşandina dûvê xwe û ji qoç û boçan pêvetir tiştekî hûn nizanin. Rast e ev xweşçek in, lê ne bes in. Divêt çekine (çend çekên) din jî hûn peyda bikin. Hezar rê û xap û pîlan hene û pêdivî ye hûn bikarbînin, berevaniya xwe pê bikin û êrîşên neyarên xwe pê bişkênin.
Gayî gotê:
– Gotinên te rast in, tu xweş dibêjî, ev tu yek ji wan hevalan î û te bi derdê min zanî. De ka tu dê çi bikî? Ji bil vê jî me bawerî bi hev ne maye.
Mişko- Eniya xwe depîş bike, heçîke Mêşo ye ew jî mîna Kitkê reş pîs û çillek e, çarê ji xwe re na kit, dê li pey bêhna şîraniyê bihêt. Bi agehî be û li xwe dernexe, heçku te ne zanî li ser eniya te ye û bi lez eniya xwe bi qadê ve bibe û bîne ta ku ew xwîna ji te mêhtî hemî di dev û difnê re derdikevit.
Gayê belek:- Xweş pîlan e, lê Mêşo hişyar û bê îman e. Baş e, lê ez dê doşavê ji kû peyda bikim û eniya xwe pê depîş bikim hey Mişkê delal?
Mişko:- Vê bi xema min ve bihêle (ew xema min e), karê xwe jê ne îne. Heçîke xelîfê şêx Zeyned-Dînê kurrê şêx Qutbed-Dînê şêx Zulfeqqarê Qureyşî ye, carekê li meha borî 66 û carekê nizanim çend teneke doşava tirî û 48 û 13 û 19 teneke ji hingivînê spî û zelal, sala vê salê ji bo mala Şêx û girgirmezin û wezîr-mezîrkenkene û karbidestên dewletê ji van gund û zomên banî bi zirrgotekî û nîvcambazî peyda kirine, ca qatî ez dê bişêm têra depîşkirina eniya te jê bidizim? Hêş bedeleke şevê mayî ez dê xwe bigehînimê û têr bixwim û dev û lêv û dûvkê xwe depîş bikim û bi lez û bez xwe bigehînim û bi eniya te ve pakij bikim. Êdî wek dî li ser te dimînit û karê xwe baş bizane. Lê berî ku ez vî kar û hunerê mezin bikim divêt tu jî karekî sivik û sana bikî, heyne ev pîlana giring na yê kirin. Ma ne we ye?

Gayê belek:- Ma ez ji simê xwe bînim hey Mişkê delal? De bibêje ka ew çi kar e ez bikim? Lê heke tu ji cihek dî eniya min depîş bikî çêtir e, çiku min ne vêt tu bi doşava diziyê min depîş bikî, nemaze/îca ji mala Xelîfê Qutbê mezin e, heke te rast divêt ez ditirrsim. Ne ku bi min û te ve bidit, vê yekê ne ke, guneh e.
Mişko:- Hey gêjê heşbiser, “De bila diz ji diza’ bidizin, erd û her heft esman pê bilerizin”.
Gayê belek:- De ka bibêje ew çi kar e ez bikim?
Mişko:- Berî her tiştî wî Kitikê pîsê qirêjoyî yê bi şev û roj wek bivêt di afirê te û Kerê boz de têt û diçit newnew dikit, kes çi na bêjitê, hema ji xwe dûr bike! Ma ew jî Mêşo ye ku ser û şaxên te jê ne girin.
Gayê belek:- Bila. Lê de ka tu jî hema binasekî ji binasên wî nîşa min bike da ez bizanim ka çi ziyan kirine, an te bawerî bi min nîne gelo? İha, nê ev bû demê min digot ku me bawerî bi hev ne maye. Pa soz bit ew ziyanekî bigehînit te ew êdî afirê min bi çav na bînit.
Mişko:- Ji wê kunê were vê kunê ez dê heft barên savar û danhêrkî bidim te. Heçku tu nizanî min divêt te ji Mêşo rizgar bikim û paşê li ser zor û sitema Kitkê qirêjgirtî baxivin, çiku tu ji min tengavtir î… Dey, vê ji te re bibêjim ku kuna min û afirê te ne pitir ji çar bostan jêk dûr in, wesan jî ez û tu hev na nas in. Baş e, ev binasê kê ye? Rojê carekê pêvetir ez ne wêrim serê xwe ji kunê derbînim. Lê min çend kunên dî ji xwe re li rexê dî rast û çep vekirine, Kitik pê têt xapandin û demê min bivêt derkevim ez xwe ji kunekê nîşê dikim û ji kunek dî derdikevim, ew mîna seyekî birsî li ber derê wê kunê dimînit ta bêhêvî dibit.
Gayê belek:- Heke te rastî divêt ta vê gavê jî min ne şiyaye ez bizanim tu çi dibêjî û te çi divêt. Lê zanîna ez dizanim ku ew Kitik merdê kurrê merdan e.
Mişko:- Pa ji heft barên savar û danhêkî pitir û wêvetir tu çi ji Xwedayê xwe dixwazî hey ziktêrê çavbirsî? De xwezî ez tu bûma û wî ev xelat û dayîna mezin dayî min, lê baş e, te çi gotê?

Gayê belek:- Hey gêjê gêjan, min gotê ma kî dê piştî min wî savar û danhêrkî bixwit hey xapînokê dilreş?
Min zanî. Ez têgehiştim. De ka ez xulamo dest bi karê ku te gotiye bike û ez jî dê Kitikê xapînok ji vî cihî rateqînim. Lê çima tu ji vî cihî na çî?
Mişko:- Way, way! Her ev maye… Pa bi Xwedê ez kuna xwe bi hezar Bircên Belek na dim!
Dûtira rojê dunya ron bû ron ne bû, Mişko hat û sibeha Gayê belek xêr û xweş kir û dev û lêvên xwe ên depîşkirî bi eniya Gayî ve bir û anî.
Paşê Ga ji axûrê derket, Mêşo mîna her car xwe berda ser pişta wî û paşê ew 3-4 firran li hindav serê wî hat û çû. Te digot belkî balefirr bû, dîsan xwe dadayê û pêkol kir ku şerenqa xwe bikarbînit, lê bêhna doşavê xwe li difnê da û mulet ne dayê û li pey çû û li ser eniya gayê belek danî. Gayê dilbikul û kezebperritî ta jê hat eniya xwe bi qadê ve bir û îna û perçiqand û xwe jê rizgar kir. Êdî borebora Gayê belek diçû ber felekê:
– Mişkê me bû Şêremişk! Bijî, bijî Şêremişk!

demacirok.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply