Jinek li ser rê dibîne ku kurikek rûniştiye çoyê xwe girtiye erdê xêz dike. Ev bala jinikê dikşîne, bi rûkenî jê dipirse: Ji bo çi erdê xêz dikî?
Zarok: Ez erdê cenetê parsel dikim û difiroşim.
Jinik zanibû ku erdê cenetê nayê firotan lê jê re: Ka parselekî bide min, ez ê pere bidim te
Zarok dibêje: Parselek 20 baqnot
Jinik 20 baknotan derdixe didê û diçe
Jinik diçe malê çend roja disekine, di xewnê de xwe di cenetê de dibîne. Paşê xewnê ji mêrê xwe re dibêje.
Xweşa mêrik diçe, mêrik ji xwe re ez jî herim ji xwe re parsêlekî bikirim.
Mêrik diçe wî zarokê dibîne. Ji zarok re: Tu çi dikî?
Zarok: Ez erdê cenetê parsêl dikim û difiroşim.
Mêrik: Ka persêlekî bide min, bihayê wê çiqas e?
Zarok: Dibe lê qeweta te nagîje ku tu bikirî, pir biha ye, sed hezar baknot
Mêrik: Wê rojê te parseleki bi 20 baknota dabû xatûna min
Zarok: Apo, jina te zanibû ku erdê cenetê nayê firotan û parselkirin, ne ku parsêla cenetê bikire, ji ber ku dilê min xweş bike 20 banknot dabû min.
Ma tu ewqas cenetê erzan dibînî
Amadekar: Paşa Amedî