ÇÎRVANOKA ”CAW CAWÊ TE YE”YÊ HATE DÎTIN

Şaxê Sisiyan ji ÇÎRVANOKA ”CAW CAWÊ TE YE”YÊ HATE DÎTIN
Gotineke Pêşiyên Kurdan weha heye: CAW CAWÊ TE YE.
Wateya wê ev e: Bes e derewan bike, ji xwe tu çi bêjî mîna te ye û kes nikare bêje ne wusan e.
Min ew çîrvanok berî sala 1990 mivîsiye û di cildekî Xwençeyê de jî hatiye weşandin.
Dema ku min nivîsiye, du şaxên wê bi destên min ketibûn. Yek Lema Kundirê ye, yek jî zebeşek e.
Niha 32-33 sal piştre, min şaxê sisiyan ê wê çîrvanokê jî bi dest xist.
Rêzdar Newzadê ku niha li Swîsreyê dijî, bi tetelefonê ew şaxê sisiyan weha gote min:
. Zilamekî jar hebû, tenê xwedanê kermêşekê bûye. Her roj şîrê kermêşa xwe didot û dikir penîr û rûnê nivişk, dibin difirot û debara xwe pê dikir.
Rojekê zilam kermêşa xwe biriye li mêrgakê tewilandiye da biçêre. Ew roj gurek hatiye û xwestiye ku kermêşê bixwo. Lê nikaribûye pê, tenê guhandîra wê gez kiriye û çûye.
Şîr ji guhana kemêşê herikiye û mîna lehiyê çûye.
Tu nabêjî, heft êlên Ereb jî pezê xwe anîne Kurdistanê da biçêrînin û li bindestê wê mêrga ku kermêş lê bû kon vegirtine. Ew her heft êl tevî pez û huştirên xwe li ber lehiya şîrê kermêşê çûne û heta niha jî kesî saloxê wan hilnedaye.
(Çîroka GUL Û SÎNEM jî, heft şaxên xwe hene. Min çar ji wan nivîsîne, lê hêjî sê şax wenda ne. Bi hêviya ku ew sê şax jî rojekê derkevin holê û bêtin nivîsandin.)
Her şad û bextewer bin…
Zeynelabidîn Zinar
22/ 10/ 2022

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply