TEYRÊ SÎMIR Û GELIYÊN WÎ

Sîmir kelîmeyeke Kurdî ye û din av gelan de Zûmrûdê Anka jî tê zanîn. Ev çûka ku tê dawiya emrê xwe xwe dişewitîne, ji xweliya xwe nû ve çêdibe û çûkek mîtolojî ye. Çîroka Sîmir kamilbûna ezêtiyê ye.

Tevahiya çukan wer bawer dikin ku Sîmir zana ye û wê sîmir wan xelas bike. Û li benda wî ne. Tu yekî ji wan ew nedîtiye, piştî demekê çûkan hêviya xwe jê berdabûn. Ta ku rojekê li welatekî dûr yekî ji çivîkan ji baskê Sîmir perçeyek dît.

Çûkên ku baweriya wan bi hebûna Simir hebû li hev civiyan û biryar dan ku Sîmmir bibînin û jê alîkariyê bixwazin. Lê ji bo ku xwe bigihînin Çiyayê Kafê diviyabû 7 newalan bibînin wan derbas bikin. Derbaskirina van 7 geliyan ewqas zehmet bû ku gelek çûk di rê de winda bûn.

 

  1. Geliyê Xwestikê: Li vir, gelek çûk di efsûna hebûna her tiştî de winda dibin.
  2. Geliyê Evînê: Çivîkan ji ber berbayê mij, xweşik û bedewiya qubeqaz û qerqewîliyan kor bûne û gelek ziyan dîtine.

3.Geliyê Cehaletê: Dema ku hinek çûk ji vir derbas dibûn, fikra xema tu tiştî nedikirin çêdibû, çiqas bi tiştekî re eleqedar nedibûn bi wan re nedifikirîn, ewqas jî nedifikirîn û her tiştî ji bîr dikirin.

  1. Geliyê Bêbaweriyê: Li vir çivîkên difikirîn ku Sîmirê nabînin û di rê de bimirin. Çûkên ku difikirîn ku hatina vir tev bi zehmet e û berhewa ye, vegeriyan.
  2. Geliyê Tenêtiyê: Dema ku çûk di vê geliyê re derbas dibûn, tenê li xwe difikirin. Hinekan tena serê xwe tevdigeriyan, koç kirine û rêya xwe winda kirine.
  3. Newala Gotegotê /paşgiotinî: Ji teyrê herî paşîn heta pêşiyê, li ser Sîmirê gelek gotegot hebûn. Bi vê sedemê gelek çûk hêviya xwe birin û dev jê berdan û paş ve vegeriyan, ne xema wê ye ku ew rast e an na.
  4. Newala Ezê: Her çûkekî li vir dest bi gotineke cuda kir, yekî ji baskê yê din hez nedikir, yê din dest bi îdia dikir ku ew bi her tiştî dizane, dihat gotin ku ew bi rêya şaş ve çûye. Ji ber vê yekê hevdu perçiqandin da ku xwe bigîhînin pêşiyê, heta ku ji geliyê derbas bûn û ji ramana “ezê” dûr ketin.

Dema ku ew gihîştin Çiyayê Kafê, tenê 30 çûk mabûn. 30 çivîkên ku karîbûn ji van newalên dijwar derbas bibin dema gihîştin hêlînê ev sir çareser kirin:

“Sî” di Kurdî  de tê wateya sî û “murg” tê wateya çûkê. Ji ber vê yekê, ev 30 çûkên ku lêgerînê qedandin bi rastî tiştê ku ew lê digeriyan bûn. Rêya ku ber ve zanatiyê diçû bi rastî rêyek bû ku wan ji xwe re çêkiribû.

Ev çîrok bi rastî behsa zehmetiyên ku kesên dixwazin xwe bigihînin aqil di rê de tiştê ku lê diqewime dibînin. Tiştî jîndar tev demkî ne, lê ji xweliya zanatîyê  ji nû ve çêdibe.

 

ÇÎROKA TEYRÊ SÎMIR

Dibêjin ku; Demek dirêj û pir berê çûkek bi navê Sîmir li welatê çûkan dijiya. Di nav çivîkan de Sîmir herî bi heybet û yê herî xurt bû. Li çiyayê herî bilind dijiya û li pey seyda herî mezin diçû. Dida pey şêran, guran ditirsand…

Çûk tev heyranê Sîmir bûn. Sîmir jî evîndarê Baz/Şahîn bûy. Sîmir dil berdabû seyda xwe,  ketibû berbayê firîn û sekina wê bi çavê xwe yê tûj helwesta wê temaşe dikir xwe. Sîmirê ku hemû çûk heyranê wî ne, Çûkên mê tev çavnebariya Şahîn dikirin. Lê ji tevan pirtir gogercîna piçûk a xweşik û şêrîn dihesûdîn. Gogercîna biçûk ji ber ku qasê Sîmirê û şahînê bilind nedifiriya ji dûr ve wan dişopand, çiqas ku sîmir bi şahîn re didît hercarê zêde dihesûdî. Bi bê deng digiriya, hêsirên xwe y¨n çavan bi dizîka dibarand dilê xwe. Dema dilê wê bi evîna bêdawî a Sîmir a nemir tiji dibû, emrê wê bi êş û jan bû.

Piştî demekê rojekê dema Sîmir çû daristanê, li rastê keriya guran hat, hucumê Sîmirê kirin bi saetan şer kir, Kesekî nekuşt. Lê ew jî ne mir. Çûkan laşa Sîmir ê birîndar li daristanê dîtin. Qertel û Baz Sîmirê birine hêlîna xwe ya ser girê herî bilind.

Baz hatiye dîtiye ku baskê Sîmirê şikiyaye. Pir girîyaye. Bi roj û şevan giriyaye. Hêsirên çava zûwa bûye, êdê ronahiya heyvronê di hêsirên çavan de nedibirîqî.

Yekê din li qata jêrîn hebû bê deng digiriya. Gorgeçînê piçûk, bi evîna xwe ya nemir, li deşta nizm di tenêtiyê de ye. Ji ber ku nikaribû heskiriyê xwe yê baskşikestî bibîne ser de derdê xwe tim nû dikir. Yê ku herî gogerçînê birîndar dikir jî kesê ku ji bo wê digirya bû. Nedixwest ku kesî bibine.Gorgçîn bi roj wenda dibû. Bi şev derdiket digeriya, herkes radiket ew dijiya.

Roj li pey rojan, meh li pey mehan diçû. Sîmirê bi baskê xwe yê şikestî xewa xwe didoman; Aqilê Şahîn li ser ewrên bilind, zinarên dijwar û kîrguhê bigoşt bû.  Êdê ji  bo Sîmir nedigiriya. Dema ku çû, venegeriya. Rojekê xatir ji Sîmirê nexwestiye li cem Sîmirê bi sîsarkê/kerxûr re çûye, ketiye pey sîsarkê û çûye deştê. Sîmir jî bi bêdengî çûyîna wan şopandiye, tu tiştek negotiye. Wê rojê û roja din, bû roja din.

Çend rojan şûnde xemên ku li Sîmirê qewimîbûn taqeta Sîmirê hilweşandin. Ji girê herî bilind qêrînên çivîkekî hêrsbûyî yê birîndar dest pê kiribû.

Şînên ku ji bo Şahîn hatibû kirin negihiştin Şahîn. Di dilê gorgeçîna biçûk de jan vedida. Gorgeçîna ku her tim evîna xwe ya bêdawî ya ji bo Sîmirê diparast, dixwest bi ser girê herî bilind ve biçe û bi çavên xwe Sîmirê bibîne, birînên wî bipêçe û cara dawî wê bêhn bike. Bi rojan bi birînên tûj û zinarên bilind têkoşîn kir. Her roj hinekî nêzikî dengê nalîna Sîmir dibû.

Êşa Sîmir çiqas diçû zêde dibû. Ku hisirên çavên wî ziwa nûn, tu tişt nemaye ku şevata wê vemirîne.Ji ber baskê xwe yê birîndar nikaribû ku bifire xwe bi hêrs û qahra xwe xwe şewutand, şewutî, şewutîye… bi qahr û hirsên bi rojan xwe, qêrînpya bi jan û êş jiyana canê xwe teslîm kiriye.

Golgeçîna biçûk, heya ku xwe hilkêşiyaye çimê çiyê Sîmir xwe şewutandibû tenê xweliya wî dibîne diheyîre. Bêdeng dest bi girî kiriye. Dilopek hisirên çavên  evîna bê dawî ku dikeve ser xweliyê, du vedikişe, agir ji ber eşqa wê re xwe rêz digire. Xweliyê ziwa ji ber hisrên eviniyê jîndar dibe û Sîmirê ji nû ve vedijîne.

Bi xêra evîna nemir a kevokekî biçûk, Sîmirê ku her kes jê re heyranê wî bû, ji heriye/xweliyê vegeriya. Sîmir fêm kir ku; Tiştê dijwar ne mirina ji bo evînê ye, lê ew ê ku bedena meriv dişewitîne û bi eşqê heyatê dide jiyan e.

Sîmir gorgecînê xiste destên xwe yên mezin. Û daye ser pişta xwe. Wî ew bir serê ewrên herî bilind. Wî got; “Kî ji kê hez dike ne girîng e; kî bêriya kê dike jî. Dilê te yê biçûk; Ew hêjayî hemû hezkirin, hesret, hemû hestên li wir e. Tu bi laşê xwe yê biçûk ji min bihêztir î. Li min bibore ku ez dereng mezinahiya te fêm kirim û hezkirina min a ji bo xwe qebûl bike.”

Gorgeçînê qebûl kiriye hezkirina Sîmir. Sîmir hêlînek li ser ewrên herî bilind çêkiriye. Û her tim bi dileke pak û pakij ji golgeçînê hez dikir. Çûkê bi heybet jiyana xwe da wê ku bibe layiqî golgeçûna biçûk.

Tê gotin ku şopa her jîndarekê di Sîmirê de heye, Her reng di pûrta wî de heye. Di baskê wî de rengê zêrîn, sor û gewezî, ser laş û serê wî de rengê mor e. Tiştê herî ecêb tê gotin ku dişibe mirov.

Di nav tevahiya efsaneyên li ser wî de xala herî girîng ew e ku dema tê qonaxeke jiyana xwe, bi “Dara Zanînê” re xwe dişewitîne, li wir dimîne û dişewite û ji nû ve ji dayik dibe! Lewma Sîmirê nemir e. Ji xeynê van taybetmendiyên efsanewî, tê gotin ku di demên herî dijwar de alîkariya jîndaran dike û dema ku herî zêde jê re lazim e, hebûna xwe nîşan dide. Di heman demê de tê gotin ku kesên ku dema ku Sîmirê bibîne ew ê careke din nebin weka berê. Dibêjin Sîmirê bûye şahidê wêrankirin û avakirina cîhanan. Ji ber zanatiya wî heşê mirov nagire. Tê gotin ku ew ê di navbera erd û ezman de yekîtiyê pêk bîne!

Di heman demê de pir sirê wî hene, hemî gel li gor û baweriya xwe qala wî dikin. Tê gotin ku Sîmirê (Zûmrûdê Anka an jî Phoenix, wek ku li rojava tê zanîn) mîrê çûkan, di çiqilên Dara Zanînê de dijî û bi her tiştî dizane. Dema ku li dinyaya çûkan de tiştê nebaş diqwime, li benda Sîmirê dibin. Lê  heta ku Sîmir dernekeve holê, ketibûn şik û gumanan û dawiyê li hêviya xwe jê dibirin.

Rojekî çûkek pirtûkekê Sîmirê dîtiye. Çûkan tevan bawer kirine ku Sîmir heye xwestine û qerar dane ku herin cem wî. Hêlîna Sîmir li gire çiyayê Kafê bû. Ji berk u xwe bigîhîjîne wî her yek ji hev zehmetir heft gelî û newal hebûn divê  geliyên xwestek, evin, nasîn, îstîsna, tewhîd, ecêbtî û tunetiyê derbas bikî.

Çûkan bi hev re dest bi firînê kirin. Yên kêm îrade û yên hewl nedan  û yên ku bi tiştên dinyayê ve girêdayî bûn yek bi yek di rê de man. Hinek ji çûkan ketine pey Behra Evînê, û hinek ji keriyê Geliyê Veqetînê qut bûne. Evîna gulê ketiye bîra Bûlbûlê vegeriyaye. Tûtî  perrên xwe yên xweşik  kiriye mahne (bi rastî ew ji ber perên xwe di qefesê de girtî bû).  Qertel nikaribû padîşahtiya xwe yê bilindtiyê bihêle. Çûkên şevê bêriya xirbeyên xwe kir, masîxwer jî  ji pengavê nebû…

Her çiqas diçû hejmara wan kêm dibû. Li Geliyê Şeşemîn “tevlihevî” û ya dawî li Geliyê Heftemîn “wendabûn”, çukan tev hêviya xwe winda kirin. Gava gihîştin Çiyayê Kafê, tenê sî çivîk mabûn.

Di dawiyê de, kelîmeyên bi sir eşkere dibe ku sî çivîk sîmir bî xwe ne. “sî” kurdî ye tê wateya “sî”, “mûrg” jî  tê wateya “teyr”.  gava hêlîna Sîmir dîtin, hîn bûn ku; Wateya wê “Simûrg – sî çivîk”. Her yek ji wan sîmir bû. 30 çûkan fêm kirin ku sultanê ku lê digeriyan bi xwe ye. Rêwîtiya rastîn rêwîtiyek e ku tenê ji bo xwe hatibû çêkirin.

Sîmir piştî ku bi matmayî û wêraniya xwe dîtin jî dev ji bendewariyê berneda û firîna xwe berdewam kir.

Heya ku mirovahî xwe neşewitîne da ku ji axên xwe ji nû ve çêbibe, heya ku her kes newêrin bibin wek Sîmir; Wê nikaribe ji jiyana xwe ya pengavê û qefesê xwe dûr bixe.

 

—-

Çîroka Sîmir

Çîroka Sîmir her çiqas ji aliyê hemû temenan ve tê hezkirin û xwendin jî, çîrokeke pir xweş û bi wate ye, bi taybetî ji aliyê mezinan ve tê tercîhkirin.

Demekê, li gor rîwayeteke ku di nav Çûkan de belav bûye, teyrê Sîmûrqê ku bi her tiştî dizanibû, li Çiyayê Qafê di nav dara aqil de dijiya.

Kesî Teyrê Sîmir nedîtibû, çûkên li welêt dijiyan fikirîn ku ew bi rastî tune û tenê efsane ye.

Lê rojekê çûkekî ku di nav daristanê de pirçekî pir xweş dîtiye nîşanî her çivîka ku lê dixist û digot qey yê Sîmirê ye.

Wê perê çûkên li wî welatî dijîn heyecan kiribû. Çûkên ku hetibûn cem hev, ji wan yek : “Erê, yanî Sîmûrq rast e. Ger em karibin wê bibînin, ew dikare hemî derdên me yê çivîkan ji holê rake.”

Demek dirêj xebera ku ew perik hatiye dîtin di nav hemû çûkan de belav bû. Ji ber vê, bi hezaran çivîkên ku li hev dicivin dest bi şêwra vê rewşê dikin.

Piştî nîqaşkirina zehmetiyên ku jiyane û pirsgirêkên ku di jiyanê de nekarîn bi ser bikevin, tevan qerar dan da ku tenê Sîmir alîkariya wan bike.

Çûk li her derê xeberan dişînin û dibêjin ku ji bo dîtina simurgê ew ê berê xwe bidin Çiyayê Qafê. Di demeke kin de bi sed hezaran çûk qerar didin ku ji bo şopandina simurgê berê xwe bidin Çiyayê Qafê.

Her çiqas çûkekî jîr û zana ji hevalên xwe re got ku di vê rêwîtiyê de ew ê bi heft merhele yên zor û zehmet  re rû bi rû bimînin û her merhele geliyek cûda ye jî, çûkan dest pê kirin û digotin ku merheleyên li ser rêya wan in  wer zendikirin ku wê bi hêsanî derbas bibin bigîhîjin Çiyayê Kafê

Merheleya yekem Geliyê Xwestekê bû. Dema ku çûk digihêjin vê geliyê, pê dihesin ku her xwesteka wan li wê geliyê pêk hatiye.

Ew newala wek cenetê bû, xwestina her çûkê li wir dihat cî. Çûk ew qas bi pêkanîna daxwazên xwe ve mijûl dibin, ku di vê pêvajoyê de gelek hevalên xwe winda dikin.

Çûkên mayî ji Geliyê Sirûştê derdikevin û ber bi qonaxa Geliyê Evînê difirin. Dema ku digihîjin wir, dibînin ku her der mij e. Çûkên ku dikevin nava wê mijê, ji bedewiya ku dibînin heyran dimînin.

Ew qas xwe bi wê hawîrdora bedew distînin ku pir bi hevdû bandor dibin. Hin çûk naxwazin ji wir derkevin. Hin çûk ber bi qonaxa sêyem  Geliyê Cehaletê difirin.

Çend çivîkên ku xwe gihandine Geliyê Cehaletê, bêwate bişirîn.

Paşê gotine: “Ax, qet xem neke! Çi ferq e, piştî evqas tengasiyê em ê li pey çi birevin?” Piştî vê gotinê êdî guh nedan tu tiştekî û dev ji rêvîtiyê berdane.

Çend çivîkên ku qerera berdewamkirina rêya xwe dan, gelek hevalên xwe li pey xwe hiştin û derbasî qonaxa din bûn.

Rêwîtiya van çûkan ne hêsan bû û zehmetiyên ku ew ê hîna jî rû bi rû bihatana xilas nebûbûn.

Çûkên ku digihîjin qonaxa dijwar a Geliyê Bêbaweriyê. Di nav xwe de dest bi qisê dikin.

Ji wan re hatiye gotin. “Eger Sîmir çîrokek be, tişteki wisa tunebe, eger em li pey tiştekî bêwate û nerast bin, berî ku em werin vir me gelek hevalên xwe wenda kirin, gelo hêjayî wê bû? Ji bo van hemû tengasiyan.”

Li ser vê qiseyê gelek çûk vegeriyan û dev ji lêgerîna Sîmirê berdan. Çûkên qerar dan ku li sîmirê bigerin, firiyan qonaxa Geliyê Tenêtiyê.

Gava gihîştin wê geliyê, çend çûk ketine nav derdê xwe û tenê li xwe fikirîn. Dema birçî dibin, tenê xwe têr dikin, dema ku talukiyek li ser wan de  diqewimîn tene çareya sere xwe mêze dikirin, xema wan ne havalen wan bû.

Gelek çûk nekarîn bi vî awayî rêwîtiya xwe bidomînin û çûkên mayî jî firiyan qonaxa Geliyê Gotegotê

Çûkên ku xwe gihandibûn Geliyê /gotegotê di nav xwe de dest bi gotegotan kirin.

Dest bi qiseyan kirin gotin: “Simûrg bi rastî ne teyrek e ku tê gotin, ew çûkek pir xerab e, lehengek çîrokan e û qet tiştek wiha tunebû.”

Qiseyên wan ewqas zêde bûn û bandoreke neyînî li ser hev kirin ku hinek çûkan dev ji rêwîtiya xwe berdan û vegeriyan.

 

Çûkên mayî ber bi qonaxa dawîn a Geliyê Ezêtiyê ve firiyan. Gava gihîştin wir, tiştek hat serê çend çûkan, çûkan ji hev hez nekirin û hevdu neciband.

Hinek ji hevalê xwe re dibêjin: “Baskê te pir gemar e”, hinek jî dibêjin “Serê te pir xerab e”. Hinek jî dibêjin: “Dûvê te pir gemar e”. Wî dest bi gotinê kir. Wan bi perspektîfek cûda li hev nihêrîn ku dest bi nefretkirina hev kirine.

Piştî demekê çend çûk çûn cem çûkên pêşeng û ji wan re gotin: “Hûn nikarin vî karî bikin.” Bi vê gotinê ketin hiş û aqilên hev.

Bi vî awayî, gelek çûkan xwe cuda dîtin û dev ji rêwîtiyê berdan.

Çûkên mabûn ku li ser berdewamkirina rêwîtiyê fikirin. Piştî derbasbûna geliyê dawî, ev çûk di dawiyê de gihîştibûn Çiyayê Qafê.

Lê rewşek derket holê, çivîka Sîmirê tune bû. Di nav xwe de qisekirin, lê li hev nekirin.

Çûk hinekî fikirîn, rastê tiştekî wiha tên: Fêhm dikin ku tev sî çûk in, ku tîpa “Sî” ya Sîmirê di Kurdî de tê wateya 30 û tîpa “Mûrg” jî tê wateya çûkê.

Dawiyê Sîmir fehm kir ku 30 çûk hene, hejmara çivîkên ku gihîştine çiyayê Qafê jî 30 bûye. Bi rastî dema ku di wan 7 geliyên dijwar re derbas dibûn, li ser derd û kulên ku bi ser ketin de difikirîn. Di wê gavê de, wan her tiştî fêm kir. Sîmir, bi xwe bûn. Bi saya vê rêwîtiyê wan xwe kişf kir.

Amadekar: Paşa Amedî

ÇAVKANÎ

http://www.simurgbdm.com/simurgdan/simurgun-hikayesi/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Teyr%C3%AA_S%C3%AEmir

https://www.qadoserin.com/2020/09/24/teyre-simir-2/

https://www.boktugg.se/bok/9789188333780

 

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply