Pisîk Goşt Naxwe Lê Mişk Pola Dixwin

Zelamek ket ber mirinê, bang li kurê xwe kir û jê re got:

-Kurê min, vaye dem hat. Ez dimirim. Yek wesiyeta min heye, baş guhê xwe bide min. Min tu tişt ji te navê. Ne isqat, ne qurban ne sedeqe. Yek tiştî ez ê bêjim te, lê tu soz bidî min dema roja wê bê tu binî cih.

Kur dibêje:

-Kerem bike bavo. Li ser serê xwe û her du çavên xwe.

Bav dibêje:

-Kurê min! Dema rastiya te bû derew anko te rast got, lê xelkê got derew e. Tu xwe bixeniqînî.

Tilîya xwe jor ve dike, çingalek banê mezelê ve ye. Dibêje:

-Tu wê çingalê dibînî?

Kur dibêje:

-Erê bavo.

-Tê xwe wê çingalê ve dahelînî. Tu soz didî min?

-Belê bavo soz. Ehd li canê mi ketibe, dema ji min re “gotin te vir kir” ez xwe wê çingalê ve daliqînim û xwe bixeniqînim.

Bav dimire. Jiyan didome… Salek, dido, sisê ka çend sal diborin… Zêwek ya gundê wan heye. Dibê wextê zêwê lê zelam tengasîyê de ye nikarê pezekî serjêkê. Çend qurîşek bi wî re hene, diçê pê wî pereyî qasî 2-3 kîlo goşt dikire. Dibêje kilfetê xwe:

-Hermet, ha ji te re vî goştî da sibê li zêwê em fihêtî nebin.

Jinik goştê xwe datînê li melbexê. Şev pisîkin tên goştî dixwin. Heta pê dihesîn dimînin hestî. Dibê sibeh, her kes amadekariya çûyîna zêwê dike, lê mala wa nalivê. Ciranên wi dibêjin:

-Ma tu nayî zêwê?

-Na wele. Em nayên.

-Çi re?

-Bira hinek goştê me he bû. Şevî dî pisikan ew jî xwarin e. Ji ber wê em nayên.

Ciranê wî, me’dekî qermiçî lê dinêre û gotinek bêbawer dibêje:

-Pisîkan xwar!?

Zelam dinêre cîran jê bawer nake. Dibêje jina xwe:

-Hermet ka wî werîsî bîne, bi xwedê wext hatî ye.

Jina wî werîs tînê. Diçe ser kursîyekî, werîs çingalê ve dadliqînê, têxe stûyê xwe û pehînekî li kursî didê. Dema giranî dikevê ser û bêhr li çingal dide çingal ji bên derdikeve û ew û çingal heve li erdê dikevin. Dibê çing çinga zêran. Li dora xwe dinêre dibîne ku tejî zêr bû ne. Radibe ser xwe ji bavê xwe re dia dike û zêrên xwe didê hev.

Dem û dewran diborin, hal û wextê zelamê me xweş dibe û gelek camêr qestê dikin, tên û diçin. Rojekî koşka wî tejî zelam in û zimên jê tê. Zelam dibêje:

-Gelî camêrno! Ez ê tiştekî ji we re bibêjim, hûnê ji min bawer bikin an nakin, ez nizanim.

Gumên ji koşkê tê. Civat bi hev re dibêje:

-Estexfirûllah, kerem bike bibêje.

Zelam, dibêje:

-Hinek hêsincewên min hebûn, weke kartîk, mevred, rewêjek, tefşo, bivir, das û tiştên din. Zûde lazim nebûbûn, me jî ji binoliyê dernexistibûn. Wê rojê min got; ka ez li wan binêrim ka zeng girtine an ne. Ez çi bibînim baş e? Yek ji wan sexlem, bi heve nemaye. Hemî mişkan xwarin e.

Civat bi heve dibêje:

-Bi Xwedê rast e ezbenî. Ev miratên mişkan jî ti tiştî ji mirovan re nahêlin.

Zelam, keserekî kûr dikişînê û dibêje:

-Erê û erê… duh tinebû pisîkan goşt naxwaran, lê îro heye mişk hêsin û pola jî dixwin.

 

Kurdjan SORÎ

 

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply