SILOYÊ DERPÊ BIPÎNE

Bi temenê xwe ji min mezintir hevalekî ji Wanê ji min ra ew çîrok (bi rastî serpêhatî ye) gotibû.
Li gundekî jinek Brûkî û hevserê wê mirî bi çend zarokên xwe bi hêjarî dijîn.
Kurê wê Silo kesekî netebitî, malkor, diz û çi karên nebaş henin hemî li cem wî nin. Gelek caran ji ber kirinên wî yên nebaş dêya wî jê aciz dibe û lê nifiran dike.
Disa rojekê dê, bi sibehê radibe û dadikeve hewşê. Lê çi bibîne?
Silo mirişka malê ya herî hêk dike serjêkiriyê û pûrt kiriye. Das, şerbikê avê, nan û goştê mirişkê avetîye turikê, ketiye rêya zeviya gênim. Da ku genimê gihiştî bidûrîne. Bi wî awayî xwe bide bexşandin.
Dê destê xwe vedigire û li ezmên dimêyzîne. Dest bi lava dike :
-Xwedêyooo Xwedêyo ! Tu bi min û kirinên Silo dizanî. Êdî ez pê nikanim û min teslîmî te kir. Heger tu nas nakî wa ye li rasta ber newalê li zevîya gênim e. Derpêkî rengtarî lê ye û li ser qûna wî jî pînekî sor heye.
Çi bi serê Siloyê dêacizkiri hat ez nizanim lê dawîya Siloyan nayê. Bi hêviya dawîlêhatina wan Siloyên şîrheram û wekî wan.
Amadekar: Omer OZ

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply