Evîna Germ, Mirina Sar

Ruştî xortekî zerîn, çavên wî hişîn, porên wî çûr, bejnbilind, bi pal û pişt û bi dest û pê bû. Bejn û bala wî û girêdan û timtêla wî bi dilên merivan bû. Bi gorî rêzik û rêzanên civakê tevdigerîya û cîwanekî rûnerm, delal û zîrek bû. Birayê çar qîz û sê lawan bû. Çawa hezkirîyê malbata xwe bû wisa jî yê gundî û cînarên xwe bû. Ketibû bîst û çar salîya xwe, du sal berê eskerî xilas kiribû. Dayîk û bavê wî, di hazirîya zevaca lawê xwe de bûn. Jê re qîza cînarekî xwe dîtibûn û çavên wan lê bû ku bixwestana. Lê belê wî,  ji dayîka xwe re gotibû:

-Dayê ez niha nazewicim!

Çiqas jî wisa bibêje çav berdabû keçikek, ji gundekî nêzikê gundê xwenga xwe. Dilketîya wî hebû, lê haya bavê wî û dayîka wî her wiha haya tu kesî jê tune bû. Du sal berê wextê ji eskerîyê hatibû, çûbû serlêdana xwenga xwe û ji ber ku dawet li wî gundî hebû, bi heval û hogirên xwe re çûbû wê derê. Her wiha cara ewil di vê dawetê de keçik ditibû û jê hez kiribû. Herdu gund nêzikê hev bûn wextê diçû serlêdana xwenga xwe bi hevalên xwe re diçû wî gundî û xwe li ber çavên delalîya dilê xwe dixist. Hetanê niha çend caran çûbû gundê xwenga xwe, gundê girêdayîyê Xinûsê, Tapîya Silê Heydê. Çiqas diçû û dihat evîna wê keçikê roj bi roj li dil û cîgerên Ruştî de belav dibû. Gula delal wek navê xwe, di dilê Ruştî de wek guleke biharê ve bûbû.

Îsal demsala zivistanê bi barijge û baranê derbas dibû. Êdî heft, heşt rojên meha sibatê derbas bûbûn. Çawa Serhedî dibêjin “ meha sibatê bêdera berfê ye ”, bi rastî demsala zivistanê û her wiha sibata îsal jî wisa bû. Rojek hewa vekirîbû, du rojan jî girtî û bi berf û baran bû. Di van çend rojên dawî de hewa hinek xweş bûbû û ewr û ezman sivik bûbûn.

Bavê Ruştî, Cemalê Musa, tevê dayîka wî, Xecê, ji ber ku eyamên hewayê hinekî xweş bûbû, biryara serlêdana qîza xwe ya li Tapîya Silê Heydê didin û ji kurê xwe, Ruştî re dibêjin :

-Êpê wext e ku haya me ji Şarê tune ye. Tevdîra xwe bibîne biçe serlêdana xwenga xwe.

Wextê çûyîna gundê xwenga wî li ber guhê wî ketibû, ji şabûna tu dibê qey per û bask bi Ruştî ve hatibûn! Careke din fersenda ditîna hezkirîya xwe bidest xistibû! Ruştî bi kêf û eşqeke mezin hazîrî û tevdîra çûyîna xwe dît. Her wiha dayîka wî jî heqîba xalîçe hazir kiribû û hemû tiştên ku ji keça xwe re bişîne, li der û dorên heqîbê dabû ser hev û ji rê û rêwîtîye re amade kiribû. Ruştî jî, ji bo dilketîya xwe vê carê bi dizî ji sandiqa dayîka xwe destmalek girtibû û di ber singê xwe de veşartibû.

Roja birêketinê, sibeyê zû, Ruştî bi kinc û bergên germ û qalind ser û guhê xwe kir. Dayîka wî kade, helawî û mirîşkek sorkirî tevê çerez û şekirê fantazi amade kiribû. Cotek midas, dêrî û laçik jî, li nava van tiştan xistibû. Ji torinê xwe re, bi destê xwe goreyên hirî yên qerqaş, bi pitikên sor çê kiribû û ew jî li ber heqibê bûn. Ruştî heqîb bi dayîka xwe re tev kir. Devê cemên heqîbê qeydobend kir. Goreyên xwe yên tiftik hetanê ser çokên xwe kişand û girêda. Telikê tiftik, yê ku wek gore û lepikên wî çûr, da serê xwe, stûmala xwe li stûyê xwe aland, lepikên xwe yên wek hewrişîm nerm girt, destmala sor û gewez jî dîsa kir ber singê xwe û her wiha ji rêwîtîyê re amade bûbû. Ji bona xwarina rê, kadeyek kir du perçe di nav pêjgira xwe de pêça û kir cêva sakoyê xwe yê reşê dirêj. Heqîba xalîçe avêt ser milên xwe. Ji dayîk û bavê xwe, her wiha ji mal û malbatê xatir xwest. Bavê wî :

-Rêya te vekirî be, li xwe miqate be, welle dayîka te jî heqîb di îmana re kirîye, giran e. Ewê te bi westîne !

Dayîka wî jî :

-Kurê min, oxira te ya xêrê be. Şarê û zavayê xwe pirr û pirr silav dikim û çavên wan radimîsim. Ruştîyê min rêhevalê te Hz. Xizir be. Bi xêr biçe û bi silametî were!

Ser û guhên wî tam bi rewş û tevdîra zivistana Serhedê bû. Rêya wî, ji ber ku rojên zivistanê kin bûn, bê sekan hetanê esira dereng dikişand. Ji ber vê yekê zû ketibû rê. Hewa sar bû, lê vekirî bû, tava sibeyê li berfê dixist û dibiriqand. Sazaxa çemê Erez pûsekî qalind li erdê û li ser çiqilên daran çê kiribû. Wextê di ber baxçeyê mala Apê Tajdîn re derbas bûbû, li ser şax û çiqilên darên bî, pûsa spî û çîl dîtibû.  Her wiha bêhtir saw û tirsa sermayê û zivistanê Ruştî dorpêç kiribû. Lê xema wî nebû, germahîya evînê ya ku di dilê wî de, jê re bes bû! Bi gavên xwe yên şidîyayî bi lez û bez ji nava gund derket. Rê di binê gundê wan re derbas dibû, wextê rê xuya kir, dît ku xizagek hespan ber bi Gundê Hecî diçe. Heyfa xwe anî got :

-Teh bextê min! Ez hinekî zû derbiketama, min xwe digîhan wê xizagê û hetanê Gundê Hecî ezê lê siwar bûma.

Gavên xwe zû û fireh avêt. Êpêy rê birrî û li pey xwe mêze kir. Çend peyayên dinê jî li pê wî di rêya Tatosê de, ber bi Gundê Hecî ketibûn dûrêzê. Pêyayên li dû wî dihatin û xizaga li pêşîya wî diçû hîs û tirsa tenêbûnê ji dilê wî derxistibû. Da gavan, bayê rêveçûna xwe zêde kir. Berîya pezberdana dangîyan li Gundê Hecî bû. Gundê Hecî, li durîyaneke herikbar bû. Rêyên Erziromê, Xinûsê û Tatosê li vir ji hev diqetîyan. Ji xizagên hespan, merivên peyatî û siwarî, û ji celebên pez, rê xalî nedibû. Bi du peyayên ku ber bi Xinûsê diçûn re, bûbû rêheval û bi hev re berê xwe dabûn Xinûsê. Ji ber ku rêwîyên zivistanê necemidin, ji wextên dinê zûtir dimeşin. Sê rêheval ber bi Xinûsê bi lez û bez dimeşîyan, wek siwaran diçûn. Hetanê Gêdûga Axwêranê çûn. Heqîba ser milên Ruştî giran bû û di xwêdanê de bûbû av, zîpikên xwêdanê ji enîya wî de dilop dikirin. Hevalên wî jî bi şalag û eşya bûn her wiha nikarîbûn alîkarî bidana hevdu. Gêdûg wek hergav îro jî, bi ba û bahoz bû. Seqemeke sar dihat û tozaxa berfê li ling û bejnên wan dialîya û ji ba û tozaxê bêhna wan diçikîya. Wextê ketin derbijêrê Gêdûgê, hinek di gav avêtinên wan de sivikahî çê bûbû. Ruştî ji cêva xwe perçeyek kade derxist û bi hevalên xwe re parve kir. Perçeya dinê jî ji xwe re girt. Him rê dibirrîn û him jî kade dixwarin.

Nîvro şûnda xwe avêtibû Xinûsê. Xwarina kadeyê berê wî girtibû û pirr tî bûbû. Li çayxaneya binê camîyê, berê ewil çend îskan çay vexwar, lê tîbûna wî neşikîyabû. Paşê şerbikek ava sar jî di ser xwe de kir û bi lez û bez ket rêya gundê xwenga xwe. Ber bi êvarê xwe gîhand gund û çû ber derê mala xwenga xwe. Xwenga wî wextê Ruştî dît, ji şabûna nizanîbû çi bike û bi dilekî germ birayê xwe hemêz kiribû. Zavayê wî jî xêrhatina wî kir. Di ser xarzîyên xwe yê çar pênc salî de xwar bû, çend maçên germ li ser sûretên wî danî, bilind kir da hemêza xwe û pê şa bû. Ji cêva xwe çend şekirên fantazi derxist da xarzîyê xwe. Derbasê odeyê bûn û li ber sobeyê, ku bûbû wek hinar, rûniştin. Xwenga wî bi lez û bez, ji ava ku li ser sobeyê spî spî dikelîya, çay demkir û di vexwarina çayê de Ruştî silav û duayên dê û bavên xwe û xweng û birayên xwe ji Şarê û zavayê xwe re gotibû. Piştî şîvê heqîba xwe vekir, hemû tiştên ku dayîka wî şandîye, da ber çoka xwenga xwe…Goreyên ku dayîka wî ji torinê xwe re şandibû, bi destên xwe kir lingên xarzîyê xwe û li ser sûretên wî yên sorik û nermik maçên germ danîbû.

Roja duduyan bû. Ruştî bi dil û can dixwest ku îcar dilketîya xwe rû bi rû bibîne! Bi hevalekî xwe re halê xwe parve kiribû.

Hevalê wî jê re bûbû alîkar. Bi hev re çûbûn gundê Gulê, mala meta hevalê xwe. Mala Gulê jî nêzikê vê malê bû. Qizmeta hevalê wî ji wan re qasidîyê dike. Ruştî û Gulê hevdu dibînin. Ruştî dîyarîya xwe, destmala sor û gevez dide Gulê û li çavên Gulê mêze dike û dibêje :

-Wextê ez biçim malê ji dayîka xwe re ezê bibêjim, bihara ewil bila werin te bixwazin. Temam?

-Erê tu dizanî!

Sozê didin hev.

Ruştî biryara xwe û Gulê ji xwenga xwe re dibêje. Xwenga wî jî hezdike ku ev îşê xêre serê xwe bigire! Ruştî ji hatina xwe ya îcar gellek dilxweş bû. Çend rojan li mala xwenga xwe sekinî. Roja dawîyê, ji xweng û zavayê xwe destûra çûyînê dixwaze. Wê êvarê hazirîya Ruştî dibînin.

Ji ber ku di nava rojê de xwe bigihîne gundê xwe, destê sibeyê zû rabû û bi hev re taştê xwarin. Ser û gohên xwe kir. Li Tapîya Silê Heydê darên sêvan û yên mazî hebûn. Ji ber vê yekê bavê Ruştî çend ço û şivên destan xwestibû. Zavayê wî çend heb hazir kiribû. Ruştî desteya ço û çirpîyan girt. Xwenga wî, ji bona mala bavê xwe, hinek tişt kiribû heqîbê, heqîba xwe ya xalîçe ji erdê rakir û avêt ser milê xwe. Zava û xwenga wî pê re derketin der, xatir ji wan xwest û xwenga xwe hemêz kir û xarzîyê xwe maç kir, bi lezgînî ket rê.

Hatina vî gundê hanê de bawerîya dîtina Gulê, derketina vir de jî qewl û qirara wan ya zewacê, ango evîna Gulê, dilê wî bêhtir germ kiribû. Dilê xwe de şêwirî :

-Ezê zûtir biçim malê û ji dayîka xwe re vê agahîya xêrê bibêjim.

Her wiha evîna germ, hêz û quweta wî zêde kiribû, ne sermahîya zivistanê ne jî dijwarîya rê û rêwîtîyê difikirî. Tevê çend rêwîyan hetanê Xinûsê hat. Di sar û sermayê de wextê ji Xinûsê derketibû dîsa rêhevalên wî çê bûbûn. Ji Gêdûgê bi zehmet derbas bûn. Hewayê dîsa rûyê xwe tirş kiribû, ewr û ezman li nav hev ketibûn. Ji ber ku rewşa hewayê xirab bû, rêwîtî jî rihet nebû, ber bi êvarê xwe gîhand Gundê Hecî. Li ezman û havirdorên gundê Hecî û ber bi gundê xwe mêze kir, rewşa hewayê baş nedixuya. Her wiha dereng bû jî. Li ezmanan ewrên giran hebûn, berf dibarî û bêhna bayê tevê seqema sar ya êvarê dihat. Carna tozax ji erdê radibû û xwe bi xwe got :

-Gelo rê çawa ye, rewşa hewayê ji niha xirabtir nebe? Ez niha bi rê bikevim hetanê eşayê xwe nagihînim gund, rêhevalên min jî tune ne…ez biçim an na ?

Li ser rê di erênaya çûyîna gundê xwe de ma û cesaret nedikir ku bikeve rê. Di vê kêlîyê de biryara sekinandinê da, ber bi mala qîzxala xwe çû, zirzeya derê malê hejand û bi şivên destê xwe li derê malê xist…

Wê şevê li Gundê Hecî, li mala qîzxala xwe sekinî. Serê sibeyê rabû li havirdorên gund û li rêya Tatosê mêze kir. Lê rewşa hewayê xweş nebû û di rê de jî tu kesek tune bû…Çiqas qedr û qîmeta Ruştî biînin cî jî Ruştî merivekî şermok bû. Nedixwest rojeke dinê bi mêvanî bisekine! Hat malê, tevê malvanên xwe, bi hev re taştê xwarin û Ruştî ji qîzxala xwe re got:

-Ezê biçim.

-Birayê Ruştî zivistana Serhedê bellî nabe, pê nexape, jixwe di vî ba û barijgeya hanê de jî em te bernadin, bila hewa xweş be, rê û dirb vebin…

-Rojên zivistanê wiha ne xwenga min. Ma Çawirme dûr e?

Mêrê qîzxala wî bi dilekî saf tinazê xwe dike û dibêje:

-Xwedê jê razîbûyo, pêşîya karwan çûye dawî li vir maye!

Li ser vê gotinê, Ruştî yeqîn biryara çûyînê dide, qîzxala wî dike nake nasekine.

Hazirîya xwe ya rêwîtîyê dibîne, heqîb û çoyên xwe digire û derdikeve derve. Dîsa li der û dorên gundê Hecî çavên xwe digerîne, li rêya Tatosê her wiha li rêya gundê xwe mêze dike, ji qîzxala xwe û mêrê wê hatir dixwaze û ji derê malê dûr dikeve.

Di dilê xwe de dibêje :

-Serîyo tu bi qurbana lingan bî! Roj kin e û rêya min zor û dijwar e, gereka ez dereng nekevim!

Di despêka rêya Tatosê de, bendên goreyên xwe yên tiftik li ser çokên xwe şidand û girêda, lepik kir destên xwe û stûmal li stûyên xwe aland. Telikê tiftik li serê xwe şidand. Bi destê xwe yê rastê desteçoyên xwe, bi yê çepê jî heqîba xwe li ser milê xwe girt û bi lez û bez meşîya ket ser rêya Tatosê.

Dema ku ketibû rêya Tatosê, taştêya qalind ber bi nîvro bû. Qîzxala wî hîna li derê malê bû, li pê Ruştî mêze dikir, çavên wê şil bûn, dilê wê kelîya û xem û tirsek li bedena wê alîya! Vegerîya ser mêrê xwe :

-Xêra xwezîya me wî berneda, gelo hewa zêde xirab nebe, tik û tenê ket rê, tiştek neyê serê Ruştî? Tu mêze dikî, di rê de tu kesek tune ye. Ba û bahoz li dera hanê, gur û rewelên zivistanê birçîne û li ser rê û dirban digerin!

-Min bi dilê xwe yê safî qala karwan kir, ez dibêjim wî şaş fehm kir… Gelo hêrs bû, dilê xwe girt? Xemgîn nebe, tiştekî nabe! Ruştî cîwanekî zîrek e, ewê bi silametî biçe gund.

Ruştî di rêçerêya xizagên hespan û rêwîyan de bi gavên sivik diçû. Di binê berf û bayê de, çiqas rewşa hewayê xirab be jî di demeke kin de qîyamê Gundê Hecî avêt pişt xwe. Rê hergav bi çûyîn û hatin bû ango herikbar bû. Lê belê îro xênjî Ruştîyê delal di rê de tu kesekî tune bû.

Hey pê de ba zêde dibû, ewr jî li hev digerîyan û bêhtir giran dibûn. Ne rêwî hebûn ne jî recal, bi tik û tenê bû. Gavên xwe fireh diavêt û li ser berfê dengên xirtexirta lingên wî, bêrêwîtîya rê û tenêbûna wî, tirs û xof dikir dilê wî. Her alî bi berf bû û spî çîl bû. Cî bi cî rêpêyên rêwîyan û rêçên xizagan kifş nedibûn û di tozaxa ba û berfê de winda bûbûn. Dîsa jî Ruştî, koraxa rê bernedida û bi lez û bez rê dibirrî. Êdî ji gundê Hecî dûrketibû. Di newala Gulwêranê de zor û zerpa bayê zêde bûbû û bêhna wî diçikand.

Ji ber ba û bahozê rewşa hewayê hey pê de giran dibû. Hilma vî ya germ li ser bijang, birû û simêlên wî hedî hêdî diqerisî û telik û stûmala wî jî, ji pûsê spî bûbûn. Berfê bi şid destpê kir. Bayê ji erdê berf radikir carna çav çavan nedidît. Ruştî wê çaxê li binê gundê Şeqşeq bû. Ji bo çûyîna Şeqşeq fikirî lê tam di wextê fikirandinê de ji nişka ve cesaret û wêrekîya pêşveçûyînê ket dilê wî. Dîsa da gavan. Ji ber ku rê baş nedihat dîtin, geh diket geh radibû. Lê belê bi zor û zehmet be jî rasta Şeqşeq, di demek kin de avêtibû paş xwe.

Wextê xwe da rasta Kanîgenîyê, berf û baran bi zerp li nav çavên Ruştî diket û rêçerê li pêşîya wî winda dibû. Rewşeke dijwar be jî, hetanê ji destê wî dihat ji rêçerê dernediket û pêşve diçû. Lê ji barijgeyê her tişt li ber wî winda bûbû. Ne rê mabû ne jî dirb!

Ji ber rewşa hewayê nikarîbû zû biçûya. Te digot qey gavek pêş de, du gavan paş de diavêje! Êdî êvar nêzik bûbû. Barana berfê hey pê de diçû gurr û giran û rewşa hewayê jî dijwar dibû. Sir û seqema êvarê hilm û gulma wî li ser simbêl û rûyê wî bêhtir qerisandibû, ji serma û bayê çavên xwe bi zor vedikir. Wê gavê Ruştî pirr biweste jî li ser xwe bû û wêrekî û quweta xwe winda nekiribû.

Tarî ket erdê û ba û bahoz, bi gujîn û guvîna xwe hetanê tu bibêjî zêde bûbû. Berf wek ardê bêjingkirî dihat xwarê, hemû çal, kort û korax dûz bûbûn. Rê û şop di binê berfê de mabûn. Rêça xizagên hespan û rêpêyên rêwî û recalan li ber Ruştîyê belengaz winda bûbûn. Serma û seqem li can û bedenên wî hêdî hêdî dialîya. Ji rê derketibû ketibû nav kûranîya berfa xam hetanê çokê berf diqelişand, êdî alel texmînî diçû. Erd spî, ezman spî û der û dorên wî spî bû. Di nav behra berfa sar û spî de ma bû, çav çavan nedidît û ne çîya ne deşt, ne jî darên li perên çemê Erez, tu tiştek nedixuya ku xwe lê bigire û her wiha rêya xwe serrast bike. Ji ba û bahozê bêhna wî diçikîya, êdî bêhna wî teng bûbû û pirr westîyabû. Pişta xwe da bayê û hinek sekinî.

Dîsa hêz kiribû ku pêş ve biçe, lê êdî heqîba wî giranî dida wî. Ji ber ku sibikayîyê li xwe çê bike heqîba xwe ya xalîçe ji ser milê xwe çepê de şiqitand û di ber xwe de berda ser berfê. Dîsa hêz kir gavên xwe avêt, pirrî westîyabû avêtina heqîbê jî qet sibikayî nedabû wî. Nizanîbû li kîjan alî de diçe ! Di hiş û aqilê wî de ne alî mabû ne jî hêl. Xwe bi xwe got :

-Gelo ez rast diçim? Eger rast ba gereka niha li binê gund bûma !

Ruştî rewşa xwe, bi xwe zelal kiribû. Pêş ve û rast nediçû. Li cîyê ku heqiba xwe avêtibû wek bêderek fireh li dora hev çûbû û hatibû! Careke din, bêhna xwe da û bi çend dengên bilind heta tê de hebû kiribû qêrîn û hawar :

-Ez Ruştî me, Ruştîyê Cemaliiiiim, min xilas bikiiiiin!

Li pê sê-çar dengan guhên xwe dagirt. Xênjî dengê bayê tiştek tune bû. Wî jî dizanîbû, rojên wiha de gundî ji malên xwe nikarin derbikevîn her wiha ji gundên der û doran û ji gundê wî tu kesekî dengê Ruştî nebihîstibû. Hemû kûçikên gundan jî, ji ber ba û bahozê, ji ber sar û sermayê di nav lodan de, di korm û qelaxan de serê xwe dikin nav pûrta xwe. Wisa neba, dengên kuçikan dê bihata. Ji ber vê yekê xênjî guvîn û gujîna ba û bahozê, ji dorhêlên Ruştî tu dengek tune bû ku xwe lê bigire û biçe!

Pişta wî li bayê bû hinek sekinî û rûnişt, bêhna xwe girt û wextê xwêdana wî sar bû, cemidîbû.

Hêz û quwet anîbû xwe, berf qelişand û pêş ve çûbû. Lê êdî mecala wî nemabû hey pêde qam û qidûmên wî kêm dibûn. Yek caran bêhna wî diçikîya û gulpegulpa singê wî bû. Berf, ba û bahoz tevê tarîya şevê li hev qelibîbûn. Ruştîyê reben di nav vê rewşa zor û dijwar de winda bûbû! Pirrî Ruştî li hev çûbû û hatibû gêj bûbû. Bedena wî, ruhê wî û gavên wî cemidîbûn. Bi gavên xwe yên cemidî û qerisî hêdî hêdî ber bi qedera xwe ya reş û ber bi bêmiraziya xwe diçû. Wî û bayê, bahoz û berfê her wiha tarîya şevê bi hev re şerr dikirin û di vî şerrê hanê de dikir nedikir bi ser nediket.

Ji rêveçûna xwe fehm dike ku li qîyamekî xistîye. Geh bêhna xwe dida geh disekinî bi qîyame ve hildikişîya. Xwe bi xwe got :

-Xwedê kirî min heqîba xwe avêt!

Ji wî wertirê li qîyamê gundê wan li “ Pozê Gêran” e. Ji nişka ve cesaret hatibû wî, şabûna xilasîyê dikeve dilê wî û dest û lingên wî dişidin. Berê xwe ji bayê vedigerîne û hetanê bikaribe bi çend dengên bilind dike qêrîn û hawar :

-Gelî gundîyaaaaan, hawar ezê bixeniqim, min xilas bikiiiiin !

Lê îcar bayê qulbê dengê wî dide ber xwe dibe Goma Qurdo. Gomîyan hawar û qêrîna wî di nav ba û bahozê de dibihîzin. Dizanîbûn ku yek di tengasîyê de ye. Di tarîya şevê de û di vî ba û bahozê de nikarîbûn tiştek bikin. Erd hişk ezman dûr bû! Lê dîsa jî gomî, ji bona îhtimala ku ew bibîne, agir dadidin, li tenekan dixînin û dikin teqereq. Gomîyek jî gazî dike:

-Me dengê te girt, vê dera Goma Qurdo ye.

Gundîyek din jî :

-Tu kî yî, ji ku derê yî ?

Bayê deng ji gundîyan re anîbû lê dengên wan li dijî bayê nediçû Ruştî.

Ruştî qasekî sekinî û guhên xwe dagirt. Xênjî guvîna bayê û tipîyê tiştek nebihîstibû. Dîsa li qîyame xist û berf qelişand, ber bi jor, pêş ve diçû û yek caran, dikir qêrîn û hawar, lê tu dengekî tune bû. Her wiha hêvîya felat û xilasbûne di dilê wî de vemirîbû!

Nêzikê derkeve ser topa ku pê ve hildikişe, bê mecal û bê taqet dimîne, giranîyek bêhempa li laş û bedena wî belav dibe. Di berfa pûk de hetanê navê winda bûbû. Hetanê navê ji berfê, ji navê berjortir jî ji ba û baranê dicemidî. Telik, lepik, gore û stûmala wî tiftik bû. Dayîka wî bi zehmeteke giran, ji bizinên çûr şe kiribû û ji lawikê xwe yê delal re çê kiribû. Her wiha bi wan ser û guhên wî ji sermayê re zexm bû. Lê belê, ji ber vê rewşa awarte tu tiştekî îro ji Ruştî re sitarî ne dikir.

Ne ji erdê ne jî ji ezman hawareke xêrê he bû. Di vê hewa sar de berf, wek ardê ku eleg dibû, dihat xwarê, bayê berfa erdê û ya dibarî li hev digerand û te digot qey hemû hêrs û xinca xwe ji Ruştîyê reben digirt. Bager û bahozê, berf û baran li hev digerand û di ser serê Ruştî de wek ardelîna aş dirijand. Li havirdor û xwezayê de xênjî dengê bayê hemû deng hatibûn birrîn û tenêbûna şevê, birçîbûn û tirsa mirinê li nav hev ketibû. Ruştî, di vê rewşê de û di bêbawerîya xilasbûnê de mirina xwe difikirî. Li ser patika xwe sermahîya mirinê hîs dike û êdî dizanîbû ku xilasbûna wî ji vê behra berfê û tîpîyê tune ye. Rêwîtîya wî ya îro, bager, bahoz û berfa îro bûbû “ Ruhsîn ” ê wî. Her wiha bêçare û bêhêvî dimîne. Dilê xwe de dibêje :

-Xwedê ya Rebbî, di nava vê berf û bûzê de tuyê mirina sar bikî para min?

Li pey vê gotina xwe li dora xwe çerixî pişta xwe da bayê. Hinek sekinî. Lê sekinandin xwêdana wî sar kiribû. Ji ber ku laşê wî germ bibe, biryara rêveçûyînê dabû. Dîsa hêz kir ku ber bi jor hilbikişe. Lê kendalekî tîk ket pêşîya wî, fikirîbû :

-Gelo ez li ku derê me, va kendalê hanê yê ku derê ye? Aqil û hişên min li nav hev ketîye! Ya Xaliqê alemê, tu qam û quwetê û fehm û ferasetê bidî min û tu min ji vê tengasîya hanê xilas bikî!

Di vê kêlîyê de çek û col, li ser wî bûn wek bûz. Cangiranîyeke bêhempa di xwe de hîs kir û xeweke giran ket çavên wî. Dikir û nedikir xwe ji xewê û cangiranîyê xilas nedikir. Ji ber ku xwe ji ba û bahozê û ji sermayê biparêze biryara li ber vî kendal û qefê hanê bisekine da. Pişta xwe da kendal ango da bayê, desteya çoyên xwe daçikand, lepikên tiftik ji destên xwe şiqitand û danî ser çoyên xwe :

-Eger tiştek bi min bibe, desteyê ço û lepikên min bila bibin nîşana dîtina min!

Êdî bê mecal bûbû, hêz, qam û quweta wî her wiha bawerîya wî nemabû, li ber nîşana ku bi ço û lepikên xwe çêkiribû, di nav berfê de xwe berda û rûnişt, serê xwe xwar kir, serê wî di nav telik û stûmala wî de winda bû, destên xwe yên bê lepik kir binê çengên xwe. Hemû werseleyên xwe civandibû û bûbu wek goga berfê. Di demeke kin de kendalekî ji berfê li ser wî çê bû û di binê berfê de winda bû. Xwêdana ser wî bûz girt, dest û milên wî qerisîn û ji sermayê şewitîn, lê wî êdî tu tiştek hîs nedikir. Her wiha dike nake çavên vî ji xewê venabin. Dayîk û bav, xweng û bira û heval û hogirên wî ango reng û rûyên Gulê tên ber çavên wî…û ji xwe çûbû. Rojek berê evîna germ û germahîya evînê di dilê wî de dibezîya, niha jî mirina sar û sermahîya mirinê wî dorpêç kiribû!

Di xewa mirinê de xewnek dît :  Bi hevalên xwe re, li kaşên pêşberê gund de bi tavûgan xwe xiş dikir û bi destê xwe yê çepê tavûga xwe dikişand, bi qîyame ve hildikişîya û ji herkesî zêdetir derket jorê. Xwe ser zik avêt ser tavûgê û berbijêr wek tîrekî ji kevanê derbikeve xwe berda! Bi coş û kelecaneke mezin, dikir qêrîn û hawar, ber kî re derbas dibû destên xwe jê re dihecand. Wek teyrek te digot qey firdide, ji hemû hevalên xwe derbas bû… Çû, çû û çû… Bi zerp li nav şepeyek ket û tê de winda bû…

Ruştî êdî ji xew ranebû, ev xewa hanê jê re bûbû xewa herî dawîn. Ji berf û bagerê di binê berfê de Ruştî winda bûbû. Çawa runiştibû hemû werseleyên wî wisa qerisîbûn, bûbûn wek darek hişk. Li ser desteyê çoyên wî lepikên tiftik, jê bilind mabûn û jê re bûbûn nîşana dîtinê!

Nîvê şevê bû. Dayika Xecê, xewneke tevlihev dibîne. Di xewnê de Ruştî li kaşekî asê û bi berf û bûz de dişiqitî û destê xwe dirêjê destê dayîka xwe dikir. Lê belê dikir nedikir destê wê nedigîhîşt destê Ruştîyê delal. Ruştî hêz kir û tam bi destê dayika xwe bigire, destê wî di nav destê dayîka wî de şiqitîbû û çûbû… Dayika Xecê ji xew radibe. Wer hîs dike ku tiştek ji dilê wî qetîyaye. Reng û rûyê kurê wê, tê ber çavên wê. Tebat nagire derdikeve ber derî. Xalê Cemal jî hişyar dibe û li pê jina xwe derdikeve derve. Ji bager û tîpîyê û sermayê meriv diqerisî. Xalê Cemal :

-Qîza Kewê tu vê şevê û sar û sermayê, li derve çi dikî?

-Mehrûmo, dilê min ji min re şahidî dike û Xwedê dizanê tiştek hatîye serê Ruştîyê min! Mala min bişewite! Min xewna kurê xwe dît…

Wextê Xecê girîya Xalê Cemal jî pê re girîya, bi milê Xecê girt û kişand, anî malê.

Du roj şûnda hewa rûnişt, berf û baranê her wiha tîpî û bahozê dilê xwe rihet kiribû û bilindahî çê bûbû. Hemû rê û şop winda bûbûn, serma û seqema çemê Erez ji Çawirmeyê bigire heta Kullîyê li rasteya Kago belav bûbû û sir û seqemê sûretên merivan dibirrî. Xênjî ezmanê hişîn û erdê spî tu rengek di xwezayê de nema bû. Ji spîtîya berfê û tîrêjên tavê çavên merivan ve nedibûn. Gundîyan bi bêrên dar û berfokên cerm der û baceyên xwe û ser xanîyan paqij dikirin. Bi dengên bilind bi hev re qise dikirin. Hinekan dangîyên pezên xwe radixistin û hinekan jî ji ber ku dewarên xwe av bidin, dianîn ser qultengê û kurinê ber kanîyê. Her wiha çûyîn û hatineke bi lez û bez di nav gund de, di şeveqa sibeyê de destpê kiribû.

Qet deng û xeberek ji Ruştî nahatibû. Dayîk û bavê Ruştî diçûn ber derî û dihatin malê. Kî didîtin jê dipirsîn û li benda xeberek xêrê bûn. Ji ber ku xebereke xêrê tune bû, tebat û sebra Dayîka Xecê û Xalê Cemal tunebû.

Roja înîyê bû û ji ber ku mizgefta gund tunebû gundîyan li mala Xalit Axa, odeya mêran nimêja înîyê dikirin. Cemalê Musa ji bona xutbeyê çûbû wê derê. Li wir jî naveroka qisedanê Ruştî bû. Xalê Cemal ji cêva xwe qutîya titûnê deranî û bi tilîyên xwe yên qalind cixareyeke qalind û şidandî pêçand, bi agirê sobeyê vêxist û çend bêhn li cixara xwe ya qaçax xist. Vegerîya ser gundîyan û ji wan re got :

-Gelo Ruştî ji Tapîyê hatîye, li ku derê ye? Ji bo riza Xwedê, em fetisîn, bêhna me dernakeve, ez û qîza Kewê, em di fikara Ruştî de ne!

Hemû gundîyan li hev mêzekirin û di nav hev de qise kirin.

-Xalê Cemal rast dibêje, herkes qasê xwe, divê ji bo xebereke xêrê xîret bike.

-Piştî xutbeyê em çend gundî biçin Gundê Hecî.

-Îcab bike emê biçin Xinûsê.

Melle Evdilla dest bi nimêja înîyê kir.

Cemaetê tesbîhatên xwe xilas kiribûn. Di vê kêlîyê de birayê Ruştîyê piçûk, Fewzî bi helkehelk ket odeyê, hemû gundîyan çavên xwe kutan ser Fewzî :

-Bavo, bavo! Mistefayê Mihemedê Biro got, ji Gundê Hecî mêvanên me hatine û gotine Ruştî du roj berê ji Gundê Hecî derketîye!

Xalê Cemal :

-Hey wax, mala min xirab be, Xwedê dizane Ruştî xeniqîye!

Her wiha salixê Ruştî digirin. Odeya mêran di demek kin de vik û vala bûbû. Hemû gundî bi rewşê dihesin, bi sîyarî û peyatî li rêya Gundê Hecî dikevin dûrêzê. Di vê kêlîyê de dayîka Xecê pê dihese û di nav koma jinan de ji xwe diçe û dixeriqe.

Hemû gundî, ji Çawirmeya Xelîl Axa, hetanê Gundê Hecî li der û dorên rê digerin. Ji Gulwêranê, Şeqşeq û ji Goma Eto dipirsin, tu agahîyek xêrê nagirin.

Roja dinê dîsa digerin. Eşrefê Evdilla û çend siwarên dinê, li rasteya Kanîgenîyê, ji rê derketibûn û ber bi jor çûbûn. Di nav berfa xam de digerîyan. Li nîşan û tûmên balkêş mêze dikirin. Hinek gundîyên dinê jî ji Gundê Hecî vir de, li ber û berên çemê Erez mêze dikirin.

Hecî Henîfe lawê xweyê Mihyedîn ji Sêlemeza Jêrîn zewicandibû. Her wiha du sê roj berîya tîpî û berfê siwarên dawetê çûbûn Sêlemeza Jêrîn. Ji ber ku hewa rûniştibû îro bûka xwe girtibûn û vegerîyabûn. Wextê tên Gundê Hecî bi bûyerê dihesin. Siwarên dawetê jî bi lezgînî hespê xwe ajotibûn û li rasteya Kanîgenîyê ew û gundîyan li hev qelibîbûn. Siwarên dawetê jî bi gundîyên xwe re li der û doran çavên xwe gerandibûn. Nêzikê ava Dewlo, li serjorê rê, ber bi qîyame heqîba xalîçe dibînin. Êdî dizanîbûn ku Ruştî li van nêzikan xeniqîye! Evdilkerîmê Mehmê, Eko,  ji cînaran re dibêje :

-Zêna min winda nekin, bi gorî dîtina heqîbê, Ruştî ber bi jor çûye. Li van kaş û palên ber bi Dewlo  mêze bikin.

Li ser girê bilind, yê ku nêzikê çemê Dewlo, li qefê jorîn, reşekî li ber çavên Eko dikeve û diqêre:

-Li tewrê jorîn reşek he ye ! Gelo berê li wê derê tûm û kevir he bûn?

Hemû gundîyan li wê derê mêze kirin û yekî gotibû :

-Na bavo, li wê derê tiştek tune bû.

Ji berfê, bi siwarî îmkan tune bû biçin wê derê. Êhsanê Hesen Axa û Elîyê Hopikî jî xwendîyên dawetê bûn, ji ber ku bi siwarî nikarîbûn ber bi wê derê biçin, dizgînên hespên xwe didin gundîyan û peyatî berfê diqelişînin, geh dikevin û geh xiş dibin, her wiha xwe digîhînin ber nîşana Ruştî, ber desteya çoyên ku lepik li ser bûn. Di binê berfê de cenazeyê Ruştî dibînin. Dikin qêrîn û hawar:

-Gelî gundîyan, me cenazeyê Ruştî dît!

Bi lez û bez berfa li ser cenaze, bi destên xwe diavêjin û cenazeyê Ruştî yê qerisî û qoncbûyî ji binê berfê derdixînin. Nikarîbûn bidin pişta xwe û ber bi jêr biînin. Bêçare bi dest û pêyên cenaze digirin,  li ser berfê, di kaşê girê xopan de dikişînin. Cemalê Mûsa li jêr diqêre :

-Êhsaaan, Elîîî, hûn herça dikin ji bona riza Xwedê cenazeyê Ruştîyê min bi erdê ve nekişînin!

Cenaze anîbûn jêr. Eşrefê Evdilla di heman demê de, bi lezgînî, li hespê xwe yê kumêtê kapreş siwar bû û bi alîkarîya gundîyan cenazeyê Ruştî da ber xwe û hesp qamçî kir. Hemû gundî û siwarên dawetê li pê Eşref ketin dûrêzeyê, girseya siwar û peyayan ber bi gund herikîbû. Her wiha şîna Ruştî û şahîya daweta Mihyedînê Heci Henîfe li nav hev ketibû.

Nîvro şûnda, li derê mala Cemalê Mûsa cenaze, li derê mala Hecî Henîfe jî bûk hatibû peyakirin…

Di nav şîn û girîyên dayîk û bav, bira û xwengên Ruştî de dengê giryanok û lorandinan ji Çawirmeya wêran bilind dibû.

Dayîka Ruştî ser cenaze de digira û dizarîya :

-Dayîka te kor be lawo! Me çima vê zivistanê te li ser rê û dirban xist! Ma me nizanîbû berxê min zivistana welatê Serhedê xedar e…

Melle Evdilla li ber derê malê hemû eqreba û gundîyan re got :

-Di mirinên wiha de meriv dibe şehîd, Xwedê Teala, înşallah pileya şehîdan daye Ruştî.

Li ber derî, wextê av li cenaze dikirin, Xalê Cemal mêze dike çavên Ruştîyê wî vekirî ne û dibêje :

-Melle Evdilla, çavên kurê min vekirîne, Xwedê dizane, kurê min sax e!…

Cenaze hat şûştin lê belê, kirin nekirin werselêyên wî yên qerisî nerm nebûn. Her wiha cenaze bi wî awayê defin dikin. Çend roj derbas bû, kesî nizanîbû kî gilî kirîye, dozger û doxtorê hikumatê tevê cendirmeyan hatin gund. Ji muxtar re, Xakîyê Xalit Axa re gotin :

-Di mirina Ruştî de şik û şuphe he ye, dibêjin nexeniqîye, hatîye kuştin!

Çiqas bibêjin xeniqîye jî, dozger dibêje:

-Ez nikarim tu tiştek bikim, ez mecbûr im ku mezelê wî bidim vekirin.

Biryara vekirina mezel dide. Xalê Cemal digirî û dizare, bi dengekî dilşewat :

-Xakî ez rica û dexalet dikim, ji heyeta Tatosê re bibêje bila cenazeyê kurê min neqelişînin û xirab nekin.

-Temam Xalê Cemal, dozger dibêje “ Emê tenê mezel vekin û li cenaze mêze bikin. Ji bona xatirê we û ji ber ku em bi we guman in, em dest nadin cenazeyê we.”.

Wextê mezel vekirin, mêze dikin ku zîpik zîpik xwêdan hatîye cenazeyê Ruştî û hemû werseleyên wî xwe berdane û nerm bûne. Çavên wî yên vekirî hatine girtin û ji merivan wertirê di xeweke şirîn û şekir de ye! Her wiha çawa melle Evdilla gotibû, rewşa cenazeyê Ruştî di rewşa cenazeyê şehîdan de bû!

Ji wê rojê wir de, ji wî girê, ku cenazeyê Ruştî li ser hatibû dîtin, re “ Topa Ruştî ” tê gotin.

Nasir Kemaloğlu

Ev çîrok di kovara Nûbiharê de (Hejmar 155) hatiye weşandin.

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply